TEVGERÊN KURDEWARÎ MÝL NEDÝN HEV, LOZAN A DÝDOWA BÝ LEZ Û BEZ TÊ !
(1162 gotin) (4901 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
TEVGERÊN KURDEWARÎ MÝL NEDÝN HEV, LOZAN A DÝDOWA BÝ LEZ Û BEZ TÊ !
Va rojên dawîyê nîqaþeke gûr û tîr berdewam dikê. Nîqaþ di nav bera Tirkî û YE de ye. Lê Kurd di nav encamê de kelemin. ji ber ko Kurd di rojhilatanavîn de neteweyek e dîrokîne. Li ser cografyeke stratejîk dijîn. Navê wê perceya cografî jî KURDISTAN` e. Dewleta Tirk li ser vê axê þirîkê dagirker yê ye.
Rapora YE ji bo Tirkîye hazirkirî ko 17 Cilêpêþî 2004 de despêka danstandina endametîya YE biryarê bigrê ye. Dilê Tirkîye ji bo vê car kopal lêdidê. Ji xwe ko êvara berpisîyarên Tirka di razihin jî, di xewna xwe de di bînin ko Kurd Tirkîye qet û perce dikin. Ji xwew di hilceniqin û dibêjin mala xwedê ava ko vê carê jî percekirina komara tirkî xewn bû. Vêca wexta civînên Tirkîye bi YE re jî cêdibin, pelê kaxezên dosya li hev dikevin, ew ji xiþ xiþa kaxezan jî di tirsin û dibêjin ka vê carê YE wê ji bo Kurda ci bi bêjê.
Herba yekemin a cîhanê talîya Împeratorîya Osmanî anî û bi tevayî hilweþand.
Weke kûmkulavoka di dewsa vê Împeratorîya de dewlet derketin holê. Ji alîyê rojava ber bi rojhilat ve ji ber Teng-av a Cebelîtariq, heya tixûbê Faris.
Ji alîyê baþur ber bi bakur ve, ji Yemen û Hicaz pêda heya balkanan tevayê gelan bûne xwedî mafên sîyasî û dewlet. Kurdistan cara yekemîn bû car perce.
Ji xeyrî percê mezinê Kurdistanê pêva, nema dibin destê Tikên xunvexwer de.
Ev heþtî û car salin dewleta tirka, gelê kurd dîl girtîye û hêja azad bernedaye. Niha jî di xwazin bi kevin nav YE de. Dîsa gelê Kurd ti mafên xweyê kulturî insanî, sîyasî û dewletî nebê.Weke carkên cara Kurd dîsa dibin darê zorê, asîmîlasyon û înkarkirina komara xwînxwer de bijîn.
Dewleta tirk bi hîle û qûlabîyên li gelê kurd da kirin ava bû. Di hema demê de ko kurd li xwe hiþyar bûn û pêde, tirkan êrîþên qirkirinê berdan û gelek serhildan bi xwînê fetisandin. Tirkên xunxwar ji destê kurda bê car bûn.
Damezrandina Varþowa û Nato ji bo dewleta Tirk, li hemberî gelê Kurd firseteke giring bû. Cîhan di navbera herdu alîya de mabû. Hevalbendîya terefekê ji bo Tirka serketin bû. Tirk bûn endamê NATO û piþtgirîyek mezin ji tirkan re cêbû. Þerê di nav bera Vîetnam û Emerîqa de derket, gelek nema bibê sebebê þerê nükleerî. Lê bila balkêþ bê ko þerê di nav bera herdu dewletan de derket holê, dîsa ji bo dagirkerên Kurdistanê bû serketin.
Sala 1966 de di navbera EY û YS de peyman hate girêdan, ko di rojhilata navîn de dewleta Kurd newê damezrandin. wê wextê tevgera Baþûrê Kurdistanê ji vê peymanê derbe xwari bû lê ne bercav bû. Ji ber vê peymanê tevgera gelê kurd, ne ji bo PAKTA NATO û ne ji bo PAKTA VARÞOWA qet ne balkê$ bû. Ji bo ko tevgera neteweyî di Kurdistanê de, di xwest xwe pêþ da bibê, lê gelek lehîstok hebûn. Bi wasîteya cepên tirkan, hereketên kurdistanî bi nîjadperestî tawanbar di bûn. Li gel peymanên ko dewleta Tirk bi nato û Evrupa re heyîn jî, dîsa ji ber tevgera gelê kurd, ev 84 salin heya 1949 bi yek partî û heya niha bi gerandina awarte xwe di meþênê.
Wexta ko YS û PAKTA VAR§OWA xwe hilweþandin, alîgirên PAKTA NATO bi tevayî pê dilxweþ bûn. Lê dewleta Tirk bi vê bûyerê ketîye nav zorê û tirseke mezin de. Ji ber tevgera cîhanê bi tevayî hate guherandin. Ev guherandin ji bo tevayê dagirkerên Kurdistanê ne ronîye. Berjewendîyên EY di rojhilata navîn de jî hatine guherandin. Stratejîya EY li ser dewleta tirk jî xwe guherand.
Balkêþe ko serok wezîrê tirk tayîp Erdogan ji bo Felluce dibêjê "kuþtîyên Felluce Þehîdin" , berpirsîyarê komîsyona mafê însanî yê meclisa tirk Mehmet Elkatmiþ dibêjê "Emerîqan li hember misilmana qetilamê dikê" û esnafên Enqere ji bo Ambasadorê Emerîqan Erîc Edelmann re jî gotine "em alavan na firoþin Emerîqanîyan". Divê Kurd bi zanibin Ko Tirk li hemberî Emerîqan ne di zorê de bin, li dijî Emerîqan xwe nîþan nadin. Li gorî vê meriv dikarê bêjê ko sînorên rûmetîyê di nav bera EY û dewleta tirk de qels bûne.
Dewleta ko perezît divê piþta xwe dîsa xurt bikê û rêyekê ji tevgera cihana niha derxê. Tirk dizanin ko rêya sîyasetê ji gelê kurd re vebê, ew biratîya ko bi zorê, xwînê, asîmîlasyonê û înkarê mayî li ser linga wê hilweþê.
YE li bakurê Kurdistanê 15-20 milyon kurd di rapora xwe de qebul kirîye û nîþan didê ko YE ji bo her car percên Kurdistanê difikirê ko 30-40 mîlyon Kurd hene. Nikarê hema bi yekcarê xîzikekê bidê ser gelê Kurd. Ji ber vê YE di vê bi zanibê, ka gelo Kurd weke netewekê di xwazin di navbera dewleta Tirk û YE de rabin ser lingan, an weke Leyla Zana ko li ser navê A. Öcalan û KONGRA GEL, bi navê tevgera "Komara Demokratîk" ko heyîna kurdistanê jî red dikin û bi dewleta Tirk re radibin ?
Divê êdî Kurd ji dîplomasîya yek netewe ne tirsin. Dîplomasîya perce perce di qada navneteweyî de ji bo gelê Kurd lawaze. Tevgerên Kurdistanî yê her car perca di karin di derheqa YE, Baþûrê Kurdistanê û hw. bi hevre piþtgir bin. Platforma ava bikin. dîplomasîyeke Kurdistanî bidin pêþ. Dikarin bi nivîsandin, bi raporên sîyasî, kolîsên dîplomasî, civînên piþt derî û alanî xwe bighênin qada bilind. Nefesê li dîplomatên YE bicikînin. Îro ji bo berjewendîya gelê Kurd di rojeva cîhanê de di tiþtên giring hene. Ev herdu tiþt ji bo berjewendîya gelê Kurdin û mafên sîyasîne. Baþûrê Kurditanê û têkilîyên di nav bera dewleta tirk û YE de ko tên nîqaþ kirinin. Divê di hercar percên Kurdistanê de, tevgerên ko xwe sîyasî û Kurdistanî di bînin bi yek alî, li va herdu pirsgirêkan bi xwedî derkevin.
Di sala 1923 de li Lozanê Îsmetê ker bi navê gelê Kurd, Peymana Lozanê da îmzekirin û dewleta xwîn vexwar bi ser êxist. Îro jî tirk di xwazin bi emrê Îmralî, KONGRA GEL û bi wasiteya Leyla Zana û cend kesan Lozana didoyan bi YE dîsa bidin îmzekirin.Tirk dest dirêjahîyan gelek dikin, di derheqê gelê Kurd de dîplomasîyek gelek bi qirêj di meþînin. Xwe eþkere pê di pesinînin û xwe pê nav didin. Dinya ji wan bawer dikê. Divê bi lez û bez tevayê herekên ko Kurdistanî ne dengê xwe bi raporeke sîyasî bi YE bigihînin û vê raporê bêxin pratîkê. Bidin nî$an kirin ko Kurd ne Kemalîstin. Kurd ji pey mafên xweyê insanî, kulturî, sîyasî û neteweyî venagerin. Divê kurd jî di nîqaþa YE û dewleta tirk de alîyek bin. Lê ko tevgerên kurdewarî ê sîyasî, sazîyên demokratîk, serbixwe û rewþenbir mil nedin hev, lê ne nexwe LOZAN a didowa bi lez û bez tê!!
Bremen, 08.12.2004
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|