YEKÝTÝYA EWRÛPA, TURKÝYÊ Û KURD
(384 gotin) (4904 car hat xwendin)
YEKÝTÝYA EWRÛPA, TURKÝYÊ Û KURD
Jibo ko Turkî karibi muzakerê biyêri biki, her wekî ko ji zûvi hatiyi xuyayîkirin helûmercên ko yê jibo muzakerê ji Turkîyê xwestîyi, divê Turkî van helûmercan bîni cîh. Divê neyê jibîrkirin ko daxwazên yê her jibo muzakerênin ne jibo ko Turkî bibi endamê yê. Ev prosesa yekê yi. Di vê prosesê di daxwazên yê ji Turkîyê di sê xalan di komin. Yek : Polîtîk, Dudu : Ekonomîk, Sisê : Sosyal. Heger Turkîyê ev daxwaz hemi û ligor dilê her kesî pêknanîbin jî lê têra ko karibi muzakerê bi yêri biki henin.
Li gor texmînên hinek expet û parlamenterên yê, wê rapora 6 oktobir a ko di derbara Turkîyê di hatîyi nivîsandin wê pozîtîv bi û wê rê jibo muzakerê ji Turkîyê ri veki. Piþtî ko rê li muzakerê vebû, wê daxwazên yê bi formin din û hîn konkrettir ji Turkîyê bên xwestin. Turkî jî pêwisti ko van tiþtan ligor dilê yê pêkbîni. Jiber ko Turkî dikevê rêyekê ko jibo pêþeroja wê bifêdeyi. Ji gava ko Turkî bûyi endamê NATO, di deverê di bêtir xwedî gotin û qedr i. Heger Turkî bibi endamê yê jî wê qedrê wê di rojhilata navîn di bêtir bibi û bahwerî wê bêtir pêbê. Tirsa Turkîyê ji tiþtekî di jî heyi ko ew tiöþt jî pêkhatina dewletek kurdî yi. Heger bê û Kurdistanek di deverê di ave bibi wê demokrasîya helî fireh di herêmê di pêkbê. Turkî dixwazi vê rolê jî bispêrê xwe û pêþkêþîyê jî ji dest xwe bernedê.
Di vê kominîkasyona di neqeba ya û Turkîyê di gelo çî kurdan hebû û niha jî çi heyî ? Jiberê di dibêjin ”go te girt berned go te berda bi dû nekev. ” Tiþtên ko me berdanin em bidû nakevin. Lê ji xeynî prosesa jibo muzakera di neqeba ya û Turkîyê, wê prosesek piþtî ko muzakere bên qebûlkirin jî wê destpêbiki. Divê ko em kurd xwe ji prosesa duduwan ri amade bikin. Amadekirina me divi bi organîzebi. Organîzasyona me çalakbi, demokratîkbi, hemdemîbi. Digel ko organîzasyonên me ên kilasîk pir giranbihanin, lê heger bersiva xebatên hemdemî nedin û ji fêdên netewî ri nelikarbin, divê em hevdû pêbihisînin û organîzasyonên xwe ligor pirs û bersivên dema modern û jîrekbûna vê demê biguherin.
2004. 09. 27 - Uppsala
Felemez Akad
|