ÊZÎDÎ KÛRAHÎYA DÎROKA GELÊ KURD Û KURDÝSTAN`ÝN !
(1709 gotin) (4706 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
ÊZÎDÎ KÛRAHÎYA DÎROKA GELÊ KURD Û KURDÝSTAN`ÝN !
Frontal 121 ko kovara Televîzyon a kanala Alamanî ZDF`e, di roja 15.02.2005 ' de bernameyek li ser jîyan û zewaca Kurdên Êzîdî li alamanya weþand.
Di vê programê de ilona Rothin ji bo keçeka êzîdi ko bi mêrekê misilman re zewicîye hin agahdarî di dê. Bi vê bûyerê balê di kiþênê ser civaka Kurdên Êzîdî. Ji bo balkiþandina pozisyona kurdan di medya Alamanî de, PEYAMA-KURD pêwistî pê dîti bû ko ji zimanê Alamanî wergerandî ye zimanê Kurdî û daye weþandin.
Ji ber ko ev bername ji zimanê Alamanî, wergera ye zimanê Kurdî bêhtir bûye nîqaþ û derdorên Kurdê Êzîdî gelek kesên ko ev bûyer bihîstîn pê dil þikestî bûne. Lê bi bawerîya mi ev bûyer ji rastîya xwe bêhtir bûwe tepkî, ne razî bûn. û piçekî jî bûwe parsûstûrî. Wexta ko bi zimanê kurdî nehta wergerandin, diba ko di capemenîya Kurdê Êzîdî de ne bi ba axiftin, kesên ko guhdar kirin jî li wan ne biba qolinc û normal behta dîtin……..
Kesên ko bi nivîskî nerazî bûnên xwe dayîn eþkere kirin ez tevayên wa nasdikim. Wexta ko ez navên wa di bihîzim an nivîseke wa di xwênim bêhna mi bi wan fereh dibê, ji ber ko bêhtirên wa hevalbendên minê ji salê dûrve tên.
Ez gelek pê bawerim ko em hêja gelek tiþta weke hev di fikirin. Ew bi xwe ji bo þexsîya xwe gelek berketî ne, pir paqijin û ji bo gelê xwe yê Kurd pir fedekarin, ticara kêmasî ne anîne ser xwe. Ticara ne ji tirsa û ne ji bo xatirê kesê þexsîya xwe nedane heþifandin. civaka ew jê tên ko bi ol Êzîdîne, herwextê bi rastî, diristî ji wê civakê re xizmet kirine û dane kirin. Ji bo netewa xwe jî civaka Êzîdîya her wextê dane hiþyar kirin û di wê rê de jî karê xwe kêmasî ne kirnê.
Bila Mala Êzîdîya, kek Kemal Tolan, Ömer Tuko, Alî Tuko, Yaþar Abdulsselamoglu…. û hemu kesên dî bi zanibin kurdekê xwenas rêz girtîyê Kurdên Êzîdî ye û mala êzîdîya mala me teva ye. Ez ticara bawerîyê pê na ênim ko Peyama-Kurd ji bo ola êzîdîya an Kurdên Êzîdî ji bo kiçik bikin an ji bo bi kin armanca xwe ne nasan ko bernama Tv ZDF wergerandibin zimanê Kurdî. Kurdên Êzîdîyê ko îro li baþûrê Kurdistanê xwedîyê rêzgirtineke gelek ber bi jor û bilindin. Di nav desthilatdarîya basûrê kurdistan de xwedî roleke berketî û bi rûmetin. Destketîyên gelê Kurd li baþûrê Kurdistanê ji destan ne çûwî kesek nikarê zorê û zehmetîya bidin Kurdên êzîdî. Kurdên xwedî desthilatdar xwe naskirine ko bapîrzadeyên wa û bine tora wa bi ol Zerduþtîne û Kurdên Êzîdî ne.
Hûn di karin weke mala Êzîdîya, an weke ko em dostin bi pirsin. Ez bi xwe di sala 1975 de mamostê dibistana gundê Êzîdîya Kîwex(Maðara) bûm. Ji ber ko di nav Kurdên Êzîdî û Kurdên misilman de mervatî nayê kirin, krîvatî jêre bûwe pir. Di wê salê de ez û di rihsipîyê Êzîdîya bi navê Îsayê Meto û xelefê Hito bûne kirîvê hev. Em ji malbatekê bêhtir nêzîk hevin, hawar û gazîya hevin. Ji wêran Þehrê ez û Seydoyê Elo kirîvê hevin. Ji bexçe ji Batmanê em weke malbatên hevin. Ji baþûrê rojavayê Kurdistanê em weke malbatên hevin, hewar û gazîya hevin. Tiþtên ko îro bûne nîqaþ gelek cara çêbûne, lê nebûne astengî a di nav beyna insanên mejî rehnî û rehnîya civakê de.
Di cîhanê de hemû netewe û gelên civaka wa pêþ neketîn de gelek kêmasî hene, li gor civaka pêþ de çoyî car cara nîqaþên halo der di kevin nav civak û çapemenîyê. Bi bawerîya mi ji dêla em rastîyên xwe veþêrin, bila em karibin ji civaka xwe re arîkarê ronîkirin û hiþyar kirinê bin. Kêmasîyên civakê neyê þexsî ne, girêdayî bi pêþve çûna gel ve ne. Civaka gelê Kurd ji olakê bêhtir ol hene. Li gor civaka pêþde çoyî ev dewlemendîya civakê ye, lê li gor civakên ko hinekî paþde mayî de, weke gelê Kurd tengasî her wextê di nav de derdikevin. Lê ya herî giring ewe ko kesên ronahîya civak ê ne, ka1ri
bin bûyerên bi vî awayî li gor ilim û zanistî, di civakê de ji tengasîya bidin xilaskirin û civakê rehnî bikin.
Civaka Kurdên Êzîdî pir aþitî xwaze, dil soze û gelek nazike. Divê tevgerên Kurdistanî bi nivîs û têkilîyên nav civaka Êzîdîya de pir hesas bin û bi taybet civaka Kurdên misilman bêhtir rêzdar bin. Ko ez bi xwazim ola Kurdên misilman bikim nîqaþ, ezê gelek kêmasîya derxim holê. Di alîyê zewacê de, di alîyê kultura dînî de….û herwiha. Lê problemên me ne evin, problem pêþve birin û rehnî kirina civakê ye, nêzîk hevkirina civakê ye. Ne raste ko Êzîdî bawerîya xwe bi xuda nayênin. Ew bawerîyê bi xwida û her çar melekên wî yê erd û ezman tênin. Misilman hêja keçên wa li ber singa dê li kesekê dî mehr dikin. Di mervantîya Kurdên misilman de jî hêja mam xwe xwedîyê birazîya xwe di bînê û ji bo li kûrekê xwe mehr bikê.
Ji ber ko mi ev þaþî anî ziman, ma di vê misilmanên Kurd rabin êrîþî mi bikin? Ez di xwazim van kêmasîyên di civaka gelê Kurd de hinekî ji kûrahîya dîrokê bigrim û ber bi rojên îro de werim;
Wextekî em gelê Kurd MED bun, xeddîyê ked û xwêhdana xwe bûn, cengewar bûn û me cengewarî dikir. Îro di nav gelê Kurd de hinkes ji xelkên bîyanî re pir hêjane, lê ji gelê xwe re pir tehloke ne. Bi va ehwala gelê Kurd gelek zor û zehmet kêþa ye. Oldarî ji bo leyîstok û planên dijmin di nav gelê Kurd de her wextê bûwe pira sîleh û çeka dijmin. Hevalbendên dijminê gelê Kurd jî ol li hemberî gelê Kurd bi kar anî ne. Dîrokvanên cîhanê jî di zanin ji gelê Kurd re ji pêsîya dîrokê di gotin „Kürtî“ û „Gotî“ em ji wan eþîreta bûne gel û netewa Kurd çêbûwe. Berya îsa(zayînê) bi di hezar sal Kurda li teniþta rojhilata asya piçûk dewlet çêkirin û Kurd gihane ber sînorên Hindistanê.
Ji berya zayînê bi deh hezar sal, ji ber koçberî a mezin, ji Iskandînawya heta baþûr û basûrê rojhilat bela bûne. Gelê Kurd qetek ji nîjada Hind-Ewrupî (Arî) û kurdin. Gelê Kurd ji Qafqasya yê bi qoçberî derbasî çîya yê Araratê bûwe. Kurdên îro bi navê „Kürtî“ û „Gutî“ bi di esîretên mezin gihane ber keva rojhilatê derya Hazar`ê li rojhilatê ber Hindistanê bi cih bûne. Ev eþîrên mezin gihane baþûrê kendava Basra, di wire xwe gihandine heta ber derya Umman`ê. Li rojhilata behra Reþ li di bajarên mezin eþîrên Kurda hikimdarî di kirin. Berya zayînê sala 302 de hikimdarê Romê Mîthîrîdates qralîya Pontosê çêkir, gava xwirt bûn bi þerên mezin li qafqasya baþûrê derya Reþ ji destên Kurda girtin. Fatîh Siltan Mehmed Xanê barbar di 1461 de dawî li vê qiralîyetê anî û kir qolonî ya xwe.
Dîrok di bêjê berya zayînê bi 4000 sal Kurd li vî welatê mezin bi cih bûne, heya wexta koledarîya Iskenderê Zilqerne jî hikimdarîya „Kürtî“ û „Gutîya“ li van devera berdewam kirîye.Wê demê ziman bi Kurdî bû, ol Zerdûstî bû û kurd Êzîdî bûn………
Li gora dîrokê navê qiralê Kurda ê berê TOSA bû, bi navekê dî DÎAKOS bû, berîya zayînê bi 1808 sala li bajarê Behl û derdorên wê hikomat çêkiriye û bûwe paþayê wê hikumatê. Berya zayînê bi 900 sala Keykubat Kurd hemu anîn ba hev û Imperatorîya MED çêkirî ye. Dîsa berîya zayînê nevîyê Keykubat mêrê herî baþ Keyaksar bi navekê dî Hohîster hikomata asûrîya hilweþand û paytext a wa girte dest xwe.
Gutî bi navê subarî, hurî, Kasî û Lolo çar eþîr bûn. Eþîra subarîya li Ararat, Torosê, li pêþya Torosê, ji Iskenderun heya ber derya Sipî û heta xilaseka bajarê Fenîke. Li bakûrê Surî ji sînorên baþûrê Kurdistanê alîyê rojava bi navê Mîtan, Nehrî, Haltî û Muskî çend hikomat avakirine. Li Torosê hikomata Muskî ava bû, jîya wê zêdeyî sedsala berdewam kir. Zimanê wa Kurdî bû, ola ol Zerdûþtî bû û Kurdên Êzîdî bûn. Bi êrîþên Yewnanîya hatîye hilweþandin ji bo Roma bûwe qolonî.
Memê Ala ji bajarê kevnare pêþîyê wî ji bajarê Alanya ne. Alanya bajarê Kurda bû. Mem kûrê mîrek ê Kurd bû. Wexta ko Alanya û ber derya sipî ket dest Yewnan, malbata bapîrê Memê penbirbûn hatin Iskenderun´ê, li derdora Çîya yê kayê(Saman daði) bi war bûne. Evder bûwe paytexta Mîtan, Neyrî û Muskî`ya. Li vê metropolê qasî neh milyon bêhtir insan di jîyan.
Mîtanîya berya zayînê qernê 16 de hikomateke zîrek û bi qewet avakir. Vê hikomatê bi qehremanî û bi sedsala þerê Hitît û firewnên Misrê kirin. Piþtî gelek car þer bi Firewnên Misrê re hatin kirin û pêde levhatin çêkirin. Piþtî vê levhatinê berya zayînê 1405 sala Firewnê Misrê, padîsahê Totmsmitan nevîyê wî Sovartan bi Varteman re zewicî. Ji vê zewacê Firewnê 3. Amamotîs hate jîyanê û bi prensesa Kurd bi navê Dilehepa re zewicî. Wexta ko ber bi xilaseka jîyana xwe di çû, dîsa cara didowa bi Prenseseka kurd bi Totohepa re zewicî. Totohepa di dîrokê de bi navê Nefertîtî gelek bi nav deng bû.
Hurî li bakurê þetê Dîcle û Firatê li derdorên Dîyarbekir berya zayînê bi di hezar sal mîrîtîyên piçûk avakirin û 2000 sal bi mejîyekê medenî û xwirt jîya xwe dan domandin.
Kasî û Lolo ji araratê çûn çîyayê Zagros di ber þetê Dîcle re daketin baþûr. Li va devera berya zayînê bi 2000 sal bi navê Ullam, Þomîr û Akad sê dewlet hebûn. Lolo ya û Kasî ya ev her sê dewletên mezin hilweþandin. Paytextên wa Lakas, Soz û Babîl girtin desr xwe. Dewleta Kurdîvan damezirandin û li Babîl 700 sala jîya wê berdewamkir.
We wextê Ermenî li Yunanîstan alîyê Teselya di jîyan. Ermenî berya zayînê bi 600 sala hatine Esya piçûk. Lê Kurd bi 3500 sala berya Ermenîya hatine Esya piçûk, Zagros, Ararat û herêmên ber derya sipî. Tê zanîn Kurda li Esya piçûk dewleta yekemîn çêkirî ye û gelê herî kevne. Wê wextê jî ziman bi Kurdî bû, ol Zerdeþtî bû û Êzîdî bûn.
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|