Desturê baþurê Kurdistan ( Beþê yekem )
(1487 gotin) (4061 car hat xwendin)
Desturê baþurê Kurdistan ( Beþê yekem ) Civata nîþtîmanî a baþurê Kurdistanê
Pirojekta desturê herêma Kurdistanê
22 - 08 - 2006
31- Xermanan - 2706 a Kurdî
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Em, Gelê baþurê Kurdistanê, ew gelê ku bi dehan sale sitem û zordarî yên wan rijîmêm diktatorî liser wan tê meþandin ku bi awayekî pir xurt destelat di destê xwe de girtibun. Bi awayekî ku azadî li me nehêlabun û ji wan mafên siruþtî jî em bêbeþ kiribun ku xwedê mezin daye mirovî û wan mafên þaristanî û siyasî û aburî û civakî û rewþenbîrî yên ku mirov di soznameyên navdewletî de îtîraf bi wana hatiye kirin, lewra bo me bi zor danzanîn û pêþde jî em bune qurbaniyên berjewendiyên navdewletî, dema ku em hatin bêbeþ kirin ji wê yekê ku bi xuwestekên xwe em biryarê liser çarenivîsê xwe bidin û bingeha siyasî û yasayî yên xwe destnîþan bikin, berevajiya wan gelên ku piþtî þerê cîhanî yê duyem, sudmend bun bi piþtevaniya wan 14 bingehên serokê Emerîka yê wê demê Wîdro Nîlson, ji împiratoriyeta Osmanî hatin kirin.
Dema li sala 1920 an, rêkeftinnameya Sîver di maddeyên 62 û 63 û 64 de îtîraf bi mafê Kurdan kir bo biryar danê liser çareya xwenivîsînê, bi rêkeftinnameya Lozan li sala 1923 an ew maf hat jêbirin. Dema ku komîteya lêkolîna komkara neteweyan Usbetûlumem jî boy wana diyar bu ku Kurdistana baþur, ku piþtre bi navê Kurdistana Îraqê hat bi navkirin, rojekê ji roja beþek nebuye ji Îraqa Erebî û daxuwaz û daxuwazên welatên cîran tu belgenameyên dîrokî waan piþtras nakin û wan pirtuk û nexiþeyên dîroknivî û cogirafînasên kevin yên Ereb diyar kirine û nexiþeyên sed saliyaþazdê û bîstê yê ewrupiyan wan bi direw derdixînin û boy wana diyar bu ku sinurê Îraqê ji bakur li çiyayê Hemirîn derbaz nabe û Kurdistan qet beþeke nîne ji Enadol ê, ev yek jî daxuwaza daxuwaz karan ret dike. Zêdebariya wê yekê jî bê ku pirsiyara kesî û rapirsiya me û ji ber hinek berjewendiyên navdewletî, Kurdistan xistin ser Îraqa Erebî.
Dema hikumeta Îraqê di daxuyaniya 30. 05. 1932 de bi awayekî ne timam îtîraf bi aliyek a kêm ya mafên me kir, û pêgîriya wê jî xwezaya navnetewî têdebu, ku maddeya deyem qedexe dike bê pejirandina piraniya endamên komkara neteweyan wê pêgîriyê bêxe rojevê yan jî bê rakirin, û herçende wê pêgîriya hikumeta Îraqê di warê neteweyên yekgirtî de piþtî damezirandina wê çalak bu û diviya bi hata bicîanîn, lê mîna hubira ser kaxezê ma. Bi berdewamiya 80 sal serkut kirinê, sal bi sal di zêdebunê de bu û tu têkest û wan hukimên di gaziya gerdunî û soznameyên navnetewî de hatibun û pesina dadperwerî û wekhevî û hevbeþî û azadî ûdelîveya wekheviyê dikirin û diketin nava desturên yek li pey yek yên Îraqê, di sedturê sala 1925 were ew siyasete ne rawestandin û astê bo wê didanîn. Belku hikumetên yek li pey yek hemû xetên sor derbaz kirin û xwe li hember mafên netewî yê me gêl kirin û bi wê yekê ne rawestan, belku gehiþtin qonaxên encam dana jinavbirina bikom û cînosayida regezî, û siyasetên xwe gehandin kavil kirina nêzîkî 4500 gundan û guherîna dîmogirafiya çihên bab û kalan di piraniya Kurdistanê de, bi riya veguhastina bi zorî ya welatiyên Kurdistanê ji wan bajar û gundên ku mabun ava û neketibun ber kavil kirinê û neçar kirina wana ji bo ku nejadê xwe biguherînin û bicîanîna siyaseta cînosayda leþî bi bikaranîna çekên kîmiyayî li bajarkê Helebceya þehîd û deverên Balîsan û Badînan û bi dehan cihên din û hezaran gencên Kurd yên Feylî, bo nava mirinê, bo nav zeviyên ceribandina kîmiyayî û gorên bi kom hatin veguhastin, piþtî koçber kirina malbatên wana bo derveya Îraqê û jêsitandina welatînameya Îraqî, û piþtre dest bi êrîþên ji navbirina Barzaniyan û êrîþên enfal kirinê kirin û bêtirî 182000 mirovên sivîl yên bê çek ji genc û pîr û jin û zaro têde bune qurbanî.
Wê dilreqiya ku li hemberî me hatiye bikaranîn û wê tepeseriyê û zordariyê û jinav birina ku zimanê fermandarên Îraqê li hemberî me, canê þoreþgêriyê dame û agirê serhildanên yek li pey yek yên nava dilê me hilkir û pelên wê çirîskê geþ kirin ku bab û kalên mexistin ser milê xwe liser rêbaza berevanî li xwe kirinê û þerê parêzgariyê li mirinê bun, û bo bersivdana heza manêdi jiyanê de, di berdewamiya 80 sal þoreþ û serhildanên me li pey wê hatin. Di wê heyamê de jî dema yek çirîska hêviyê derketibe rojevê, serokên me xemsarî nekirine bo dest dirêj kirinê ji bo aþotiyê. Lê wan fermandarên yek li pey yek yên ku hatin ser texta fermandariyê, hertim karê wan carna site mzul û carna peþîman bun buye liser sozên xwe.
Eve bu kakilka siyaset û tîtala rêbazên wana, belgeya herî baþ jî peþîman buna rêkeftinnameya xizîrana sala 1966 an û xwe vedizîn ji rêkeftinnameya adara sala 1970 an û mohir kirina wê rêkeftina bed ya Cezayir a sala 1975 an bu, ku rê xweþ kir bo zalbunê bi ser tevgera azadîxuwaza gelê me, ku eger bo heyamekê ronahiy wê kêm bu, lê heta heta nebu çûnkî piþtî çend mehan bi dijwarî hibu ve û taca gul gulî ya wê jî serhildana behara sala 1991 an bu ku wê koçberiya bi miliyonan li pey wê hat, wîjdana cîhanê hejand û di nava wê de li 05. 04. 1991 biryara civata ewlekariyê hejmar 688 derçû, ku di encma wê de welatên hevpeyman yên þerê kendavê, devera tenah li Kurdistanê damezirand û buye werîsa derbaz bunê û ji pêþerojeka nediya em rizgar kirin. Me vê delîveya zêrîn bo xwe qazanc kir û yekem hilbijartina perlementoyê li 19. 05. 1992 an encma da û li 05. 07. 1992 an yekem hikumet jê ket meydanê, û destelata dadweriyê hat danîn û cara dawiyê biryara perlementoyê a yak alî derçû bi wê gaziya binav û deng ji bo federalî û hilbijartina peywendiya federalî bo Kurdistanê ligel her hikumeteka navendî ya Îraqê û buna Îraqê bi welatekê komarî, federalî, demokirasî, perlementoyî, tev alî. Eve jî ligor mafê me yê rewa liser biryar danê ji bo mafê çareya xwe nivîsînê, bi piþtevaniya peymana neteweyên yekgirtî û soznameya navdewletî bo mafên þaristanî û siyasî û peymana navnetewî bo mafên aburî û civakî û rewþenbîrî, ku sala 1966 an li neteweyên yekgirtî derketine û Îraq jî li 25. 01.1971 an çûye ligel wana.
Dema ku Îraq hat azad kirin ji destê diktatorê hovî û biryara yasaya rêvebirina Îraqê bo qonaxa veguhastinê derçû, bi damezirandina dewleta Îraqa federal, piþtre liser heman bingeh, desturê hertimî ya Îraqê hat danan, cardin hêvya me nû bu. Pejirandina desturê federalî ji aliyê piraniya gelên Îraqê di rapirsiyeka roja 15. 10. 2005 an de dirustiya hilbijartina gelê Kurdistanê û dirustiya destnîþan kirina sîstemê fermandariya hejî ji bo Îraqeka pêkhatî ji 2 netewên serekî, Kurd ûEreb, ligel netewên Turkimen û Kildan û Aþurî û Erman û Olên cuda cuda mîna Îsalam û Kiristiyan û Yezîdî û Wêbî û Mendayî, ku xêr û xêrata wê li damezirandina dewleteka federalî bi dest ve têku mukumtir û hejîtir be ji bo bi dest ve anîna dadperwerî û ewlekarî tenahî û azadî û demokirasî û dadpirsî d inavbera pêkhatiyên netewî û olî de.
Lewra li dema hest kirina me bi wê serkut kirinê û zulim û zoriya ku neviyên me rastî hatine, û li rêz girtina me bo serokên nîþana tevgera azadîxuwaziya Kurdistanê û xebatkarên pêþmergeh û wan þehîdên ku canê xwe feda kirin ji bona azadiya gelê Kurdistanê û mafên rewa bi mafên çareya xwenivîsînê û ji bona demokirasiyê bo Îraqê, û li îtîrafa me bi rewayî ya wan armancên ku ji bona wê xebat kirine û li rewþeniya bingehên gaziya gerdunî ya mafên mirovî û wan sozên navnetewiyên ku girêday bi wan armancan in û bo çêkirina civakeka demokirat li herêma Kurdistanê Kurdistanê ku bicîbe liser dadperweriya civakî û mafên serekî yên mirovî û vekirêbe liser pêkhatiyên netewî û olî û þiyanên welatiyan bêxe karî û li Kurdistana Îraqê herêmeka yekgirtî û demokirat bîne rojevê ku arîkar be liser ava kirina Îraqekê ku xuwestek û wîjdana me ligel tev pêkhatiyên netewî yên gelê Îraqê û hêzên siyasî yên nîþtîman perwerên wê hevdu bigire, bi þertekê federalî û demokirat û perlementoyî be û bawerî bêi tev alî û mafên mirovî hebe. Ji ber tev wan sedeman, me ev desture êxist rojevê.
28. 09. 2006
Fethî Gezneyî Fgezneyî@yahoo.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|