DIJMINÊN KURDAN LI HEMBER KURD Û KURDISTANÊ DE DIBIN YEK, LÊ KURD NEBÛNE YEK

DIJMINÊN KURDAN DI PIRSA QEDERA KURD Û KURDISTANÊ DE DIBIN YEK, LÊ KURD HÊN JÎ DI PIRSA QEDERA XWE DE GORÎ DAXWAZA GELÊ KURD NEBÛNE YEK



FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)

Almanya, 06.01.2004


Gotineke me Kurdan heye, wiha dibêjin ”av û agir disekine, dijmin nasekine”. Ji ber ku dewleta Tûran êdî ji kirîz û þokan xelas nabe û ji ber ku pirsgirêkên wan yên bi sedsalan ketine ser hev, nizanin û nikarin çi? Bikin; ji xwe re rêyan nabînin û derewên wan jî êdî di dinyayê de pere nakin, quweta wan jî nemaye, ku bi methodên bav û kalên xwe siyaseta xwe bi gorî daxwazên dilê xwe bibin serî, loma di Rojhilata Navîn de hêviya wan dewleta el-mixaberat û dewleta meleyên kevneperest maye.

Ev hersê dewlet, dewleta Tûran, dewleta el-mixebarat û dewleta melayên kevneperest dijiminên hev in. Tiþtên ku van dewletên hov û har tîne ba hev pirs û dijminahiya Kurd û Kurdistanê ye. Tu dibêjî qey dijminahiya wan li dijî Kurdan ji bo wan bûye ferz. Di pey jiholêrabûna pergala tolê Tîkrîtê, Sadamê qirþ û qalê dîktator, bermayiyê ereban, tirs û xof ketiye dilê van dewletan, dîn û har bûne û êdî ji xwe re, dikin, nakin nikarin rêyeke rast bibînin. Çumkî tiþtên ew dizanin, derew, înkarî û sextekarî ye. Ji ber ku methodên wan êdî pere nakine, loma têne ba hev, ku ji xwe re çareyekê binînin.

Yanê bi kurtahî pêvajoya nû di cîhanê de û siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn li serê wan bûye bela. Rihetiya wan ji dest çûye û xewna wan reviyaye. Loma dîsa têne ba hev, ku ji xwe re çarekî bibînin.

Serokê dewleta el-mixaberat Beþar Esad ji bo serdanekê di roja 06.01.2004an de hate Tirkiyê û berya ku ew were, di daxuyaniya xwe de, ku ji rojnamegerê navdar M. Ali Biran re daye û ya di rojnama Hürriyet, 05.01.2004an hatiye weþandin wiha dibêje, ”Irak'ta bir Kürt devleti benim de kýrmýzý çizgim” (damezirandina Dewleteke Kurdî li Iraqê, ji bo min jî xet û çixêzên sor in). Û serokê dewleta el-mixaberat Beþar Esad dibêje, ku ew ne tenê li dijî dewleta Kurdî ne, herwiha li dijî Federasyonê ne jî û hwd. Armanca serdana serokê dewleta el-mixaberat Beþar Esadê nijandperest û þovenîst dan û standinan bi dewleta Tûran re çêbike, ku tevgera Kurdistanê li Baþûr biþkînin.

Mirov di daxuyaniyên wî/wan de jî baþ dibîne, ku ew hov in, dijminên Kurdan in û ger ji wan were dê di rojekê de gelê Kurd di Rojhilata Navîn de bifetisînin.

Dijminên Kurdan wisa qahpe ne, ku him hebûna gelê Kurd nasnakin û gelê me bê par hîþtine, bi destê zorê kirine bin bandora xwe, gelê me înkar dikin, zimanê me qedexe kirine, her roj dest davêjin namûsa Kurdan û tecawizî mafên Kurdan dikin, daxwazên Kurdan yên rewa her car bi hovîtî bersiv didin û him jî li aliyê din Kurdan sûcdar dikin, ku yên ji aþtiyê re di Rijhilata Navîn de tahlûke ne rayê didin.

Kurd dê çawa dikarin netewa xwe di cîhanê de bidin qebûlkirin.?


Netew -Millet (Nation)

Civata ku ji aliyê siyasî ve bi rêxistin e, li ser erd û axa xwe, xwedî ziman, dîrok, çand (Kultur) û aborî ye, civateke serbixwe ye û jêre netew-millet (nation) têye gotin.

Mirov bi kurtayî dikare netew-millet (nation) bi vî awayî bîne ziman. Ger ew netew yekîtiya xwe ya siyasî û civakî pêk neyîne, ne bi rêxistineke baþ, bi rêk û pêk be û li ser bingehên demokratiyê tevnegere, tu dewletek di cîhanê de qîmetê nade wan û daxwaza wan ya serxwebûnê qebûl nake.

Serokên partiyên Kurd jî bi Kurdan çi dikin?

Dijminên Kurdan, dijminên hev in. Lê ji bo pirs û qedera Kurdan têne ba hev û dibin yek, ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe. Lê li aliyê din jî her serokekî partiyên baþûrê Kurdistanê xwe wek qiralê herêmên baþûrê Kurdistanê îlan kiriye, ew guh nadin gelê Kurd, malê Kurdistanê li Baþûr li hev parve kirine û ev sêzdeh sal e yekîtiya ku bi daxwaza gelê Kurd di nav hev de pêk nenanîne û xurt nekirine, wek her dem li pê hesabên biçûk mane û niha jî pê Federesyon û mederesyonê û qaþo biratiya ereb û Tirkmenan ketine, ku Amerîka Federasyona coxrafî qebûl bike.

Ger serokên partiyên baþûrê Kurdistanê qedera Kurdistanê qurbana nakokiyên navbera xwe nekin, yekîtiyeke xurt di nava xwe de ava nekin û li Baþûr bi yek dengî neaxivin, tevnegerin, ne gelê Kurd êdî ji wan bawer dike û ne jî cîhan. Jixwe Amerîka li herêmê ye û her tiþtî dizane û dibîne, ku bi salan e wan pirsgirêkên xwe çareser nekirine, loma ez jî bawer nakim, ku Amerîka daxwaza wan wisa bi hêsanî qebûl bike. Çumkî kesên nakokiyên di navbera xwe de çareser nekin û yan jî van nakokiyan qurbana Kurdistanê nekin, ew nikarin dewletekê jî bi dûr û dirêj îdare bikin.

Ger serokên partiyên Kurdan bi daxwaza gelê Kurd tevbigerin, bi yek deng û bi cesaret serxwebûna Kurdistanê biparêzin û di cîhanê de bidin qebûlkirin, ewê ji bo Kurdan heta hetayê him di dilê Kurdan de û him jî di mêjûyê Kurdan de bibin qiral. Lê ew wiha berdewam bikin, dê winda bikin û qet nabin tiþtek jî. Vê carê êdî ne gelê Kurd wan efû dike û ne jî dîrok.

Êdî bes e ger serokên partiyên Kurdan ji Kurdan fedî nakin, bila serokên partiyên Kurdan ji dijminan fedî bikin.

Bijî Kurdistan

JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETTIR TIÞTEK NÎNE

Nîþe: Kurdîtaniyên heja, min ev gotara xwe di roja 06.01.2004an de nivîsî. Êvara eynî rojê xeberek xweþ ji Dokanê belav bû ku, kek Mesûd û mam Celal di gelek mijaran de li hev hatine û dê li ser van mijaran bi yek dengî siyaseta xwe biparêzin. Jixwe hêviya me hemû Kurdan jî ew e ku, Kurd yek bin. Ez bi vê bûyerê gelek dilþad bûm û bila ji gelê me re pîroz be. Ger serokên Kurdan ji vê riya rast þaþ nebin, dê him di dilê me de, him di mêjûyê me de û him jî di jiyana mede qiral bin û emê her dem bi wan dilþad bin û wan bi serbilibndî biparêzin.








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=121