LI SER BAÞÛRÊ KURDISTANÊ
(4729 gotin) (5066 car hat xwendin)
DÎTIN, NÊRÎN Û PÊÞNIYARIYÊN MIN YÊN LI SER BAÞÛRÊ KURDISTANÊ JI BO PÊÞDEÇÛN, NASKIRIN Û ÇARESERKIRINA DOZA KURDISTANÊ
Rewþa baþûrê Kurdistanê di sala 1993an de.
Xwendevanên hêja!
Dema ez di sala 1993an de çûme baþûrê Kurdistanê, rejîma Baas di pê þerê 91î de Kurdistan xerab kiribû û ji Kurdistanê derketibûn. Ji ber ku rejîmê êdî bawer ne dikir, ku Kurdistan dê bikeve bin bandora wan, loma rejîma faþîst înfirastrûktûr li Kurdistanê felç kiribû. Rewþ wisa xerab bûbû, ku pireke mirov di ser avê re derbas bibe aliyê din tunebû. Rejîma faþîst hemû karxane xerab kiribûn. Telekomînîkasyon ji kokê de ra kiribû. Yanê çi bê aqilê mirovan yên di pêþerojê de feyda wan ji Kurda re bibe hemû ji holê rakiribûn.
Lê dîsa jî gelê me qîmet nedida tiþtên materiyal, ew bi azadiya Kurdistanê þa dibûn, tama azadiyê li ser axa xwe derdixistin û bi çar destan ve dest pê kiribûn, Baþûrê welatê xwe ji nû ve ava dikirin û birînên xwe derman dikirin.
Ez gava di sala 1993an de çûme baþûr Kurdistanê, min ew rewþa baþ dît û vegeriyam Ewropa, bi coþ û þewqeke wisa mezin bûm, ku eger baskên min hebûna, ezê ji kêfan bifiryama. Lê pir mixabin, ku bêjim, demekê þûn de þerê birakujiyê dest pêr kir û ew kêfa me hemû Kurdan demekê þikiya. Her çiqas tiþtekî pir xerab bû, ku birakujî li Baþûr çêbû, lê niha mirov baþ dibîne ku Kurd êdî ji dîroka xwe dersan derdixin û nahêlin dîrok dîsa ji bo wan dubare bibe. Hêvîdar im, ku aramî dê wiha li Kurdistanê berdewam bibe.
Bi baweriya min, ev rewþa xerab, ku di nava Kurdan de li Baþûr di sala 1993an û 1994an de, ku þaþiyeke pir bezin bû, lê paþê bi xwe re tiþtên baþ jî derxist holê û îro gelê me ji her demê zêdetir yekîtiya xwe xurt kiriye û bi herdû hukumetên herêmê ji gel re kar û xebatên baþ dikin. Her çiqas jî herdû hukumetên herêmê ji mecbûriyetiyê derketine holê, lê gava mirov rewþa niha baþ analîz bike, dîbîne, ku di nava herdû hukumetan de hemberiyeke (reqabeteke) pozîtîv çêbûye û ev jî ji bo xizmeta gel û pêþdeçûyîna Kurdistanê tiþtekî baþ e. Yanê mirov dikare bêje, li Baþûrê Kurdistanê Federasiyon çêbûye, lê hên baþ bi rêk û pêk nîne. Ezê li jêrê pirsa Federasyonê hinek dîsa vekim û çend mînakan jî bidim. Lê ez dikarin dîsa bi serfirazî bêjim, ku gelê me di vê demê de þanî cîhanê da, ku ew di nava 12 salan de bi serbilindî, him di warê leþkerî, him diwarê aborî û him jî di warê siyasî de pêþde çûye û îro di Rojhilata Navîn de êdî bêyî gotina wan tu tiþtek nameþe.
Rewþa Baþûrê Kurdistanê di sala 2003an de.
Xwendevanên hêja!
Gelê me di nava 12 salan de, ne þoreþeke tenê kiriye, her kirinek û xizmetek li Kurdistanê bi serê xwe þoreþek e. Ji ber ku neyarên gelê me heta niha Kurdistan wek malê xwe dihesibandin û jêre tu tiþtek jî nedikirin. Rejîma Sadam û nokerên wî ji welatê xwe û ji gelê xwe re tiþteke nekirin, ku ji gelê me re jî bikin. Wan saltanat û hebûna xwe li ser hovîtî, dîktatorî û kuþtina gelê Kurd çêkiribûn.
Belê ez bawer dikim, ku di nivîsên min de yên li ser Baþûrê Kurdistanê, baþ xuya dike, ku Baþûr gelek pêþde çûye û dê di demeke pir kurt de, ji her alî ve pêþde jî here û xurt bibe. Wek min li jorê jî got, li Kurdistanê du hukumet hene. Ev herdu hukumet ber sedemên nakokî û birakujî derketin holê. Lê qasî ku min rewþa niha dît, dikarim bêjim, her çiqas jî ev herdu hukumetên Kurdistanê ji ber sedemên neçarî jî hatibin damezirandin, avakirin, gava mirov van bûyeran baþ analîz bike, têda dibîne, ku herdû hukumet bi xwe re gelek tiþtên baþ jî derxistine holê. Yanê mirov dikare qala Federasyona nav xwe yî jî bike. Ji ber ku di nava van herdu hukumetan de reqabeteke pir mezin derketiye holê, loma mirov heta neçe rewþê li Baþûr bi çavên xwe nebîne nikare van bûyerên baþ bi awayekî objektîv analîz jî bike.
Ji ber ku reqabet di nava herdu hukumetan de heye, loma herdû hukumet bi hemû derfetên xwe yên aborî, civakî û hwd. dixwezin ji hev zêdetir ji gel re kar û xebatê bikin û her hukumet dixweze herêma xwe ji her alî ve pêþde bibe û ji herêma din baþtir bike.
Ez bawer dikim, ji bo pêþdeçûyîna Kurdistanê van mînakên min li jor dane, pir rolên mezin lîstine. Lê dil dixwest, ku bila qet birakujî di nava Kurdan de çêneba. Pir mixabin her dem daxwaza mirovan bi gorî dil nabe.
Di hevdîtina min de li Silêmaniyê bi þaîrê me yê navdar birêz Þerko Bêkes re, ku wî got, her tiþt ji birakujî çêtir e.
Ji ber ku min di nivîsên xwe de der mafê Baþûr de gelek bi berfirehî nivîsîn, loma ez naxwazim dîsa li ser bisekinim û dubare bikim. Ez dixwazim bi taybetî dîtin, nêrîn û pêþniyariyên xwe ji bo naskirina siyasî û pêþdeçûyîna aboriya Kurdistanê hinek tiþtên konkirêt jî bêjim û mînakan bidim.
Baþûrê Kurdistanê di qada navnetewî de baþ nehatiye naskirin.
Di vê di rojeva siyaseta Baþûrê Kurdistanê de berî her tiþtî daxwaza statûyeke di qada navnetewî de qebûl û naskirina Kurdistanê be. Ev daxwaz ji aliyê hemû dezgeh û saziyên Kurdistanê ve bi dengekî bilind bê xwestin. Aramî niha li Rojhilata Navîn tenê li Baþurê Kurdistanê heye, wekî din li tu derê nîne.
Ji ber ku gelê me di dîrokê de her demê ji aliyê dijminan ve bi hovîtî hatiye qirkirin, loma Baþûrê Kurdistanê ji sala 1991î vir de bi taybetî li ser emniyeta Kurdistanê hatiye kilîtkirin. Sedemên kilîtkirina emnîyeta Kurdistanê ji aliyê hukumet û partiyên Kurdan ve bêguman mafê wan bû û ev di cih de bû.
Lê pir mixabin, ku ji ber sedemên min li jor gotin, rewþa Kurdistanê ya baþ, him ji aliyê demokirasî, civakî û him jî ji aliyê aborî de di qada navnetewî de baþ nehatiye naskirin, an jî kêm hatiye naskirin. Ez bawer dikim, ku heta niha gelek kar û xebat hatine kirin. Lê pêwîst e ev kar û xebatê siyasî û aborî ji aliyê herdu hukumetên herêma Kurdistanê ve, bi taybetî li Ewrûpa û li seranserê cihanê bi awayekî sîstematîk bêye naskirin.
Bi taybetî PDK û YNK li peytextan û li gelek bajarên cîhanê ji xwe re liqên partiyên xwe çêkirine. Bêguman ji bo ku Kurd têkiliyên xwe bi welatên cîhanê re bikin, hebûna liqên partiyên Kurdan pêwîst e. Lê ji bo naskirina welatekî wek Kurdistanê, liqên partiyan bi serên xwe nikarin her tiþtî bikin. Belê nûneriya hukumeta Kurdistanê jî li gelek dewletan heye, lê ev jî bi awayekî sîstematîk û dîplomatîk nayên bikaranîn. Di vir de tiþtekî pir girîng jî heye, hewceyî gotinê ye, ku bêjim, ew jî tunebûna temsîliya hevpar e. Yanê bi bîr û baweriya min, divê Kurdên Baþûr li dervayî welat, di cîhanê de bi yek dengî xwe bidin naskirin û bi yek dengî biaxivin. Lê dibe ku di pêþerojê de bi balyozxaneyan ev kêmasiyên Kurdan ji holê rabin.
Kêmasiyeke din jî ji aliyê partiyên Baþûr de heye û ew jî têkiliyên wan û Kurdên ku li Ewropa dijîn e. Wek tê zanîn, li Ewropa, bi taybetî Kurdên Bakur hêjmara wan ji yên din gelek zêdeye. Ez têkiliyên PDK û YNK bi Kurdên Bakur re yên li Ewropa dijîn pir sist dibînim. Divêt di pêþeroj de, bi taybetî hukumeta Kurdistanê li ser van tiþtan bifikire û li gor rewþa Ewropa siyaseteke baþ bi rêk û pêk li ser Kurdên Ewropa jî pêk bîne. Eger piraniya Kurdên li Ewropa baþ li ber çavan bêye girtin û têkiliyên baþ bi hin çalakiyên profesyonel bêne çêkirin, dê ji pêþeroja Baþûrê Kurdistanê re gelek baþ be. Divêt em ji bîr nekin, ku êdî Kurdên Ewropa jî hêzeke mezin in. Lê pir mixabin, ku piraniya van Kurdên li Ewropa dijîn di van salên dawîn de bi çalakiyên bê bingeh û vala serên Ewropiyan gêj kirin. Piraniya Kurdên Ewropa ji sibê hetanî êvarê di nava bajarên Ewropa de ne, bijî bijîtiyaya wan e û bi xwe jî nizanin çi dibêjin, çi dixwezin û çi dikin. Ewropî jî êdî ji wan aciz bûne, lê ew bawer dikin, ku bi siloganên bê bingeh û vala ji Kurdan re tiþtên baþ dikin.
Li Ewropa hin caran nameyek an jî pêwendiya (diyalog) yek bi yek bi Ewropiyan re ji hezaran û ji sed hezar çalakvanan çêtir e û di cih de ye. Lê ji ber ku Kurdên li Ewropa ji aliyê mirovên cahîl ku ji siyasetê fêhm nakin hatine organîzekirin, loma Kurd di siyasetê de ketine tengasiyê û nikarin xwe îfade bikin.
Eger Baþûrê Kurdistanê perspektîveke baþ rayê Kurdên Ewropa bide, bi bîr û baweriya min, Kurdên Ewropa ji sedî nod û neh dê bi Baþûrê Kurdistanê re bin û bi dil û can ji bo Kurdistanê kar û xebat bikin. Xebata wan dê him ji aliyê aborî, him ji aliyê siyasî û jim jî ji aliyê dîplomatîk ve ji bo pêþdeçûyîna dewleta Baþûrê Kurdistanê be.
Divêt em ji bîr nekin, ku êdî li Ewropa di her zanîngehê (University) de bi dehan û belkî bi sedan xwendevanên Kurd hene. Van xwendevanan di pêþerojê de hemû mirovên Akademîker in û zimanên Ewropiyan wek Ewropiyan dizanin û eger rêxistineke baþ di nava wan de bêye organîze kirin, dê ji hemû partî û rêxistinên Kurdan baþtir pirsa Kurd û Kurdistanê biparêzin. Lê pir mixabin, ku di vê mijarê de jî yekîtîkiyeke di navbera xwendevanên Kurd de li Ewropa nehatiye damezirandin, yan jî tiþtên heta niha hatine ceribandin, bi awayekî îdeolojîk li meselê hatiye mêzekirin, loma bi ser neketiye.
Hinek partiyên Kurdan xwestin, ku xwendevanên Kurd li Ewropa organîze bikin, lê ji ber ku ew partiyên dixwestin xwendevanan organîze bikin, hê bi xwe ji siyasetê fêhm nekirine, da ku xwendevanên Kurd li Ewropa organîze bikin. Van partiyên Kurdên Bakur bi salan e mêjûyê xwe û mêjûyê gelê Kurd bi îdeolojiya qaþo sosyalîzim û komûnîzma bi gemar þêlû kirine û bi xwe jî jê tiþtekî fêhm nekirine.
Di pêþerojê de, ger tiþtekî ji bo Kurdan li Ewropa an jî li Kurdistanê li kûderê çêdibe bila bibe, divêt dûrî vê îdeolojiya bi gemar be. Îdeolojiya sosyalîzim û komûnîzmê kêra wê tu demî ji Kurdan re çênebûye û çê jî nabe. (ezê di hin gotarên xwe yên din de jî li ser vê mijarê bisekinim)
Rola PENa Kurd di qada navnetewî de ji bo Kurdan
Min di dema serdana xwe, ya ku ez di meha heþtan de li Baþûrê Kurdistanê bûm, di her derfetê de û bi taybetî ji nivîskar û rewþenbîrên me re qala PENa Kurd kir û rola wê ya navnetewî, pêwîstî û girîngiya PENa Kurd anî ziman. Ji bilî PENa Kurd rêxistin an jî dezgeheke Kurdan ku di cîhanê de hatibe naskirin tuneye. Lê pir mixabin, ku hên gelek Kurd hene, ev delîve û firseta baþ ji bo Kurdan fêhm nekirine. Ji bilî PENa Kurd di cîhanê de gelek rêxistinên Kurdan hene, lê ji wan rêxistinan, ku ji aliyê dewletan de wek muxatap têne qebûlkirin û alîkariya aborî û siyasî têye kirin, Înstîtûta Kurd li Parîsê ye. Wekî din rêxistineke ji bo Kurdan ku di nava dewletên cîhanê de bi awayekî fermî ji aliyê dewletan de hatibe qebûlkirin tuneye. Loma ji ber sedemên jorê divêt li her çar perçên Kurdistanê rewþenbîr û nivîskarên me bibin endamên PENa Kurd. Çumkî ew dikarin di civînên PENa Kurd yên navnetewî de pirsgirêkên xwe bînin ziman û xwe bidin naskirin. Yanê endametiya nivîskarên Baþûr û yên perçên din dê ji kara wan be. Loma ez bi dil û can bangî hemû nivîskarên Kurdan li her derê dikim, ku bibin endamên PENa Kurd. PENa Kurd niha pirek di navbera Kurdan û nivîskarên cîhanê de vekiriye. Em jî dikarin bi keda xwe û alîkariya xwe vê xebata pîroz ji bo Kurdan pêþde bibin.
(ji malpera PENa kurd) 4) Armanca rêbazê bi taybetî bi wê tê pêkanîn, ku dan û standineke navnetewî di navbera nivîskaran de li gor hiþê daxuyaniya P.E.N.ê (P. E. N.-Charta) were kirin, ev jî di riya lidarxistina komcivînên zanistî, amadekirina bernameyên lêkolînan, û da ku karên lêkolînerî werine spartin. http://www.pen-kurd.org
Daristanîbûn li baþûrê Kurdistanê
Ez pir kêfxweþ im, mizgîniyekê bidim gelê me, ku li Baþûrê Kurdistanê li herdû herêmên Kurdistanê ji aliyê partî û hukumetên Kurdistanê ve dest bi daristanbûna baþûrê Kurdistanê hatiye kirin. Kurdistanî baþ dizanin, ku dijminên gelê me ne tenê bi me re dijminahî kirine û dikin, her wiha ji çiyayên me, erd û dirbên me, zinar û mixare û bi taybetî ji daristaniyên Kurdistanê re jî dijminahî dikin û daristaniya Kurdistanê heta niha ji kokê ve qelandine. Sedemên ji holêrakirina daristaniya Kurdistanê jî ew e, ku gava Kurd li dijî rejîmên xwînxar serî radikin jî ew e, ku bila Kurd nikaribin têkevin nava daristanan û nikaribin xwe veþêrin û paþê dîsa li dijî wan nikaribin þer bikin e. Loma despêkirina daristanî ji bo me Kurdan tiþtekî pir pîroz e. Li baþûr der mafê daristaniyê biryareke pir pîroz jî hatiye girtin, ku di roja rojbûna serokê me yê netewî û lehengê Kurd û Kurdistan Mele Mistefa Barzaniyê mezin, ku her mirovek divêt li Kurdistanê di vê roja pîroz de darekê biçikîne ye.
Pirsa zimanê Kurdî (Kurmancî) û pirsa alfabeya Kurdî
Dijminên me raye û vîna me Kurdan dane bin lingên xwe û welatê me Kurdistan di nava xwe de perçe kirine. Lê dijminan ne tenê welatê me perçe kirine, her wiha zimanê me, zaravên me û alfabêya me jî perçe kirine. Her tiþtên ku heta niha hatine kirin, ne bi gor û dîtin û îradeya Kurdan bûne, biryara dijminan her dem li dijî vîna gelê Kurd bûye. Lê îro êdî perçek Kurdistanê azad e û hêdî hêdî ber bi serxwebûnê jî dihere. Li baþûrê Kurdistanê ev 12 sal e, ku perwerdeyî heta xwendina zanîngehê hemû bi Kurdî ye. Wek tê zanîn, li Baþûr bi du zaravên Kurdî têye axaftin, Kurmancî û Soranî. Zaravê Kurmancî li Baþûr bûye Behdînanî. Zaravekî bi Kurdî ku navê wê Behdînanî be di lîteratûra Kurdî de tuneye, devoka Behdînanî heye, lê Baþûriyan ji ber ku tenê li herêma Behdînan Kurmancî têye axaftin, Kurdiya Kurmancî kirine Behdînanî. Ez di vê nivîsa xwe de li ser þaþiya vê babetê nasekinim. Armanca van gotinên min û pêþniyariya min li ser pirsa ziman ew e, ku bila ji îro û pêve li baþûrê Kurdistanê ji bilî perwerdeya zaravê Soran û Kurmanciya herêma Behdînan, bi taybetî li ser zaravayê Kurmanciya ku îro li her perçeyê Kurdistanê têye axaftin, ku piraniyan Kurdan jî Kurmancî bi kar tînin be.
Di semînera ku min li Duhokê da, di pê axaftina min biraderek rabû hate kursî, axaftinek kir û ez rexne kirim, ku goya min di axaftina xwe de gotiye, ez li dijî Amerîka me (min tiþtekî wiha jî ne goti bû, min bitaybetî Amerîka û siyaseta wan ya herêmê parast). Sedema vê þaþ famkirinê ew bû, ku vî biraderî û gelek rewþenbîrên me li Duhokê axaftina min bi zaravê Kurmanciya jorîn baþ fêhm nekirin. Çumkî Kurmanciya baþûrê Kurdistanê bûye Behdînanî. Bêguman mirov nikare qala zaraveke ku bi navê Behdînanî bike, lê em bixwezin an jî nexwezin gel wisa dibêje. Lê rastiyek heye, ku ew jî Kurmancî û Soraniya Baþûr tevlihev bûye û bûye Kurmanciya Behdînanî.
Min li Silêmanî Hozanê Hinda naskir. Hozanê Hinda ji Baþûrê Biçûk e û niha mala wî li Helebê ye. Ew bixwe jî þaîrekî Kurd e. Di xwaringeha Hotêla Aþtî de, ku wezîrê rewþenbîrî kekê Fatah Zaxoyî ji bo hevdîtina me amade kiribû em hatine cem hev û wî jî gazinên xwe li ser zaravayê Kurmanciya Behdînan kir û got, ez hatim Duhokê kesî axaftina min fêhm nekir û min jî îsyan kir û got, ”Ez hatime Kurdistana vekirî û nizanim kê zimanê min qut kirî” Belê ev realîte ye. Niha Kurd dikarin vî realîtê li gor rewþa xwe û li gor rewþa cîhanê biguherînin.
Eger baþûrê Kurdistanê, hukumet û hemû dezgehên wê dixwezin di pêþerojê de bi perçên Kurdistanê yên din re pêwendî, diyalog, bazirganî û ji bo ku çanda ( Kultura ) Kurdî jî pêþde here, divê ji niha ve xwe li ser van pêþniyariyên ku ez li jêr li ser pirsa zimên û Alfabeya Kurdî dikim, di pêþrojê de amade bikin.
1. Divêt li Baþûr di hemû dibistanan de bi zaravayê Kurmanciya jorîn jî perwerde bêye kirin, da ku pêwendî di navbera Kurdan de xurt bibe û pêþde here.
2. Û her wiha da ku deriyê Kurdistanê bi welatên biyanî re, bi taybetî bi welatên DYA û dewletên Ewropa re bi diyalogê pêþde here, divêt alfabeya Kurdî bibe latînî û ji niha ve hazirî ji bo vê bêye kirin.
Yanê eger armanc Kurdistana mezin û yekgirtî be, Baþûr mecbûr e ji niha ve li ser van babetan serê xwe biêþîne. Eger em dixwezin di pêþerojê de di navbera hemû Kurdan de, him ji aliyê siyasî, him ji aliyê sosyal, him ji aliyê çandî (Kultur) û him jî ji aliyê aborî ve pêwendî pêþde here, divêt baþûrê Kurdistanê xwe li ser van mijaran amade bike û kar û xebat ji bo vê bike.
Rola herdû hukumetan û pirsa Federasyonê li herêma soran û herêma Behdînan
Gorî dîtina min li Baþûr li herdû herêman Federasyon çêbûye, lê hê nav li ser tuneye û bi rêk û pêk wek dewletên Federatîv nîne. Kêmasiya herî mezin jî ew e, ku hukumeta hevpar (muþterek) nîne. Belê ev demek e, ku di nava herdû hukumetan de germî heye û roj bi roj pêþde dihere û heta niha çend caran parlamena Kurdistanê civiyaye û di hin mijarên girîng de bi taybetî bi nûneriya herdû partiyan, PDK û YNK biryar jî hatine girtin. Lê bi gorî dîtina min divê di baþûrê Kurdistanê de Federasyoneke nav xweyî çêbibe, ev Federasyon dê pir bi kêrî Kurdan were. Ez bawer dikim, ku eger Federasyoneke bi rêk û pêk wek dewletên Federatîv di cîhanê de çêbibe, dê ji pêþeroja Kurdistanê û perçên Kurdistanê yên din re jî bibe wek hîmê (temel) esasî ji bo yekîtiya Kurdistanê. Ez dixwezim li jêr hinek mînakan ji Federasyona Almanya bidim.
Federalîzim an jî Federasyon çi ne?
Gotina Federalîzmê ji zimanê latînî foedus ” Yekîtî ” tê û paþê bûye Federalîzim. Federalîzim têye wateya dewletên yekbûyî. Di Federalîzmê de hukumeteke navendî û hevpar heye û hukumetên ku di nava xwe de desthilat in û bi dewleta hukumeta navendî de girêdayî ne. Mînak Dewletên Yekbûyî Amerîka an jî Komara Federal ya Almanya û hwd.
Kara Federalîzmê ji bo welatan
1. Di dewleteke Federal de bi taybetî mekanîzma kontirolê zêde ye û têkiliyên hukumeta navendî û ya herêmê bi hev re xurt e û nahêle di nava dewletê de kesên bi desthilat in zerarê bidin dewletê.
2. Ji ber ku di Federalîzmê de kontirol zêde ye, loma demokrasî jî têye kontirol kirin û Federalîzim nahêle totalîterî an jî dîktatorî çêbibe.
3. Partiyên siyasî dikarin berê li herêmê kalîta siyaseta xwe biceribînin, bibin xwedî tercûbe û paþê di nava hukumeta Federal de bi tercûbên xwe siyaseteke baþ bikin.
4. Di Federalîzmê de hukumetên herêmê nêzîkî gel in û dikarin gotinên xwe û daxwazên xwe bi siyasetmedaran ve bidin qebûl kirin û her gav bi siyasetmedaran re bikevin têkiliyê jî.
5. Di Federalîzmê de reqabetî dibe tiþtekî mecbûrî û her herêm dixweze ji herêma din zêde kar û xebatên baþ ji gel re bike.
6. Ji ber ku kontirola Federalîzmê zêde ye, loma îstîkrar û aramî jî bê guman di navbera hukumeta navendî û hukumeta herêmê de xerab nabe û pirsgirêkên çêbibin jî lihevkirin bi hêsanî dibe.
7. Di Federalîzmê de girêdahiya hukumeta herêmê bi ya navendî re garantiyek e, ku pêþketina aborî, siyasî, çandî û wekhevî bi xwe re di nava hemû hukumetên herêmê de tîne.
Ev tiþtên min li jor der mafê Federalîzmê de rêzkirin, tiþtên pozîtîv in. Bê guman tiþtên negatîv jî di Federalîzmê de hene, lê ji bona pêþdeçûyîna welatekî yên herî girîng ew in, ku piraniya tiþtan pozîtîv in. Tiþtên di Federalîzmê de negatîv, pir hindik in. Bi taybetî demên mirovan zêde dihere, serê gel li ser hilbijartina hukumetên herêmê û hukumeta navendî û hilbijartina bajaran hinekî tevlihev dibe û hilbijartina parlamena Kurdistanê û hukumetên herêmê ji hukumetekî tenê bihayê wê girantir e. Mirov dikare bi taybetî sedemên negatîv wiha bîne ziman.
Demokrasî çi ye?
Demokrasî desthilatiya gel e. Jiyaneke wekhevî, azadî ji bo hemû hemwelatiyan e. Her çiqas jî li Kurdistanê hilbijartin zûde çênebûne, sedemên wê jî hene. Lê divêt em tiþtekî baþ fêr bibin, ku di desthilatiya dewleteke demokrat de jî, hertiþt gul û gulistan nîne. Çarçove û kirîterên demokrasiyê jî hene. Eger hin kes bawer dikin li welatên demokrat wek welatên Ewropa û Amerîka her tiþt gul û gulistan e, bi baweriya min dikevin xeta û þaþiyeke pir mezin.
Ez dixwazim ji hin kesan li baþûr yên her roj qala demokrasiyê dikin û bawer in li Kurdistanê demokrasî tuneye pirs bikim, gelo ew dizanin demokrasî çi ye? Û çiqas ji demokrasiyê fêhm dikin? Û heta niha çend dewletên demokrat dîtine?
Bêguman divê kêmasiyên demokrasiyê bêne ziman û ji bo demokrasiyeke xurt li Kurdistan kar û xebat bêye kirin; bi taybetî muxalefet hebe. Welatekî bê muxalefet, welatekî bê demokrasî ye, mirov wê çaxê dikare qala rejîmeke totalîter an jî dîktator bike. Lê divê mirov di daxwazên xwe de jî realîst be û li gor rewþa welêt û cîhanê tevbigere.
Dewlet û Elementên dewletê
Mirov gava li dîroka dewletan dinêre, di cîhanê de kevneþopiya dewletan ji 200 salî derbas nabe. Hîmê ramana dewletê cara yekem di sedsalên 15. û 16 de di lîteratûra polîtîk ya Îtalya de ji aliyê Niccolo Machiavelli (1469 heta 1527) ve hatiye avêtin. Lê mirov li gor dîrokê dikare bêje, ku piraniya dewletan ji 1945an vir de serên xwe girtine. Eger qiyaskirineke ji bo kevneþopiya dewletan bêye kirin, mirov dikare bêje, dewlet û kevneþopiya wan ji 60 salî derbas nabe.
Lê armanca min nîne, ku li ser pirsa dewletan û koka wan seriyan tevlihev bikim, tenê dixwezim bi kurtayî çend mînakan ji dîrokê bidim, da ku Kurd jî bizanibin, ku dewlet ji esmanan ve nehatine damezirandin û damezirandina dewleta Kurdistanê jî ne durî aqilan e.
Wek tê zanîn, UNO koma rêxistina Neteweyên Yekbûyî ( koma miletan ) ji bo hebûna dewletkê 3. element þert kirine. Ev 3. element di qada hiqûqa navnetewî de hatine pejirandin. Ev sê element ev in.
1. Hebûna erd û axa dewletê
2. Gel, netew (milet) hemwelatiyên dewletê
3. Otorîte (desthilatî) fermandarî, serwerî, serdestî û hukimdarî
Ev her sê element ji bona hebûna dewleteke serbixwe þert in. Hetanî ev sê element tunebin dewlet çênabin. Ji van elementan yek ji dest here û yên din bimînin jî dîsa nabe dewlet.
Li baþûrê Kurdistanê ev sê element jî hene. Dewltên van elementan ji gelê Kurd re rewa dibînin, yanê nasnakin neheqiyê li Kurdan dikin, tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Yên di qada navnetewî de li dijî dewleta Kurd dertên ne tenê Tirk in û herweha dewletên ereban yên kevneperest in û di pêre ew dewlet in, ku ji bo berjewendiyên xwe bazirganiyê bi Tirk û Ereban re dikin. Ka em binêrin û dubare bikin.
1. Erd
2. Gel
3. Desthilatî
Ev hersê elemen jî li Baþûr hene û goya dewletên UNO ev hersê element ji bo dewletekê þert kirine, dîsa dewleta Kurdistanê nasnakin. Ji bona ku dewleta Kurdistanê di cîhanê de bêye qebûl kirin, niha bar ketiye ser milê gelê Kurd li baþûrê Kurdistanê û li her derê cîhanê.
Pêþniyarî ji bo li ser konferanseke nawnetewî li Hewlêr an jî li Ewropa
Ez dixwazim hinek pêþniyariyan pir konkirêt ji bo ku Kurdistan di qada navnetewî de baþ bêye naskirin bikim. Divêt konferanseke navnetewî li Hewlêr bêye amade kirin û bi taybetî ev kesên ku li jêr navên wan dinivîsînim bêne vexwendin ( dawetkirin ):
1. Jimy Carter ( serokê Amerîka yê kevin )
2.Bill Clinto ( serokê Amerîka yê kevin )
3. Helmut Schmidt ( serokwezîrê Almanya yê kevin )
4. Valéry Giscard d'Estaing ( serokomarê Firansa yê kevin )
5. Berpirsiyarên hemû dewletan ji Amerîka, Asya, Ewropa û hwd.
6. Vatîkat
Gotineke Napoliyon heye û dibêje, pere, pere, pere. Belê eger Kurd destên xwe bavêjin cêba xwe (berîka xwe) û ji dil de bixwezin, ku konferansek navnetewî li Hewlêr çêbibe, dê ne hêsan be ku ev kesên min li jor navên wan nivîsîne bêne konferensê û dîtin û nêrînên xwe li ser Kurdan bêjin. Bê pere û bê organîzasyoneke bi rêk û pêk tu tiþtek nameþe.
Eger pirsgirêk hebe ji bo hatina van kesan, divêt ev Konferans li Ewropa bêye damezirandin.
Ez hazir û amad eme, ku bi hemû derfetên xwe alîkariya konferanseke wiha bikim û bi baweriya min ev ne hêsan e.
Pirsa serxwebûnê
Ji ber ku min heta niha çend caran li ser serxwebûna Kurdistanê nivîsiye, loma ez naxwazim dubare bikim. Di pirsa daxwaza serxwebûna Kurdistanê de pêþniyariyên min yên berbiçav ( konkirêt ) ev in:
1 . Divê li Hewlêr her hefte rojên înî ( Cumê ) an jî rojeke din çalakî çêbibin û daxwaza gel Kurdistaneke serbixwe, souveräne be.
1 . Divêt gel di çalakiyan de dengê xwe û daxwazên xwe ji bo serxwebûnê bi awayekî gur biparêzin û bilind bikin.
Ji ber ku bi taybetî niha cîhan di pirsa Iraqê de hiþyar e, loma eger Kurd her heftê li Hewlêr bi çalakiyên mezin dengên xwe bilind bikin û daxwazên xwe bînin ziman, dê ji aliyê çapemeniya cîhanê ve bi awayekî rasteqîne bêye girtin û cîhan dê li ser mijara serxwebûna Kurdistanê giftûgoheke berfireh bike.
Heta Kurd daxwaza serxwebûnê bi bîr û bawer neparêzin û lê xwedî der neyên, dê tu caran xwe negihînin armanca xwe.
Dewleta Tirk gelê Kurd û cîhanê tehdî dike û dibêje, ku eger Kurd li baþûrê Kurdistanê qala serxwebûnê bikin, dê bi destê zorê herin têkevin baþûrê Kurdistanê û wê derê xerab bikin û dê nehêlin, ku Kurd dewleteke serbixwe îlan bikin. Ez bawer dikim, Tirkan wek her dem di dîroka xwe de hên tiþtek di pirsa baþûrê Kurdistanê de fêhm nekirine. Dema Tirk bi detsê zorê têkevin baþûrê Kurdistanê, êdî li hemberî wan dê ne tenê bi sed hezaran pêþmergeyên qehreman yên Kurdistanê þer bikin, her wiha dê 5 mîlîyon Kurd dijî Tirkan þer bikin. Ez li vir bi mîlyonan Kurdên Bakur, rojhilat Kurdên Baþûrê Rojava û Kurdên Erwopa jî hesab nakim.
Belê divêt Tirk di pirsa siyaseta xwe de li ser baþûrê Kurdistanê hesabên xwe baþ bikin. Gotineke wan ( Tirkan ) heye û dibêjin, "Dimyat'a pirinc'e giderken evdeki bulgurdan olmak da var" ( çûyîna Dimyatê ji bo birinc, dibe ku ji bilxurê malê jî bibe )
Dewleta Tirk zûde di pirsa Kurdan de winda kiriye û haya wan ji wan nîne. Bi gotineke din dewleta Tirk Tîrena xwe zûde revandiye, lê bi kevir û kuçikan li pê Tirenê ketine. Ev heþtê sal e çi xerabî ji destê wan hatiye, bi gelê Kurd kirine û hên jî dikin.
Eger dewleta Tirk dixweze pirsgirêkan çareser bike, karên wan ne li baþûrê Kurdistanê û ne jî li Iraqê heye. Bila ji çareserkirina pirsa Kurdistanê bi awayekî duristî, ne bi awayekî qelaþî, fîtne û fesadî li Tirkiyê çareser bikin.
Lê eger ew ji çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê hên jî birevin, dibe êdî ji îro û pêve hesabên xwe baþ bikin. Êdî di cîhanê de her tiþt bi gotin û daxwaza Tirkan nameþe.
Ala Kurdistanê û ala Iraqê
Min li baþûrê Kurdistanê li herêma Behdînan li tu derê ala Iraqê nedît. Jixwe di 22.08.2003an de pêþmergeyan bi merasimeke ji bo dostaniyan Kurd û Amerîka li serê çiyayê Helgurdê ala Kurdistanê û ala Amerîka bi hev re bilind kirin û di wê demê de serokê birêz Mesût Barzanî jî daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got, ew êdî destûrê nadin, ku ala rejîma Baas li Kurdistanê bêye libakirin. Ev biryar di cih de ye û gelê me li herêma Behdînan ji ala rejîma Baas bi tevayî xelas bûn. Lê tiþtekî min jê fêhm nekir, ku alên Iraqê li herêma Soran, yanê herêma bi taybetî di bin kontirola YNK de ye hê li her derê hene û têne libakirin. Bi bîr û baweriya min, divêt alên rejîma Baas ji Kurdistanê bi tevayî temîz bibin û bêne avêtin.
De werin Kurdino, werin, de werin merdino werin, guhê xwe ker nekin, zimanê xwe lal nekin û çavên xwe kor nekin, li welatên xwe xwedî derkevin. Ev dîroke, dîrok her dem û her wext derfetan nade mirovan, li Kurdistanê xwedî derkevin. Ji Kurdistanê re kar û xebat bikin, da ku welatê me yê Baþûr di qada navnetewî de bêye naskirin û em jî bi serbilindî bêjin, ku em ji Kurdistanê ne û em hemwelatiyên Kurdistanê ne.
Her Kurdekî li dijî Kurdistanê û li dijî berjewendiyên Kurdan derkeve û jêre astengiyan derxe, di xizmeta dijminên Kurdan de ye. Ew nikare û mafê wî/wan jî nîne, ku bêjin ez/em Kurd in.
Çavkanî
1 . http://www.pen-kurd.org Malpera PENa Kurd
2. http://www.bundesrat.de Malpera konseya Federal ya Almany
3. http://www.uno.de Malpera UNO bi zimanê Almanî
4. http://www.un.org Malpera UNO bi zimanê Îngîlîzî
5. Karl-Michael Reineck, Allgemeine Staatslehre und Deutschesrecht
FÛAD SÎPAN (FUAT AKPINAR)
Almanya, 16.11.2003
|