TELEBANÎ SEROKKOMARE PÎROZ BÊ, ÊRÎÞÊN NÎJAD PERESTÊN DAGIRKERÊN TIRK BERDEWAMIN !
(1402 gotin) (4863 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
CELAL TELEBANÎ SEROK KOMAR E PÎROZ BÊ, ÊRÎÞÊN NÎJAD PERESTÊN DAGIRKERÊN TIRK BERDEWAMIN !
11. 04. 2005 — Gavên pêþketinâ tevgera gelê Kurd bi taybet Kurdên Baþûrê Kurdistan, li Tirkîyê dewleta tarî û nîjadperestî derxist pêþ. Kurdewarîya PDK-I û YNK di alîyê sîyasî de, di ekranên Televîzyon û Rojname de bi coþ bûwe nîqaþ. Dagirker PDK-I ji bo dewletek serbixwe û azad a Kurd bê damezrandin tehloketir nîþan didin. Tirkîye piþtî gelek xetên sor nîþandan û bi serneket, ji îro pêde di xwazê bi hin fen û fîta, dolabin dî, di nav gelê Kurd de bidê fitilandin. Li alîkê dî, di xwazin bi navê „Peseportên sor“ serokên herdu partîyên sereke piçûk bikin, pêþîya peþve çûna sîyaseta Kurdistanî û Kurdewarî bi xetimênin. Lê naxetimê, tevgera Kurd li baþûr xwe ji va tiþta xilaskirî ye.
Li Kurdistana Baþûr bi pêþnîyarîya serok Meshud BERZANÎ, bi piþtgirî û akam a PDK-I, YNK, tevgerên Kurdistanî piçûk-mezin, bingehên demoqratîk, gelek kesên ronakbir, serbixwe,…., tevgera gelê Kurd a neteweyî-millî li her çar perçên Kurdistan û arîkarîya Kurdên li dîyasporayê jî tê de, Mam Celal TELEBANÎ bû serok Komarê Dewleta Federel a Iraq.
Kurda cara yekemîne ko bi sîyaset û perspektîfên Kurdewarî ala serketinê ji bo gelê Kurdistan, bi taybet netewe û kêm neteweyên li Iraq û Kurdistana Baþûr dijîn re bilind kirin. Serok Komarîya Mam Celal TELEBANÎ pîroz û bimbarik bê. Dîsa pîroz û bimbarik bê li gelê Kurdistan, Iraq a federel, Kurdistana Federel a li bakurê Iraq û tevayên gelên rojhilata navîn.
Mejîyê Kurdistanî-Kurdewarî di piratîkê de bejna xwe nîþan kir. Bu mînak ji bo tevgera gelê Kurd-Kurdistan, bila bê hembêz kirin ji dil û can. Vê polîtîqa Kurdistanî-Kurdewar bi taybet a Kurdên Baþûr, hejmara dewletên dagirker daxiste sisêya, çavek dagirkeran ê ronî teqand. Ew çav dîqtator Sedam Hisên, rejîma Beehs û dagirkerîya Iraq bû. Tirk ji êþ û jana wî çavî di qîrin û di nalin.
Dewleta tarî bi hênceta ko zarokan Ala Tirk li Mêrsînê bê rumet kirîn, derkete pêþ. Weke qûdûz girtibê li kolanên Anatolya êrîþan dibin ser hemwelatîyên demoqrat û Kurda. Heftîya borî ji bo jîyana girtîyên zêndanên yekhicre, jîyana wan baþtir bibê, 4 kesa xwestibûn belavoka belakin, lê ew 4 kes ji fetisandina nîjadperest û dewleta tari bi zor xilas bi bûn. Îro careke dî li Trabzonê grubekê xwestî ye li ser bûyeran daxwîyanîye kê bi rêya çapemenîyê belav bikin, lê dîsa dewleta kûr û nîjadperestên MHP êrîþên fetisandinê di bare kirine, vê seetê êrîþ di domê, encam wê çibê hêja nayê zanîn.Bila gelê Kurd li hember va êrîþan gelek hesas û li ser xwe bê.
Mebesta dewleta Tirk ne Ale. Tirsa dagirkeran bi serketina sîyaseta gelê Kurd li Baþûrê Kurdistan û di dewleta Federel a Iraq de ye. Sîyaseta dagirkerî bi fermî li Iraq a Federel bi dawî bû. Tirkîye, Îran û Surî dilê wan bi çar kopalî lê didê. Lê Tirko bêhtir bi tirse, ketîye êþa zirav, dewleta tarî a qûdûz dertêxê pêþ. Va rojan bi destên dewleta tarî gelek generalên kevnare, sîyasî û MHP a nîjadperest Kerkukê dikin nîqaþ ko tevlî hev bê, di ekranên Televîzyonên Tirk de di zûrin û nîqaþê berfereh dikin, di xwazin Tirkomana di rêya MHP re bi rêxistin bikin. Tikomana derxin kolanan weke gûran bikin zûre zûr û Tirkomana bikin qontra dewleta Tirk û nexweþîyan çêkin. Lê ev jî ne çare ye.
Divê dagirkerên Kurdistan ji îro û pêve tevgera gelê Kurd di rojhila navîn û cîhanê de nas bikin, ji bo raêxistina Merþên sor, ji bo serok Komar ê Iraq Mam Celal TELEBANÎ re hazirîya bikin. Dagirker baþ di zanin Celal TELEBANÎ bi sîyaseta fermî a daxilîya Iraq û navneteweyî Kurd tê naskirin. Mam Celal TELEBANÎ bi pêþnîyarîya serokê PDK-I Meshud BERZANÎ ji bo serok komarî a Iraq hatîye pêþnîyarkirin. Meshud Berzanî îro weke serokê Kurdistan li baþûrê Kurdistan tê naskirin, di tevayê Kurdistanê de xwedî rûmet û sîyanete. Sîyaseta Kurdewar û Kurdistanî piþtgirê wî ye.
Dewleta Tirk bi fermî inkarkirin pejirandî ye. Li gor nêrîna fermî yek netewe, yek al û yek welat e. Ji wê sedemê netewe û kêm neteweyên di nav sînorên Mîsaqê millî de nayên pejirandin, herkes Tirk e. Neteweyên ko di nav sînorên mîsaqê millî de dijîn ko bivin û nevin Ala Tirk wan temsîl dike, kesên di Tirkîye de dijîn Tirkin. Bi taybet dewleta Tirk ji bo gelê Kurd serobino bikê ev polîtîka li dijî ilim û insanîyetê weke perspektîfên dewletî dane pêþ, bi vê sedemê dîrokek sale Kurda didê qetilkirin.
Al bi xwe çîye? Al ji bo dewletekê, yekîtîya neteweyî û millî temsîl dike. Di nav sînorên dewletekê de, di destura dewletê de wek hevîtî nebê, Al çawa dibê sembola yekîtîya wan netewe û kêm neteweyên di wê dewletê de dijîn?
Dive destura bingehî a dewletê bi fermî tevayên mafê sîyasî, ekonomî, kulturî, zimanê dayîk û bavê weke hev pejirandibê, li gor destura esasî herkes weke hev xwedîyê maf bê, hemu netewe herêmên ko bi bêhtirîn lê dijîn zimanê wa bi fermî yekemîn bê. Lê ne xwe Ala wê dewletê nikarê wa netewan û kêm neteweyan di nav sînorên wê dewletê de temsîl bike.
Netewe û kêm neteweyên di nav sînorên mîsaqê millî de dijîn di destura esasî a dewletê de ne weke hevin. Herkes mecbure ko Tirkbê bi tirkî bi axivê. Zarokên dibistana her sibeh di dibistanê de bibêjin” Tikim, rastîyê dibêjim, jêhatîme…” de mejî hînî Tirkîtîyê bibê. Ev sîyaset fermîye a dewleta dagirke.re. Kesên ko ne Tirk, gava bi xwe di hisin, dizanin ko dewlet ne dewleta wa ye û Al ne Ala waye.
Îro di nav sînorên mîsaqê millî de gelê Kurdistanê ji hemu mafê xwe ê sîyasî, kulturî, insanî û ekonomî bi destûra esasî a dewletê bê pare. Gelê Kurdistan weke þirîkê dewletê nayê pejirandin. Tirko her wextî Kurd qetil kirine, zêndan kirine, sirgun kirine û mecburî penabirîyê kirine. Ala dewletê buwe sembola dagirkerî yê û tehdîda li ser gelê Kurd. Ala Tirk ticara nebuwe Ala Kurda. Al bi fermî a gelê Tirk bi tenê hatîye pejirandin.
Dîrokek sale Tirko xwe bi qetilkirina Kurda di pesinînê, xwe nav didê. Dagirkerî û inkar ji bo li ser linga bi sekinê, li hember gelê Kurd þowenîzm bi rêya Erkanê Herb û berpirsîyarîya dewletê ve tê meþandin.
Ji bo gelê Kurd þirîkê dewletê bê, dive bi fermî biqasî Tirka di dewletê de xwedî maf bê. Dera ko coxrafîya Kurdistan û gelê Kurd bêhtir lê dijîn, dive zimanê Kurdî li ser wê coxrafya Kurdistan zimanê fermî ê yekemîn bê. Zimanê Tirkî li Kurdistanê û zimanê Kurdî li Anatolya yê bi fermî zimanê didowabin.
Dewlet bi navê Tirka hatîye navkirin. Tirka bi tela xwe rengê xwe li ala xwe kirine. Di bin Ala îro de bi sedhezara Kurd hatine Kuþtin Divê Kurd û Tirk bi hevre navekê nû li dewletê bikin, Al kesk, sor, zer û sipî bê. Sor û sipî di ala Tirka de jî heye, ji xwe kesk û zer rengê Kurdîn. Li gor dewleta Tirk, Ala Tirk rengê xwe ji xwînê standî ye. Xwîna ko hatî rijandin bêhtirê wê a gelê Kurdistane. Bi van sedema dewleta Tirk û Ala Tirk bi rewþa îro ticara nabin a gelê Kurd û Kurdistan.
Bi taybet ji wexta Imralî ketî bin qontrola dewletê û virde, þowenîzma dewletê zêdetir bûwe. Waweyla ko Tirk ji bo Alê dertêxin, alîyek jê girêdayî bi Imralî ve ye. Ji roja ko PKK derket û heya niha rumet nedane Ala neteweyî û millî a gelê Kurd. Ala PKK weke Ala gelê Kurd datînin ber cavê gel. Têkilîyên Imrali û dewletê, di xwazin Ala Tirk bi gelê Kurdistan þêrîn bikin. Cuwan Haco ko gotîye “Ala Tirka a Kurda ye jî“ parçek ji proxrama di nav dewletê û Imralî deye. C.Haco wergera vê dikê û nikarê xîzikê bidê ser pera jî. Ev gav avêtina hinê ji bo rumetgirtina Ala Tirk li Kurdistanê çêbê ye.
Ji bo ko gelê Kurd bi bê þirîkê dewletê û Ala dewletê, divê ji nuve Kurd û Tirk li hev runin. Ji bo dewletê bi fermî navekê nû bidin nîqaþ kirin û Alaleke nû bidin neqiþandin. Wê wextê gelê Kurd wê bibê þirîkê dewletê û Ala dewletê. Hingî ko Kurd xwe ji bo wê dewletê û Ala wê dewletê bidin kûþtin raste.
11. 04. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|