GOTAR
(2059 gotin) (5042 car hat xwendin) 
Ahmed ARIF NASÎN Û ŞIROVE-KIRIN
1- Ciwanê ABDAL
Bi rastî helbestvanê gewre Ahmed ARIF , ji yektirîn navdarê Kurde di hest û helbestê de, tevî ev gewre ta nuha .. ji bilî pirtûkek helbestî bitenê ne derhêna ye , lê divê ev gotin ne ehwa sivik bê standin, çimkî çendtirîn cara ev dîwana helbestî hatî ye çapkirin , lê ji bo bîranîna vê babetê - em dibêjin : wekee tê xuyakirin di pêşemînê pirtûkê berê de .. ku digotin - piştî deh salan ji çapbûna dîwana wî tenahî ya bi navê ( Ji kesera te .. min pranga kevnarkirin ) wekee di wergera : Dildar Şeko de hatibû danîn. An bi wergera min ji zimanê Erebî { اهترأت قيودي شوقا اليك --, Bendên min riziyan di bêrî ya te de } di sala 1968z de - , zêdeyî bîst caran hatî ye çapkirin , ango ta sala 1990notî de bêtirîn pêncî caran hatî ye çapûnê .
Ku awqas car bê çapê .. ev çapbûna pir ne bê hawebû , belê ji giring-tirîna wê bû ye bê goman , û ev bûyer bi xwe dibe ku cara pêştirîn care di tor û çanda Turkan de , wekee tê zanîn ku ev dîwana helbestên A.ARIF bi zimanê biyan - Turkî- hatî ye amadekirinê .
Mînakek helbestî ..
Hiş , bila kes ne bihîse .
Bila nebihîsin dê mirim ha ,
Heyv bûm li nîva şevê
Baraneke kesk paşê ..
Dibarîne keskahî yê .
Ahmed ARIF bi xwe jî ne tiştekî hindike di para helbesta cîhanê de, bi rastî ew bi xwe hemberî N.Hekmet û Pablo Nîroda û Lorka û hin din bi vî awayî diçin, tê nasîn û qamkirin , çimkî helbestên wî rojane- bûn û di kar-xebata wekehevî û aştî û mirovatî de dihatin bi çîhkirin , helbestin rengê çepe-sosyalizmê û mirovatî'yê dide xuya-kirin , çi di şêwa civakî de , çi di şêwa konevanî yê de .. an ramanî û tore-çandîyê de , û bi xwe jî A. ARIF xwe didît ku namak wî heye divê bajo. pêşîn jibo xwe û dawî jî ji bo miletê xwe, ku bihtir bighîn wan cîhanê.. di perçê helbestê wîde jî şoreş û raperîn bi germî dijîn, tevî bi rehek stranî dixemilîne ,û bi ruhekî hêvîdarî û pêşveçûnî jî dipijirîne, ji tora gel û filklora vî miletî, û ji gelêrîya wî kelemperî , bi şêwekee nazdar û çeleng didêrîne .
.. Em gehiştin asoyekî
Ku êdî em ne bi tena xwe ne
.. Evîna min
Ger çi şev dirêje , Şev tarî ye ,
Meriv tenê namîne tucaran .
Belê.. ev ne tiştekî hesane ku bê nasîn, ku ev helbestên wî ji jînek rojane û serpêhatiye, wekee mere dibêje êş û azarên wîne ji hêlekê, û ji hêlek din jî ve, hêvî û omîdên wîne, ku çawa di hundirê xwe de werdigerand warê milet û gelê xwe , miletê nejad ne xasim başûrê kurdistanê , an tê nasîn li Turkîya bi xelkê - gunê Anadolê - .
Mixabin.. weke her tiştî, sitem û zora dagerkeran li welatê Kurdên serbilind û li gelê wê dihatî amadekirin û damezirandin bi hovîtî, pir tiştên nerx û giranbuha guhertin, an qedexekirin bi çewtî, mîna zimanê şêrîn û nivîsandina zêrîn, qedexe kirin li miletê nejad ku wî dûr bixînin ji rengê êş û azara wî.. û ji hêvî û omîda wî, belbî xwe winda bike û xwe jibîr bike ji reng û şêwê niştimanî, mîna -Cinûsaydê- lê dihat bi cîhkirin , û yek ji van şêwa bû jî ku xama xwe weke şûrekî windabike.. bikişîne, û qertasa sipî weke mertalekî biçirîne.. birizîne, ew alava ku xwe pê bide nasîn ji miletê xwe re û ji miletê cîhanê tevdî re , rabû wî jî bi zimanê biyanî nivîsîn destên di dilê xwe da xuyakirin. Ew destên di dilê wî de dikeliyan û tîn vedida çar aliyan .
.. Bênderên lehengan
Kozikên wan hatine danîn ,
Li çîyayên çetinî welatan.
Pêxwas hatine serşorkirin ,
Xiniz , berbêr bûne .
Mafê sêwîyan hatîye pirsîn ,
Doz çareser bû ye ..
Dem ev deme ..
Belê.. bi restî ev helbestên giranbuha derhênane bi zimanê biyanî, yanî .. ji alîkî ji sedema qedexe kirina vî zimanê dêmakî ye, û ji hêlek din jî ve ji ber perîşan û azarî ya vî zimanî bi xwe , wê pir xweşba ku A.ARIF bi zimanê zikmakî ev helbestên nerx û bedew binivîsanda, lê ev hêvî dimîne keserek şadî , çimkî nivîsê wî jî liser kul û derdên kurde û daxwaz û hêvî yê wî gelî ne.. l; nexeme ehwa hatî nivîsandin bi destê yekî kurd ve.
Lê di nerîna min de, ev pêg ne tiştekî şaşe jiber pir sedemên dagirkeran, çimkî ev bûye qederek Kurdayetî, ger yek gêmasî jî hebe .. besî meye ku yê afirandîye ku Kurde û di demeke çewt xwe dîtiye , û bi dil-pakî liser êş û hêvî ye Kurdan û mirovatî yê nivîsîye, {û weke mamoste Deham Evdulfetah di pêş-gotina wergera Dîwanê de, ya bi xama Dildar Şeko amadebû ye, dibêje:
-{ Jiber evê yekê jî A. ARIF berê xwe da bû zimanê Tirkî û bi ramanên xweyî Kurdewarî pê nivîsî bû },
.. Beloye ku yê bi zimanê biyan dizane û pê dinivîse tu gava di pêşbûna zimanê xwe de navêje , çimkî pêşketina çi zimanî be bi helbestvan û nivîskarê wê ne bê goman, her weha mere kare bêje, ku çi werger hetî bi zimanekî din ve, ew maye xwedî yê xwey pêşîn .. mînakin pir jî hene weke : Şikispîr , Molyêr , Distoyfiskî , Gotê , Tagûr , Mutenebî û pirin din, ku rojekî bên wergerandin zimankî biyan ku -fereden- zimanê Erebî be .. ma qene ewê bibin Ereb an wê bimînin li ser nejada miletê xwey pêşîn û ruhê zikmakî, her weha jî helbestvanê mey gewre Ahmed ARIF jî dimîne yek ji me û bes.
.. Belê , kelogirî dibim ,
Dem ev deme .. Mîna fîşekê tu berdî
Derbas nebe di şevê re .. Nayê gotin ,
Çawa tenha û tarî... Û çixara min ,
Jehr û kerratî .. Dîsanê Dojehek heye
Di palgeha min de , Were êdî ...
Em yên ku hunermendin di evîna welat de
Hêvî , li nepenîya me ala bêmirin e
Sor , sor pêl bi pêle
Em yên ku paşeroja gel in ,
hêvî ya wî .. rûsipî ya wî .. hêrsa wî ..
namûsa wî ..elenda wî taaa elendên wî ..
de canim .. dilê min çala dînamîta ye .rûpel 89
* * * *
Helbestvanê gewre Ahmed ARIF li sala 1927z ji dayik bû ye li parêzgeha Kurda Amedê , xwendina xwe li dibistanê bajarê xwe kutakir û xwendina xwe serekî jî li bajarê Anqera berdewam kir, li zanîngeha zimanan û dîrok û cuxrafiya - beşa felsefeyî -kirî , ev bûyer jî di dema salên 1950 ta 1960 de berdewam kir ye , lê mexabin jiber bîr û bawerî yê xwe ve, û jiber nêrînên xwe derfet neda ku kuta bike, rabû dev ji xwendina xwe berde û ne bi serî .. çare nema ku xwedina xwe kuta bike û bi serî bike , jiber pirtir cara hate bin çavkirin , an girtinan wî di zindan û di rev-veşartina de jiyana wî dibûriya , lê karîbû karê rojnemevanî yê bike, çendakî li bajarê parêzgeha Anqerê ta dawî dameza dîwana xwey tenahî bû çap bike di sala 1968 de , bi şêwê xwey rind bi raperîna kuminîst û aştî xwazî û wekehevî jî .
Êvar zû dadide bendîxanê..
Tarî û zivêrîya can , Li maltayê yek
{ Bûka Kurdî }dibêje ::
Ez jî li pîyasê me di bin ranza de
Bi qeşmerî , xeşîmî , zarokî ...
Ahmed ARIF ji hêlekê ketibû nav-bera şûrekî û ji hêlek din ve ketibû nav bera mertalekî, û bi şêwakî din .. ku A.ARIF liser du hêla şer dikir , yek dijî zor û sitema dagirkerên şovînistan bû ya liser gel û miletê wîde hatîye bi cihkirin , û ya duyemîn jî dijî talankirina ji destê burjiwazî yên xwînxwar û empiryalizmê cihanî- bi temamî di çaxa dema piştî şerrê cihanê de .. ya duyemîn de, di wê dema ku bîr û bawerî yen pir gelan hate şoreş kirin .
Herê .. tevî evînek welatî dide xuyan , ku wî digihîne asoyên dûr di warê rewşenbîrî yê de , çimkî liber bayê evîna welat awazin birîndar dikewîne û bi xweş awazan dixemilîne .
Viyana te .. ji min negerya
Birçî mam , bê av mam
Şev tarî û xiniz bû
Can bêdeng , can bîyan
Can parçe perçe ..
Û destên min di kelepçê de ,
Bê tûtin , bê xew mam
.. Vîyana te ji min negerya ...
Û pirî li gelê xweyî netew dipirsiya , ger wiha berz ne belo ye di helbestê wî de , lê xweş tê xuya kirin çendî bi karkir û cotkaran re bû .. ev yê jêre dibêjin : (rênçber û rêber tê gotin), weke ser zimanê wî hatî gotin , gava li nav gund û û çol û çîyan digerî ya , li nav şivan û van rêncibaran , yê pir caran hêz ji wan digirt û dixwest , bû raperîna mezin .
Roj wê bêt , dewran vegere ,
Hêvî bighê , Li paş çiya û çîyayên te ,
Ne wusa keser û hejarî ,
Simbilek jî bi tena xwe sil namêne
Dareke zeytûnê jî bi tenê...
Ger bivêt , de bila nebare baran,
Ger bivêt , de bila şiyar nebe çîya
Ma ev dil , bo çi rojê lê dide ...
Tiştekî bal kêşe ku di helbestên A.ARIF sê-çar tişt hene meriv pê tê girêdan û dibe li gorî dilê her kesî . Û bi xwe jî A.ARIF dibe neynika gelê xwe , çimkî yek jêye , bi êş û azarên wî ve ye, bi hêvî û omîdê wî re ne, xwe xebata tekoşîna wî de dibîne.
Ji van tiştan.. di helbestên A. ARIF best û dujinek rastî û durustî yê têde heye, xwe dide xuyanê kirin bi çelengî , ew helbesta ku rastî têde hebe bi xweşî digihêje dilê gel û merovan , ya din jî êş û birînan tevî hêvî û daxwazên gel dide ber çavan , û ya din jî raman û bîr û bawerî roje-pêşan li dardixîne û ew jî tê heye .. çi civakî be - çi konevanî be , çi çandayî be, û ya dawî jî wêne û levhatina wan hûnandin hevokan bi hevre hatiye rêzkirin bi hunerî, mîna helbestek nûjenî , an xurdetî di helbesta nûjen de û ya serberdayî û vekirî bi şêwanin nûjen û pêşveçûyî .
Erê raste .. bê goman weke tête xuyakirin ku li nav warê tore û wêjayî, gavek mezin avêtye û erêyek ji rexnevan û helbestvana standiye bi payî, di ber miletê xwe de , û di dawî de dibêjin ku pirin helbestên wî yê sosyalistî û raperînî , tevlî filklorê şope-mayên milet berê ne , çi stiranî bin , çi şînî bin, tevî Meysew û filklorê Gel , an tevî nêrîn û dîtna bawerî ya wî ji bûyer û rêbûrê wî ji bîr û bawerî ye nêrîna konevanî yê , ya ji bonî hat çavkirin û ket zindana pirê cara û pirê sala , ta ku jêre bo kanîyek dest û hunerî ..
Her wiha jî ev dîwana wî yekemîn û ya bi xwe ya dawîne jî jêre {- Bendên min riziyan di bêrî ya te de -} . lê du perçe helbestên wî hene ku li nav destên rêncibera digerîyan bi desnivîsî , ewên bi navên :
1-{ Têbinîyên Ji Bedena Diyarbekir û Lorîka Adîloş}
2 - { Sî û Sê Gulle }ye , û ev herho perçe helbest pir nêrînin giran-buha tê hene , bi wê banga teybenî :
( Mezin bibe.. mezin bibe, Adîloşê min ) ..
Pêsde-girtin :
1- Dîwana helbestvan A.ARIF { Ji Kesera Te .. Min Pranga Kevnarkirin } bi wergera : Didar Şeko ye , û bi pêşgotina : Deham Evdilfetah e .
Û ew mînakê hatine hilbijartin di naveroka gotara min de, tev ji vê birtûkê ne.
2 - Pirtoka : { Hilbijartinin Ji Helbestên Turkî } bi zimanê Erebî ye ji wergera : Fadil Çetker e , û ji weşanê وزارة الثقافة ـ دمشق 1995.
Ciwanê Abdal http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|