| |
Alayê Kurdistanê
(515 gotin) (5284 car hat xwendin)
Alayê Kurdistanê
Her welatek xudan alaye kê taybete. Her alayek pêkhata netewî yan jî ya herî giring dan pê dana welatekî dîyar diket. Ala nasnama her welatekî ye. Ala nîþana hebûna gelane. Herwesa ala niþana serwerîya her welatekî ye. Kurdistan jî wekî her welatekî xodan alayekê taybete.
Milletê Kurd gelek caran xodan deshelat bu. Milletê Kurd wekî mêjoya mirovayetîyê dîyar di ket berî 6000 ta 7000 salan li Rojhelata Naverast di jîya, bi taybetî li Kurdistanê. Bê goman gelê Kurd gelek caran xodan dewlet, deshelat û serwerî bu.
Eve jî ji mêjoyê dîyare ko Xaldî, Mîtanî, Mad, Hurrî, Subarî, Kasî û Kardoxî ji koka Kurda ne. Ev gelên me navkirîn hemîya bi dirêjahîya mêjoya xo hokumranî kirîye.
Goman têda nîne ko her deshelatekê ji vana alayek yan sîmbolek ne bu. Çonkî her welatekî yan gelekî alayê xo yê taybet yê hey ji berko nîþana serwerîya wi welatî yan wî gelî berçav diket. Herwesa Kurdan gelek Mîrniþîn ( îmarat ) jî hebun wekî; Mîrniþîna Badînan, Soran, Erdelan, Botan, Merwan û heta domahîye. Ev mîrnîþînên me navkirîn jî bêgoman xodan ala yan jî sîmbol bun. Evca alayê Kurdistan yê nûke jî sîmbola serwerî û nîþana gelê Kurde.
Alayê Kurdistanê jî pêkhata netewa Kurd dîyar di ket. Nîþana serwerîya milletê Kurde.
Alayê Kurdistanê li sala 1920 ê ji layê rêkxirawa Xoybun ve hatîye çêkirin. Alayê Kurdistanê ji 3 lakêþan pêkhatîye. Li ser lakêsa navîn ROJEK a zer ( rengê zêrî ) heye. Her lakêþek ji vana jî ji rengekê taybet pêkhatîye. Lakêþa serî ji rengê sor pêk hatîye. Lakêþa navîn ji rengê spî pêkhatîye û lakêþa binî ji rengê kesk pêkhatîye. Her rengekî ji vana ramana xo ya taybet ya hey: Sor raman xwîna canemergên rêka azadîya Kurdistanê di det. Rengê spî ramana aþtîyê di det. Rengê kesk ramana siruþtê Kurdistanê yê ciwan di det. Roj ji 21 tîþkan pêkhatîye, 21 tîþk ramana 21 î adarê di den ku her sal li 21 adarê serê sala nû ( Newroz ) ya milletê Kurde dest pê diket. Rengê rojê yê zêrîn jî ramana rengê olê Zerdeþtîyan di det, ku olekê zoor dêrîne. Pîvana ( dirêjahî û firehîya ) alayê Kurdistanê 3:2 ye. Bazina ko roj jê pêk têt 0.5 ya firehe û dirêjahîya rojê li gel tîþka 1 ya firehe. Herwesa Roj li gel tîþkên xwe di kevite di nav her 3 lakêþên alay da.
Holanda, 14 10. 2006
Hekîm Hirorî http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Hekîm Hirorî | Indeksa Beþan ] |
|
|