| |
Mamosta Hejar (1920 - 22 .02.1990 )
(4238 gotin) (5624 car hat xwendin)
Seyid Feysel Moctevî
Mamosta Hejar (1920 - 22 .02.1990 )
Mamosta Ebdurehman Þerefkendî li sala 1920ê de li bajarê Mehabadê de hate dinyayê.û li gundê devr û bera Mehabadê û Bukanê li nav hicrê feqiyan da dersa dînî xand hêj icaze nevergirtibû babe vî ço ser rehmeta xudê û ev mecbûr bû dest li xandinê bikiþîne û êtîmê babe xwe xweyî ke.hêþta 17 salî bû ku dikeve ber mal û maldariyê.ev jî bi rebenî û jariyê.li Mehabadê dizevice ema kebaniya vî bi nexweþîna Tîfoyê dimre.
Ev ber hesreta dildara xwe Mehabadê cîde dihêle û diçe bajarê Bukanê.û li vê jinke din dixaze binavê Meisûm ku diya zarûkên viye.
Mamosta Hejar lavekî 20salî bû ku dest nivîsîna helbestan kir. Ev xandin û nivîsîna kurdî xwe fêr bû çonkû zarûtiyê de evîndarê Kurdistanê bû. Ev tew helbestên Melayê Cizîrî,Ehmedê Xanî,Vefayî,Hacî Qadirê koyî û Xalemîn aþina dibe û ji helbestê van teisîrê digre û dest bi helbestê kilasîk dike û li 24saliya xwe de li Kurdistanê de meþhûr dibe.
Wêne : Mamosta Ebdurehman Þerefkendî
Li 24saliya xwe de li bajêrê Seqizê de dikeve hebsê de.û dema li zindanê derdikeve direve û diçe Îraqê û tûþî derbideriyê dibe.li þoreþa Mela Mostefayê nemir de hevkariyê dike.li devrana Þahîtiya Îraqê de dubare li tirsê polîsên Îraqê direve û diçe Sûryê û Lubnanê û Misrê du salan li Sûryê û Lubnanê dibe û jin û zarûkên vî jî diçine vir.
Piþtî nigûn bûna þahîtiya Îraqê dizivire Kurdistana Baþûrê.livê dimîne heta ku þoreþa Mela Mostefa þikistê dixo ev jî tev Barzaniya mala xwe cîde dihêle û berev Îranê tê û li bajarê Kerecê de dimîne û dest bi nivîsandinê dike.heta sala 1990ê ku diçe ser dilowaniya xwe.û termê vî helbestvan û nûserê netevî li Mehabadê de dispêrine axê.li mamosta Hejar 4kur bi navê Þêrko,Agirî(Mostefa),Zagros û Xanî bi cî mane.
Ya gotinêye ku îro mocessima vî helbestvanê neteviye Kurd li zadgaha xwe mehabada serbilind da vekî nigehbanekî dayimî hinda dervazê vî bajêrî ravestaye.
Berhemên vî 24 pirtûkin :
Alekok
Vergêra MemoZîn bi soranî
Vergêra Þerefnamê bi kurdî
Dîwana helbesta Bu Kurdistan
Çarînekanî Xeyam (verger)
Henbane Borîne (ferheng)
Vergêra Quranê bi kurdî
Vergêra Qanûna Ebû Elî Sîna bi farsî
Þerha Dîwana Melayê Cizîrî
Sifra bê biraneve (vergêra pirtûka Þerîetî)
Çêþtî Micêvir( serbihoriya vî)
Li Mehabadê heta Bexdayê
Mamosta Ebdurehman Þerefkendî serbihorya xwe bi vî terzî dibêje : ez li sala 1920ê de li rojkî baranî de li hawînê li diyekî 16e salî û babekî 48salî li bajarê Mehabadê hatime dinyayê.babê min mella bû. Emma þola melatiyê nedikir. Babê min dikan hebû û pê vê xweþ dibihorand û jînavî li dost û refîqê vî baþtir bû.
Paþî bûna min eþîra Þikak hêriþ anîne ser Mehabadê û xelikê bajêr talan kirin û mala babê min jî bê par nema heta landika bin mide derêxistibûn û ez havêtibûme ser axê û çobûn.babê min hemû malê xwe li dest da û paþan hêdî hêdî veza jîna xwe baþ kir.
Ez du salî bûm ku dayika min ço berehmeta xudê.piþtî hingî jinek bîhanî bo du salan ez xudan kirim.vextê ku ez bûme 4salî babê min jinek din anî û ez bûme xudanê jinbabê û li zarûtiyê de ez li mehebeta dayikê bêpar bûm.
Babê min du sala ez þandime mizgevtê ku fêrî Quranê bim emma ez kurd bûm û Quran jî erebî bû ber vêhindê ez heta du kelîma jî fêr nebûm. Paþî du sala babê min destê min girt û ez birme bal Mele Rehman ku medrise hebû. Medrese odek tarî bû ku feqet derê vê re nûr dihate jor.ev ode xanî ve zeliqî bû ku tendûr tê de bû. Vextê tendûr dihlkirin ev ode tejî dûkel dibû û çavê zarya sor dibû û rondik dikirin vextê ku dihatine derve bizor rêka xwe didîtin. Ca meta Amîn jina Mamosta Mele Rehman hemû rojê tendûr dihilkir û nan dipat û dibirê bazarê û difirot.
Vextê ku ez û babê xwe gihîþtine bal Mele Rehman babê mi gote Mele Rehman min kurê xwe aniye bal te ku tu dersê jêre bêjî.Mele Rehman gote babê min tu çawan didî tehvîla min.babê mi gotê goþtê vî bote hestiyê vî bomin. Yanî hindê lêde bomirinê.gotinê wan rengê marebirîna bûka dida. Paþan Mele Rehman got her sal dibe tu du hesîla bo roniþtinê û her heyvê qiranekê pare û her eyînyek 4þahiya bo heqê av vexarinê bidey min.
Min hesîlekî taze gel xwe biribû vextê çavê meta Amîn kete hesîla min got kurê min vê hesîlê bide min ku ez nivêjê ser bikem û ezê hesîlke din bidme te.
Min dîsan dersa Quran û þerîet li vê medrisê de despê kir. Mele aliyê jor dirûniþt û nedkarî li ciyê xwe rabe û me tenbî ke em 20kes bûn mele bo tenbî kirina me alaþke dirêj bal xwe danîbû ku digihîþte hemû aliyê odê heger keskê qise bikira naw serî dida. Heger rojkê mele medrisê de neba meta Amîn dibû cêniþînê mele û heger ev jî neba me rêka xwe digirt û em diçone mala xwe.
Ca heger keskê ders nexandiba yan bêterbiyetî kiriba vê rojê wavêyla bû darê felekê dianîn pêyê zarûkan pêve girêdidan û pê þivkê ter bin pêyê wan didan.
Rojekê vextê ku em medrisê de bûn bû gurêna balafira û þerqe þerqa topên þer em tirsiyan û me dest kire giryanê û Mele Rehman jî tirsiyabû û reng sûretê vî de nema bû. Gote me herne malê xwe. Zarû lev belaw bûn û her yek ço mala xwe. Vextê ku ez giheþtime mal mi dît ku babê min keyfxweþe.mi sebeba keyfxweþiya babê xwe bisyar kir.babê mi got : Mele Xelîl bu mana þaþikê gel devletê þer dike û kêm maye hêzên devletê li Mehabadê derxîne. çinko Riza Þah destûr dabû nabe kes þaþikê bide serê xwe. Ev þere heger çi ser þaþikê bû, emma hisa nasyonalîstiyê vicûda mi de çêkir ku heta axira omrê min gel mide ma.
Dema ku Mele Xelîl þikest xar em bu ders xandinê çone gundê Birhanê Li mabeyna du bajarê Mehabadê û Bukanê. Omrê min 9salî bû dema ku ez bûme feqî û devletê çi heq û hiqûqek nedida feqiyan û jîna feqiyan bi xelkê bajar û gundan bû her roj feqî diçone ber derê malan û ratiba xwe divergirtin û tînane hicrê mizgevtê de pevre dixarin. Min devrana feqîtiya xwe gundê Birhan , Pesvê , Turcan , Kermendarî li naw eþîra Mangur de bihorand.heger çi mi pirtûkê dînî baþ nezanîn emma mi li derbiderya xwe de zilma xan û erbaba li ser gundiyên feqîr û reben hiskir.
Emma pê vê bedbextiya ku mi hebû hindek caran jî diketme naw evînê û li vê evîndariyê de ez gelik giriyam. Ez du sê caran aþiq bûm û hemû caran mi evîna xwe de þikist xar çonko ez feqîr bûm û min xeyrî cindîtiyê zêde tiþtek nebû keçik mi razî dibûn emma qanûn û yasayên neseraste welat icaze nedida ku bab û dayk û axayê gund kicê xwe bê pare û pêþkêþî bidene kesekê ku hejê dike.
Eger çi min li iþqa kiçan da þikest xar emma ev bû sebeb ku ez bibime evîndarê welatê xwe. Camî helbestwanê nawbange Îranê dibêje rojkê mirivek diçe bal þêxekê û dibê ez hatime ku bibme morîdê te. Þêx dibêje tu çicara aþiqê keçkê bûyî. Dibê na þêx dibêjîtê here hej kiçekê bike ku mehebet bikevîte dilê te.
Ez jî li vê rêkê de çom heta bûme aþiqê Kurdistanê û li vê rêyêde min çicarî hizra mal û zarû û jin û kesûkaran nekir û ez li çitiþtan netirsiyam.
Temenê min 17sal bû ku babê min li gundekî dûrî bajêr bê duxtor û derman li ber zikêþê mir. Bu min sê piçûkê jinbabê du bira û xûþkek û mangeyek û zevyeke dêm û sêsed tûmen qer cîda hêla. Ez mecbûr bûm dest li xandinê bikêþim û bêm vî mîratê giran bi piþta bê tecrobetiyê hilgirim. Li xandina wan çend salan de ez fêr bûm ku Farsî bixûnim û kit kit Erebî jî dizanî bi xandina çend kevne pirtûkê dînî. Mi zevî kêlan nedizanî û ber hindê zevya xwe da icarê bi sed pûtê genim. Hindek jî nawmala kevn me hebû me ev dane çar bizina , bizinê me zêde kirin. Mi gel þirîkekê de hindek totûn û bostan çandin. Yêk du salan piþtî mirina babê min jiyana me nexweþ derbaz bû. Li seranserê zistanê de me nekarî kîlokî penîr yan þîrêj bikrin , me nanê tirsî xwar. Jinbaba min salekê paþî babê min mêr kir. Zêrê xwe û hindek nawmal jî tev xwe bir û sê zarûyê siwa êxistine sokra min ku yê mezin 9salî û yê biçûk sal û nîv omrê vî bû. Destê min erd û esmana qetiya. Ca mi çi xwelî bikira naw serê xwe? Emma menþûre ku dibêjin : dil feqîriyê nizanît.
Li gel hemû feqîrî û reben û jariya xwe ez dîsa bûme evîndarê kiçikekê. Gundê me ketiye çiya de gelik sîrik têde þîn dibe. Gundê cînar de keçik têne sîrika. Dilê mi kete yeke wan, evê jî heje mi dikir. Ez çome xastina vê. Babê vê mirovkî diz û mirovkuj bû ku xelk lê ditirsiya. Gote min dibe ez mala te bibînim. Mi gotê neyê mala min çi têde nine, heger tê kiça xwe bidî çêl û kerê min dibe ev bêne xastinê. Eger îro tu keça xwe bidî min û sibedehî ez kasib bim ma tê mi bistînî? Ez diþêm te bilêbînim û biçim hindek tiþta li cînara bistînim û danme mala xwe û hindek bizina jî heta ku tu bibînî. Emma ez heta niha sê caran li evîna xwe naomîd bûme heger vê carê jî naomîd bim çilê nayêt. Ca vextê gotinê min bihîstin kabra pê mêraniyê got : heger kiça min bi te razî bît ezê her pê vî kirasa berda bidme te. Kire gazî kiça xwe û lê pirsî, ku aya tê vî mirivî bikî? Evê jî her vekî kiçekî modêrn got,belê,gelek keyfa mi pê tê. Heger ev jî nebe ez çi kesê din nakem.
Ev jine bû sebeba dilxweþiya min û xem û derdê hejariyê li min dûr kirin. Koxtikê tariye min pê hatina vê mire bû biheþt, nanê tirsî gel vê de bu min risqê mîran xweþtir bû.hingî ra kenî kete ser lêvê min ku ev hewala min hate naw mala min. pêpalê vê me hat û li bin sîbera malkirina vê de me karî toza feqr û nedariyê li ser milê xwe daqutin. Me herdukan pevre tutûn diçand û hinek zeviya xwe jî dida icare, rizq û kincê me be diderketin. Evê jinê bildî þola derve , þola nav malê veko meþkê û nan patinê bi baþî dikir û li zarya jî hiþar dibû her veko dayka wan belko zêdetir. Hêdî hêdî ketme xweþiya. Mixabin felekê izna mi neda ku ez xweþiya de bijîm.
Min û vê jinê sê sala pevre derbaz kir,ev li bêbextiya min nesaxiya Tîfo li bê derman û duxtor mir. Dîsan tarîtiyê perda xwe ser jîna mi re kêþa. Nexweþî vekî þirîke birayan mi xirbûn, mala min bû zindan.jîna mi bû jehra helahil.hemû arezûya min ev bû ku ez jî bimrim û dûra biçim. Emma mirin bu bedbexta dest nakevît. Ezîztirîn kesa min hewala jiyana min dest mi derket, ez ketme dest û lepan û min rohnikê bêfayide rijandin. Vel mi hat ku min çavê dîtina mala xwe bêy vê nebû. Ciyê razana mi li min bibû qapûs û mi nedkarî livê razêm.
Hemêþe sîbera vê ber çavê mi bû. Mecbûr bûm li vî gundî dûr bikevim heta ku ev bîra mi biçît. Mi mala xwe bire bajarê Bukanê. Ez gelik jî qerdarê mêrikekî Bukanî bûm. Li tirsê vê hindê da ku diravê vî neçîte avê de 500tûmen dane min ku ez alvêrê pê bikem,belko devlemend bim û diravê vî bidemê, ez bûme þirîkê mirovekê û me dest bi kirîn û firotina titûnê kir.
Vê þolê da mi þansekî baþ hebû. Mi þêya qer û merê xwe bidim û tiþtik jî mire ma, paþî sal û hindekê mi li Bukanê jinekî din anî ku dayka zarûyê mine, heger çi mi ev jine pê iþq û aþiqiyê neynabû û tesadifî çavê min pêket. Emma evê þêya birînê min derman ket û xema jina mi ya pêþte li bîra mi bibet.
Rastî ez gelek caran dibêjim : ez ku hemû tiþtan da bedbext bûm û min jiyana xwe da nexweþî dîtine û min bi feqîrî jiyana xwe derbas kiriye, felekê hind baþî li gel min kirine ku li her du jina de ez xweþbext bûm. Her du caran min arezûya jîna xelkê nekiriye û ez gelek li bextê xwe razî bûme.
Dukana Nexaze rojve ciyê xirbûna cemaetê bû. Livêda gelek caran basî azadiya kurda dikirin.emma feqet gotin bûn.dilê mi jî se kurda bû û mi hez dikir ku kurda jî xwe re naw û nîþanek hebin,emma mi nedizanî ku kurd boçi bêparin,mi dilê xwe de hez dikir ku kurda xwe re padiþahek hebin.û zaryê kurda jî xwe re þahek heban.ev arezûye bû sebeb ku ez fêrî xandina kurdî bim.bîra midaye ku min û Zebîhî zor kêm Farsî dizanî.me pirtûkek binawê (Encimena Edebiyata Kurd) dest xwe ve anîbû û me kire bin çengê xwe û em çone nêzîkî pira Sor li naw þikevtekê da me dixand.me baþ nedizanî em bixûnin.
Tête bîra min me ser ev helbesta Þêx Riza :
Xizmîne meden pence le gel eþretî Cafa
Mêrûle neçê çake be gij qulleyê Qafa
Me vihe dixand : (mêrûle lebxê bekosir qlle Qafa) min digot vereng nîne çiko lenge.Zebîhî digot ez leng û menga nizanim emma meinaya vê çiye? Me qirar kir ku ez li babê xwe bipirsim.kitêb pexela mide bû û ez bi tirseve diçom çinko babê min hez nedikir ez kitêbê dersî zêdetir tiþtik din bixûnim.þevekê bi tirsetirs mi babê xwe pirsî:babo heger ez tiþtekê te bipirsim tu tore nabî?got ne.kevne kitêba xwe min paxla xwe de derêxist û ev helbeste lê pirsî.gelek mi kenya û paþan serasta vê mi re xand û got heger tu hez dikî ewane bixûnî gel min vere.em çone naw hevþa mala xwe.babê min hindekî erd kula sandiqekî kûþkeye asin ku ciyê fîþenga bû bin erdê de derêxist û daqota û himbêzek pirtûkan derêxistin.dîwanên Nalî, Mehvî, Kurdî, Herîq, Þêx Riza û gelik helbestvanên din jî têde bûn. Min hemû þewan bu vî dixandin.babê min gelik li wan helbestan ezber bû.xeletê mi jî serast dikirin.vextê ku me xandin xilas dikir kitêb dikirne naw sandiqê de û carek din dikirne bin axê de.hemû þevê eve þola me bû.
Pê vê xandinê ez fêrî xandina kurdî bûm.bo hindek kesa kitêbê Îraqê dihatin ewan jî didane min û min dixandin.helbestên Hacî Qadirê Koyî û Melayê Cizîrî û hindek helbestên din yin netevî min ezber kirin.
Ez jî bi feqîtî gunda ketibûm.rojekê ku min gundê ûçtepe dersa feqîtiyê dixand kake Rehmanê Hacî Bayiz Axa ku axayekî edîb bû hat û sera hicra feqiya da.livê basa helbestên xweþ hatekirin.çend xezelên Erebî li bara firaqê da xandin.paþî got hûn hez naken ku ez çend þêirê kurdî bû hingo bixwînim?vextê ku zanî em hez dikin tercîibendek bo me xand.ku helbestê Xalemînê Qisqelayî bû.mi nezanî evî þeirê çi teisîrek danî ser hewalên mi. belê ez dizanim ku gelek teisîr li ser min danî û tewavî bedenê mi lerizî. Ez rabûm û min destê kake Rehmanî maç kir.mi xast ez vê helbestê binivîsim .kak Rehman gote min, min sûnd bu vî xariye ku kes nabe vê helbestê binivîse.çonko ditirsiya neke bikeve destê dijmin.
Vextê ku ez li vî naomîd bûm.sibekî zû ketme rê ku biçme gundê Qesqela û rêya vê bi peyatî sê roj bû.ez du roja peya çom heta gihîþtime bajarê Sablaxê(Mehabadê) livê gotine min Xalemîn lêreye.ez gelek dû geryam heta ku min ev li mizgevta Rostem Beg da dît.bi giryan û ah û zarî mi gotê:ez aþiqê wan helbestê teme.tu wan helbestê xwe bide min. Xalemîn haþa kir û got :ka gez,ka parçe,þeirê çi,kake Rehmanê çi?babê min villa mi þeir tune.ca tu þêt bûyî ma mirov sê roja rêka peya dide ber xwe ev jî ku bikevîte dû þeirekî qaçax.tu dînî here mêjkê xwe derman ke.xuda dizane ez dest li gun dirêjtir zivirîm.
Êdî gelik pêneço ku babê min mir.mi dest li xandinê kêþa û hatme gundê Terxe ku mala me vir bû.ez li dinyayê bêxeber bûm ku gêre û kêþa nan peyda kirinê kete istûyê min.emma fikr û xeyala wan helbestan li serê min neço der.vextê ku min nekarî wan helbestan dest xweve bînim,mi xwe dest bi gotina helbestan kir.mi jî tercîibendek li ser vî veznê dana û bi vê endazê.min bo yek û du hewalên xwe xand.keyfa wan pê hat,yan jî li ber dilê mi digotin baþe.belê min xwe dizanî ku helbestê min li meina,senetê edebî û rewaniyê de nagehine helbestê Xalemîn.li daxê xwe de ez zêdetir disotiyam.min hewalek hebû navê vî Mela Rehmanê Navik bû.gundê wan jî nêzîkî gundê me bû.ev li Sêvedînê û em li Terexe bûn.car û bar ev dihat sera mi dida û hinik caran mi sera vî dida.ev kurekî zor dilsoj bû.dilê gelik kesan bal vî bû.mi jî gelik heje vî dikir.heger em gihîþtibane yêkdu me bu hev derd dil dikirin.
Rojekê çome Bukanê þevê çome taxa Þêxler li mala Kake Rehman mêwan bûm.þevê basa helbest dikirin.mi jî got mi dostekî þayir heye û naxazît kes navê vî bizanît.hindek þeir gotine.bihizra min baþ ninin û kêrçi nayên.min hindek li wan helbesta bu Kak Rehman xandin.sibêzû ku ez rabûm û min xwe bu çonê hazir dikir,gote min ezê te siwarî rêkim û xulamekê jî bidim gel te.yan tê wan helbesta mi re binivîsî yan çavê te malê nakeve.her çi min got bêfayide bû.emma sûnd xar ku çicarî navê mi neîne.kake þeir ezber kiribûn û meclisa de dixand û xelkê xwe re dinvîsîn,heta velê hat ku pêþ hingê de ku ez bigîjime Sablaxê,gelek hewalê min xwe re nivîsîbûn.
Þewa din çome gundê Qaqlave û li mala verzêrekê miwan bûm.roja din her çend heva nexweþ bû ez çome gundê Mûsa Kendî þevê ez mame mala Sofî Sadiq.sibêzû dibe ez li ciyayê bilinde (Gule Zerde) ser bikevim.gotine min xetere îro dê bibîte bager.min çar tûmen dane kabrayekê ku gel min bêt.
Birastî tehlikeyek ecîb bû,ne çavê min divebûn ne çavî kabrayê beled li ber bagerê.belê evî rê dinasî,mi xwe piþve kemerbenda vî ve girtibû û evî ez dû xwe ra dikêþam.
Pitir li hevtê mirovan naw çiya de gîr kiribûn û rêka xwe nedinasîn.kabrayê beled got:ezê vî feqiyê ser bêxim û paþan ezê bêm ve rahnimayî kem.lêre ra kabra zivirî.bayekî tind dihat.ez ser jorda bezîm.xavka min çiqla darê ve ma.mi got hemû tiþtê min dest çon bila xavka min jî tere be.çome gundê Berdereþ ser bi bajarê Banê.çome malekê kû du jin û kiçek têde bûn.
Roja din her bi nebeledî çome gundê Sertezên mala haciyekê bûme mêwan.xweþ suhbet û sexî bû.pênc û þeþ mêwanê din jî hebûn.siba zû ku rabûne nivêjê hacî got hêdî baxivin ku feqî hiþar nebe vektiþtê fêrî nivêjê nine.vextê ku ez xewê rabûm hecî ez gurc û pêç kirim û saq û gore kirne pêyê mi de û ez ispartime pisporkê ku mi hiþar be.vê rojê li naw rêkê de befrekî giran li ser me de barî.þevê em çone gundê Siyavme li naw cengelê Çixordaye ser bi bajarê Banê.ez feqî bûm û min pêþnivêjiya wan dikir û gelek dua jî wan re dikirin.
Þevê nanê genim û nanê garis bu me înan.sibêzû min nivêj bu wan kir û ez razam.paþî têþtek dereng ez li xewê rabûm.min dît ku hemo xelkê gund dortadora dîvanxanê rûniþtine.gotin feqî nivêja te gelek ser dilê me bû.heger lêre bimînî emê pênc bizinan û zekatê bidne te.here ser kaniyê raveste bera xwe bide keçikan dilê te kete kîjanê emê te re mare ken.bibe melayê me û zarûkan re dersê bêje.min bi hizar derd û belayan xwe li destê wan xilas kir.ez vê rojê der ketin befr gelek barîbû.rêke li min vina bû û ez birsî bûm û gelek vestiyayî.paþî nivêjek dereng min þûnpêyê nêçîrwana dît û ez ketme dû devsa wan re.çome gundê Bilesen mala kevxuda de.vextê ku ez rûniþtim jin dihatin berê xwe didane min û diçon.paþan yêk hat saq û gorê min derêxistin û befra ser kincê min temîz kirin û gote min rengê te gelek zer bûye me fikr dikir tê niha bimrî.
Vê þevî ez come mizgevtê.siba zû çodarê Îraqî ku bizin hebûn diçon.ez jî ketme gel wan de.dibe befir pê pêyan pêpes kiriban (qutaban)heta ku bizna bikariba herin.heta paþî nivêjê ez gel wan da bûm pêyê min gelik cemidî bûn.min gote wan ezê herim rêkek nîþa mi dan mi baþ nezanî.paþî cida bûna wan rêka min bezir bû.hindekê çiyayekê re comexar reþatiya gundekê kete ber cave min.min fikir kir ku evê her ev gunde ku evan digot.serberevxar nav cengel de rû bi gund diçom.paþî sietekê rêveçonê ez giheþtime ciyekê ku befravê çobû erdê vê hilû bû ez zeliyam û girêl bûm heta giheþtime berekê mi xwe girt.
Dema min berê xwe da bin xwe re gelik kûr bû bi endaza malkî du tebeq dibû mi hindî xwe kevir ve digirt mi nedikarî ez se bikevim sele berkî hilû bû pêyê min çiciha bend nedibû.mi ne rêka paþta çonê hebû ne ya pêþte çonê.heger ez livê bimabam yan dirinda dê ez bixarama yan jî ezê sirêbibrama.bin mire befir bû min çi çare neman mi evil kopal û xorcika xwe avêtne xarê.paþan bineçarî min jî xwe vî kevrî re avêt.ez befrê de bat bûm paþî gelek xwe kotanê mi karî ku xwe li nav befrê bikiþînim.destê min cîderketibû dema ez li nav befrê derketim min kobal û xorcika xwe jî peyda kirin û ez hêdî hêdî berev reþatiyekê çom kanî bû vextê ez nêzîkî kaniyê bûm dazde sehê gund hêriþ anîne min.min bi destekê li xwe difai dikir kêm ma bû ev mi jevderînin ku cahêlek bi mere ve gihiþte min û ez li wan seyan xilas kirim.
Ez gel xwe birme gund em cone mala wan. mala xwe de ev û xûþka xwe tinê bûn.mala wan teng û tarî û ritûbî bû ez gerim kirim û çavke mêvûja mire anîn û hostayê sinixçî anîn destê min girtin.
Piþtî nîvro ez mal derketim û kurik rê nîþa mi da û ez berev gundê Encîne ser hedê Îran û Îraqê ketme rê.mi xwe gehande gund û çome mala Xelîfe Salih û þirîkê min yê çodarê xudanê bizina jî giheþtibûne vir.roja din ez tev xudanê bizina ku Îraqî bûn berev bajarê Silêymaniyê ketme rê. Min kes nas nedikir.ez ku xudan jin û mal û zarû bûm niha tinê mame.min pirsa misafirxanê kir.gotinemin tu Îranyî te nasnameya Îraqê nine polîs dê te bigre.hotêlik nîþanî min dan û ez çome vir.
Þevê çome qehvexanê kete bîramin ku min dostek heye ku xelkê Pêncivînêye.emma Pêncivîn bi zilzilê xirab bibû.mirovê vê çobûne bajarê din.dibe dostê min hatibîte vira.min kesekê pirsî: erê mala Ebdillayê feqîye helbestvanê Pêncivînê lêre nine? Gote min belê dikanek li ser cada teze heye.þevê çome himamê û sibê çome kitêbfiroþiyekê û min pirsî. Dikana Mele Ebdillayê feqî nîþa min da.ez çome jor û min silav kir.
Ez nas nekirim.min got ez Hejarim.vextê zanî dest bi giryanê kir.min gotê giryan lazim nine. Þolekê bike ku kes nezanît ez lêreme.got belê kesek heye dibe bizane.ezê biçim bêjmê.ço paþî kêmekê hat û mêrikek pîre eynekiye simbêl tiraþî ku ran û bergûzê pînekirî ber da bûn gel xwe anî.evî dûrve kire hewar û got êtîm heger reben polîs bizanît xo dê te bigirît.paþan dildarî dane bedilê min û got rabe biçin ez birme mala xwe û gelek hirmeta mi girt û got lêre mala xwe bizane.
Ez vê male de gelek biste bûm. Bu nan û çavê mi xwe digote jin û zariyê vî mire bînin.navê vî mirvî Mîrza Rehman Baneyî bû.birastî ev bu min mamostayekî meinevî bû û her vereng piþt û penahê feqîran bû.eger çi bixo jî feqîr û destteng bû.emma baþtirîn kesek bû ku ez di jiyana xwe da gel de aþina bibûm.belê bidaxeve îro ku li kurdan babek peyda bûye ev dilê axê de razaye.rihê vî þa û ser qebrê vî hemêþe pir gul û giya bin.
Ez li avrîla sala 1948ê de çome Bexdayê.li vê de rût û birsî û belengaz bûm.mi ziman nedizanî.çi kes nedinasî.ez xanyek nebaþ da dijiyam ku basa nebaþiya vê bi kitêbkê tewaw nabe.çiko erzan bû.dema ku ez çome Bexdayê min 16dînar hebûn.mehê du dînar icara xewa mi bû.ez sibê heta êvarê dû þolê digeriyam.min feqet dizanî bêjim (þoxol)min digote kê serê xwe dihijandin.
Rojekê kabrayekê bi zimanê kurdî li min pirsî : tu çi kareyî?min gotê kurdim û xerîbim û ziman nizanim û þol dest min nakeve.gote min tu kurdê Sablaxêyî?mi gotê belê.gote min ez jî Sablaxîme û cihûme(izraîlî)û nave min Pirmiyaye.ezê te re þolê peydakem.xast pare bide min, min qebûl nekir.mi gotê min pare mift nevêt.ez bi nan xarinê deivet kirim mi qebûl kir û min danekê têr xar.reng û rûyê min vebû. ca paþan gote min here lali Meneþe bêjê bila þolekê bide te.
Dema çome lali Meneþe û min gotê pirmiya ez rêkirme ku tu þolekê bidey min.gotemin baþe here sere mehê vere ezê þolkê te re peydakim.ez hatim mi gote Pirmiya:7roj bu serê mehê maye.ez wan 7rojan de çibkim?gote min here tekya Xevsê Geylanê dîwanxana Neqîb.kabirayek livêye,navê vî Hosin Kernaçiye.xelkê Sablaxêye.bêjê Pirmiya ez þandime bal te.bo min þolê peydake.ez çom mi Hosin dît.pîremêrekî qise xweþ bû ser kursiyekê rûniþtibû.qelyan dikêþa ez jî yêke rebene qirêjû bûm.mi gotê Pirmiya ez rêkirme.gote min tu Sablaxyî?min got belê.bo min çavek xast. Ez gelek rûniþtim evî çi negot. Mi gotê mamo heger þol bo min çinine ba ez biçim.gote min lavo þol te re peyda bûye. Ez çi dixom tu jî tew min. te çîk dive.
23. 02. 2005
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
|
[ Vegere: Seyid Feysel Mojtevî | Indeksa Beþan ] |
|
|