ÇEND GOTIN LI SER GUHERTINA PAÞNAVÊ MIN Û SEDEMÊN WÊ
(626 gotin) (4711 car hat xwendin)
FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)
Xwendevanên hêja! Hewceyê gotinê ye, ku li ser pirsa guhertina navê xwe çend gotinan bêjim û li ser tengasiyên navên Kurdan li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê hinek mînakan bidim. Belê ji vir û pêve navê min êdî Fûad Sîpan ne.
Sedema guhertina paþnavê min ya herî girîng ew e, ku Akpinar gotineke Tirkî ye û komara Tirkan di 21.07 1934an de biryarek bi navê "Soyadý Kanunu" (qanûna paþnavan) ji parlamena komarê derdixe û bi taybetî paþnavên Kurdan hemû diguherînin û Tirk bi kêfa dilê xwe paþnavên Tirkî li Kurdan dikin. Ji ber ku ev 80 sal e nav û paþnavên Kurdan li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê qedexe ne, loma Kurd nikarin nav an jî paþnavên Kurdî li xwe bikin. Ez dixwezim bi vê guhertina paþnavê xwe bi taybetî naletê li nava paþnavê Tirkan bikim û paþnavê wan li ser çav û rûyê wan, û biryara wan ya sextekar ji bo Kurdan bikim û navê ku wan bi destê zorê li min, û bi mîlyonan Kurdan kirine, ji ser xwe rakim.
Sedema duwemîn jî ew e, ku li perçên Kurdistanê yên din Kurd di pêkanîna axaftina gotina Akpinar û gotinên Tirkî de tengasiyê dibînin, loma ez paþnavê xwe Akpinar diguherînim û dikim Sîpan.
Çima Sîpan? Ji ber ku ez ji herêma Serhedê nêzîkî çiyayê Sîpanê me û Çiyayê Sîpan diwanzdeh mehên salwextê ji berfê spî ye.
Ezê lê bixebitim, ku navê xwe yê nû Fûad Sîpan di demeke kurt de bi biryara dadegehê jî bidim guhertin. Lê heta navê min wek fermî neyê guhertin ez mecbûr im di bin navê xwe yê nû de navê xwe yê kevin di nava kevanê de binivîsînim. Ji bo vê ez lêborînê dixwezim.
Tirkan bi zanistî paþnavên xwe li Kurdan kirin, ku kok û hebûna Kurdan biqelînin. Îcar paþnavên wisa xerab û komîk li Kurdan kirine, ku mirov mat(acêb) dimîne. Ez dikarim di pirsa paþnavê xwe de bêjim, di vê mijarê de hinekê þansa malbata min hebûye, ku paþnavê me bûye Akpinar. Akpinar, ji du gotinên Tirkî tê, 1. Ak, têye wateya “spî” an jî zelal, 2. Pinar jî têye wateya kanî (cihê ku av jê dertê), yanê eger paþnavê min, Akpinar bi Kurdî bêye wergerandin, dibe Kaniya Spî. Lê dîsa jî - tevî xweþikbûna vî navî - ji ber ku bi Tirkî ye, ez nema dipejirînim.
Lê hin nav hene, wek navê Türk (Tirk), Öztürk (yanê bi asil û koka xwe Tirk e) an jî navên rawil û dewaran, wek Kurt (gur), Bozkurt (gurê boz) Baþboða (ser ga ) û hwd., ku li Kurdan kirine
Hewceyê gotinê ye, ku du mînakan jî ji jor bidim, da ku babet baþ bêye fêmkirin. Birêz Ahmet Türk siyasetmedarekî Kurd e, bi salan e li Tirkiyê û Kurdistanê siyasetê dike û di demekî de jî mebûsê DEPê di parlamena Tirkan de bû. Û Birêz Maþalah Öztürk jî siyasetmedar û nivîskarekî Kurd e û bi salan e di nava siyaset û tevgera Kurdan de ye.
Paþnavên van herdu Kurdên siyasetmedar wek paþnavê min heta niha bi Tirkî ye. Bê guman ne sûcê min e û ne jî sûcê Kurdên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn e, ku paþnavên wan bi Tirkî ne. Lê em êdî divêt ji vê rewþê re bêjin NA û vê rewþê biguherînin.
Îro li Kurdistanê Kurd bi îsrar navên Kurdî li zarokên xwe dikin. Divê bi taybetî ji îro û pêve hemû Kurdên rewþenbîr, bi guhertina paþnavên xwe yên Tirkî bersiveke siyasî jî bidin Tirkan û paþnavên xwe biguherînin. Heta niha gelek Kurdan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xwestiye, ku navên Kurdî li zarokên xwe bikin, lê li ser pirsa paþnavên Tirkan ku bi destê zorê li me kirine, nehatiye sekinandin.
Bang û tika (rica) min ji hemû Kurdên Bakur ew e, ku dest pê bikin, paþnavên xwe yên Tirkî biguherînin. Ma emê heya kengê rawestin?
Almanya, 02.11.2003
|