þano
XALA KESKESOR Kesên þanogera peyvênî:
1- Birokê Mellê ; navoser ye
2- Hecî Simo ; Kalemêr
3- Karmend ; sîpe ye
1 -- BEÞÊ Derve
Birokê Mellê piçikî bi lez û bez ji wêde tê, qene lê nebe dereng, ku xwe bighîne dîsan di roja xwe de vegere mal, Hecî Simo pêrgî wî hat û jê pirsî û got :
- Xêre Biro.. îro tu çi dike li van deran, te avdana pembiyê xwe hiþtî ye.. he !
- Ha Hecî Simo.. erê.. xwedê bi tede, xwedê îro du roj zarokek daye min, û ez di-xwazim wî binivîsim li koçela fermî û wî deynim ser navê xwe.. ha .
- Baþe law birazê.. baþe ser xêrê be.. xwedê bihêle di ko[a te de mezin bibe, lawe an keçe ?!
- Ma min pêþî ji tere ne got, lawe ha.. !
- Tu dizane tey çi navê lêke? bera navekî baþ be, navekî Ma-humide û Ma-ubide be baþtire..
- Na na.. Hecî.. kêfa min bi van navan nayên.. û ez nema bi van navan qayilim.. bi rastî ez dixwazim navekî bihna Kurdî jê bê.
- Kuro.. tu çi dibêji Birokê Mellê, dengê xwe bilind meke, Kuro qene tu dîn bû ye.. he ?!
- Ne dîn bû me û ne tiþtek.. nave û ne tiþtekî dine, ma qene tu ez kufirîm.. Hecî..?!
- Kuro Biro, ev navên min ji tere gotin.. navin xwedayîne, û zarok jî pê têne parastin ji sawa Cinn û dêwan, ji tirsa teba û lawiran, ew yên jê tînin virosa nexweþiya, û him jî ev nav me re diparêzin ji topê çavên dilbijoka. An pêxember jî temîna wê qewlê kirîye.. ku mirov pak derdikeve, û..û.
- Belê tu rast dibêje Hecî.. lê ev babet nayê watiya ku xwedê bi xwe ev daxwaz xwestiye, û pêxember jî bi xwe temînî kirîye, ez dibêjim ; " Heger ne fene ev çi bene.. ?!", bi xwedê ha.. xwedê wiha negotiye jiber ev qewla vê dawiyê hatiye gotin, ew jî hin kesin þûvînî gotine.. belê daxwaza xwedê ji mirov ew pênc ferzin bo perista wî, tev limêj û rojîye û tiþtin dinin wek tê zanînê ; erê.. lê ne nav û nane..?!
- Erê.. erê, bes Biroko.. ne ev tenê ye..
- Lê Hecî bi xwedêkî ji min re bêje.. ehvana ê nexweþ dikevin, çi jê yên dimrin, çi jê yên dîn dibin, çi jî yên ne baþî û ziyana dikin, ma ne navê wan jî giþ Ma-humid e û Ma-ubid e ne, û tiþtekî din Hecî ma nav çi ye..?? dengekî baye ji nav herdo lêvan derdikeve û hew.. kengî nav bûne ters û mertal ji bela jiyanê.. qene ger ne berbejin û niviþtin, em tim pê têne xapandin.
- Law ma ez ji ku dizanim, dibêjin nabe, ku pêxember gotî ye j خير الأسماء ما حمد وعبدj ; ji ber wilo nabe, her wiha jî bi teva yî dikin. Bi rastî te ji min re ne got; te nav kirî ye çi..?!
- Dibe nabe.. min nav lê kirî ye û bû ye !
- Te çi nav lê kirî ye.. ha ?.
- Min navê êla xwe lêkirî ye.. Barava .
- Baþe law, dawî.. ez ji tere bêjim, ev nav û yên weke wî jî giranin li ziman, te got çi.. bi xwedêkî.. Baran’va.. wê sibehê mezin bibe û wê heval zarok qerfa bikin û wê bankin û dey lê bikin: Barano.. yan Beravo, jiber avê hatî ye.
- Ev çi Hecî.. go girane li ser zimana !!, ew çendeke û wê ziman têkeve ser û wê hesan bibe û nema dimîne giranî. her wî zarok çi bêjin û çi ne bêjin.. de bera bêjin, ma qene ser vêya ma ye ..!?
- Erê. Bi rastî ji hêlek dinê, dewlet jî wek van nava napijirîne.. ewê navekî din jê re dîne.
- Min nepijirand, çî min ji wan û navê wane, nav lê bûye û kêþe temam bûye.. kêlîka ji diya xwe’re çêbû min nav lê kirî ye û çû ye, berî kes tiþkî bêje.. û dawî Hecî, ma ezê bankim û day lêkim yan hinin dî ?!.
- De here law tu baþtir ji xwe re dizane .
- Tiþtekî din, tu îþê kesî bi min tune ye.. ha.. ez nateqim ger tu wiha dibêje.. ma lawê mine yan ê wane ?!, te fêr kir Hecî .
- Kuro ez ji bo te dibêjim ..
- Bese Hecî.. çendî tirsê rehê xwe vedaye, û çi tirsek mezin ketî ye dilê te û tevî dilê gel jî, de bese.. ha, ma Hecî qene wê serê me jêkin, bû bû ne bû nebû, û kes ne xurifiye !!.
Li hev nerîn kêlîkê, serê xwe hejandin : Erê, û dîn ku perçak ewrê peritî tê ji wêde û hinohino xwe radixîne, ku palde li wê rastê bi pûçî, û pêre fîz-fîza bakî dihilore bi nermî .
2 -- BEÞÊ Hundur
Birokê Mellê derbas bû hundir bi hêdîka, dît ku çi deng lê zîz bû ye, çi gumîn pê ketîye, yek li dû masê rûniþtî ye û xamek reþ bi deste,
bilî du sê sendelî yan pêve tune li hundir. Neyse.. Birokê Mellê matmayî li wir ma, li ber dora xwe dima, piþtî bîskê yê rûniþtî day lê kir.. piþtî hin kes kêm bûn ji pêþiya rêzê :
- Erê tu, te xêre.. xwe li dorê rêzke, çima wiha wek qertelekî li ber min sekinî ye ha.. a bêje daxwaza xwe û min xelas ke.. di zû bike qene kulî ya devê te xwarî ye ?
- Mamoste Seydî, bi rastî ez hatime zaroka xwe bi nivîsim, erê bi xwedê çima na ?.
- Baþe.. bese ?!, bes dirêj meke û guhê min gêj neka, kanî kaxeza te, zû bike.. ha !
- Erê.. erê mexeyide ji kerema xwe, ji te bigre daxwazname min, ser çava yao..
- Ev çiya lo..? kuro çima hûn wiha behlûlene nizanin tiþtekî ji hev derxin, ev çiye .. kanî nav ha..?!
- Nav li ber teye mamoste Seydî ..
- Kuro tu henekê xwe bi min dike, kanî navê mal, ev çi nave..? ev nav nabe.. ha..
{Biro di ber xwe de got : Erê Welleh Hecî rast digot.. ha, lê ez guh nadim kesî } .
- Hê.. çima devê te ketiye hev.. ka navê însana ye Barava.. bavo wiha nabe, qene tu ne li dunyê ye.. hûn van tiþtan nizanin çima ?!..
- Ez ji ku zanim mamoste Seydî.. dawî her û wer nave û ne tiþtekî dine.. û min xwest navê malbata xwe lêkim.. û bes .
- Heha.. waye tu dizanî, û tu xwe dike nizan..!
- Erê Ms’t Seydî karê xwe bike, te çi jê ye, wiha deyne û hew.. bi rastî min nav danî ye .. lê min xwest ez zaniyariyê -hînê- we bikim.
- Ev nav bi xwe.. nabe, ger ne navekî din be, ez çênakim, yan ezê navekî din lê deynim .
- Him him .. ha.
- Te go çi.. himhimê meke, baþe.. ezê nav bikim { Xelef } ha ..
- Na Ms’t Seydî.. na, ev çi nave, bera navê berê be, û dawî min nav lê kirî ye.. û xelas bû ye, lê tu çima asê dike ez nizanim pê..?!
- Na kuro, nabe..?! û ez kolekî ferman-darim li vir, ev temînî ji jor de hatine, tu fêrbû ?
- Çima nabe.. ha, min wa kir û wa bû..?
- Mine.. xwe dîno mîno neke, giran be û hiþê xwe têxe serê xwe û nehêle ez tiþtin din bikim, wek ez ji tere dibêjim : wê navê wî xwedê nehiþtî bimîne { Xelef } û hew .
- Na.. bisekine ez ji te re bêjim.. ez na-pijirînim, ha, ev lawê mine û him jî navê mine.
- Kuro Îbrahîm Mellanî, ma bi kêfa te ye, ma tu hatî ye vir çi heger ne ji bûnî navê wî deynim, û ezê nava bi kêfa xwe deynim.. yan ez nanivîsim, yan ez tiþtî din bikim? de zû bike karê min heye.. ez ne vala me ji tere û ez di bin destê tede kardikim, yela min xelaske, a an na...
- Erêê.. erê ha, na, ev dera cih û mala dewletê ye, ji her kesî re vekirîye jibo karê wan bi ser û cih bike, jiber ne mala te ye bi xwe, ma min gotiye çi..?! ha.. Çi pêve ku nav wiha be an wiha be, ma qene nav li welat tevde ehwane, bi çi tirazûyê tê pîvan, an li me tenê tê bi cihkirin?
- Û ne gotinek{M’st tilîya xwe hilda }..?!
- Mexeyde.. mexeyde mamoste bo gotinê , wek tu dizanî, ango çi Barava an çi Xelêf, an av û an xaf.. çi xeme!. xwedakî min heye.
- Ehwa ha ji pêþî de fêm bikin, ya meriv..
- Mamoste Seydî bi qedrê Xwedê ke.. û bi xêra xwe.. piþtî destûra te be.. heger giranî tune be, te karî be nav bike : Xilêf ..
- Çi xeme..çi xeme, bera wek te be, wê ser çava.. ha, Xelef - Xîlêf, heh baþe wanî. ?!
- Baþe bavo.. baþe. De bi xatirê te..
Borokê Mellê nîv bi ya xwe kir, lê paþ qulîska xwe xurand, û revî revî ji wir da rê, ku zû vegere avdana pembo yê sipî û berî rû here ava xwe bigihîne malê, û bi zaroka xwey çak þa bibe hinekî yê hayê wî ji bayê felakê tune ye.
Ciwanê Abdal http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=218
|