|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1922 0 Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).
|
|
|
|
| |
Desturê Baþurê Kurdistan ( Beþê Çarem )
(2422 gotin) (4049 car hat xwendin)
Desturê Baþurê Kurdistan ( Beþê Çarem ) Maddeya çil û noyem : Malbat yekîneya civakî ya xwezayî û bingehiye di civakê de, û mafê wê ye ku hikumet û civak parêzgariyê lê bikin, lewra :
Yekem : Nabe girêdana hevjîniyê bê mohir kirin eger herdu alî yên wê hevjîniyê bê zorî lê kirin razî nebin.
Duyem : Hikumet parastina dayikîniyê û zarokiyê û pîriyê têxe ser mile xwe û civatek a pirispêkerî ji bo kar û bare malbatiyê tê damezirandin.
Sêyem : Zaro mafê perwerde û sexbêr kirinê û fêr kirina wan li ser dayik û babe heye, bab û dayik jî mafê rêz lêgirtinê û çavdêriyê li ser zaroyên wana hene, bi taybet li dema dest kurtiyê û pîriyê de.
Çarem : Bin dest kirina zaroyan û tepeser kirina wana di ware aburî ve qedexeye, hikumeta herêmê berheviyên pêwîs dike ji bo parastina wana:
Pêncem : Her awayekî cudahiyê û tundî dijwariyê û ne heqî di nava civakê û dibistanê de qedexeye.
Þeþem : Hikumeta herêmê damezirandina xaneya taybet bi çavdêrî kirinê û parastina wan jinan diyar dike ku bi sedema civakê ne tenahiya malbatî ji dest derketine.
Maddeya pênciyemîn : Her welatliyek mafê çavdêriya tendirustiyê heye, û dive hikumeta herêmê awayê parêzgarî kirin û çavdêrî kirinê dabîn bike û ligor þiyana wê jî mafên wan kesan dabîn dike ku bi sedema rewþekê ku di destên wana de nebuye, çafkaniya jiyarê ji destê wana derketiye û li dema nexweþî û pîrêiyê û bêwejiniyê û bê jiniyê de.
Maddeya pêncî û yekem : Yekem : Hikumeta herêmê pêgîre bi giringî danê bi tendirustiya giþî, bi dirust kirina nexweþxaneyan û dezgehên tendirustiyêû xaneya çavdêrî kirina civakî bo kesên nav sal, û awayê xwe parastin û çareserkirinê jî dabîn dike.
Duyem : Take kes û dezgehên sivîl dikarin nexweþxane û xaneya çareseriya taybet dirus bikin di bin çavdêrêiya dezgehên hikumeta herêmê, ev yek jî dê bi yasayî bê rêxistin.
Maddeya pêncî û duyem : Yekem : Kêm endaman mafê wane ku rêz li mirovahîniya wana bê girtin, herweha tu tiþt sedema kêm endamîniya wana be û di her astekê de bin, her wan mafên bingehî yên welatiyên hev jiyên xwe hene, û mafê wana ku jiyanek a hejî ku li gor þiyana xwezayî be, derbaz bike.
Duyem : Kêm endam mafê çareserkirina nujdarî û derunî û fêrkirin û damezirandin û sud wergirtin ji kêm endamiya dest çêkirî û amurên ku çiyanê dide û hemû wan tiþtana hene, ku þiyan û jêhatiya wana pêþde dibin heya þiyana herî bilind, ji bo ku wana cardin tevlî civakê bike.
Sêyem : Kêm endam mafê wana ku di hemû qonaxên nexiþe dana aburî û civakê de pêwîstiyên wana bê berçav kirin.
Çarem : Kêm endaman mafê wana ku bên parastin ji her serkut kirinekê yan ji her sîstemekê yan serederiyekê ku ser û bereke cudakariyê yan ne heqî têde bem yan jî ji hurmeta wana kêm bike.
Pêncem : Hikumeta herêmê giringiyê dide nîþan û nusênan ku bi riya Birayil ji bo wan kesên ku bi sedema kêm endamiya leþê wana pêwîstiya wana pêheye, têxe ser milê xwe.
Maddeya pêncî û sêyem : Hikumeta herêmê çavdêriya zanîngehên Kurdistanê û parêzgariya cihên pîroz û bingehên kesayetiyên manewî di çarçova yasayî de têxe ser milê xwe.
Maddeya pêncî û çar : Yekem : Hikumeta herêmê çavdêriya zaniest û çand û huner û handana lêkolîna zanistî têxe ser milê xwe.
Duyem : Her kesek mafê wî/ê ye ku beþdariyê di jiyana rewþenbîriyê de bike û sudê ji pêþdeçunên zanistî û bicî kirina wana werbigire û sudê li parêzgarî a yasayî li ser berjewendiyên maddî û manewî yên ku bi dest ve hatine ji her kareke zanistî yan hunerî yan çandî werbigire.
Sêyem : Her kesek maf heye ku di lêkolînên zanistî û çalakiyên afirandinê azad be.
Çarem : Hikumeta herêmê parêzgarî kirin li mafên mulkatiya afirandinê û retina rengan û nimune û nîþanên tomar kirî û navên bazirganiyê û karên çandî û zanistî têxe ser mile xwe.
Maddeya pêncî û pênç : Hikumeta herêma Kurdistanê çavdêriya sinêl û gencan têxe ser mile xwe, ewjî bi wê yekê ku :
Yekem : Ji serkut kirinê û varê bunê wana bi parêze.
Duyem : Di her warî de þiyanên wana pêþde bibe û jêhatiya wana êpþde bibe û þiyanên xwezayiya wana berçav bike û çalakiya wana pêþde bibe û arîkariya wana bike.
Sêyem : Di ware perwerdeyî de wana amade bike û bihayên exlaqî û nîþtîmaniya wana yên resen di wana de mukum bike û canê destpêþxistinê û hiþiyariya wana bi cûltûrê dîrokî û têkoþîn û mirovatiya netewê wana di wana de bicî bike.
Çarem : Delîve lihember wana bê vekirin daku þiyanên xwe di beþdarî kirina pirojekta pêþde birina aburî û civakî rewþenbîriyê de bêxin nava karî.
Pêncem : Dana nexiþe û bernameyan daku berpirsiyariyê bêxin ser milê xwe û rola wana jî di nava civakê de hebe .
Þeþem : Destpêþxistina take kes û koman pêþde bibe û giringiyê bide afirandina wana û bingehên pêwîst damezirîne ji bo çavdêrî û piþtevaniya maddî û manewiya wana.
Heftem : Canê arîkariyê û zibareyî û bicî kirina demokirasiyê di nava wan de pêþde bibe û sedemên sud wergirtinê li dema dest xalî buna wana bo wana dabîn bike bi awayekî ku berhem têde hebe û þiyan þarezayiya wana berçav bike û binirxîne.
Maddeya pêncî û þeþ : Werziþ kirin mafê her welatiyekê ye û dive hikumeta herêmê çalakiyên werziþî pêþde bibe û pêwîstiya wana dabîn bike.
Maddeya pêncî û heft : Yekem : Parêzgarî kirinli jîngehê, zevî, av, hewa, giya û dar û bar û candar, berpirsiyariya hemû kesên xwezayî û manewiye, ewên ku ziyanê bi her yek ji van tiþtana bigehîne, dê rastî lêpirsînê be li hember cardin çêkirinê, ji bilî berpirsiyariya sizayê, ligor yasayî.
Duyem : Welatî mafên bingehî hene li ser azadiyê û wekheviyê di rewþeka jiyara hejî û serûbereke civakî û aburiya weha ku jiyanek a bi þeref û xweþ bo wana bê dabîn kirin, û erkî þaristaniya jîngehî biparêze û baþtir bike ji bo berjewendiya nifþên niha û pêþerojê.
Sêyem : Çareser kirina çafkaniyên pîskirina jîngehî û kêmkirina wana li ser mile hikumeta herêmê ye, ji bona wê yekê jî xebat dike ji bo pêþde birina dar û barî û þînketiyê û parastina wê yekê û berfireh kirina wana û parastina dever û cihên kesk yên nava bajarî û derdorên bajaran û pêþdebirin û berfireh kirin û çêkirina baxçeyên giþtî û pawanên xwezayî, ji bo parastina candaran û giya û berhemên xwezayê û nehêlana avakirina avahiyan û dezgeh û bikar anîna amîran di pawanên xwezayî de.
Maddeya pêncî û heþtem : Dive hikumeta herêmê berheviyên pêwîs bike ji bo parastina bikarhênerî û arîkariya wana bike ji boku bikaribin parêzgariyê li xwe bikin bi afirandina riyên yasayî bo damezirandina yekîtî ûkomên taybetmend bo wê armancê.
Maddeya pêncî û noyem : Her kes mafê wê yekê heye ku bi awayekî azad bîr û boçunên xwe bîne ziman.
Maddeya þêstem : Hikumeta herêmê azadiya belavokan û çap û rojnamevanî û mafê civîn û xwenîþandanê û girevê bi awayekî aþitî dabîn dike, ev yekjî dê bi yasayî bête rêxistin.
Maddeya þêst û yekem : Azadiya gehandin û name guherînan bi posteyan û telefonan û bi nameya elektironî û yên din, hatiye parastin û nabe bê çavdêrî kirin yan gudariya wana bê kirin yan bên eþkere kirin, tenê jiber pêwîstiya yasayî yan ewlwkariyê nebe, ewjî bi biriyarek a dadwerî.
Maddeya þêst û duyem : Welatiyên herêma Kurdistanê ji sefer kirinê yan akincîbun ji derveya herêmê û vegeriyana wan, azadin.
Maddeya þêst û sêyem : Her kesek bi awayekî yasayî di nava herêmê de be mafê hatin û çunê bi awayekî azad heye û di diyar kirina cihê akincî bunê de azade û nabe ew maf bê sinurdar kirin, tenê jiber pêwîstiya parastina ewlekariya netewî yan tîtalên giþtî yan tendirustiya giþtî yan maf û azadî yên kesên din nebe, ligor yasayî.
Maddeya þêst û çarem : Hikumeta herêmê pêgîre bi mukum kirina rola dezgehên civaka sivîl û pêþtevanî kirina wana û pêþde birina wana û parastina serxwebuna wana ji bona bidest ve anîna armanca wana, ewjî bi yasayî tê rêxistin.
Maddeya þêst û pêncem : Ayin ne bi zoriye, her kes azadiya hizir û ayin û bawerî heye û hikumeta herêmê azadiya welatiyên Kurdistanê bi Musulman û Mesîhî ( fele ) û yezîdî û ewên din hêsan dike û azade, ji bo awayê peristê û erk û rê û resmên ayinî yên wana û rêz girtin li mizgeft û kenîse ( dêr ) û peristgehên din û pêþde birina wana.
Madeya þêst û þeþem : Rê bi tu awayên bêgariyekê (suxire) yan kar pêkirina bi zorî yan derxistina neheqî nayê dayin û nabe ev yek bê bikar anîn :
Yekem : Nîna neçar kirinê yan ber bi arasteya siyasî yan mina sizayakê liser bîr û baweriya siyasî yan bîr û hizirekê di ware mezhebî ve berevajiya sîstemê siyasî yan aburî yan civakî hebe, yan jiber gotina wan bîr û hiziran be.
Duyem : Mîna komkirina hêza bi bandor û bikar anîna wê bo armancên pêþde birina aburî.
Sêyem : Mina sizayekê liser beþdarî kirina partiyên siyasî.
Çarem : Mîna awayekî ji bo cuda kirina nejadî, civakî, netewî, ayinî, mezhebî yan siyasî.
Maddeya þêst û heftem : Yekem : Azadiya damezirandina kom û partiyên siyasî yan tevlî buna wana hetiye hêsan kirin û azad kirin û dê bi yasayekê bê rêxistin.
Duyem : Kes nayê neçar kirin ku tevlî partiyekê yan komekê be û nayê neçar kirin ku liser endametiya wî/ê be yan dest jê berde.
Sêyem : Kom û partiyên siyasî liser rêvebirin û rêxistin û mafên endametiya wan dê pêgîr bin bi pirensîpên demokirasiyê.
Çarem : Nabe partiyên siyasî tayê partiyek a biyanî, yan ser bi berjewendiya welatekê biyanî be.
Pêncem : Partî û komeleyan li ser rê û rêbaz û pirogiram û bicî kirina wana dê pêgîr bin bi bingehên wan mafên bingehî yên ku di desturî de hatiye diyar kirin û pejirandina bîr û hizirên hember û tev alî û bi kar anîna tundî dijwariyê.
Þeþem : Rê bi partî û rêxistî û kom û take kes jî nayê dayin ji bona bi destve anîna armancên partiyê yan hilbijardinê yan tiþtên din, ayin yan beþek ji naveroka pirtukên pîroz yên wana, yan rê û resmên ayinî mina awayekê bo kêm kirinê ji bingeha siyasî yan civakî yên kesên din bi kar bînin.
Hetem : Wan komelên ku armanc û kiriyarên wana ligel hikumeta yasayî ya sizayan hevdijin û helwîsteka dijî hev bi sîstema siyasî ya herêmê û jiyana aþitiyê û nêzîk bunê ji pêkhatiyên netewî û ayinî yak û gelê Kurdistanê pêgîrin bi wê yekê, tên qedexe kirin.
Maddeya þêst û heþtem : Her kes mafê beþdarî kirinê di civîn û komên aþitiyê de heye û nabe ev yek bê qedexe kirin, tenê ligor yasayî bene.
Maddeya þêst û noyem : Sozname û soznameyên haydarî yên navdewletî yên taybet bi mafên mirovî ku pêþde ji aliyê Îraqê ve hatine pejirandin, yan piþtre dice rêza wana dê vê desturê timam bikin.
Maddeya heftê : Kesên biyanî ji wan maf û azadiyan dê sudê bibînin ku di sozname û peymanname û rêketinname yên navdewletî ku biryar liser hatine dayin û komara Îraqa federal ev yek pejirandiye, li hember wê yekê jî wan erkên ku têde hatine diyar kirin dê keve ser mile wana.
Maddeya heftê û yekem : Qeyid yan sinur danîn li hember bicî buna her maf û azadiyekê ku div ê desturê de hatiye bi yasayî nebe, ne diruste, ew jî bi þertekî ku ew qeyid û sinurdarî bandore xwe nebe liser naveroka maf yan wê azadiyê tenê bi wê yekê ku civakeke ava liser bingeha demokirasî û hurmet û wekhevî û azadî û dadperwerî wê yekê bi pejirîne.
Fethî Gezneyî
Fethigezneyi@yahoo.com
Baþurê Kurdistan, 21. 11. 2006
Fethî Gezneyî Fgezneyî@yahoo.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Fethî Gezneyî | Indeksa Beþan ] |
|
|