ALA TÝRK Û ÞÝRÎKATÎ
M. Þerif MÜÞTAK
ALA TÝRK Û ÞÝRÎKATÎ
Dewleta Tirk bi fermî inkarkirin pejirandî ye. Li gor nêrîna fermî yek netewe, yek al û yek welat e. Ji wê sedemê netewe û kêm neteweyên di nav sînorên Mîsaqê millî de nayên pejirandin, herkes Tirk e. Neteweyên ko di nav sînorên mîsaqê millî de dijîn ko bivin û nevin Ala Tirk wan temsîl dike, kesên di Tirkîye de dijîn Tirkin. Bi taybet dewleta Tirk ji bo gelê Kurd serobino bikê ev polîtîka li dijî ilim û insanîyetê weke perspektîfên dewletî dane pêþ, bi vê sedemê dîrokek sale Kurda didê qetilkirin.
Al bi xwe çîye? Al ji bo dewletekê, yekîtîya neteweyî û millî temsîl dike.
Di nav sînorên dewletekê de, di destura dewletê de wek hevîtî nebê, Al çawa dibê sembola yekîtîya wan netewe û kêm neteweyên di wê dewletê de dijîn ?
Dive destura bingehî a dewletê bi fermî tevayên mafê sîyasî, ekonomî, kulturî, zimanê dayîk û bavê weke hev pejirandibê, li gor destura esasî herkes weke hev xwedîyê maf bê, hemu netewe herêmên ko bi bêhtirîn lê dijîn zimanê wa bi fermî yekemîn bê. Lê ne xwe Ala wê dewletê nikarê wa netewan û kêm neteweyan di nav sînorên wê dewletê de temsîl bike.
Netewe û kêm neteweyên di nav sînorên mîsaqê millî de dijîn di destura esasî a dewletê de ne weke hevin. Herkes mecbure ko Tirkbê bi tirkî bi axivê. Zarokên dibistana her sibeh di dibistanê de bibêjin” Tikim, rastîyê dibêjim, jêhatîme…” de mejî hînî Tirkîtîyê bibê. Ev sîyaset fermîye a dewleta dagirke.re. Kesên ko ne Tirk, gava bi xwe di hisin, dizanin ko dewlet ne dewleta wa ye û Al ne Ala waye.
Îro di nav sînorên mîsaqê millî de gelê Kurdistanê ji hemu mafê xwe ê sîyasî, kulturî, insanî û ekonomî bi destûra esasî a dewletê bê pare. Gelê Kurdistan weke þirîkê dewletê nayê pejirandin. Tirko her wextî Kurd qetil kirine, zêndan kirine, sirgun kirine û mecburî penabirîyê kirine. Ala dewletê buwe sembola dagirkerî yê û tehdîda li ser gelê Kurd. Ala Tirk ticara nebuwe Ala Kurda. Al bi fermî a gelê Tirk bi tenê hatîye pejirandin. Dîrokek sale Tirko xwe bi qetilkirina Kurda di pesinînê, xwe nav didê. Dagirkerî û inkar ji bo li ser linga bi sekinê, li hember gelê Kurd þowenîzm bi rêya Erkanê Herb û berpirsîyarîya dewletê ve tê meþandin.
Ji bo gelê Kurd þirîkê dewletê bê, dive bi fermî biqasî Tirka di dewletê de xwedî maf bê. Dera ko coxrafîya Kurdistan û gelê Kurd bêhtir lê dijîn, dive zimanê Kurdî li ser wê coxrafya Kurdistan zimanê fermî ê yekemîn bê. Zimanê Tirkî li Kurdistanê û zimanê Kurdî li qaþo Anatolya yê bi fermî zimanê didowabin.
Dewlet bi navê Tirka hatîye navkirin. Tirka bi tela xwe rengê xwe li ala xwe kirine. Di bin Ala îro de bi sedhezara Kurd hatine Kuþtin Divê Kurd û Tirk bi hevre navekê nû li dewletê bikin, Al kesk, sor, zer û sipî bê. Sor û sipî di ala Tirka de jî heye, ji xwe kesk û zer rengê Kurdîn. Li gor dewleta Tirk, Ala Tirk rengê xwe ji xwînê standî ye. Xwîna ko hatî rijandin bêhtirê wê a gelê Kurdistane. Bi van sedema dewleta Tirk û Ala Tirk bi rewþa îro ticara nabin a gelê Kurd û Kurdistan.
Bi taybet ji wexta Imralî ketî bin qontrola dewletê û virde, þowenîzma dewletê zêdetir bûwe. Waweyla ko Tirk ji bo Alê dertêxin, alîyek jê girêdayî bi Imralî ve ye. Ji roja ko PKK derket û heya niha rumet nedane Ala neteweyî û millî a gelê Kurd. Ala PKK weke Ala gelê Kurd datînin ber cavê gel. Têkilîyên Imrali û dewletê, di xwazin Ala Tirk bi gelê Kurdistan þêrîn bikin. Cuwan Haco ko gotîye “Ala Tirka a Kurda ye jî“ parçek ji proxrama di nav dewletê û Imralî deye. C.Haco wergera vê dikê û nikarê xîzikê bidê ser pera jî. Ev gav avêtina hinê ji bo rumetgirtina Ala Tirk li Kurdistanê çêbê ye.
Ji bo ko gelê Kurd bi bê þirîkê dewletê û Ala dewletê, divê ji nuve Kurd û Tirk li hev runin. Ji bo dewletê bi fermî navekê nû bidin nîqaþ kirin û Alaleke nû bi neqiþandin. Wê wextê gelê Kurd wê bibê þirîkê dewletê û Ala dewletê. Hingî ko Kurd xwe ji bo wê dewletê û Ala wê dewletê bidin kûþtin raste.
04. 04. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=360
|