YALÇİN KÜÇÜK SİLAVÊN GERM ŞÎYANDİN Jİ BO BİRAKÊ XWE APO, ZUBEYÎR AYDAR Û LEYLA ZANA RE !
(1520 gotin) (4664 car hat xwendin) 
M. Şerif MÜŞTAK
YALÇİN KÜÇÜK SİLAVÊN GERM ŞÎYANDİN Jİ BO BİRAKÊ XWE APO, ZUBEYÎR AYDAR Û LEYLA ZANA RE !
Berî sê şeva Küçük Yalçin na li mi bibûrin Yalçin Küçük, estexfîrûllah, dîsa li mi bi borin, ez di xwazim navê hezret rast bi nivîsim, ji ber ko birayê serokê gelê Kurd e, navê wî Asê Kiçik ko derketibû programa „Yek û Yek“ (Teke Tek) a Hulkî Ceviz oglu Flahs Tv. mi not kirîye
Vêcarê Asê Kiçik ne li ba KONGRA GEL(KADEK-PKK), li ser ekranên MED tv bû ko mesaj di rêkirin ji dewleta Tirkîye re, digot „Apo Kardêşimdir“. Asê Kiçik li ser televîzyoneka tirk bû, li Tirkîye bû, şîret li dewleta Tirk dikir, rêberî dikir, digot „Hûn çima li hemberî pêşve çûna Kurda bê deng dimînin, xwe ker dikin. Bila dewleta Tirkîye dev ji Celal Talabanî, Leyla Zana, Apo berdê, bila wan bihêlê li alîyekê, dewleta Kurdên Yahûdî çêdibê, sibehî wê dewleta me tarumar bikê û daqûrtînê. Hûn li Messhud Berzanî temaşe bikin, tehloka herî mezin ji wî derdikevê, Yê ji bo xirakirina Dewleta Tirk xeter û tehloke ewe“
Ji kerema xwe vê nivîsê heya dawîyê bi sebir bi xwînin, bê ka Asê Kiçik ( Yalçin Küçük ) çi got !
Asê Kiçik bi Kurdî dibê Yalçin Küçük. As cihê yekê, yazdeh û di kevê pişt car kaxezê papaz leyîstok tê meşandin. Di leyîstokê de pêwistî bi „As“ çawe hebê, leyîstok wilo tê gerandin. Vêca navê Yalçin Küçük bi kurdî gelekî bi serve ye û layîqe ko „As“ bê.
Asê Kiçik di ekranê de di xwîya ko keyfxweş bû. Lê kêmasîyeke wergirtina wî a berbi çav hebû, dorstûk pêça bû, lê desmala sor a pitik, pitik(pitî, pitî) ne li dor stûwê wî yê jîjo kî bû. Weke Reqê wexta ko di gotinekê de dima asê, xwe di cewciqand, de sirên wî newin fêhmê, stûwê xwe dibir tanî, bi lingên xwe, bi çavên xwe û bi berçavkên xwe, xwe tev dida, herdû enîşkên xwe datanî ser masa spîkerê MED Tv. bi hêrs, bi berzandin taxifî, her deqîqe ko digot „Kardêşim Apo“ û dest di hejand. Bi hezaran kurdên dil paqij, dirist, dil şewitî û ji xizmeta gelê xwe re her wextê ko amade, di hema demê de bi telefona hevdo bi ekranên Tv. Agahdar dikirin, di gotin „Asê Kiçik û serokê meyê ketî dijî Netewa Gelê Kurd“ li ser ekranên Tv. taxivin. Bi milyonan Kurd lê gûhdar dikirin, bi nîqaşên wa dilxweş, keyfxweş dibûn, bi hevre diketin şîrovên bi rûmet ji bo serok û şîretkar û mamostê wî.
Coşîya ko bi navê „Dewletek a Yekbûyî, Demoqratîk û Serbixwe“ gel dabû mest kirin, rexnekirin qedexe bû, xîyanet bû, Asê Kiçik li ber çavên gelekên welatparêzan bi bû hezret, Asê Kiçik û serokê ketî dijî netewa gelê Kurd birayên hevbûn, rexne kirin weke red kirina terîqetê bû, ji dînê xwe derketin bû…..
Di Flash Tv de ko Asê Kiçik taxivi bê tirs bû, ji ber di cihê ewlehîyê de bû, li welatê xwe bû, şaşî bi kiran jî dewleta wî bû, dewlet ji wî baş ewleye ko xizmeteke pir giring ji Kemalîzmê re kirîye, birayê xwe Apo jî weke xwe bi rêxistin kirîye û kirîye Atazade.
Asê Kiçik û gelek berpirsîyarên KONGRA GEL, bi gelek caran hatine ba hev û sîyaseta Kurd bi hevra nîqaş kirine. Zubeyîr Aydar hostayî ya xwe ya sîyasî, li ber çavên Asê Kiçik danîye nava halê, berçavkên xwe birine û anîne, lê ji bo berjewendîya gelê Kurd kar têde heye, nîn e, ne hesibandine.
Mi gûhdarî mesaja Zubeyîr Aydar a sersala 2005 ko bi telefonê beşdarî Roj Tv bûyî kir. Te di got Zubeyîr Aydar bi hizbeke komonîstên berî 28 sal re kar dikê, ji tevgera Kurd û Kurdistana bakûr yek gotin ne got, tevgera Kurdistana Başûr anî ziman û axiftina xwe pê boyaxkir. Lê tê zanîn ko serokê Z. Aydar û L. Zana li hilweşandina Kurdistana Başûr di gerê.
Ma hûn nizanin ko Kurd êdî guh nadin vê derf û zirnê ?
Hûn binêrin şevê dî kekê serokê hewe di got.“Mesaj ji bo Z.Aydar, L.Zana û serokê hewe ye“
Asê Kiçik nêzîkî 6 seetan axifî. Ji ber ko ez programên Hulqî Cewîzoglû di şopênim, mi karî programê baş gûhdar bikim. Tiştên ko ez li ser Asê Kiçik di fikirîm, ew tişt eşkera şîrovekir, lê bi mi ne gelek xerîb bû, tiştên xerîb ew bû ko KONGRA GEL(KADEK-PKK) bi deh hezaran kurd dabûn piş Asê Kiçik, derdikete konferans, mitîng û televîzyona MED Tv, bi deh hezara welat parêzên Kurd lê temaşe dikirin, gelek kes hebûn ji vê bûyerê ne razî bûn, lê ji tirsa xwe eşkere ne dikirin, ji bo wan kesa zor dihat dîtin. Lê ev ji wan kesê bê deng diman gûnehkarîyeke mezin bû, bê dengîyê dijmin xwirtir dikir. Ez hêvîdarim piştî programa„Yek û yek“ a Hulqî Cewîzoglû herkes rastîya xwe bê tirs nîşan bikê.
Bi bawerîya mi Asê Kiçik êdî di xwazê zanibê heya îro ka çiqas tesîr li ser KONGRA GEL kirîye, cardî serad a xwe bi hejênê, bê ka çi wê bi serkevê an bi bin kevê û hin mesaj rêkê Îmralî. Di bêjin „Çûk bi ezmanê çûkan di zanin“ axiftin bi dijûn bê, bi pesin bê, ew ezmanên hev baş fêhm dikin, lê koordînasyon bi xwe ber bi çave û eşkere bûye.
Asê kiçik got îro em di pêvajoya herifandina sala 1918 a dema Elî-Osman dene. Ji bo vê axê îro pêwistî bi Mustefa Kemalekî heye. Abd bi rêya Kurdên yahûdî di xwazê, Tirkîye tarumar bikê û vereşiha……
Go sîyaseta heya niha mi domandî ji bo Kurda bi Komarê ve girê bidim, mi pêv ajotin kirîye.
Ji bo me îro tehloka herî mezin, damezrandina dewleta kûrdên yahudî li Iraqê çêdibê. Hûn ji kerema xwe dev ji Telebanî, Leyla Zana, Apo berdin û bihêlin li alîkê, li Meshûd Berzanî binêrin, temaşe bikin, tehloka herî mezin ji wî tê û derdikevê.
Di vê leyîstokê de partîya ko Leyla Zana di xwazê damezrênê jî heye. Binêrin ji bo daxwaza Federasyonê îmze awêtin.Ji bo kû li Iraqê hin Kurd hatin kûştin li Dîyarbekir reş girêdan. Pêşî serokê bajarvanîyê mi jê dûrkir. Mi got berpirsîyarên sewk û îdareye vî welatî li kûderê ne dersekê nadin wan, mi bi carekê qîrand.
Hin dibêjin mi ti Abdullah Öcalan sewk û îdare dikî, hûn binêrin rûpelên internêtan, roj, sibeh û êvara Kurd dijûna dikin mi.
Abdullah Öcalan serokatîya Berzanî qebul nakê û li hember derdikevê.
Sala 1990 heya nêzîkî xilaseka wê salê, havlingê mi Ceng Dogantepe Balyozê Şam bû. Mümtaz dîplomatek bû. Ji bo anîna Apo ya Imrali ti kiryarê wî nîn. Îro li Pragê kar dikê.
Wexta ko ez li Parîs mi Kurdolojî di xwend mi zanî Kurd Yahûdîne. Belê îro dised hezar Kurdên yahûdî hene.
Nîqaşa mina sabataycîtîyê ne hişt ko Îsmaîl Cem bi bê reîsê cumhûr.
Ecewît wasîyetnamek a Înönü da reîsê Cumhûr. Ez vê wesyetê dizanim, belge li ba minin, ezê di pirtûka xwe de bi weşênim. Ev wesîyet mûsilê bi destxin. Hesasîyeta millî a reîsê cumhûr ez dizanim. Ewê vê wesyetê giring bigrê.
Çawe Atatürk Simko şîyand ser Kurda, wayên li çîya divê em karibin rêkin ser Berzanî. Dewleta me tiştên ji dest tê nakê. Hûnê bibînin dewleta Berzanî wê me daqûrtînê.
ABD bi Ewrûpa re peyman çêkir. Ewrupa bi bajarên rojava re û ABD bi herêma Kurd a re eleqedare. Di nav wan de peyman heye.
Ez ji serî heya niha li dijî tûrîzma xerîba me û ez li hember derketime.
Ez li dijî endametîya Tirkîye a YE me û ez naxwazim em Ewropî bin.
Ez projeya PYR (Projeya Yekîtîya Rojhilat) pêşnîyar dikim. Divê em bi cîranên xwe re têkilîyên baştir çêbikin. Pêwist bê emê peymana bi islamîyan re jî bikin.
Mi di got kekê mi Abdulla, çima ?
Pêwistî pêhebû ko em Kurda bi xwe girê bidin. Divîya nêzîk bûneke cûdatir çêbiba. Lê ne xwe PKK wê bi keta di bin hembêza kesên dî de.
Komara Tirkîye bi PKK razî bû. Komarê ji serî de ne di xwest pirsa PKK safî bikê.
Belê, berpirsîyarê taybet ê bûroya kevin Îbrahîm Şahîn, Parlamenterê AKP û serokê binemala ronakbiran Newzat Yalçintaş, serokê binemala ronakbiran Mustafa Erdal, Doç. Dr. Îsmaîl Dogan, birazîyê wi ê kawkinar mîrallay, Berpirsîyarê kevin yê dev GencAtîla Sarp yalçin Küçük jî nêrînê xwe bi wîre yek ba, piştî dan nîşandin û pêve tiştin cidatir lê nûanseke hindik rexne anîn holê.
Rewş roj bi roj ronîtir dibê, tewên heya îro li ser hev tarî mayîn û tehtin veşartin eşkera dibin. Kesên bawerî bi xwe û kurdayetîya xwe heyî, ji mafê wîye bi kevê dûv pirsên ronî kirinê. Bê ka em ji kûderê gihane kûderê.
Bi navê damezrandina „dewleteke Serbixwe, Yekbûwî û azad“ lingên ajan û dijminên gelê Kurd heta bi dawîyê ketîye nav KONGRA GEL(KADEK-PKK) de û di vê rê re bi hêsanî mudaxela nav tevgera sîyaseta Kurd û Kurdistan dikin. Dewleta dagirker bi vê rê hêja di xwazê derbên mezin danê tevgera Kurdewar. Pêwiste herkes li xwe gûhdar bê.
07.01.2005
M. Şerif MÜŞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|