DAGÝRKER MEYMÛNÝN, KERÝN, BERANÝN.. AN ÞÊRÝN ?
(1268 gotin) (4641 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
DAGÝRKER MEYMÛNÝN, KERÝN, BERANÝN.. AN ÞÊRÝN ?
Berya ko ez dest bi nivîsa xwe bikim di xwazim bûyera beþdarne bûna xwe a konferansa neteweyî a li ser bakûrê Kurdistanê di 25-27.02.2005 de li Amsterdam-Holanda bi kûrtayî agahdarîyekê bidim. Roja 25.02.2005 ko ez ber bi cihê civînê ve di çûm, li ser sînorê Elemanya û Holanda di seet 15:20 de me qeza burand.
Heftîyekê ez li nexweþxanê mabûm. Hin kesên ko beþdarî civînê bibûn, ji beþdarbûna mi a civînê hatibûn agahdarkirin. Lê mixabin wan kesa beþdarnebûna me ne pirsî bûn. Ji ber vê bûyera ji derveyî me li serê me derket, ko me nekarî beþdarî Konferansê bibin, em pir xemgînin. Ez hêvîdarin ko ew Konferans ji bo gelê Kurd û Kurdistan bi bê dest pêka serketina serxwebûn û azadîyê.
Ko Leþker û Polîsên Tirko serê kûrê Kurmanca jênekiriban, bi dest xwe ne girtiban û poz ne daban objektîfa ji bo xofa xwe bêxin dilê Kurda û insanîyeta dinê, li gûndê Cinibrê (Yeþîyurt) di þexsîyeta tevayê insanîyetê de pîsî nedaban serok dewlet, serok wezîr û bi hejmara wê wextê 60 milyon insanên Tirkîyê, Niwala Qesaba li Sêrtê, Bîra avê a gûndê Serêbîyê tesîsa mala Aslana li Girka Mihemê Emo(Silopyê), Bîra ber Tabûra leþkerî a gûndê Tilêbel li Cizîra Bota,….. ji laþên kûrê Kurmaca tijî kirîn re YE û EY li hember bêdeng nemaban, Polîsên Ahmet Kaymaz û kûrê wî ê 12 salî Uður li Qosarê kûþtîn îro ceza wergirtîban, Walî û berpirsîyarê Polîsa ê Mêrdîn, destên wa ji kar kiþandîba, li bajarê Stembolê polîsên Tirko pîrekên ko dayîka serok dewlet Ahmet Necdet Sezer, serok wezîr Teyîb Erdoðan, wezîrê karê ji derve Abdullah Gül, wezîrê darê edaletê(bi rastî bê edaletî) Cemîl Çîçek, serok erkanê herb Hilmî Özkök, bi rêvebirê Polîsa, tevayên Valîyên bajarên Tirkîyê, serokê karê dîyanetê û bi taybet dayîkên 65 mîlyon insan di meydana Ulus a Stembolê de bi jopan ne werdigerandin nav ling û pîyên xwe, li erdê jî bi potînân dev û dimax li wan ne di çilmisandin.
Bila Serokê dewletê A.Necdet Sezer, serok wezîr T. Erdoðan, wezîrê karê ji derve A. Gül, wezîrê darê edaletê C. Çîçek, erkanê herb H. Özkök, bi rêvebirê polîsa, valîyên bajarên Tirkîyê, serokê karê dîyanetê û bi taybet tevayê berpirsîyarên dewleta dagirker a tirkîye ko 07.03.2005 de dayîk, jin û keçên wa jî li cihê bûyer a lêdana jinan bûna, wê þeref, heysîyet, zanîn, jîrbûn, demoqratbûn, demoqrsî û kargerî a xwe li nav kolanên welatê dagirkirî û metropol a xwe wê baþ fêhm bikirna. Komarîtî ev bê, ne heyl û ne qewet bê.
Heger weye ko berpirsîyarîya dewletê ji vî karê xweyê hovane fedî kirîye, bila rojekî tenê dev ji kar berdin, bangî tevayê jinên Kurdistanê û Tirkîyê bikin bibêjin „Em lê borînê ji hewe, zarokên hewe û þirîkê mala hewe di xwazin“ Ko ev bê kirin di bê Tirkîye babetên YE bênê cih, lê nexwe nêzîk ne dûr weke bûyera EY, Tirkîye ji sedî 80 wê bi kevê pêþberî YE jî.
Dewleta dagirker a Tirkîye ji tirsa gelê Kurd Leþker û Polîsên xwe di þibînin heywana. Wexta ko polîsek an leþkerek Kurdekî di kûjê , birîndar dikê an îþkence dikê, wê ji ware gotin Þêrê(Aslan) mi, Beran(Koç)ê mi, wexta ko Polîsek an leþkerek ne xwazê ne heqîyê li insanîyetê bikê, wê jêre gotin „Ker(Eþek), Meymûn, … û Kûçik(Köpek)“ Ya rastî ne Þêr, ne Beran, ne Ker, ne Meymûn….. û ne Kûçik yek ji van ji hev ferq nakin, tev de hemû heywanin û nikarin bi fikirin.
Bê ka di bûyera lêdana jinên li Stembolê de çend berpisîyara û Polîsan hevdo bi heywana þibandine, nîþandane û þîrove kirine? De were vêca bila jîyan di bin rêberîya van kesa de bê meþandin û ji bo insana rêya jîyanê bidin vekirin? Tirko ji tirsa gelê Kurd bi herkesê re di herbê û þerde ye. YE Tirkîye ji bo lêdana pîreka þermezar dikê, baþe lê tewanbarkirin ne çareserî a pirsgirêkê ye. Ko „mêrga bi çirav newê zûwakirin pêþî xilasnabin.“ Bingeha pirsgirêka esasî li Tirkîye, Surî û Îranê Kurdin û Kurdistan e. Vê despêka sed sala 21 de divê YE û EY ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê kurd û Kurdistan bibin xwedî biryar. Nexwe bi tawanbarkirinê tenê çareserî çênabê.
Di þertên îro de ji bo YE û EY ev ne pir zore ne zehmete. Bi bawerîya mi ev bi sê benda di karê pirsgirêka gelê Kurd kêm xûn rijandin çareser bikê.
1 - YE û EY ji bo pirsgirêka gelê Kurd bi hevre bi kevin dîyaloga û bi Kurda re bighin çareserîyekê.
2 - Dîsa YE û EY tevgerên Kurdistanî teþwîki tifaq û yekîtîyan bikin. Wê wextê pirsgirêka terorîstîyê bi xwe ji nav tevgerên Kurd û cîhanê radibê û tevger sipî dibin.
3 - Ji bo çareserîya pirsgirêka gelê Kurd, YE û EY vekirî bi dagirkerên Kurdistanê re bi kevin dîyaloga û raste rast nîqaþê deynin ser masê. Ev di karê pêþîya proja EY a rojhilata navîn fereh bikê, rê li hemû rengê terorîzmê, paþverotîyê, fanatîzma dînî û dîktatorîyê bigrê. Wê wextê weke mûwê di nav mast de pirsgirêk çine yek yek jê bêne kiþandin.
Ma ji alîyê YE û EY ve nayê zanîn ko Tirko ji ber tevgera gelê Kurd û Kurdistan hemû dagirkerên Kurdistanê hînî leyîstokên terorê di kê û kiri ne?
Lê belê tiþtên ko di þertên îro de di xwîyin YE û EY ji bo hin berjewendîyên xwe û ji ber hev, hêja ne amade ne ko karibin ji bo pirsgirêka Kurda bên bahev û bi hev re rûnin.
Di destê Kurda de hin firset çêbûne û roj bi roj hin firset derdikevin holê jî. Firsetên ji bo gelê Kurd û tevgerên Kurd derketîn dîrokîne û pir giringin. Divê rûmet jê re bê girtin. Bê navbeyn Kurd li hev bi gerin. Hev bes tehfbidin ba dijmin. Dev ji pirsên kûr û dûr berdin. Li pratîkê vegerin.
Tiþtin hene ko mirov bivin û nevin di vê bi mînin di kûrayî a dîrokê de. Wê wextê bi xwe tehfandin çêdibê ko YE û EY ji bo pirsgirêka gelê Kurd zûtir bên ba hev. Lê ne xwe babetên ko îro ji bo Kurda derketîn, wê vale derkevin. Tûjayî a berî çend sala di nav tevgerên Kurd de nema ye.
KONGRA GEL û tevgerên wê yê legal û demokrtîk vê rewþa xwe a îro nikarin bi wextê dirêj bi domînin. Ko KONGRA GEL vê rewþê berdewam bikê, wê domayîka xwe bînê. Ev gotin ne tehdît û ne nekiþandin e, gel bi xwe roj bi roj hiþyar dibê, li serxwebûn û azadîya xwe birçî û têhn e. Babêtên îro rê li pêþya gel vekirî ye ko gel û rêxistin karibin li hev bi gerin.
Li hesaba kî bê kî newê, qûlîsên sîyasî li rojhilata navîn berî Kurda nayên kirin, qûlîsên sîyaset a rojhilata navîn ketîye ber deryê Kurda. Roj nîne ko li Qesra sipî, Brüksel…..û li Mosqowa, ko navê rojhilata navîn di parlemento a kîjan welatî re derbas dibê, gelê Kurd û Kurdistan tê ber çavên herkesê û Kurd dibin nîqaþ.
Ji îro û pêde gelek welat hazirîyên xwe di Iraq de li ser Kurda dikin. Bila tevgerên Kurdistana bakûr bes xwe kore bikin û xwe kore bi bînin. Ji ber ko Tevgera Kurd li bakûrê Kurdistanê newê ser xwe, dagirker ji Kurdistanê bê hêvî namînin. Hêja gelek dayîk wê bên pelixandin dilê wa bi kezeba wa bi þewitê, talan, þer, perîþanî, …. , qîr û girî wê berdewam bê.
Bremen, 11. 03. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|