Desturê baþurê Kurdistan, Deriyê Duyem - Maf Beþê Yekem : Mafên Sivîl û Siyasî
Maddeya hejdeyem :
Welatî lihember yasayî, bo maf û erk wek hevîne, bê cudahî di navbera wan de ji ber regezî, nêr û mê û reng û ziman û bingehên civakî û olî û ware aburî û ware civakî yan ( Întîma ) pêþdeçûn û alîgirî ya siyasî û hizirî.
Maddeya nozdeyem :
Her kesekî mafê jiyan û ewlekaî û azadiyê heye, û nab ekes ji wan mafan bêbeþ yan bê sinurdar kirin, nemaze ligor yasayî û bi biriyara aliyeka dadwerî ya taybetmend be.
Maddeya bîstem :
Danîna delîveya wekheviyê bo hemû welatiyên herêmê mafeka bicî hatiye, û destelatên herêmê dibe riya pêwîs ji bo bi destve anîna wana bi carbine.
Maddeya bist û yekem :
Jin wek heviye ligel zelamî û nabe tu cudahî li dijî wê bê kirin û hikumeta herêmê hemû mafên sivîl û siyasî yên ku div ê desturê û di wan peyman û rêkeftinên navdewletî de hatine ku dewleta Îraqê pejirandine, diyar dike, herweha dive her tiþtek bi berbes bê danîn lihember wekheviya wana di jiyana civakî û rewþenbîrî û aburî û siyasî de bê rakirin.
Maddeya bîst û duyem :
Yekem : Fêrkirin mafeke hikumeta herêmê bo tev aliyan diyar dike bê cudahî, û qonaxa xwendina destpêkî dê belaþ be û hikumeta herêma Kurdistanê pêgîr dibe bi nehêlana nexwendewariyê di nava tev jiyên cuda cuda de, bi nêr û mêyan.
Duyem : Hikume herêmê dê xwendinê bi awayekê belaþ di hemû qonaxan de, destpêkî û navendî û amadeyî û zanîngehî û xwendinên kedkarî û tekinîkî de têxe bedestê gelê xwe û dê pêgîr be bi pêþde birin û handana lêkolîna zanistî bo armanca aþitiyê û sivîlî, û çavdêriya serkeftin û afirandin û nûkarî û hemû tiþtên jêhatî dike.
Sêyem : Xwendina taybetî û sivîl, bi yasayî tê bicî anîn.
Maddeya bîst û sêyem :
Yekem : Welatiyên herêmê mafên beþdarî kirinê hene, rasteras yan bi riya nûnerên hilbijartiyên xwe, liser rêvebirina kar û barên giþtî bi awayekî azad, herweha mafên beþdarî kirinê di hilbijardinên giþtî û referandomê û hilbijartina civatên xwecihî û bajarvanî û destekên sivîl de hene, ligel wergirtina postên giþtî bi awayekî wekhevî, ligor wan þertên ku yasa wana diyar dike û liser bingeha bidest ve anîna delîveya wekheviyê.
Duyem : Li hilbijartina perlementoya herêma Kurdistana baþur û civata xwecihî û bajarvaniyan, dê rêjeyek ji bo jinan tê diyar kirin ku ji %25 ya kursiyan kêmtir nebe.
Maddeya bîst û çarem :
Sizadan kesiye, azadî û hurmeta mirovî hatiye parastin.
Maddeya bîst û pêncem :
Ne guneh heye û ne siza, meger ligor têkistek a yasayî be, tu kiriyar jî nakeve ber sizadanê eger li dema kirina wê kiriyarê di yasayî de bi guneh neyê danîn, û nabe sizayek a dijwartir ji wê sizaya li dema kirina wê gunehê de berî kiriyarê biser gunehbarî de bê sepandin û bicî anîn.
Maddeya bîst û þeþem :
Dadwerî li hember dadgehek a taybetmend' de mafek a parastî û bidest ve hatiye bo hemû welatiyan.
Maddeya bîst û heftem :
Gunehbar bê gunehe, heya wê demê ku di dadgeh kirinek a dadperweriya yasayî de guneha wî/wê tê îspat kirin.
Maddeya bîst û heþtem :
Mafê berevanî kirinê li xwe, pîroze û di hemû qonaxên lêkolînê û dadgehî kirinê de ligor hikumên yasayî.
Maddeya bîst û noyem :
Her kes di riya dadwerî û kargêrî de mafê wê yekê heye ku bi awayekî dadperwerî serederî ligel de bê kirin û nabe reftarên xirap yan bikar anîn îþkenceya leþî, derunî yan serederiya ne mirovî ligel bê kirin, û îtîraf pêkirina bi dare zorê yan bi gefan bi îþkencê yan sozdan û tirsandinê, nayê pejirandin, û kesê ku ziyan pêketî dikare daxuwaze qerebuya wan ziyanên leþî û derunî bike ku li wê/wî ketiye, û ew qerebu ligor yasayî tê diyar kirin.
Maddeya sîhem :
Yasa bandora wê bo demên burî niye, eger têkistek a yasayî a berevajî nebe, lê ev yek wan yasayên ku taybetin bi bac û resmiyetê kar pê nayê kirin.
Maddeya sîh û yekem :
Yasaya sizadanê bandore xwe nabe bo demên burî, meger bêtir di berjewendiya gunehbarî de be.
Maddeya sîh û duyem :
Aliyê lêkolê dive dosiya lêkolîna destpêkî bêxe ber destê dadwerê taybetmend, di demekê de ku di bîst û çar demjimêran derbaz nebe, ji wê dema ku gunehbar tê girtin, ew demjî ji carekê bêtir nayê dirêj kirin û dive her bow ê demê be.
Maddeya sîh û sê :
Yekem : Kes nayê binçav kirin û kes jî bê fermana aliyek a dadwerî ya taybetmend nayê girtin yan zîndanî kirin, ewjî dê ligor yasayî be.
Duyem : Girtin, zîndanî kirin, ji derve ya wan cihên ku ligor yasayî bow ê armancê hatine diyar kirin, qedexeye, û dive ew cih çavdêriya civakî û tendirustî wana bibînin û di bin destelata dezgehên hikumî de bin.
Maddeya sîh û çarem :
Dadgeh liser xerciya hikumetê li herdu qonaxên lêkolê û dadgehî kirinê de, dê parêzerekî/ê diyar dike bo berevanî kirinê li gunehbar bi kirina gunehê, eger parêzer nebe ku berevaniyê lê bike.
Maddeya sîh û pêncem :
Yekem : Ew cihên ku lê dirune û cihê wî / ê ne rêz lê tên girtin, û bin pêkirin yan çuna nav wana, lêkolîn, yan çavdêrî kirina wana ne diruste, tenê di wan deman de nebe ku yasa dest nîþan kiriye.
Duyem : Ligor yasay nebe tu kes yan tiþtên wê/î nayê lêkolîn.
Maddeya sîh û þeþem :
Ew kesê ku tê girtin di cih de pêwîste li sedema girtina wî/ê bê haydar kirin, herweha dive di cih de ji guneha ku rastî wî/ê tê kirin bê haydar kirin.
Maddeya sîh û heftem :
Nabe girtî ji ber tuxim yan regez yan reng yan ayin yan bîr û hizirên siyasî, netewî civakî, samana cihê ji dayik buna wî/ê yan her sedemeke din, reftarên cuda cuda ligel bê kirin.
Maddeya sîh û heþtem :
Rêz li baweriya ayinî û bingeha exlaqî ya wê pêkhatiya ku girtî jê hatiye tê girtin.
Maddeya sîh û noyemîn :
Pêþkêþ kirina daxwaz û gilî nameyan bo dezgeha herêmê, mafeka rewa ya welatiyane û pêwîste rayedar di demekê de ku ji 15 rojan derbaz nebe, biryarê liser bidin, û wernegirtiyan ji ber her sedemekê be, yan biryar liser nedana wana bê tu behaneya rewa, dê rastî lê pirsînê yan yasayî dike.
Maddeya çilem :
Koçberên siyasî bi dare zorê nayê radest kirin bo welatê ku jê hetiye.
Maddeya çil û yekem :
Hikumeta herêma Kurdistanê rêz girtina malbatên þehîd yên tevgera rizgarî xuwaza gelê Kurdistanê û pêþmerge û malbatên qurbaniyên Enfalê û bombabarana kîmiyayî û ewên bi sedema wê yekê tuþî kêm endamî ya berdewam bune têxe ser mile xwe.
Maddeya çil û duyem :
Rê bi tu alî yan rêbazekê nayê dayin ku hizira þovênî, faþistî, nejad peristî, terorîstî, bi kafir zanîn, cînosayid yan eþîrî vegire, herweha handerbe yan rê xweþ bike yan bi rêz û hurmet behaneyan bo bigire. Dezgehên Kurdistanê jî dê pêgîr bin bi berê xwedana wana yan piropogande berhingar buna terorê bi hemû awayên wê û kar dikin bo parastina herêmê ji wê yekê ku bête baregehê wana yan riya derbaz buna wana yan meydana çalakiyên wana.
Beþê duyem :
Mafên aburî û civakî û rewþenbîrî
Maddeya çil û sêyem :
Kar kirin mafê her welatiyekê ye û pêwîste delîveya kar kirinê û bi dest ve anîna jiyarê bo bê hêsan kirin bi encamdana wî karê wê/î ku dê hilbijêre û bi azadiye xwe dixuwaze.
Madeya çil û çarem :
Hikumeta herêmê bernameya araste kirinê û fêrkirina hunerî û kedkariyê ji bo peyda kirina delîve ya karî dabîn dike.
Maddeya çil û pêncem :
Karker mafê kiriya kar kirinê li hember wekheviya karê wekhevê heye, bi yasayi jî têkeliya karker û xwedî kar liser bingehên aburî tê rêxistin û pêwîste yasaya dadperwerî ya civakî û parastina karkeran ji bin pêkirinê tê berçav kirin.
Madeya çil û þeþm :
Karker mafê wekheviyê liser bi dest ve anîna delîve ya bilind bunê bo pileya bilindtir û hejî heye, bê berçav kirina tu tiþtekê ji bilî salên xizmetê û þiyana wî / ê.
Maddeya çil û heftem :
Hikumeta herêmê mafê damezirandina sendîka û yekîtiyên kedkarî, bi awayekê azad misoger dike, evejî bi yasayî tê rêxistin.
Maddeya çil û heþtem :
Xwedî karî ya taybet hetiye parastin, nabe ji kesî bê sitandin tenê bo armanca sudê giþtî û bo qerebu kirineke dadperwerî ya bilez nebe, ku beriya dest jê berdanê ji wê mulkê, yan li dema dest bi ser dagirtina wê tê dayin, eve jî bi yasayî tê rêxistin.
05. 11. 2006
Fethî Gezneyî Fgezneyî@yahoo.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=327
|