SERDANA WEZÎRĘ REWŢENBÎRÎ BIRĘZ FETAH ZAXO YÎ LI ALMANYA

FŰAD SÎPAN ( AKPINAR )


Almanya, 27.10.2004 - Wezîrę rewţenbîrî yę hukűmeta heręma Silęmaniyę biręz Fetah Zaxoyî (ji partiya Zahmetkęţan) ji bo Pęţangeha Pirtűkan (Frankfurter Buchmesse 19-23.10.2004) hate Almanya ű di pę re li gelek deran beţdarî civîn ű semîneran bű; ű di wan hevdîtinan de rewţa Kurdistanę anî ziman.

Yek ji van hevdîtinęn girîng jî, hevdîtina wezîrę rewţenbîrî biręz Fetah Zaxoyî li gel wezîrę Almanya yę heręma (eyaleta) Nordrhein-Westfalen biręz Dr. Michael Vesper (ji partiyan keskan) bű, ku roja 26.10.2004an pęk hat.

Ev bűyerek gelek pîroz e, ku ędî wezîręn me jî ji baţűrę Kurdistanę derdikevin derveyî welat ű bi wezîręn biyaniyan re dan ű standinęn dîplomatîk pęk tînin. Ji ber ku ez di sala çűyîn de çűbűm baţűrę Kurdistanę, min serdana Silęmanî jî kiribű ű biręz Fetah Zaxoyî li wę derę nas kiribű, loma jî ji bo min bűyereke serfiraziyę bű, ku ez wî bi wezîrekî Almanya bidim naskirin.

Min bi wezareta çandî (Kultűrî) ya Nordrhein-Westfalen re bi ręya e-mailę tękilî çękir, ku termînek bidin, da ku herdű wezîr hevdu nas bikin. Wan jî camęrtî kirin ű ev daxwaza min neţikandin ű wisa di 26.10.2004an de hevdîtin li bajarę Düsseldorf di navbera biręz Fetah Zaxoyî ű biręz Dr. Michael Vesper de pęk hat.

Ji bilî biręz Fetah Zaxoyî ű biręz Dr. Michael Vesper, Dr. Ahmad Berwarî (ji partiya YNK) berpirsiyarę hukűmeta heręma Silęmaniyę li Almanya, endamę Navendę ű parlementerę Partiya Keskan (Grüne) li Nordrhein-Westfalen biręz Ewald Groth, du berpirsiyaręn ji wezareta Dr. Michael Vesper ű ez di civînę de beţdar bűn.

Di civînę de biręz Fetah Zaxoyî bi taybetî rewţa Kurdistanę ku di dema dîktatoriya Sadam Huseyn de ű rewţa niha anî ziman, hin daxwazęn xwe ji wezareta biręz Dr. Michael Vesper re derbirîn ű ew dawetî Kurdistanę kir. Biręz Dr. Michael Vesper jî hin daxwazęn wî pejirandin, ew dę ji bo wan lękolînę çębike ű daxwaza biręz Fetah Zaxoyî, ya ku ew here Kurdistanę qebűl kir ű got, ger ew di sala pęţî, meha gulanę de dîsa bęye hilbijartin, dę di pę hilbijartinan re here serdana Kurdistanę bike.

Ű wekî din bi taybetî li ser bajarę Silęmanî ű bajarek li Almanya bibin xwîţk ű birayęn hev hate sekinandin. Bi Almanî ji bajaręn ku dibin xwîţk ű birayęn hev re dibęjin : Städtepartnerschaft.

Min astengiya vę pirsę ji Dr. Michael Vesper re got, ku li Almanya her bajarek çend birayęn wan hene, loma dę ne hęsan be, ku tiţtekî wiha pîroz bęyî alîkariya wan çębibe. Ewî jî ev gotina min tesdîq kir ű got, ku ewę lę bixebitin. Di dawî de em li ser bajarę Bielefeld ű Düsseldorf sekînîn. Lę divę di vî warî de xwebateke dűr ű diręj bęye kirin. Civîn di atmosfereke baţ de bi dawî bű ű dę diyalog her berdewam be.

Hęviya min ew e, ku di pę hilbijartinęn di meha yek sala 2005an de, ku dę li Kurdistanę bęne kirin, gelę me li Baţűr di bin siya yek hukumetę de kar ű xebatę bike, da ku temsîliyeteke tevayî jî li derveyî welat ji bo dîplomasiyę li dar bixe.

Îro ji her demę zędetir derfet ű îmkan hene, ku li derveyî welat bi alîkariyan sedan welatparęzan kar ű xebat ji bo dîplomasiya Kurd ű Kurdistanę bęye kirin, eger hukűmeta Kurdistanę bizanibe ji kesęn bi salan li derveyî welat in ű ji dîplomasiya fęhm dikin îstîfade bike.

Ger ev daxwaza min ji aliyę herdű hukumetan ű partiyęn Baţűręn Kurdistanę ve li ber çav bęye girtin, ez bawer im serxwebűna Kurdistanę ji bo me Kurdan ne dűr e.

Bijî Kurdistan

Almanya, 27.10.2004

FŰAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de






Navnîţana ev nűçe ję hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ű Kurdistanę daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyęn Aborî ű Avakirin, Pirojeyęn Cand ű Huner, Lękolîna Dîroka Kurdistanę, Perwerdeya Zimanę Kurdî, Perwerdeya Zanîn ű Sîyasî, Weţana Malper ű TV yęn Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=265