“ORGANIZASYON”
(500 gotin) (4855 car hat xwendin) 
“ORGANIZASYON”
Organîzasyonek ji organan pêktê. Saxlembûn û ne saxlembûna laşê organîzasyonê jî, bi saxlembûn û ne saxlembûna organên wî laşî vi girêdayîyi. Heger organên organîzasyonekê nexweş û bê hêzbin, laşê wê organîzasyonê jî, wilqasî nexweş û bê hêz i.
Nexasim ko serê laşê organîzasyonê ne li cîh bê û ne saxlem bê, dibê sebeba ko her tiştê wê organîzasyonê li hev kevê û dilê wê ne bidê û bistînê. Forma vê organîzasyona ko gotin li ser i û dikevê rewşek wisa, formên organîzasyonên kevn in, klasîk in û ne demokratîk in. Hebûna organîzasyonên bi formên wisa, ji fêdê bêtir zirarê didin.
Ji bo ko organîzasyonek nekevê rewşek bi zirar û ji dela zirarê fêdê bi dê, pêwistî bi organên saxlem, çalak, demokratîk û hemdemî bê holê. Bi van organên ko saloxên wan qencin, saxlemin, organîzasyonek çalak, çalakîyên bi ber, xebatek sîstematîk, eşkere û zelal, kari li meydana xebatê bi sarfirazî dûm bikê.
Avekirina organîzasyonekê bi hawayekî bi dizî, di destpêka avekirina xwe di, bi taybetî di dema îro di, nebiserketina berjewendîyên netewî û têkçûna xwe alan dikê. Di hundirê xebata bi dizî di fen, dek û dolab, fêda kes û kesan, di pêşîya her tiştî deyi. Fêda kes û kesan di tevgera bi dizî di, bi sed derencî di ser a netewî reyi. Tu derfet û mecal ji bo fêdên netewî ên kolektîv tunenin. Kar û xebatên bi dizî, ne ji bo berjewendîyên netewî tenê, ji bo pêşketina kes, xwe gihandina kes û guhertina kes, di warê xebata sîyasî û netewî di, asteng, pêl û kospin.
Timamên tevger û organîzasyonên ko ne eşkere bin, di wan di,prensîbên demokrasî bê bask û bê perin. Ji dêla rêgirên demokrasî, rêgirên li dij demokrasî bi per û baskin û bi hêzin. Di van tevger û organîzasyonan di, gelek bazarên şexsî li ser navên tevger û organîzasyonên netewî tên kirin. Kar û xebata netewî, ji marîfeta xwe a zaînî dikevê. Ji forma siyasî û netewî bêtir dikevê formek nenaskirî. Di organîzasyonên nehêne di, jîrekbûn û kompetensa mirovan, dikevê rewşa mirinê.
Kar û xebat, di rêxistinên wisa di, li gora daxwaz û enteresên ferdî, li cîhna, di qorzîka di, tên kirin. Lê agahdarî li ser navê xebata netewî û qaşo wek ko xebatek pir hêja kirinin tê dan û belakirin. Di serî di, nerastî, di serî di, xap û çiv ji bo xebeta bi dizî, bingehin. Bahwerîyên ko li ser navên formên netewî, di xebata bi dizî di tên paraztin, di asasê wan bahwerîyan di, parastina kesayetî yi. Tu tiştî wê xebatê, bi demokrasîyê ri tune yi. Kolektîvî, bîr û bahwerîyên newek hev, wek dewlemendîyê nayê qebûl kirin. Mirovên ko bahwerîya wan bi demokrasîyê tên, dibin wek mirovên ko li dijî demokrasîyê nin.
Avekirina organîzasyonek netewî,demokratîk, hemdemî, çalak, birêk û pêk, eşkere, vekirî û zelal, sîyasî û dîplomat, di dema îro di, organîzasyona helî xurt û bi serkevtî yi. Organîzasyonek wisa, rê li ber popilîzmê û destpotîzmê asê dikê, rêya demokrasî fireh û xurt dikê.
07.10. 04 - Swêd
Felemez Akad
|