SÊYLEMEZA JÊRÎN Û MARIGNANE
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Almanya, 09.04.2004
Gelek gotinên me kurdan li ser xerîbiyê hene, gotina herî bi nav û deng gotina: ”Xerîbî pir zor e” ye. Bi rastî jî xerîbî pir zor e, ancax kesên ku derdê xerîbiyê dîtine û kiþandine dikarin vê baþ bînin ziman an jî binivîsînin. Meriv li xerîbiyê wekî teyrekî bêbask e. Di cîhanê de, ji welatê mirovan þirîn û baþtir tu welat nîne. Lê ev nayê vî manê, ku welatên xelkê ne baþ in an jî ne þirîn in. Di welatên xelkê de jî gelek tiþtên baþ û yên ne baþ hene. Li welatê xelkê tiþtên ku mirov meraq, keder ax û zar dike xerîbî ye. (Ji axaftina min di Kongira PENa Kurd de http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/jiboPenaKurd.html
Min di êvara 24.08.2003an de di semînera Duhokê de li baxçê Yekîtiya Nivîskar li ser xerîbiyê wiha got:
Teyr kirine qefesa zêran, gotiye ax welatê min.
Yanê her çiqas jî mirov li xerîbiyê, ji aliyê madî (aborî) yan jî manewî ve baþ be jî, dîsa dibêje ax welat. Gotineke me pêþiyan jî pir mana wê heye û dibêjin: ”Her tiþt li ser koka xwe þîn dibe” lê xerîbiya me Kurdan li derveyî welat ne ji kêfa me ye, ji ber ku gelek ji me ji tengasiyê û gelek jî ji me ji destê rejîm û dewletên zordar reviyane dewletên derve û çûne xerîbiyê.
http://www.penkurd.org/kurdi/fuatakpinar/ewropadipirsakurdandecidifikire.html
Belê xerîbî, sirgûnkirin, koçberî, mihacirî, û an jî penaberî perçek ji jiyana gelê Kurd e. Bê guman di dîrokê de koçberî di jiyana her gel û her milletî de heye. Lê di cihanê de kêm zêde piraniya gelan pirsgirêkên xwe yên netewî (mîllî), sosyal û civakî di sedsala 21an de qedandine. Mirov nikare bêje, ku Kurdan van pirsgirêkên xwe çareser kirine. Ji ber ku hên sê perçeyên welatê me jî di bin destê dijminan de ne û rizgar nebûne. Loma Kurd ji neçarî ji Kurdistanê derdikevin derva û ji axa welatê xwe koçber dibin.
Christoph Columbus di sala 1492an de yanê 512 sal berê bi keþtiyê(gemiyê) bi rê dikeve ku here Hindistanê, lê rêya xwe þaþ dike û bi piþadî (tesadûfî) Amerîka kifþ dike. Di pê re Ewropî bi taybetî ji Îrlandayê û Îngilistanê koçberî Amerîka dikin.
Ger mirov mînak ji dema îroyîn bide, niha jî tenê ji Almanya di salê de nêzîkî 200-250 hezar Alman koçberî Amerîka, Kanada, Austiralya, Zelanda Nû û derên din dikin. Bê guman, mirov nikare koçberiya Kurdan û gelên din bike yek. Çumkî welatê me bindest e û dijminên Kurdan, Kurdistan ji aliyê aborî ve xerab kirine. Loma ji ber ku rewþ li Kurdistanê ewqas xerab e, Kurdistanî jî him ji destê rejiman û him jî ji detsê tunebûnê ji welatên xwe koçber dikin û diherin welatên biyanî (ecnebî).
Sêylemeza Jêrîn û Marignane
Ez li Sêylemeza Jêrîn hatime dinyayê. Heta 12 saliya jiyana xwe, ez li Sêylemeza Jêrîn mam û di pêre, em çûne navça Qereyaziyê. Gundê ku ez lê bûme, niha ji sisiyan yek li baþûrê Firansa Marseille, bajarê Marignane ye. Ez ji 23.03 heta 29.03.2004an çûme vî bajarî û min him merivên xwe û him jî gundî, heval, nas û dostên xwe ziyaret kirin. Ez berê jî du caran, cara yekem di þeva mîlenyûm de (di sala 2000an de) û cara duduyan jî di sala 2002an de çûbûm Marseille. Lê her carê du an jî sê rojan dimam û vedigeriyam. Ez vê carê 7 rojan mam û min hinek rewþa bajar, rewþa gundiyên xwe û Kurdên li Marignane û li herêmê dijîn naskir. Ji min re li Marignane hate gotin, ku gundiyên Sêylemeza Jêrîn cara yekem di destpêka sala 1987an de hatine Marseille û di pêre jî Marignane.
Hejmara gundiyên Sêylemeza Jêrîn niha li Marseille, Marignane, der û dora herêmê nêzîkî 300 kes e. Bi rastî ez jî hinekê matmayî mam, ji ber ku min jî nizanîbû ku hejmara gundiyê min li wê herêmê ewqas zêde ye. Wekî din hejmara gundiyên Sêylemeza Jêrîn bi taybetî li Almanya û welatên Ewropa yên din nêzîkî 250 kes e. Ger mirov li ser hev bijimêre dike 550 kes.
Belê ji her gundekî Kurdistanê 550 kes derketibe derve, wê halê Kurdistanê çawa bibe? Kurdistan vala bûye haya me jê tuneye. Lê ez bawer im, ku rewþ, cidahî û ferqî ya koçberiyê ji gund û bajarê Kurdistanê yên din ji gundê Sêlemeza Jêrîn nîne.
Gundiyên Sêlemeza Jêrîn jî wek Kurdistaniyên din pir jîr, jêhatî û fedakar in. Kurdên li herêma Marseille dijîn giþt kar û xebatê dikin û alîkariyê didin malbatên xwe, yên ku li Kurdistanê dijîn. Kar û xebata herêma Marseille bi taybetî karên înþeatê ne (kar û barên avahiyê). Lê kêm be jî hêdî hêdî karmend (xwedî milk û mal) jî ji nav gundiyên me li wê derê dertên. Ji wan sê Karmend hene. Dikana (Market) Bîlal heye, Restoranta Mehmet Kiliçalp û sê cihên karê Burhan Kiliçalp hene. Navê Restoranta Burhan ku van rojan dê vebibe bi zimanê Firansizî wiha dibêjin”Au p’tit Bonhuer” bi Kurdî têye wateya (mana) ”Cihê xêrê” û wekî din cihê kinc þûþtinê û îmbîsek bi navê Snack Aras (http://www.snackaras.com) heye. Van karmendên gundê me hersê jî cihên wan di nava bajarê Marignane de ne.
Gundê Sêylemeza Jêrîn bi navçeya (qeza) Qereyaziyê ve girêdayî ye û jimara gundiyan 770 kes e. QEREYAZÎ (Karayazi) herêma Gogsî, girêdayî wîlayeta ERZEROMê ye (Erzurum).
Sêylemeza Jêrîn 35 km nêzîkî bajarê Qereyaziyê ye (Karayazi) û 127 km dûrî Erzeromê ye. Ji herêma Qereyaziyê re Gogsî dibêjin; Gogsî nêzîkî çiyayê Sîpanê Xelatê û li herêma Serhadê ye. Çiyayê Qereyaziyê 2500 metre ji hîza deryayê bilind e.Wek min li jor jî got, Qereyazî navçe ye û hejmara kesên li wir dijîn kêm zêde 7500 mirov e. Qereyazî 120 km dûrî Erzeromê ye. 70 gundên Qereyaziyê hene û kêm zêde hejmara gundiyên ku bi Qereyaziyê ve girêdayî ne 35.785 kes e. Serokê belediya ku niha hate hilbijartin ji malbata Cimþîd e (paþnavê wan yê bi Tirkî Þakar e) Navê Serokê belediya Qereyaziyê Celal Þakar e.
Bajarê Marignane 25 km nêzîkî bajarê Marseille ye û hejmara bajarvaniyan 34.700 kes e.
Marignane bi karxana balafiran (Helîkopteran) navdar e. Navê vê karxana balafiran Eurocopter ye û Îndûstiriya herêmê ya herî mezin e. Wekî din balafirxaneya (Havaalani) Marseille ya Înternasyonal jî li bajarê Marignane ye.
Hewceyî gotinê ye, ku hinekê qala meydana Marignane bikim. Kurdistanî hemû li vê meydanê dicivin, têne ba hev û him li wê derê ji xwe re di qahwexanyên Firansizan de rûdinin, qahwê vedixin û him jî kesên li kar bigerin, dikarin ji xwe re li wê derê kar bibînin. Awarte (Îstîsna) ne têde, ger mirov bêje, ev meydan ji bilî (xêncî) Kurdan, tu kes têre derbas nabe, dê ne þaþ be. Tenê xwediyên qahwexaneyan Firansiz in. Bi taybetî rojên yekþeman meydana Marignane, cidahiya wê ji bajar û an jî ji meydaneke herêmên Kurdistanê nîne. Mirov vê meydanê nas neke, dê bêje çalakî (eylem) li wê derê heye.
Marseille (Marsîlya)
Marseille li herêma Provence li baþûrê Firansa, li nêzîkî peravê (sahil) cihê bîhnvedanê ye, ku jêre ”Cote D'Azur” dibêjin. Marseille bajarê Firansa yê herî kevn e û 600 sal beriya zayîna Îsa Pexember ji aliyê Yewnanan ve hatiye avakirin. Hejmara bajarvaniyan niha 798.430 kes e. Bajarê Marseille li ber Derya Spî ye û bendera deryayî ya herî mezin ya Firansayê ye (Lîmana behrê).
Li herêmê hejmara erebên Cezayîr û Maroko zêde ye. Marseille bajarekî gelek balkêþ e û ji diwanzdeh mehên salê roj (tav) kêm nabe û rewþa hewayê gelek baþ e. Marseille bi taybetî bi karxaneyên xwe yên sabûnê û bi masîgiran gelek navdar e.
Li jora Marseille Dêrek (Kilîse) bi navê Notre-Dame-de-la-Garde ku di sedsala 5an de hatiye avakirin heye. Dema mirov dertê diyarê vî tepeyî, bajarê Marseille li jêr dimîne û mirov dikare bi zewq li bajar temaþe (mêze) bike.
Li Marseille bîrdariyeke (anýt) Ermeniyan, ku li kêleka Konsolosa Tirkan li ber dêra Ermeniyan heye. Wek tê zanîn, gelê Ermenî ji destê komkujiyên Osmaniyan reviyan û gelek kes ji wan koçberî Firansa kirin. Niha jî gelek Ermenî li Marseille dijîn. Koloniyeke Ermeniyan nêzîkî bajarê Marseille heye û Ermenî li wê derê ji aliyê siyasî ve jî xwedî gotin in.
Wek tê zanîn, li herêmê partiya Jean-Marie LE PEN, Front National partiya herî xurt e û belediyên herêmê bi çavekî baþ li Kurdistaniyan nanêrin.
Piraniyan Kurdistaniyên li herêma Marseille dijîn, hên bê destûr in. Ji ber ku îltîcayên wan nehatine qebûlkirin, arîkarî jî ji wan re tuneye. Loma piraniya wan perîþan in û neçar mane. Yanê jiyana wan wek rûniþtina li ser dirikan e. Çumkî her demê wan bi tirsê derbas dibe ku kîngê? Û Çawa? ji aliyê polêsên Firansiz ve bêne girtin û wan bi þûn de vegerînin Kurdistanê.
Ez dixwazim dawiya vê nivîsa xwe bi pêkenokekê (henekekê) biqedînim. Min ji bajarê Marignane ji Mamoste Mistefa Reþîd re telefon kir û jêre got, ku ewqas gundiyên min li Marignane dijîn. Wî jî ji min pirsî kir, ka gelo gundiyên min berberên xwe jî bi xwe re anîne an na?
Min ji mamoste pirsî, ku ev mesela berber çi ye?
Wî got, ku carekê gundiyekî ji Kurdên Konyayê hatiye li Almanya îltîca kiriye û polêsê Alman jê pirsiye, ku ew ji bo çi hatiye Almanya û îltîca dike?
Ewî jî gotiye, ez berber im. Ji ber ku gundiyên min giþt hatine vira û îltîca kirine, ez li welat bê kar mame û loma jî mecbûrî hatina Almanya bûme, ku serê gundiyên xwe çê bikim.
Çavkanî:
Pirtûka, Comité Départemental du Tourisme des Bouches-du-Rhône 13, Rue Roux de Brignoles 13006 Marseille
http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/ewropadipirsakurdandecidifikire.html
http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/jiboPenaKurd.html
http://www.hdg.de/eurovisionen/html/br2_4.html
http://www.visitprovence.com/servlet/esolution?dist=1GP
http://www.wolfsburg.de/partnerstaedte/marignane
http://www.frankreich-sued.de/marseille-server/berichte.htm
http://www.yerelnet.org.tr/il/il_koy_listesi.php?ilid=25&ilcem=KARAYAZI&liste=1#str
http://www.erzurum.saglik.gov.tr/ilceler/karayazi.htm
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=174
|