HUKUMETA ALMANYA DI BĘBEXTIYA XWE YA LI DIJÎ KURDAN DE BI ÎSRAR BERDEWAM DIKE

FŰAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 12.04.2004


Zagona Almanya derbarę mafęn mirovan de wiha dibęje ”Die Würde des Menschen ist unantastbar” (nabe tikes dest bavęje rűmeta mirov). Ev gotin di Zagona Almanya di paragrafa yekem de hatiye nivîsandin. Di vir de qala mirovan tęye kirin. Yanę ne qala Almanan ű ne jî qala Ewropiyan tęye kirin. Loma mirov nikare bęje, ku ev gotin tenę ji Almanan re derbas dibe. Bę guman ev gotin ne bi hęsanî kete zagona Almanya. Ev Zagona Almanya di pę ţerę cihanę yę duwemîn di 23.05.1949 de bi saya Amerîka ű hevpeymanan hatiye danîn. Amerîka ű Almanya di pę ţerę cihanę yę duwemîn re xwestin, ku zagoneke wisa demokratîk avabikin, ku bila dîrok ji bo Almanan careke din dubare nebe. Bę guman, ji sala 1949an virde, Almanya di warę aborî ű demokrasiyę de gelek pęţde çűye.

Almanya di salęn 60 ű 70ę de ji gelek welatan ű bi taybetî bi sedhezaran karker ji Bakurę Kurdistanę ű Tirkiyę ji bo kar anîn. Ev nęzîkî 40 sal e, ku bi sedhezaran Kurd jî li Almanya dixebitin ű ji bo pęţdeçűna aboriya Almanya bacę didin dewletę. Hukumetęn Almanya heta niha di pirsa Kurdan de ji bilî mafęn mirovan pęve nefikiriye. Li ber çavęn Almanya jî Kurd ne millet in ű mafęn wan yę neteweyî tuneye. Hukumeta Almanya jî wek dewletęn Ewropa tenę di çerçova mafęn mirovan de li pirsę dinęrin.

Me Kurdan jî di salęn 80 ű 90î de bawer dikir, ku Partiya Sosyaldemokrat ű Partiya Keskan di pirsa Kurdan de pozîtîv difikirin ű ger ew werin ser text dę li ser ręjîmęn Rojhilata Navîn siyaseteke wisa bimeţînin, ku pirsa Kurdan jî çareser bibe. Ev daxwaza me Kurdan bű xewn ű xeyal. Hukumeta Sosyaldemokrat ű ya Keskan ji yęn din bębexttir derketin. Ew niha ji ręjîma Tirkiyę, Îranę ű Sűriyę re xizmetę dikin.

Wezîrę derve yę Almanya Joschka Fischer ji bo Kurdan tiliya xwe xwar nake. Min di pirsa komkujiya(qetliyama) Qamîţlo ű deręn din de li Baţűr-Rojavayę Kurdistanę bi dehan caran ji wezareta Almanya ya derve re telefon kir ű ji wan rica kir, ew derbarę ręjîma Sűriyę de agahdar kirin ű ji wan xwest, ku bi ręjîma Sűriyę ve tękilî çę bikin ű zor bidin ser wan, da ku ew siyaseta xwe der mafęn Kurdan de biguhęrin ű pęţî li qetliyamęn mezin li dijî Kurdan bigirin. Her car bersiv wiha dihate dayîn ”Me wezîrę derve agahdar kir, çi hewce be, dę bike”. Di dawî de ędî mecbűr man bi destę Claudia Roth daxuyaniyeke sexte dan.

Claudia Roth di 17.03.2004an de daxuyaniyek da, ku dewleta Sűriyę di pirsa sedema kuţtina Kurdan de bi awayekî acîl bersivę bide. Ű Claudia Roth di 25.03.2004an de bi serokę balyozxana Sűriyę Mohammed Walid Hezbor re hate ba hev ű ję xwest, ku serokę balyozxana dewleta El-Mixaberat ji hukumeta xwe re bęje, ku pirsa nasnama ji bo Kurdan çareser bikin. Eger Claudia Roth di pirsa Kurdan de durist bűya, dę ji Hukumeta xwe jî daxwaz bikira, ku ew zor bidin ser ręjîma Sűriyę, da ku ręjîma Sűriyę lingęn xwe topî serę xwe bike.

Lę him Claudia Roth ű him jî Hukumeta Almanya bi vî karî dixwazin ţerbetę bidin ber devę Kurdan ű bi vî awayî dilę Kurdan bigirin, da ku Kurd ji siyaseta wan bawer bikin, ku ew bi van karan qîmetę didin Kurdan.

Di wan rojan de Almanek li Iraqę hate kuţtin, Joschka Fischerę börekçî di daxuyaniya xwe de qiyamet rakir. Lę bi sedan Kurd li Kurdistanę tęne qirkirin, ew dengę xwe nake. Ev będengiya Almanya gelo ji bo çi ye? Ez ji Hukumeta Almanya ű ji wezareta Almanya dipirsim? Ű ew mecbűr in bersiva min bidin.

Bila Hukumeta Almanya vî tiţtî baţ bizanibe, ku me komkujiya Helebçe bi gazę Almanya ji bîr nekiriye ű emę ji Almanya hesab jî bixwezin. Bila Almanya ewqas bi mezinbűna xwe nefire. Em Kurd ędî li Almanya quwetek mezin ű siyasî ne, ű dizanin çawa ji Almanya di warę demokrasiyę de hesab jî bixwezin.

Tęye gotin, ku serokwezîrę Almanya Gerhard Schröder ű wezîrę derve Joschka Fischer ű hin siyasetmedaręn Almanya yęn din ji dewleta Tirk ű ji dewleta Sűriyę ruţwetan digirin. Ji bo ruţwetan li hin welatan hesab ji xwe re vekirine ű her carę bi milyonan pere diherin ser hesabęn wan. Îdîayęn wiha tęne gotin, çiqas rast in? Ez jî nizanim. Pir mixabin, ku îspata ez bidim tuneye. Çumkî tiţtęn wiha pir dizî tęne girtin, loma îspatkirin jî ne hęsan e. Lę ez bawer dikim, dę rojekę her tiţt wek mesela Helmut Kohl derkeve meydanę.

Ger mirov hinekę ţűnde here ű li dîroka Hukumeta Helmut Kohl binęre, tęde rastiyę dibîne, ku gelek siyasetmedaręn Almanya ji bo peran xwe çawa? Firotine, dibîne. Pirsa ruţwetan di dema Hukumeta Kohl de ędî wisa eţkere ye, ku tukes nikare veţęre. Eger pirsa ruţwetan neba dę di meha gulanę de di hilbijartinęn ji bo serokkomarę Almanya de Helmut Kohl sedî sed biba serokkomar. Ji ber ku navę Wolfgang Schäuble jî di pirsa ruţwetan de derbas bű, loma partiya CDU nikaribű W. Schäuble ji bo serokkomarę Almanya pęţniyar bike ű Partiya Lîberal FDP pę îqna bike.

Di dema hukumeta Helmut Kohl de ţîrketęn Firansa Leuner ű Elf-Aciten bi milyonan ruţwet dane Kohl. Der mafę Helmut Kohl de tahkîkat hate kirin, lę di dawî de dosya bi qanűna 51î ya cezayę ve hate girędan ű bi peran dosya hate girtin. Yanę Helmut Kohl bi peredayînę got, ez sűcdar im, lę ji ber ku rewţ wisa tevli hev bű, ku ger mahkeme bihata çękirin, dę dîroka Hukumetęn Almanya tevlihev biba. Loma girtina dosya Helmut Kohl silametiya Almanya bű. Min pirsa ruţwetan di rojnama Die Zeit de, ku li Hamburgę tęye weţandin xwend ű aqilę min sekinî. Çima? Sawciyek li Augsburgę li dijî Kohl tahkîkat vekriye, loma li dijî sawcî teroreke wisa ji bîrokratęn Almanya hatiye kirin ű wî di dawî de karę xwe berda ű niha çi? Karî dike ez nizanim.

Ez loma li ser van bűyeran dinivîsînim, çimkî siyasetmedaręn Almanya yęn wek Gerhard Schröder ű Joschka Fischer mirovęn tazî ű birçî ne, ger ew li ser qedera Kurdan ji dijminęn Kurdan ruţwetan bistînin, ez ecębmayî namînim. Gerhard Schröder bi xwe çînîker e (porselankar) ű Joschka Fischer jî li Frankfurtę ţoforę teksiyęn ber derę meydana Tiręnę bű. Armanca min ne ew e, ku çînîker ű ţoforęn teksiyan xerab bikim. Kî dibe bila bibe, yęn bi keda xwe kar dikin, gotina min jęre nîne. Lę mirovęn wek Schröder ű Fischer xwe firotine dewletęn dîktator, loma ez dixwazim, bila her kes bizanibe, ew ji kűderę tęn.?
Hukumeta Almanya ya Sosyaldemokrat ű Keskan hevalęn Sadam Huseyîn in. Çimkî wan nedixwest Amerîka Sadam ji holę rabike. Berya ţer, Sadam soz dabű wan, ku ţer çęnebe, dę hemű îhalan bide Almanya, Firensa ű Rűsiya.

Banga min ji Kurdęn ku hemwelatiyęn Almanya ne re ew e, ku rayęn xwe tu carî nedin partiya Gerhad Schröder (Partiya Sosyaldemokrat) ű Joschka Fischer (Partiya Keskan). Çimkî vana oportonîst ű xwefiroţ in. Ű van tiţtan li ser qedera gelę Kurd dikin.

Çavkanî:


http://www.ftd.de/sp/ak/1014399235783.html


http://www.bild.t-online.de/BTO/jobskarriere/topthemen/erste__jobs__promis/erste__jobs__promis.html


http://www.auswaertiges-amt.de/www/de/ausgabe_archiv?archiv_id=5498


http://www.auswaertiges-amt.de/www/de/ausgabe_archiv?archiv_id=5528


http://www.zeit.de/archiv/2001/28/200128_leuna.xml


http://www.zeit.de/archiv/2001/28/200128_ein_abgrund.xml









Navnîţana ev nűçe ję hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ű Kurdistanę daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyęn Aborî ű Avakirin, Pirojeyęn Cand ű Huner, Lękolîna Dîroka Kurdistanę, Perwerdeya Zimanę Kurdî, Perwerdeya Zanîn ű Sîyasî, Weţana Malper ű TV yęn Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=175