|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1922 0 Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).
|
|
|
|
| |
Dêrika Hemko singa xwe ji nivîskar û helbestvanê Kurd Konê Reþ re vekir.
(695 gotin) (3965 car hat xwendin)
Dêrika Hemko singa xwe ji nivîskar û helbestvanê Kurd Konê Reþ re vekir. Welatê me - Dêrika Hemko Li dûv hêvî û daxwazên pêkanîna jîngeheka rewþenbîrî ya vekirî û saxlem. li roja Înê 17. 11. 2006 ê, bi beþdarbûna jimareka berfereh ji rewþenbîr, helbestvan, xemxwar û dilbêþên peyva kurdî, ( Tevna Çand û Hunera kurdî ) þevbêrkeka rewþenbîrî ji helbestvan û lêkolînerê kurd Konê Reþ re li bajarê Dêrika Hemko berhevkir .
Di þevbêrkê de rêzdar Konê Reþ gurzek ji helbestên xwe xwend û herweha gotarek bi navê ( ji wan gere ) û tevlî gotinek kurt li ser malbata Bedirxaniyan jî di þevê de pêþkêþkir .
Piþt re deryê dan û standinê hate vekirin û beþdarên þevbêrkê nêrîn, têbînî û pêþinyarên xwe ji mamosta Konê Reþ re diyarkirin .
Dawiyê þevbêrk bi pirsyar û ramanên amadebûyan û bersivên rêzdar Konê Reþ rengîn bû û hate xemlandin .
Kurtiyek ji jiyana helbestvanê navdar Konê Reþ : Konê Reþ helbestvan û lêkolînerekê kurde, di sala 1953 ê li gundê Doda ser bi bajarê Qamiþlo ve girêdayî ye ji dayîk bûye.
Xortek têgehiþtî û çelenge, di sih salên borî de pirr helbest û gotar di govar û rojnamên kurdî yên jiderve û hundir de belavkiriye .
Tê jimartin yek ji wan kesên pêþîn yên ku zevya nivîsandina bi zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê piþtî Osman Sebrî, Gegerxwîn û Qedrî Can xepartiye, û herdîsanê tê naskirin yek ji wan navên berîz û xuya yên ku di meydana rewþenbîrî, afrandêrî û ramankêþî de li Rojavayê Kurdistanê di destpêka salên heþtiyê ji çerxa bîstê de û ta dema îro jî di vê meydanê de berdewame .
Ked û karekê berketî di gelek waran de daye, ji nivîsandina helbestê, gotar û lêkolînan bigire ta bigihê komkirina pêmayê kurdî yê bidevikî û herweha gotin û serpêhatiyên pêþiyan jî danehev .
Di serbor û pêvajoya xwe ya torevanî de derbasî gulzar û buxceyên zarokan jî bûye û di vî warî de helbestin ciwan ji zarokan re afrandî ye . di sala 1989 ê de, ewî û mamosta Ebdulbaqî Husênî govara Gurze Gul weþandin . lê tevî van, tiþta ku helbestvan Konê Reþ nêvnasdikê û ji xwendevanên wî re didê naskirin, ewe xemxwarî û guhdana wî bi pêmayê Mîrê Botan malbata Bedirxaniyan .
Berhemên wî yên çapkirî : 1 - ) di warê lêkolîn û vekolînên dîrokî de
- Çîrokên Mîran – Beyrot sala 1990 ê
- Mîr Celadet Bedirxan (jiyan û ramanên wî) Þam sala 1992 ê .
- Serhildana Sasonê ( 1925- 1936 ) Þam sala 1995 ê .
Komela Xûyebûnê ( 1927 ê ) û Serhatiyên þoreþa Araratê 1930 ê – Hewlêr 2000 ê .
- Qamiþlo – Heleb 2003 ê .
2 - ) di warê nivîsandina helbestên zarokan de
- Sîpan û Jîn – Beyrot sala 1993 ê .
- Ez þagirtê Bedirxanim – Beyrot sala 1996 ê .
3 - ) di warê nivîsandina helbestên mezina de
- welato ….. ! – Beyrot sala 1998 ê .
- Dergehê Jîn û Evînê – Þam sala 2001 ê .
- Cûdî çiyayê Mirada – Þam sala 2004 ê .
Ser bi zimanê Erebî ve ji aliyê mamosta Hejar Ibrahîm ve hatiye wergerandin .
- Dara Çinarê – Þam sala 2006 ê .
Ser bi zimanê Erebî ve ji aliyê mamosta Imad Elhesen ve hatiye wergerandin .
- ( Wêneyin ji bîranînê ) hevpeyvîna wî bi nivîskar û helbestvana kurd Bêwar Ibrahîm re – Þam sala 2000 ê .
Konê Reþ
Rojavayê Kurdistan.
Bajarê Qamiþlo, 21.11.2006
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Konê Reþ | Indeksa Beþan ] |
|
|