ALA TÝRK BÛWE SEMBOLA TEHDÎTKÝRÝNA GELÊ KURDÝSTAN !
(1002 gotin) (4644 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
ALA TÝRK BÛWE SEMBOLA TEHDÎTKÝRÝNA GELÊ KURDÝSTAN !
Berîya ko ez dest bi nivîsa xwe bikim, bila çapemenîya kurd baþ bi zanibê, gelek kes bi nave PKK, ji alîyê dî mît, ît û ajanên dewleta Tirk mi tehdît dikin. Lê a ko heta niha mi fêhm nekirî ye, çi agire ketî bin qûna M. Elîyê Hamburg beqalê Komelê de bi PKK û êrîþkarê dewleta Tirk re tê serserê mi?
Ez êrîþên dewleta Tirk û PKK bi hevre li ser xwe baþ di zanim, lê ev xwe ne nasê Mihemed Elî beqalê Komelê çi ji mi di xwazê, gelo hevalên wî haya wan jê heye?
Belê em bên mijara xwe. Ko þexsekî, malbatekî, Eþîrekî an dewletekî bê rumetî da ber çavên xwe, ew nikarin rastîyê êdî bi domênin. Ji ber ko qîm bi nerastî, teþqele, inkar û ne xweþîyan anîne.
Berdomkirina jîyana xwe a þexsî, malbatî, Eþîrî an sîyaseta dewletî xwestine wilo organize bikin û bi domênin. Ev jî karê tirsonekî, mejîyê þowenîst, faþîst û dîqtatorî ye. Roja ko dewleta tirk hatî damezrandin, li ser esasên li jor hatîn rêzkirin hatîye organîze kirin Dewleta Tirk di organize kirina xwe a fermî de inkarkirin esase. Li gor nêrîna fermî yek netewe, yek al û yek welat e. Ji wê bonetê netewe û kêm neteweyên di nav sînorên Mîsaqê millî de nayên naskirin û qebulkirin, herkes Tirk e. Neteweyên ko di nav sînorên mîsaqê millî de dijîn ko bivin û nevin Ala Tirk wan temsîl dike. Hemû kesên di Tirkîye de dijîn û dibin ala Tirk de Tirkin. Ji ber ko îro mijara mi Ala Tirk`e, em li ser wê buyerê bi sekinin.
Al bi xwe çîye?
Al yekîtîya neteweyî a dewletekê temsîl dike.
Netewe û kêm neteweyên di nav sînorên dewletekê de bijîn, di destura dewletê de wek hevîtî nebê, Al çawa dibê sembola yekîtîya wan netewe û kêm neteweyên di wê dewletê de dijîn ?
Di nav dewletekê de ko ji netewekê bêhtir netewe û kêm netewe hebin, dive destura bingehî a fermî tevayên mafê sîyasî, ekonomî, kulturî, coxrafîya ko ew netewe li ser dijîn, zimanê dayîk û bavê weke hev qebul kiribê, li gor destura wê dewletê a esasî herkes weke hev xwedîyê heq û huquq bê, hemu netewe herêmên ko bi bêhtirîn lê dijîn zimanê wa di tevgera dewletê de bi fermî bê. Lê ne xwe Ala wê dewletê nikarê wa netewan û kêm neteweyan di nav sînorên wê dewletê de temsîl bike.
Pirsgirêka dewleta Tirk bi xwe rêçandina ko netewe û kêm neteweyên di nav sînorên mîsaqê millî de dijîn di destura esasî a dewletê de ne weke hevin. Herkes mecbure ko Tirkbê bi tirkî bi axivê. Zarokên dibistana her sibeh di dibistanê de bibêjin” Tikim, rastîyê dibêjim, jêhatîme, ……” de mejî hînî Tirkîtîyê bibê. Ev sîyaset û polîtîqa fermî a dewleta dagirke.re. Kesên ko ne Tirk gava bi xwe di hisin, dizanin ko dewlet ne dewleta wa ye û Al ne Ala waye.
Îro di nav sînorên mîsaqê millî de gelê Kurdistanê ji hemu mafê xwe ê sîyasî, kulturî, insanî û ekonomî bi destûra esasî a dewletê bi xwe bê pare.
Gelê Kurdistan bê nîqaþ þirîkê dewletê nehatîye qebul kirin, ji bo Kurd nebin þirîkê dewletê, ti firset ji gelê Kurd re nehiþtine. Dewletê her wextî Kurd qetil kirine, zêndan kirine, sirgun kirine û mecburî penabirîyê kirine. Ala dewletê buwe sembola dagirkerî yê û tehdîda li ser gelê Kurd. Ala Tirk ticara nebuwe Ala Kurda. Al bi fermî a gelê Tirk bi tenê hatîye nîþan kirin. Dîrokek sale Tirko xwe bi qetilkirina Kurda di pesinînê, xwe nav didê. Dagirkerî û inkar ji bo li ser linga bi sekinê, li hember gelê Kurd þowenîzm bi rêya Erkanê Herb û berpirsîyarîya dewletê ve tê meþandin.
Ji bo dewleta Tirkî bibê a Kurda jî, çiqasî Tirk di dewletê de bi fermî xwedî mafin, dive gelê Kurd jî bi fermî hewqasî di dewletê de xwedî maf bê.
Zimanê dewletê dive ne bi tirkî tenê bê, dera ko coxrafîya Kurdistan û gelê Kurd bêhtir lê dijîn, dive zimanê Kurdî li ser wê coxrafya Kurdistan zimanê fermî ê yekemîn bê. Divê zimanê Tirkî li Kurdistanê û zimanê Kurdî li Anatolya yê bi fermî zimanê didowabin.
Tiþtên ko me li jor rêzkirin kengê li ser masê bi sîyasî hatin çareser kirin, wê wextê nave dewletê û Ala dewletê jî ji nuve tê nîqaþ kirin. Dewlet bi navê Tirka hatîye navkirin, Tirka bi tela xwe rengê xwe li ala xwe kirine. Divê Kurd û Tirk bi hevre navekê nû li dewletê bikin û Al kesk, sor, zer û sipî bê. Sor û sipî di ala Tirka de heye, ji xwe kesk û zer rengê Kurdîn dive di Ala nû de hebin.
Ji roja dewleta Tirk dibin Ala tirk de hatî damezrandin û virde, di bin Ala Tirk de bi sedhezara Kurd hatine qetil kirin. Li gor dewleta Tirk, Ala Tirk rengê xwe ji xwînê standî ye. Xwîna ko hatî rijandin bêhtirê wê a gelê Kurdistane. Ji bo Kurda bidin fetisandin xwuna Kurda rijandine. Ji vê bonetê ticara Dewleta Tirk û Ala Tirk nabin a gelê Kurd û Kurdistan.
Bi taybet ji wexta ko PKK ber bi dewletê ve diçê û virde, þowenîzma dewletê zêdetir bûwe. Waweyla ko Tirk ji bo Alê dertêxin, alîyek jê girêdayî bi Imralî veye. Têkilîyên Imrali û dewletê, di xwazin Ala Tirk bi gelê Kurdistan þêrîn bikin, ev destpêka gav avêtinê ye.
Ji bo ko gelê Kurd bi bê þirîkê dewletê û Ala dewletê, divê ji nuve Kurd û Tirk li hev runin. Ji bo dewletê bi fermî navekê nû bidin nîqaþ kirin û Alaleke nû bi neqiþînin. Wê wextê gelê Kurd wê bibê þirîkê dewletê û Ala dewletê. Hingî ko Kurd xwe ji bo dewletê û Ala dewletê bidin kûþtin raste.
01. 04. 2005 - 25. 03. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|