
MELE MISTEFA BARZANÎ - MÎLADA FIKRA KURD Ű KURDISTAN
FUAT AKPINAR
Email: akpinar@t-online.de
Almanya, 22.07.2003
Her çiqas dereng jî mabe, lę dîsa jî dixwazim serokę nemir Mele Mistefa Barzanî bi nivîseke wiha bi bîr bînim ű serę xwe li ber bejna wî lehengę Kurd ű Kurdistan bitewînim. Bi rastî min dixwest ku di meha Adarę de nivîseke wiha li ser bîranîna sedsaliya serokę mezin amade bikim, lę ji ber ku wę demę dema ţerę dijî Sadam bű ű ji bo Kurdan gelek demeke nazik ű dîrokî bű, loma min wę demę bi piranî li ser bűyeręn rojevę ű li ser hovîtiya Tirkan ku dixwestin bi destęn zorę bikevin baţűrę Kurdistanę ű gelę me yę Baţűr jî bikin bin bandora xwe, dinivîsî. Lę min dîsa serokę nemir ji bîr nekir ű 15. Adarę li ser sedsaliya serok helbestek nivîsî ű bi ręya e-mail di raya giţtî de belav kir. Vę helbesta min, ku min ji bona bîranîna sedsaliya serok Mele Mistefa Barzanî nivîsiye, hűn xwendewanęn hęja dikarin di dawiya nivîsa min de bixwînin.
Roja rojbűyîna serokę mezin 14.03.1903 li gundę Barzan baţűrę Kurdistanę ű roja dilovaniya wî 01.03.1979 li Amerîka, nexweţxana at Georgetown Hospital, bajarę Washington DC)
Serokę nemir Mele Mistefa Barzanî semola azadî ű aţîtî, sembola netewa Kurd ű Kurdistanę ye. Ew wek biręz Xiyasettin Emre di nivîsa xwe de dibęje mîlada Fikra Kurdî ye.
Ew serokę Neteweya Kurd li herçar perçęn Kurdistanę ye. Pęţmergę pęţmergan e, qehremanę serbilind, serfiraz ű bi rűmet e. Ewî layîqę navę xwe yę pîroz Mele Mistefa Barzanî hatiye ű bi ţan ji bo doza gelę Kurd li her derę ji bona Kurdan kar ű xebat kiriye.
Gelę Kurd bi saya serokę mezin Mele Mistefa Barzanî pęţde çűye ű wî xizmeta bi rűmet ji bo me Kurdan kiriye, her roj baţtir tęye naskirin ű fęhmkirin. Gelę Kurd îro di saya wî de serbilind e, serfiraz e, bi dilekî ţad wî di bîr tîne ű tama azadiya ku bi tękoţîna wî ya bi męrxasî ű gernasî dijî dijminan daye derdixîne. Gelę Kurd li baţűrę Kurdistanę bi saya tękoţîna siyaset ű polîtîka wî ya rast ű durist rizgar e. Ev par ű keda wî ye, ku wî bi sal ű deman ji bo gelę Kurd li serę çiyayęn Kurdistanę bę westan daye ű gelę me li Baţűr biserketiye. Serok Mele Mistefa Barzaniyę mezin ęţ, derd ű kula gelę Kurd baţ dizanibű, ji ber ku ew di zarokatiya xwe de di nava tevgera gelę Kurd de pijiyabű. Ew hęn di zarokatiya xwe de, yanę di sęsaliya xwe de ku haya wî ji tiţtekî tune bű, bi dayîka xwe ya pîroz re ketibű zîndanęn dijminan.
Serokę nemir, sala tęye dinyayę, wę salę jî bavę wî yę pîroz Ţęx Mihemed wefat kiribű.
Serokę Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî di tękoţîna Kurdistanę de ne gotiye payîz ű zivistan, ne gotiye bihar ű havîn, ne gotiye ba ű bahoz ű ne jî gotiye baran, seqa ű serma, ewî bi męranî ű ţęranî doza gelę me kiriye, siyaseteke bi bîr ű bawer li her derę cîhanę ji bo me Kurdan ajotiye ű parastiye; hetanî roja dilovaniya xwe.
Mezinahiya serokę nemir Mele Mistefa Barzanî bi gotinan nayę ziman. Ewî di tevgera Kurdistanę de her gav li kîjan perçę Kurdistan serhildan çę bűyę, bi pęţmergęn xwe yęn qehreman li cem wan bűye ű li dijî dijminęn xwînxwar ţer kiriye.
Lę pir mixabin ku ewî di saxiya xwe de, ew keda ku wî ji Kurdan re kir ű da ber Kurdan bi çavę xwe nedît ű xatirę xwe ji me xwest ű çű ser dilovaniya xwe. Biręz Xiyasettin Emre di nivîsa xwe de, ya ku min ję tika kiribű, ew çend gotinan li ser serokę mezin binivîse ű ji min re biţîne, wiha dibęje:
Esefeke min a din jî heye, ku Mele Mistefa Barzanî, serokę mezin, semera emeka xwe bi çavęn xwe nedît. Lę wę salę ez çűme baţűrę Kurdistanę ű çűme ser qebra serok.
Min li ser qebra wî got; serok! Te encama emeka xwe nedît. Ez hatime ku mizgînî bidim te.
Gava di cîhanę de qala navę wî yę pîroz tęye kirin, herkes bi coţ qala tękoţîna wî ji bo gelę Kurd dike ű dizane ku wî ji zarokatiya xwe hetanî dilovaniya xwe ji gelę Kurd re kar ű xebatęn bę westan li serę çiyayęn Kurdistanę ű li her derę cîhanę tękoţîn daye, kęţeya gelę me aniye ziman ű bi bîr ű bawer doza Kurdistan parastiye.
Serokę Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî ne tenę ji bo Kurdan mezin e, ew di raya giţtî de jî, di cîhanę de pir mezin e ű di nava serokęn dewletan yęn navdar de cihę xwe yę bi rűmet digire ű wek serokę kurdan yę leheng tęye naskirin.
Serok Mele Mistefa Barzanî di lîteratűra cîhanę de wek serokę Kurdan yę netewî ű efsane tęye naskirin ű di her nivîs ű gotaręn li ser jiyana wî de tęye gotin, ku ew efsaneyî ye.
Li Ewropa, Almanya ű li welatęn Anglosakson nivîs ű gotaręn li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî yę mezin hatine nivîsandin, di destpękęn hemű nivîsan de wiha tęye gotin:
Der legendäre Kurden- führer Mullah Mustafa Barsani (Serokę Kurdan yę Efsaneyî Mele Mistefa Barzanî)
Kurdish national leader, Mustafa Barzani (Serokę Netewî yę Kurdan Mele Mistefa Barzanî)
Ev gotin ji bo Mele Mistefa Barzaniyę mezin ű ji me kurdan re serbilindî ű serfiraziyeke pir mezin e ű mezinahiya serokę biręz jî di cîhanę de baţ dide naskirin.
Mele Mistefa Barzaniyę mezin di gotineke xwe de siyaseta cîhanę bi stemkarî rexne dike ű ji ber ku ew ji durűtiya siyaseta cîhanę wisa ęţiyabű, ku kęţeya gelę me tîne ziman ű wiha dibęje:
Em sęwiyęn gerdűnę ne (Wir sind die Waisen des Universums)
Hemű nivîskar ű rojnamegeręn cîhanę dema qala serokę nemir Mele Mistefa Barzanî dikin, di nivîsęn xwe de her dem vę gotina wî ya ku wî bi stemkarî siyaseta cîhanę di pirsa Kurd ű Kurdistanę de rexne kiribű wek mînak didin.
Belę, em Kurd ędî di saya wî de ű tekoţîna wî ya bi lehengî ji bo gelę Kurd ne SĘWÎ NE.
Ez serokę pîroz Mele Mistefa Barzaniyę nemir di bîr tînim ű serę xwe li ber wî ditewînim.
Min ji bo vę nivîsa xwe ya ji bo bîranîna sedsaliya serokę nemir Mele Mistefa Barzanî ji çend kesęn di nava tevgera Kurd ű Kurdistanę de siyasetmedar, nivîskar ű hűnermend yęn, wek biręz Xiyasettin Emre (siyasetmedar), biręz Abdulmelik Firat, (siyasetmedar) biręz Ţerafettin Elçî, (siyasetmedar) biręz Alî Ghazî (siyasetmedar), biręz Hasan Kaya (nivîskar ű serokę berę yę Enstituta Kurd li Stenbolę), biręz Lokman Polat (nivîskar), biręz Ahmet Aras (nivîskar) ű Ţivan Perwer (hűnermend, hozan ű dengę neteweya Kurd ű Kurdistan) tika kir ku ew dîtin ű nęrînęn xwe ji min re biţînin, da ku ez di vę nivîsa xwe de biweţînim. Wan jî ev daxwaza min ji bo vę nivîsę neţikandin, dîtin ű nęrînęn xwe yęn delal ţandin ű ez jî van dîtinęn wan pęţkęţî we xwendevanęn hęja dikim.
Dîtin ű nęrînęn biręz Xiyasettîn Emre:
Birayę Fuad
Tu ji me pirsa merivekî zaf mezin dikî; însanę ku ji tarîxę re dibin mal zaf xweyî cebhe ne. Temamî wesfęn di wan merivekî ne mimkűn e ku îzah bike. Bi qasî ku em serokę mezin nas dikin, di wextę Osmaniyan de dewleta Osmaniyan dewletekî Îslamî hatiye hesab kirin ű tu wesfęn űnsűrî tę de zahir ne xwűya ye. Heta di wî çaxę de ji Tirkan re gotine: ”Etrakęn bę îdrak” (Tirkęn bę îdraq) ű gotine: ”Tirk çi dizanin ji seyranę, firfir vedixwin dew” (Türk ne bilir seyraný, fýrfýr içer ayraný). Bi vî î’tîbarę (giramî) jî wextę Îdrîsę Bîtlîsî ű digel Sultan Selim muqawela (peyman) di nav xwe de çę kirine. Ew wisa li ser wî muqaweleyę (peyman) dom kiriye heta paţîn. Piţtę xel’a Sultan Ebdul Hemid ű îqtîdara (desthilat) îttîhad ciyan ţekil dexiţ (guhertin) bűye ű Kurd di wî çaxę de bilxasse (xasma) di 1915 - 1920an de fealiyetęn (çalakî) zaf mezin dane nîţan ű gotin ku wexta dewleta Îslamî ne be dewlet mîllî (netew) be, em jî milletekî ű girîng hiqűqę me yę însanî jî ű yę wetanî jî bę muhafeze (hęviţan) kirin.
Ev mesele zaf hatiye gotin ű nivîsandin, belę em bi kurtî dibęjin.
Em ję mesela Kurd teali cemiyetiye ű meselęn Kurd yęn cemiyetęn (komele) din mijűl nabin.
Pęţtę ku cumhuryet (komar) saz bűye ű hereketa (tevgera) ţęx Saît Efendî ű di gel hereketęn baţqe ceryan kirine(tevgeręn din herikandin) ewan hereketa ji bo ku bidine sekinandin ű vemirandin wisa kirine ku lefzę kaf ę dahî newęrine telafűz (bilęvkirin) bikin. Heta hereketa (tevgera) Mele Mistefa dest pę dike. Em navę hereketa (tevgera) fikra Kurdiyę ku Mele Mistefa tîne wicűdę, em ję re dibęjin mîlada fikra Kurdî. Mele Mistefa di gel wî qasî ku xwedî aîlekî (malbateke) ţecerekî bi ţan bi ţerefe, bűye mîlada aîla (malbata) xwe jî. Yanę ne behsa ţecera aîla wî tę kirin, çimkî ew bi tenę bes e; Ne jî behsa fikręn Kurdî yęn baţqe (din) tęne kirin. Ji xeyrî (bilî) munasebetęn (pęwendî, tękilî) aîlewî (malbat) navbera me de hebűne. Bi Mele Mistefa bi xwe re bi wasîta mektűba însanan munasebetęn (pęwendî) me bi Mele Mistefa re çę bűne.
Di sala 1958an de di 14 ę Teműzę de ku ţoreţa Iraqę wî Abdulkerîm Qasim bi wasita Cemal Ebdunnasir zagoneke bingehî ji nű çękirin ű gelek wę zagoneke bingehî de heq dane Kurdan. Barzanî wę demę dawetî Iraqę hate kirin. Di meha Îlonę 1958an de hatibű Qahîrę. Em wî çaxî endamę parlamena Tirkan bűn ű bi desteyekî fermî li Qahîrę bűn. Li wę derę me Mele Mistefa ziyaret kir. Çend caran min dît. Mele Mistefa di çavę min de him leţker bű him fermandar bű. Min ji hevalęn wî pirsî; ji bo min gotin: ”ku ew 55 sale ji xeyn (bilî) xuslę xençer ji piţtę venebűye. Ji xeyn (bilî) nimęję potîn ji lingęn wî derneketiye. Ji 24 seatan 4 seat tenę radiza. Ew 4 seat jî parçe parçe radiza. Îcar pirę ku li pęţ çavęn min di tarîxa Kurdan de cihekî wî yę zaf mezin heye. Di wextę wefata wî de ez zaf mehzun bűm ű min di ţîna wî de Hindek mersiye nivîsî.
Ez vę mersiya xwe ji bo nivîsa te ya ku tu ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa dinivîsînî, diţînim:
Gelî Kurdan bikin ţîn ű qęrîn ji bo vî Berzanî
We winda kir yekę bę çűn dixwim sonda bi Qur’anę
Ewî umrű di gel haţmet ji bo we tev kire qurban
Ji bo jîna we ew mirî bű di qurbet de bi diljanî
Di sala nesid ű heftę nehan de wextę sib de
Ji adarę di çűna dű di cűm’ęde ku ruh danî
Eger ţęrin, eger męrin eger ji qewmî xwe re bixęr in
Wekî wî kes fedakarî nekir, nake bi wijdanî
Di bęm werin vę roję eva rojek çiqa reţ bű
Heçî Kurdęn li dinyayę ku sî mîlyonin him çendin
Werin bigrin ji bona wî ű hîţyar bin ji nadanî
Wekî lîder fedakar ű millet wî ne paręze
Tucar ew qewm xelas nabe dibe kolę li ber nanî
Xiyas a! Çi dibęjî tu dinalî ji derdę van Kurdan
Hindek saxin hindek solin li ku Kuriyęn Kurdan
Hesap nakin ji bin ew Ehmedę Xanî ű Bedirxan
Ji wan re partî lîder çikar ű menfiet yeksar
Herçî Kurdęn ji xelaę radibin xadim lę tu li kuye
Bibę ţerme ję ra bű wekî xaniyan Barzanî
Gelî Kurdan werin hűn tev bi heware
Binęrin ku li dinyayę çi kare
Heyî tu xwe te nav nîne çiyî tu?
Ne wehţî tu ne teyr ű kevir ű dare
Tu Kurdî xelq dizane tu nizanî
Weten kan ę ziman kan ę çi are
Ku Berzanî di çű ewe wekî roj
Li dinyayę te winda kęr medare
Ji Berzanî tu sehke ku dibę çi
”Di bę dimrim tu rabe bi lez ű xare
Herçî xemme dixwazin ku bijîn ew
Qeder nabe nede ję ra qerare
Ne dît gelę gelę min bi çavęn xwe ewî roj
Dibînim nęzîke bę kar ű bare
Ji bo wî kar ű barę re dibęjim
Tu pęk bîne rihet tiţtek bikare
Bibin tev yek di Kurdîda me bęje
Evę ha zexme yaxűt ew jî jare
Ji qewman qetand ţerme ęvare
Ne bę dawa dębin merdűm ne bę doz
Ji dawe re divę męrę bi jare
Evan pendan ji dewan re meke ji bîr
Bike ji qafű guhęra wek guhare
Kesę ku din ű qewmiyet li balbit
Bizane ku li vę rę ew suware”
Heme medyűnę ţukranî li ber te
Tu Berzanî te dît ev reng ű çare
Xîyas a! Ku dibe ew wek te na bin
Ewę ku li nav qewmę xwe bűn wek stare
Ne Bismark ű ne Marks ű ne Atatürk
Lę çi bikim milletę te bę sitare.,
(Ev helbesta biręz Xîyasettîn Emre heta niha li tu derę nehatiye weţandin)
Ez gotineke Mele Mistefa serokę mezin ji bo te neqil bikim, ewî digot: ”Rojekî teyrekî li daristanekî Afrîqa ku tucar rę pę neketiye hęlînekî çęke ű bęje vira Kurdistan e, wę Tirk temamî artęţa xwe budça xwe serf bikin, herin wę hęlînę xerab bikin ű bęjin; mal xerab, çi bűye çi qiyamet rabűye, kes ji xwe naçe wę derę teyrę bi zimanę çivikan gotiye kes ję fęhm nake.
Eger bę pirskirin ku ez kî me: ez, Xîyaseddîn Emre me. Min xwendina xwe di medresę de pękaniye; yęn ku Kurd li ser piyan hîţtiye sę tiţtin.
1- Medrese
2- Dîwan
3- Tekya
Ýlim ű zanînęn xwe ji medresę girtine, exlaq ű aferîţęn xwe yę temîz ű pak ji tekyayę girtine męranî ű egîdiyęn xwe bi wesęta dengbęjęn dîwanan girtine ű parastine, belę ez gelek esef dikim ku dîwan di salęn paţîn de yęn ku dawa han ya qewmî dikin bűne neyarę her sę saziyęn xwe yęn tarîxî tabiî (sirűţtî) dijminęn wan bi tevahî quwet ű hęza ne karîn bi temamî ji holę rakin. Niha bi wesęta wan gelek muwafak bűn.
Esefeke min a din jî heye ku Mele Mistefa Barzanî, serokę mezin semera emeka xwe bi çavęn xwe ne dît. Lę wę salę ez çűme baţűrę Kurdistanę ű çűme ser qebra serok. Min li ser qebra wî got; serok! Te encama emeka xwe ne dît. Ez hatime ku mizgînî bidim te.
Bi silav ű ręz
Xweţ bimînî
Xiyasettin Emre Enqere, 21.06.2003
Dîtin ű nęrînęn biręz Abdulmelîk Firat:
Malbata Mele Mistefa Barzanî di mintiqa BARZAN de nęzîkî dused sal e xizmeta olî, terîqet ű siyasetmedarî kiriye. Biręz Mele Mistefa yę rehmetî ji zarotiya xwe heya wefata xwe ji bo Azadiya milletę Kurd mucadelekî gelek mezin kiriye. Ew Qehremanekî milletę Kurd e.
Di dîroka milletę Kurd de navę wî yę pîroz ”Mele Mistefa” dę tim ű tim bidomîne.
Abdumelik Firat Enqere, 25.06.2003
Dîtin ű nęrînęn biręz Ţerafettîn Elçî:
Ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa Barzaniyę mezin, çend ręz nivîsandin ji min hatin xwestin.
Ne heddę min e, ku ez bi çend ręzan bikarim Barzanî îfade bikim.
Barzanî qehremanę sedsala bîsta ye, qehremaniya wî ne tenę di warę ţerî de bű. Qehremaniya wî ya mezin di warę mirovatiyę de bű. Dost ű dijmin çelengî ű męrxasiya wî ya di ţer de qebűl dikir. Ewî ţerekî paqij dikir. Haję hebű ku zerarę nede tu însanęn bę guneh. Li esîran (dîl) bi merhemet bű. Di ţer ű derveyî ţer de ji riya ehlaqî, mirovatî ű adaletę venediqetiya.
Barzanî rehę xwedayę mezin bű. Ew bi mezinan re mezin bű ű bi biçűkan re biçűk bű. Pęţberî (dijî) xurtan serbilind ű di gel feqîran bi merhemet ű dilrehim bű. Nefs biçűk bű. Ne li pey tu mevekî (ţűn, cih, meqam), mekan ű menfeetęn (berjewendî) ţexsî bű. Mele Mistefa Barzanî bi ţeref ű hisyet bű. Qîma xwe bi zor ű zahmetiyę dianî. Pęţberî (dijî) zalima ű hevalęn mezlűma bű. Hęsabęn wî yęn biçűk tune bűn. Ew xwedî armanceke mezin ű bi heq bű. Tu zor, zahmet ű bę îmkanî, ew ji doza wî ne dida paţ. Bi sebr ű teheműl bű.
Jiyana Barzanî jiyaneke sade bű. Di nav gel de yek ji gel, di nava pęţmergan de pęţmerge bű. Ewî wek wan dixwar vedixwar ű wek wan wel digirt ű milmilę warę bű.
Bawerî ű daxwaziya Barzanî ew bű ku gelę Kurd jî wek gelęn din yęn cihanę bi ţeref ű hisyet ű bi azadî li ser welatę xwe bijî. Ne kole ű bindest be. Tękoţîna Barzanî ji bo parastina mafęn Kurdan bű. Ewî jiyana xwe tev di wę rę de xerç kir. Ewî dijminahiya tu kesî ű tu gelan ne dikir. Ţerę rejîma dewleta Iraqę dikir, lę hevalę gelę Ereb bű. Ţerekî męranî, pak ű paqij dikir. Ji bo wę yekę ţopeke paqij pey xwe hîţt. Li ser meţandina wę ţopa paqij ku îro Kurdęn Baţűr serketine ű azad bűne. Ruhę Mele Mistefa Barzaniyę mezin ű pęţmergęn wî yęn qehreman ţad ű bextiyar bin.
Li ser cenabę Barzanî gelek pirtűk hatine nivîsandin ű wę hęn jî bęne nivîsandin. Lę giţt jî dę nikaribin mezinahiya Barzanî bînin ziman. Ez bi çend ręzan bikaribim çi bęjim?
Wek ţaîr gotiye:
”Çi bęjim ey Barzanî, pesnę te ez çi bęjim.
Tu hinde hind mezin î, ez nikarim te bibęjim”
Ţerafettin ELÇÝ Enqere, 03.07.2003
Dîtin ű nęrînęn biręz Hasan Kaya:
Hemű kurd deyndarę wî kalemęrę efsanewî ne
Ger ku kesek bű lehengę xewnęn zarokatiya mirov, ędî ne mimkun e ku ew motîf ji ser hiţ ű męjî biçin.
Heta mirinę her ű her mirov bi mirov re dijîn. Mele Mistefayę nemir, di salęn 1968 de, li heręma Botan ű Męrdînę, di xewnęn me zarokan de bű. Her ţev di xewnan de bű, lew re di civat ű ţevbuhęrkan de, “qaçaxçiyęn bi nav ű deng, firariyęn bi nav ű deng, maqűl ű giregiręn civakę bi ręz, bi huţű ű bi awayekî tilsimane dabaţa wî dikirin.
Dabaţa bejn ű bala wî, dabaţa “di qada ţer de cengaweri”ya wî, merhamet ű adiliya wî dikirin.
Tektîk ű jęhatîbűna wî ya li hember dagerkeriya ereban ji wesifdana wî kęm nedibű. Bi ser van hemű wesifdanan de, kę dabaţa wî bikira bila bikira, ęzîdî, suryanî, ţęx an tariksalat; mutleq lę zęde dikir: “Mele Mistefa ehlę Xwedę bű. Di nava ţerę giran de jî, ferza limęję li xwe nedibir, digotin.
Qinyatek di nav gel de hasil bűbű. Dihat gotin ku Mele Mistefa niviţtek heye. Bo wę yekę tu caran fîţek di laţę wî re naçin. Motîfęn vę efsaneyę li gorî heręm ű li gorî kesan dihat guhertin. Di civatan de, hinekan digot, “çar caran berik li Mele Mistefa ketiye, lę tu tiţt pę nehatiye.” Hinekan digot, “dema ku carekę bera topę, ber bi sînga wî hat; wî destę xwe da ber, rahiţtę. Bera topę di destę wî de, cemidî ű bű mîna ax ű xweliyę. Hed ű hesabę van efsaneyan tunebű.
Di civatę de, qîmet ű jęhatîbűna zilaman, bi dîtina Mele Mistefa dihate hesibandin. Dema ku pesnę zilamekî giran bidana digotin, “ wele, felan keso di civata Mele Mistefa de maye”, an jî “ felan keso dinya ditiye, heta ba Mele Mistefa çűye” digotin.
Tiţtę ku tu caran ji bîra min naçe ű her tim weke xewneke ţevan di bîra min de ye ev e: Ez deh an jî yanzdeh salî bűm. Sal jî der ű dora 1970 bű, mala me li nav Nisębînę bű. Nizanim gelo min ji ku derę peyda kiribű, lę hem węneyę Mele Mistefa hem jî yę Leyla Qasim kiribű nav xelîtik ango cűzdana xwe. Ew yekem car bű, ku ez bűbűm xwediyę xelîtikekę.
Min bi difre, ew cűzdan ű węneyęn di nav de, nîţanî hemsalęn xwe dida. Hinekan ji hevalęn min digot, “ma ew çi ye? Fotografęn ji van ęn rengîn ű hem jî mezin li mala me hene.”
Ez îro zaf meraq dikim, gelo wę demę gel fotografę rehmetî ű mezinęn kurdan ęn din, di mal de dadiliqandin an na?
Di zarokatiya xwe de, me pir li efsaneyęn ku di barę Mele Mistefa de hatine vegotin ű li wesifdana wî guhdarî kir. Evęn ku min li jor çęlî wan kir çend ję ne.
Bi sedan motîfęn weha hene, ku di dema zarokatiya me de, hiţ ű męjiyę me neqiţandine.
Em jiyana zarokatiyę daynin aliyekî ű em werin ser jiyana rasteqînî. Di jiyana rasteqîne de, min herî zęde Mele Mistefayę nemir ji rehmetiyę Feqî Huseyn Sađniç guhdarî kiriye. Bi sedan car min ję re gotiye, “seyda tu dikarî hinekî dabaţa xususiyetęn Mele Mistefa bikî?”
Tiţtekî ecęb e, dema ku Apę Feqî behsa Mele Mistefa dikir, ew jî dibű mîna zarokan. Zîz dibű, rengę dengę wî dihat guhertin, dengę xwe nimz dikir. Heçku îbadetę dike.
Bę ţirove ű kurt, ez dixwazim yek tiţtî ji devę Apę Feqî neql bikim:
Mele Mistefa di wesiyeta xwe de gotiye, heta ku parçeyekî welat azad nebe bila li tu perçeyęn din ţer nebe. Ger ţer hebe ew neyariya kurdan e.
Hemű Kurd minedar ű deyndarę wî kalemęrę efsanewî ű rűhanî ne...
Hasan Kaya Stenbol, 27.06.2003
Dîtin ű nęrînęn biręz Elî Ghazî:
Mele Mistefa ya Ţęrî Kurdistan Eger ęme seyrî męjűy hefta heţta salî raberdűî Kurdistan bikeyn debînîn ke Mele Mistefay Barzany dewrekeî zor berçawy heye. Mele Mistefa le salekanî 40 be dűwawe serokayetî gely Kurdy bo wedest henanî mafę rawakany xoyde bűa. De salekanî axrî ţoreţî eylűl Mele Mistefa ne tenya wek serokî Kurd debîndra belkem ew wekű qaremanekî azadîxwaz lelayen gelanî cîhanewe qebűl kirabű. We hemű dinya be wy degut ţerî Kurdistan. Ew roj, ew serkewtine gewrey ke netewey Kurd le baţűrî Kurdistan wedestî hęnawe her deregay pîrozî Mele Mistefay nemîre.
Mele Mistefay nemir le bine maleyekî azadîxwazî Kurd çawy be dinyaye kirawa. Ew her le layenî niţtimanî da keroleyekî helkewtűy Kurde. Le salekanî 1940 Mele Mistefa ţoreţî destpękird we le paţanîţ ke hate rojhelatî Kurdistan wçanî neda. We de Komarî Kurdistan wek serkirdeyekî jîr kawte regay xebat we, ew lawanî bo parastinî sinorî Kurdistan roleky mezin bileyze wa bű be Jeneralî Komarî Kurdistan. Paţ Komarî Kurdistan Mele Mistefa qahremanî ţerî Ęranî kird ű xoy geyande yekiyetî soviet paţgeranawey bo Kurdistan ţerî eylűlî destpękird we heta salî 1975 berdewam bű. Mele Mistefa paţ awey ke nexoţ bű hate axîrîn rojî xoy her de fikirî Kurd ű Kurdistan dabű. We berdewam hîwadar bű ke carekî dî bigate Kurdistan ű berdewamî leser xebatî pîrozî xoy. Belam merg destî xoy hęna pęţ ű Mele Mistefa bű be nemir.
Elî Ghazî Almanya, 04.07.2003
Dîtin ű nęrînęn biręz Lokman Polat:
MUSTAFA BARZANÎ’YĘ NEMIR
Mustafa Barzanî serokę netewî ę kurdan e, nemir e. Jîyana wî ji bo azadîya gel ű rizgariya welat, bi tękoţînę derbas bű. Ew ji bo doza kurd ű Kurdistanę tękoţiya.
Jiyan, ţer ű tękoţîna wî di nav netewa kurd de, li herçar perçeyęn Kurdistanę bű sembola kurd ű kurdayetiyę. Ew bű efsane ű di dilę gelę kurd de herdem dijî.
Wî siyaseteke biaqilane, bi plan ű li gor rastiya konjuktura cîhanę meţand. Ew siyaseta wî îro bi serket. Di dema çűyîn de, ţerę gerîlatiyę yę ku di bin fermandariya wî de hate meţandin, ţęweya taktîkęn ţerę gerîlatiyę yę ku wî pęk anî, li cîhanę ji bo ţerę gerîlatiyę, tękoţîna partîzaniyę bű niműneyeke efsanewî.
Mustafa Barzanî’yę nemir bi hest ű ruhekî kurdî dagirtî bű ű ji bo wî Kurdistan yek welat ű kurd yek netewe bű. Lewre jî, di dema wî de li kur, di kîjan beţę Kurdistanę de pęwîstî hebűya, ew li wir bű, ji bo rizgariya gel ji tękoţînę re amade bű. Ew serokekî ku tim di nav gelę xwe de bű.
Ez ji dil sedsaliya jidayikbűna wî pîroz dikim.
Bi ręz ű hurmet wî bi bîr tînim.
Lokman Polat Stokholm, 14.07.2003
Dîtin ű nęrînęn biręz Ahmet Aras:
NAVĘ BARZANÎ SEMBOLA SERFIRAZIYA KURDA YE
Navę Mistefa Barzanî di jiyana min de ciyekî taybetî digire.
Min di sala 1955an de li Erzeromę dest bi xwendina xwe ya lisę kir. Ez ji gund hatibűm ű haya min ji dinyayę tinebű. Min wę demę Kurd ű Kurdayetî tiţtekî baţ ne didît. Lę min ewqas jî texmîn ne dikir.
Roja ku ez cara yekem çűme lisę ű çűme sinifę, çend zarok hatin ji min pirsîn, gotin: ”Qardaţ tu Kurd î?”
Min got ”Erę !”
Bi wę bersiva min re, ew giţk (hemű) bi hev re qęriyan ű gotin ”Weyę hela werin męzekin Kurdek hatiye!...” Bi ser min ketin, bi min tinazęn xwe kirin ű ji min re digotin ”Kurdo ha Kurdo!...” Ędî ez bűbűm pęleyîstokęn wana. Kingę dilę wan bixweste, dihatin hű-hűyî min dikirin.
Wę rewţę bi salan dom kir, ez pir diqehirîm, lę tiţtek jî ji destę min nedihat.
Payîza sala 1958an bű, min di lisę de dixwend. Wę demę di derheqę Mele Mistefa Barzanî de li ser hev di rojnaman de xeber derdiketin. Li gor wan xeberan Barzanî piţtî sirgűna 11 salan ji welatę Uris vegeryabű Iraqę ű wek serokę dewletekî hatibű ezimandin. Gellek ajans ű rojnameyęn biyanî di derheqę Barzanî de cur-be cur xeber diweţandin.
Rojnameyęn Tirkiyę jî ew neqil dikirin, qala tękoţîna wî, lehengiya wî ű meţa wî ya diręj dikirin. Bi wan xeberan ve ez pir dilxweţ dibűm ű ędî sifetę Kurdayetiyę li min qar nedihat. Min di rojnameyekę de ţiklekî (węneyekî) wî yę bi űniforma eskerî dît. Di binę ţikil de wiha nivîsandibű: ”Qizil General” Helbet rojnamę ji bona ku Mele Mistefa di çavęn Kurdan de reţ bike, bi qest wisa nivîsandibű. Lę di çavę min de ew hę jî bilind dibű. Piţtî vegera Mele Mistefa li Iraqę, dinya min jî hatibű guherandin. Ędî ji wę demę ţűnde sifetę Kurdayetiyę ji bona min bar ű piţtî ű qîle nebű, sifetę serfiraziyę bű.
Ez bawer im ku ji wę roję ţűnde ne ji bona min tenę, ji bona hemű Kurdan navę Mele Mistefa Barzanî bűbű sembola serfiraziyę ű baweriyę.
Ahmet Aras Izmir, 15.07.2003
Dîtin ű nęrînęn biręz Ţivan Perwer:
Barzaniyę Mezin bo min gelek tiţtî îfade dike, ţanî dike ű beriya her tiţtî ger mirov dîroka Barzaniyę mezin bixwîne, yan guhdar bike, ku min bi xwe jî gelek kesęn wan yanę pęţmergeyęn li gel wî xizmet kirine, zarokę wan ku di nava pęvajoka ţoreţę de mezin bűne, ta biręz kek Mesut Barzanî, guhdar dibe, mirov dibîne ku demeke pir dijwar sert bi kuţtin ű mirin bi rev ű bez bi ser ű ceng bi berxwedan ű hęvî bi taybetî serę Barzaniyan re ű tevayî di serę gel derbas bűye ewan hemű serpęhatî bűyer çîrok hemű weke qamuţkeke bigrin di ţexsiyeta mezin de cih girtin. Mixabin ji ber perçebűna geografîk, stratejiya dozę civakî ű çandinî, sosyal, tęgihîţtin ű perwerdeyî, Kurdan hevdű halî nebűn, li hev tę negihîţtin. Ji ber vę yekę jî Barzaniyę mezin baţ fęhm nekirin. Dîroka doza Barzaniyan ji Ţęx Ebdilselamę Barzanî de li dawiya sedsala 19an dest pę dike. Ţęx Ebdilselam Barzanî heta 1920an dozeke pir dijwar ji bo rizgariya netewî li hember hęzęn kolonyalęn der ű dagirkeręn hundir, li darxist.
Ebdilselam Barzanî di dîroka Kurdsitanę de ramaniyęn yekîtî ű rizgariya netewa Kurd ű Kurdistanę anî ziman, ji ber vę yekę jî pir bandorek mezin çębű ű hat girtin ű dijminan ew li dar xistin, ţîara wî ev bű ű wî digot:
Rojeke li welatę me yę azad, ji jiyaneke bindest, ji bo min bi rűmetir ű ţereftir e.
Her weha ewę dîroka serhildanę dest pę kir ű bi Mele Mistefayę mezin berdewam kir. Barzaniyę mezin yę jîr bę rawestan heta dilovaniya xwe berdewam kir ű pęre emanetî me kir. Mirovekî ewqas zorî ű zahmetî dît, lę ew zor ű zahmetî ji xwe re kir xizmet ku îro gotinęn wî yęn hęja ku gava mirov bi kek Mesűt re suhpet dike ű ji wî dibîhze ku mesela Mele Mistefa ji tu kesî re ne digot bila wiha an jî wanî bikin, tu kesek mecbűrî xebat ű xizmetę ne dikir. Bi tenę giringî ű pęwistiya xizmetę digot. Bi xwe jî ji mirovan re digot em ji bo we dikanin çi xizmetę bikin. Ber wę jî her kes heyranę xwe dihîţt. Mirov dil diket wę berxwedan, hęvî ű armancę wî. Mirov dil diket ţexsiyeta wî. Ţexsiyetek Kurdayetî hęvî bi berxwedanî ű giringiya jiyanę lę hebű. Ez pir dixwazim ku her Kurdek Mele Mistefa Barzaniyę mezin baţ binase.
Mesela îsal min Konserek li Awistirya li Viyana di Wienbűr Theater li gel hűnermendę wan Kurt Ostban Konserek da vekirina.
Konsera me bi destę serokę Parlamena Awistirya Dr. Heinz Fischer vebű. Beriya Konserę em çűne ziyareta wî. Wî ji min re got tu dizanî ez ji Kurdan hez dikim. Ji ber ku Kurd mileteke pir fędekar e, ji bo dost ű heval ű cîranęn xwe her tiţtî dikin, heger nîvę wî karî ji bo xwe bikirana vę gavę xwedî îdareke pir mezin bűn. Lę ligel hemű zor ű zahmetiyan ez vî miletî pîroz dikim ku hîn li ser linga ye ű bere bere nęz 1i azadiyę dibe. Lę ji bîr nekin ku dîroka we miroveke dayî ku ez pir heyranę wî me. Heger we ew baţ fęh kiribe, him fîlozof e, him dozdar e ű him jî ręberekî mezin e, ew jî MELE MISTEFA BARZANÎ ye. Dr. Heinz Fischer digot gava ez xwendevan bűm resmę Mele Mistefa Barzanî tim li mala min bi dar de bű. Min ew kiribű nava qehreman ű efsaneyęn dinyayę.
Ez diherim kudera dinyę min konser dane xelękę beyaniyan ji min re gotine (do you now that we live Barzanî) Hűn dizanin ku em ji Barzanî pir hez dikin.
Ţivan Perwer Almanya, 16.07.2003
Nivîskarę hęja Kakţar Oremar di nivîsa xwe ya bi navę jiyan ű bi serhata General Mistefa Barzanî de li ser dîroka malbata Barzanî ű tękoţîna wan disekine ű di nivîsa xwe de wiha dibęje:
Piţtî wefata Ţęx Ebdulselamę yekem kurę wî Ţęx Mihemed Barzanî dibe cîgirę wî. Ţęx Mihemed piţtî zewacę dibe xwediyę pęnc kuran: Ţęx Ebdulselam, Ţęx Ehmed, Mistefa Barzanî, Mihemed Sidîq ű Ţęx Babo. Wan tevan ji destpęka xwenasandinę bi hemű awayan xebat kirin ku riya kalkę xwe ya xizmeta ji bo gel di hemű waręn siyasî, olî ű civakî de bidomînin.
Navdartirîn endamę vę malbatę ku tevaya temenę xwe di riya xebata siyasî ya ji bo Kurd ű Kurdistanę derbas kir, Mistefa Barzanî ye.
M. Barzanî kî ye, çi kiriye ű serhildana wî di dîroka Kurdistanę de xwedî rolekî çawa ye? Ű … Jiyana tejî bűyer, derbiderî ű nîţtimanperweriya Mistefa Barzanî yę heya radeyekę bersiva van pirsęn me bide.
Mistefa Barzanî ji ber cesaret, męrxasî ű sedema jeopolîtîkbűna coxrafiya heręma jiyana xwe ű rewţa taybeta jiyana siyasî-civakîi ya gelę heręmę di kar ű barę ţervanî ű taktîkęn ţerę partîzanî de zű liyaqet ű ţiyanęn xwe yęn fermandarbűnę ji herkesî re dan îspatkirin. Ji bona wę jî di nava gel de bi hurmet ű çavekî mezin li wî dinęrin. www.pen-kurd.org
Nivîskarę hęja Mehmed Dehsiwar di gotara xwe ya gelek diręj ű delal de ku di malpera înternetę de ya www.kerkuk-kurdistan.com de hatiye weţandin ű Kovara PĘNŰS jî ev nivîs di hęjmara xwe ya 13an de weţandindiye, li ser Mele Mistefa Barzaniyę mezin wiha dibęje:”Çaxę mirov çavekî bavęje dîroka tękoţîna rizgariya neteweyę kurd, dę mirov gelek lehengęn hęja ű bi rűmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vę sedsala dawî de, gelę kurd li hember koledarî ű zordestiyę, ji bo rizgarî ű azadiya xwe, car bi car serî hildaye ű ji nav van serhildan ű berxwedanan gelek lehengęn birűmet derketine. Ev leheng, ji gelę kurd re bűne ręber ű baweriya berxwedan, serhildan ű rizgariyę; di dîroka tekoţîna gel de bűne niműneyęn payebilind. Yek ji van lehengan jî Mistefa Barzaniyę nemir e ku ezę wî bi çend rűpelan be jî bi bîr bînim.“
Helbesta min jo bo bîranîna sedsaliya serok Mele
Mistefa Barzanî:
Pîroz be rojbűna te
Pîroz be sedsaliya te
Te ronî kir riya me
Pîroz be xebata te
Li Kurdistanę ţervan
Li Rűsyayę bęwestan
Te kar kir ji bo Kurdistan
Pîroz be xebata te
Nayę jibîrkirin tu carî
Ew keda ku te dayî
Li hemberî zordarî
Pîroz be xebata te
Em in lawęn te
Em soz didin te
Qet bernadin ala te
Pîroz be xebata te
Bi bîr tînim navę te yę ţîrîn Mele Mistefa Barzanî
Te ala tękoţînę hilanî
Te ji bo me ręz ű ręçik danî
Pîroz be sedsaliya te...
(Fuat Akpinar, 15.03.2003)
Çavkanî
1- http://www.kdp.pp.se (malpera PDK ya înternetę)
2- http://www.pen-kurd.org (malpela Pen’a Kurd)
3- http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
Navnîţana ev nűçe ję hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ű Kurdistanę daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyęn Aborî ű Avakirin, Pirojeyęn Cand ű Huner, Lękolîna Dîroka Kurdistanę, Perwerdeya Zimanę Kurdî, Perwerdeya Zanîn ű Sîyasî, Weţana Malper ű TV yęn Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=124
|