Ne Guherandin, Ne Zivirandin, Ne Demokratîk Cumhurîyet, Ne Demokratik Konfederalizm, Ne Jî Îslamîyeta Nerm !


  • Ne Guherandin, Ne Zivirandin, Ne Jî, Federasyona Bi Dagirkerên Kurdistanêra !
  • Ne Guherandin, Ne Zivirandin, Ne Jî, Demokratik Konfederalizm ! ! !
  • Ne Guherandin, Ne Zivirandin, Ne Jî, Demokratîk Cumhurîyet !
  • Ne Guherandin, Ne Zivirandin, Ne Jî, Îslamîyeta Nerm ! ! !

  • Ne Guherandin, Ne Zivirandin, Ne Jî, Biratî ya, Bi Direwan ! ! !
  • Ne Guherandin, Ne Zivirandin, Ne Jî, Aþîtî ya, Bi Direwan !

  • Her Bijî, Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwe û Demokratîk !
  • Her Bijî, Kurd û Kurdistan ! Her Bijî, Netewa Kurd !


  • Ey Kurdên li Kurdistanê û Kurdên li dervayê welat; di yekîtîyê da hêz, di yekîtîyêda jiyan, di yekîtîyêda biratî, dilþadî û silametî heye. Lê em divînin netewên bê yêkîtînin û hêzên wanên dijbertîya hevdu dikin, bê þik, dujminatî yê dihunin. Ev yek jî, temamê hêzên wan, wenda dike û perem perçe dike. Hewceye ev yeka me misteheqê edeb û terbîyê dike. Ango bi çêbuna yekîtîya netevî, azadî nizik dibe. Wî demê guman çê dibe, em ji temamê bela û tengasîyan xilas dibin. Îro Hukumetên Koledar ên xun mij, ji ber xuyên xwa yên barbarîyên qirêj, zulmên curbecur li me dike.

    Ji ber wî yekê, ez bi bangekî bilind, gazî sazî û hêzên netewa Kurd dikim û dibêjim :

    Çavê xwa vekin, sibe hatiye hiþarbin ku, xwedîyê zulmên berê û xwedîyê zulmên îro, bila ji nezanîna me fayde nebînin. Ji ber vî yekê dibêjim, em xwa zana û jîr bikin... Bila þerefa milletê Kurd û yekîtîya wan îro nebe nîþana nexwaþî kî dijwar. Dema em xwa zana û jîr nekin, wê demê temamê milletê Kurd zirar dibînin. Ewê Kurd, di dawîyê da jî, ji gunehkaranra dibin dozker ( dehwecî ) û ewên ji wan bersîvê jî bi xwazin !

    Belê, di jîyana me Kurdan da, sê dujminê me henin, me xirab dikin û me perçe, perçe dikin. Dujminê me evin :

    1 ) - Yek ji van feqîrî ye : Bi sed hezaran û bi milyonan hemal û karker li welat û li dervayê welat di rewþa xiravda dijîn. Ev delîla feqîrîya wane.

    2 ) - Ê dudiyan cehalet û bê xwandine : Bi sed hezaran kes, yek ji me nikarin Rojname bixunin. Di zimanê huner, çand û medenîyetê da ev yek jî delîla paþta mayîn û nezanî ya meye.

    3 ) - Ê sisiyan dujminatî û dubendî, lihevnekirin ûû nakokî yên meye. Ev dujminê meyê sê yemîn ji hebuna dujminê mey ku feqîrtî û nezanînê tê holê. Ew dujminatî û dubendî hêza me wenda dike. Pêwiste berê her tistê, em wî dujminatî û dubendî yê ji ser xwa rakin. Lewra zeman ku raveker ê ( müfessîr ê ) her tiþtêyê ewê bi lêxistina þîmaqekî we dubendî û dujminatîyê ji nava me rake. Ka ev þîmaq çiye û kengê li me dikeve. Dîroke an jî disa bi destê dujmin tevkujîna ( qetlîma ) meye. Baqil ewe hîna þîmaq nexwarîye wî dubendî û nezanîyê li ser xwa rake. Ji ber xeletîyan dest danîn tê kirin. Þerê azadîyê tê rawestandin.

    Ehmêdê Xanî gotiye :

    Zêr zanîd, Zer zanîd, Devê tifingê mor zanîd ( Devê tifingê zor zanîd ) .

    Mehna gotinanên Xanî gotiye eve:

    1 ) - Zêr zanîd : Hebuna millet ya aborîyêye wek a netewî.

    2 ) - Zer zanîd : Hebuna milletek, perwerde, partî, proxram û projenin.

    3 ) - Zor zanîd : Þerê ji boy azadîyê û serxwabunêye.


    Hewceye merov teqez ( miheqqeq ) bizanibe ku li hember wî medenîyeta teze û demokrasîya ku li temamê dunyayê belav buye û her milletê qebul kiriye. Îro ev medenîyet bi angorê qanunên Demokrasî yê tê meþandin. Ji boy jîyana merovan xwaþ bive. Kes nikare wî nezantî û dubendî di nav milletê xweda biparêze ( muhafeze bike ) û li pîya bihêle.

    Belê milletê Kurd ; ji temamê gelan û milletan zêdetir ji zordestî yê zirar diye. Ez bawerim ku medenîyeta teze, di vî zemanê çand, huner, hunermendî û pîþewerî da, ji temamê milletan zêdetir ji gelê Kurd ra bi kar were.

    Dubare dibêjim :
    Ey Kurdên li Kurdistanê û Kurdên li dervayê welat; di yekîtîyê da hêz, di yekîtîyêda jiyan, di yekîtîyêda biratî, dilþadî û silametî heye. Bijî yekitiya milletê Kurd.

    Çava ku Melle Seîd ê Kurdî, ji bo pêþerojê mizgîn daye û gotiye :

    Înþaallâh di wextekî nîzikda, temamê Kurdistan ê ji nuva bigêhe je jîyanek xwaþ. Ev jîyan jî xilasîyê. Ango Kurdistan'ek Yekgirtî û Serbixwe ye. Û berîya vî gotinê ji Seîdê Kurdî pirsînin û gotinin gelo bi gumana te Kurdistan kengê azad be. ? Seîdê Kurdî bersîv dayê û gotiye hetanê Kurd himalê Îstanbol ê be, ew xilas navin. Ez jî dibêjim, hetanê Kurd himalê Enqerê be, Kurdistan azad nabe . . .

    Ez li jêr liser devleta Tirk nêrînê xwa dixwazim bînim ziman û DEHAP ê jê rexne dikim :

    Dehap Partiya Parlementoya Tirkiyê ye û xebatkarên wî bi piranî Kurde. Berpirsyarê DEHAP-ê yê Wanê bi civatekî mezin ve beþdariyê di pîrozkirina avabûna dewleta tirk de bi def û zurne beþdar bun.

    Kurdan ne zulum û zordarîya dewleta Osmaniyan ne jî ya dewleta Tirk qebûl kiriye. Wan tim û tim xwestine dewleta xwe ya bi navê Kurdistan ava bikin.

    Ji destpêka 1800 dê heta vê gavê kurd li dijî dagirkeran bi serhildanî tekoþîn dikin. Ji bo rizgarbuna Kurdistan þer dikin û tu caran bi kêfa xwe beþdarî di cejnên Tirk, Ereb û Farisan de ne kirine û cejnên wan qebûl ne kirine, pîroz ne kirine.

    Dagirkerên Kurdistanê bi hovîtî û hunmijtî Serhildanê Kurdan bi tevkujîn ( qetlîam ) û tecavuzan danin sikandin.

    Pir zuda nine :
    Jineka Kurd bi navê ( S.E ) di salên 1993-1994-ê de sê caran hatiye girtin. Hercar ew hatiye îþkencekirin, esker û zabitên Tirk tecawizê wê kirine. Gelo 405 eskerên Tirk yên tecawizê jineka Kurd kirin kî ne ? Gelo yên dibêjin biratiya Kurd û Tirkan biratiya kîjan Tirk an dixwazin. Ma 405 eskerên Tirk ne zarokên karker û gundiyên Tirk in.

    Dewleta Tirkan 1923-ê de li ser qewlên dewleta Osmaniyan hat avakirin. Dewleta Tirk li ser navê Tirkan û înkara hemî milet û xelkên din hat avakirin. Bi sedhezaran Kurd bi destê Tirkan hatin kuþtin, tên kuþtin. Meclisa ko DEHAP î dibêjin demokratîk e ew Meclîs herdem biryar û qerara qetliamên Kurdan daye û qerara îdama Þêx Seîdî, Seyid Rizayî, û hezaran Kurd daye, qerara þerê Agriyê û kuþtina hevalên Îhsan Nurî Paþayî daye û qerara kuþtin û qetlîamkirina miletê Kurd daye.

    Gava em zarokbun neyarê Kurd û Kurdistan ê bav û kalê me kuþtin. Îro em bav û kalikin dujminê Kurd û Kurdistan ê zarok û tornên me dikujin.

    Em divînin kû rêxistinên li paþ gotinên xwa nesekinin qedir û qiymeta wan li cem gel radibe. Hinek hêzên kû digotin tenê emin û emin, wek berê xurt ninin. Hewceye hinek Kurd dev ji proxrama xwaye Demokratîk Cumhurîyetê berde û bikarê tekoþîna Kurdistanek Yekgirtî û Serbixwera mijul bivin. An jî ew hêzên kû tekoþîna Kurdistanek Yekgirtî û Serbixwera nemeþînin dikevin tarîtîya dîrokî. Ji ber vî yekê bira Kurd tu wextê bira kujîn nekin û di mavêna xwada aþîtî û lihevhatinek giþtî daynin. Dev ji xeletî û þaþî yên xwa berdin, hevdu bibaxiþînin. Û tu carê li hember hev xeletî û þaþî nekin. Ez bi gotinên xwayên dawî dibêjim, Bijî Kurdistan ek Yekgirtî, Serbixwa, Demokratîk û Azad. Bijî Yekîtîya Kurd ! Kurdistan Welatê Kurdayê ! Bijî Kurd û Kurdistan !



    Ez dixwazim bi çend weneyan hovîtî û xun miji tîya neyarên Kurd û Kurdistan bînim ziman. Bawerim Kurd van buyera tu carê ji bîra nakin.






    Weneyê 1 - Tirkên hov, bi hovitî Þex Saidê Pîran darda kirin.
    Weneyê 2 - Osmanliyê hov, serê du kesên Armenî jêkirin û bi wan serîyanara wene kiþandin.











































































    Hun dikarin bi zêdetir weneyên jenosîdê di palpera PDK - XOYBUN di adresa : http://www.pdk-xoybun.com ê di beþa foto galerîyê da bibînin.


    Mîr Ezdîn
    ( Ali Cahit Kiraç )

    15. 11. 2003





    Têbinî :
  • Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.

  • Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geþ bive...


    * * *


    Jêr nivîs :
  • Birêz, Melle Þafîî, bi malbalbatî Cînarê malbata meye. Birêz Melle Þafîî, di 01. 11. 2003 da ji min daxwaz kiri bukû, ezê, wî, di malpera, http://www.pdk-xoybun.com ê da, bikim nivîskar.

  • Birêz, Melle Þafîî, ji boy quncikê nivîskarî yê, di nav Zerfekî da, nivîsekî û Wêneyek xwa, da min. Lê dema min nîvîsa wî xwand, min têda pir Weez'ên Olî dît... Min, piþtê wî dîtina xwa, ji birêz, Melle Þafîî, daxwaz kir kû, ew, nivîsekî sîyasî û netewî binivîsîne. Lê, wî ji minra got ku, tu nivîsekî binivîsîne û li ser navê min biweþîne, ezê jî, sozê didim te, di demekî nîzik da, xwe ji bona nivîskarî yê, amade dikim.

    Mixabin, birêz, Melle Þafîî, hetanê niha, tu nivîsekî din, ji http://www.pdk-xoybun.com ê ra, nenivisandî ye. Di dawîyê da, min fehm kir kû birêz, Melle Þafîî, ji bona mafê penaberî yê ( îltîca yê ) bigire, bi min, nivîs daye nivisandin. Ji ber vî sedemê, min nav û Wêne yê, birêz, Melle Þafîî, ji ser nîvîsê girt û min nav û Wêne yê xwe di nivîsê da weþand. Min soz dabu kû, dema, birêz, Melle Þafîî, ji boy nivîskarî yê amade be, ez her di xizmeta wîda bim. Ango, ez amade bum, ji boy wî, Quncikê nivîskarî yê vekim û xizmeta wî bikim...

  • Naveroka nîvîsê, pir hindik, bi angorê demê, hatiye guhurandin. Û ser gotinên nivîsê jî, bi angorê demê hatiye guhurantin. Ez hêvîmin, birêz Melle Þafîî, vî nivîsê, di hemû malperan da, bide rakirin... Û dev ji Oldarîya sîyasî berde... Ango ev divêjim birêz Melle Þafîî, Îslamîyetî ya sîyasî dike... Ev kar jî ne bi angorê berjewendî ya netewa Kurde. Îslamîyên sîyasî, her dem, dujminê berjewendî ya, netewa Kurde... Demakû, hewceya netewa Kurd, bi partîyek îslamî, hebava, Serokê netewî, nemir, Mistefa Barzanî, partî ya, bi navê. Partî ya Îslamî ya Kurdistan ê ( PÎK ê ), avakira... Serokê netewî, nemir, Mistefa Barzanî, dizanîbu kû, hewceya Kurda, bi Partî ya Îslamî ya Kurdistan ê ( PÎK ê ), tuneye. Netewperwer, Mistefa Barzanî û hevalên xwe, rêka demokrasî yê, dan pêþîya xwe û meþîyan... Berhemên xebatên wan, îro, ji mera, perçeyek Kurdistanê azad hîþtîye... Ew nemirin û di dilê meda dijîn...

    Dema nivisandina, jêr nivîs ê : 10. 11. 2007






    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





    Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan


    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg



    Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !





    Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !





    Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.





    Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !







  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=32