EVE DÝJMÝN, MA WEXTÊ FEN Û XAPA YE ?
(831 gotin) (4263 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
EVE DÝJMÝN, MA WEXTÊ FEN Û XAPA YE ?
Me welatekê di rojhilata navîn de pir bi stratejîk û dewlemend heye. Ser û bin zîv û zêr e. Stratejî a coxrafî û dewlemendîya axa welatê Kurda herdû ji bo gelê Kurd bûne êþ, kûl, derd û elem. Ji ber stratejî û dewlemendî a welat di parve kirinê de jî hejmara dagirkeran zêde ye. Li gor hejmara dagirkeran gelê Kurd û Kurdistan jî hatîye perçekirin, li gor perçe bûnê leyîstok û êrîþ jî li ser Kurdistan gelekin. Zor û zilma dijmin bûwe weke gûrzê Rostemê Zal ko tevger di qelikê ji jor ber bi jêrve tê xwar.
Di cîhanê de welat û milletekê bi rewþa gelê Kurd û Kurdistan perçekirî û hêja dibin destê dagirkeran de mînaka wê nîn. 40-50 mîlyon Kurd û Kurdistan hêjî perçe perçe ye, ji hemû mafên xwe ê neteweyî, sîyasî, kulturî, aborî û insanî bê pare. Qonjektûr a cîhanê hêja astengîya li pêþya damezrandin a dewleteke Kurd ko yekbûwî, serbixwe û azad derdixê. Tiþtên ko tê fêhmkirin EY û YE îro dewleteke yekbûwî ji bo Kurda ne xwazin jî, lê ne li dijî tevgera Kurdistanî a perçên cida ne. Baþûrê Kurdistan mînake ke eþkera ye. Ev model di qonjektur a vê demê de di karê li herçar perçên Kurdistanê baþ bê organizekirin û di dîplomasîya cihanê de bêhtir dikarê rê li êrîþên dijmin bigrê. Federasyonên ko bên avakirin, rê li dewleteke yekbûwî, serbixwe û azad vedikê. Ji bo serxwebûnê rêya xebatê hêsantir dike. Dewleta yekbûwî serbixwe û azad hesreta dilê mi bi xwe ye, ez di parêzim lê merc çibin pêwiste ko miho bibînê.
Destketînên netewî û sîyasî li baþûrê Kurdistan moralê gelê Kurd, Kurdistanîbûnê û Kurdewarîtîyê xwûrtkir. Gelê Kurd li baþûr hînî jîyana azadî a neteweyîkir û bawerî daye tevayê gelê Kurd ko Kurd jî di Karin dewletekî ava bikin, xwe bi xwe sewq û îdare bikin. Perçê baþûr azade, tevger a gelê Kurd e. Kurd di sewq û îdarekirin a Iraq de jî xwedî giranîya sîyasîn e. Serokê dewletê, arîkarê serokwezîr, wezîrê karbarê ji derve ê dewletê,….û hw bi tevayî Kurdin di destê Kurda deye û heyv di çardehêde ye
Li hevkirina tevgerên Kurdistanî li baþûr ahengeke neteweyî derxist hole. Tevayê çapemenîya Kurdistan piþtgirîkir. Li her çar percen Kurdistan bawerî da xwirtkirin. Partîyên sereke li hevkirin ko Celal Telebanî bikin serok dewlet an serok wezîrê Irag, Meshod Berzanî bibê serok û Neçîrvan Berzanî bibê serok wezîrê herêma Kurdistan.
Gava berpirsîyarê PDK-I serok Meshod Berzanî ji bo çapemenî a cihanê re da xwîyakirin ko ew piþtgirîya Celal Telebanî dikin ji bo serok dewlet a Iraq re, hestê Kurdistanîbûnê û Kerdewarîtîyê bilintir bû, tevayê Kurda bi sîyaseta Kurdistanî þabûn. Di dilê hemû Kurdistanîyan de bû þahî, þahînet û hêja berdewam e.
Lê rewþa YNK di van rojên paþ de ne rehnî di xwîyê, fetlûpêçka li xwe didê, li xapa di gerê. Ji kerema xwe bila kes li nav çavên gelê Kurd ne nêrê, plan û xapên hatîn fêhmkirin nebin. Tevgerên Kurdistanî li baþûr ti dozen wa bi hevre nîn. Gelê Kurd dozê li sîyasetên Kurdistanî dikê ko kes sîyaset û aheng a Kurdistanî careke dî nexê di nav tengasîyan de. Ko fenûfît, fetlûpêç û xap hebin, bila tevgerên Kurdistanî bi hevre, li dijminê Kurd û Kurdistan bikin. Bila peyman newin xirakirin wextekê nazik e.
Daxwaz fêkî bi dare ve di gihê, bila kes ne beriqênê. Berqandin wê gelê Kurd pir perîþan, birçî û jar bikê. Doza welat wê dîsa bi dehên sala bi paþ de bikevê. Þehîdên gelê Kurd dibin kûç û keviran de hinekî þabûne, wê ne razîbûna xwe derxin hole. Kesên sergêjêkîyan çêkin gelê Kurd wan efû nakê.
Bêhna azadîyê xwe li tevayê welat pêçaye. Kurd bi xwe re di nîqaþêdene. Kurdistanîbûn û kurdewarî a xwe di mejîyê xwe de nîqaþ dikin. Bêhêvîbûn bila careke dî çênebê. Gelê Kurd xwe li dijî dijmin ji bo azadî û serxwebûnê yekba dike.
Tehloka ji bo gelê Kurd ne serokatîya Meshod Berzanî û serok wezîrtîya Nêçîrvan Berzanî a herêma Kurdistanê ye. Kewê li Imralî girêdayî hem teslîm bûwe, hem di nikirînê, pozisyona gelê Kurd di rojhilata navîn de li nav hev dixê, ji qewet têxê, bûwe hostayê xirakirina gelê Kurd, §agirtên weke Orhan Doxan, Leyla xatûn..berda ne nav gel, rê nîþanî dijmin dike, xwe zanistîyekê rihê gelê Kurd ko nas dike nîþan didê. Ko çawa di karê gelê Kurd li dûv xwe rakê û rûnênê di pesinînê.
Gelê Kurd ne ji bo Qosret Resûl û ne ji bo ti serokên partîyên Kurd heye. Tevayê partîyên Kurdistan, serok û endam ji bo gelê Kurd û Kurdistan hene, ji bo parastina gelê Kurdistan ji nav dilê Kurdistanîyan derketine. Em hemû bi hevre berjewendîyên gelê Kurd bi parêzin, dem û dewran ji vê pêve tiþtek dî na xwazê.
Sêþem, 03. 05. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|