| |
Imrîka aşiqê çavê kurda nine
(742 gotin) (5255 car hat xwendin) 
Seyid Feysel Moctevî
Imrîka aşiqê çavê kurda nine
Nêzîkî çarde salane ku kurdên Îraqê li Hewlêr û Sulêymaniyê bin sîbera Imrîka bê desthelatekî siyasîye navdevletî (beynelmilelî) bi du devlet û parlimanan li naw zewiyek biçok li kurdistanê de jiyana xwe didomînin.
Her du hizbên serekiye kurdan ( partî û yekîtî ) li vî herîmî li naw devlet û parlimanên mihelî da yektane û gotin û hizrên wan dahatûya kudistanê dixemilîne û dimoqrasî li naw van da gelik baştire li Uoripa û Imrîka çonko li vê herkes bixweye heger dûrima dinyayê her vekî îro be li her bajêr û qesebçeyeke kurdistanê de dê hikûmetik hebe.
Û ber vêye ku her du hikûmetên kurd li Imrîka dixazin ku hikûmeta Îraqê hikûmetke dimoqrat be ca bikarin vekî kurda li parlimanke mosteqil de û bin sîbera rêberkê de bin, her vekî kurda ku nêzîkî çarde salane visane.
Lalov mirin xweşe cînaran re !!!
Imrîka hikûmetke mezine û hemî dinyayê xwe re dixaze hegr bizane bi endaza penebatikê xêr û menfiet bin kevirkî ku bi hezaran kîlomêtran li wan dûr be bi şer yan ziman dê desxwe ve bîne.
Nemaze Rojhilata navîn ku xizîna zêrê reş û gazêye hemêşe bin çepokê Imrîka û hevpeymanê vî de bûye. Istandina Efxanistanê li Suvêtê bi xerc kirina milyon dolarên Imrîkî û harîkariya Mocahidên Mosolman û piştî vê çend tîre kirina Mocahidan û çêkirina şerê nawxoyî û anîna Kerzey û dûr kirina xodanê esliye Efxanistanê li velatê wan û vabeste kirina yêkcariye vî velatî bi Imrîka iro tehequq peyda kir piştî bîst û çend salan.
Ca ma dinya nizane ku Imrîka bu miştina lûlê nefta Îraqê ev velate dagîr kiriye??? Ma Imrîka hez nake rojkê Îraqkî aram û bêdeng bibîne ? vekî Efxanistanê bide destê seyek zincîr kirî,bêguman ev xerca girane Imrîka li Îraqê dê bibe sebeb ku ev bu zemankî dirêj hindir lûlê betrolê bimîne û vî memleketî bin perdê de idare ket.
Imrîka bu giheştina hedefa xwe dû hikûmetkî qevî digere ku bikare menfietê vî teimîn ke heger çi îro bi tefriqê û cidakirina Kurd û Ereb û Turkmanan û şyîe û sunî bi rê û revişe Efxanistanê emel dike , dûvaiya vê çîrongê jî her vekî Efxanistanê qurban kirina hemî gelê vî velatiye.
Heger bîra me neçobe piştî beyn çona rijîma Beisî veide û veiîdê Imrîka hemî azadîxazê Îraqê nemaze kurd keyfxweş kirin mixabin çend mehek li qirardada hizb û eşîrên Îraqê nebhorî bû û hêşta hibra pênûsê imzakera hişk nebibû û xelkê kurdistan mestê vê şeraba tal bûn ku siyasetmedarê Imrîkî gotin me çi şol bi milletê Îraqê nine ev debe çarenivîsa xwe bi destê xwe teiyîn ken.
Dema ku Imrîka xwe li mîsaqa Îraqê ku bi zehmetekê zor pêk hatibû dûr girt. Serokên kurda vêderê da hindekê li sîyaseta Imrîka nerazî bûn heta Nêçîrwan Barzanî servezîrê nivya kurdistana Îraqê li hevpeyivînên xwe li gel rojnamewanan de got emê rabita xwe li gel Imrîka qet kin û heta tundtir ço û got her kesek ku mafê me berçav negre û bixaze me bêbeş ke emê gel vî şer bikin.
Imrîka aşiqê çavê kurda nine,ev dê qedembiqedem kar û barê xwe bike ta ku bi armanca xwe ku birina asûdeye nefta Îraqêye bigîje bu vî ne grînge kê kêye menzûra vî li mafê mirova mafê mirovê Imrîkiye.
Ca heger em nav vê bahozêda serê xwe bikne bin befrê da û xwe bixapînin serê me dê bê kilaw bimîne, baştire pişhingîda ku av cihê derkeve em pêşya ava xwe bigrin û bi çakî berîkaxwe hişar bin ku xelkê nekene diz û nezanînê xwe nexne istûyê kesek din.
Çarde sal bihorîn hemî Kurd li şiwan û karker û sîyaset medaran li seranserî cihanê dikin QîrîN û hewar cidaiya parlimanan xilas kin du seriyê pavên zevî , serkê rakin çonkû hikûmet kirin li ser gelkê bi partîkê nabe ca vexta ku em xwe mafê xwe nanasin em bi hivî bin kesik li asmana bi hespekî sipî bê xar û mafê me li nav sînîke zêrîn bide destê me!!!
Dibe bê zanîn ku piştî çêbûna hikûmetke qevî li Îraqê eger kurd her vê vezê de bimînin çi desthilat van re namîne û bu carke din dê bikevne ser tendûrke sar.
Hingê heger dest bibne tivingê dê bibne terorîsm û dê berev çîa biçin û desthelata bin sîberê dê bê derê û Kurd jî vekî hemî mocahidê Efxan dê li hikûmeta Îraqê bêbeş bin.
27. 12. 2004
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
|
[ Vegere: Seyid Feysel Mojtevî | Indeksa Beşan ] |
|
|