Pertûka BîranînênApo Osman Sebrî - Diyarî ; nivîskar Heyder Omer



Pertûka BîranînênApo Osman Sebrî - Diyarî ; nivîskar Heyder Omer

Osman Sebrî : Ev têkoþerê bi nav û dengekî bilind û balkêþ, bîrhatinên xwe bi rastiya herî rast nivîsandine, yekem car sala 1988an li gel hevalekî em tevde çûn mala kesayetiya netewî birêz Osman Sebrî, me berî wê soz ji wî standibû, da em hevpeyivînekê li gel Apo bikin, bi þev piþtî êvareke hêmin em çend heval birêz Xweþnav, Hêja Çîçek keça seydayê Tîrêj û Cemîl Tîrêj li gel hev em bi ber taxa Nehas li navenda kurdan li qontara çiyayê Qasiyûn li bajarê Þamê, bi derbasbûna me re em li Kewê birazeya Osman Sebrî rast hatin.

Kewê bi pêþwaziyeke þehnazî, rû bi ken em gihandin hêwana mezin paþê destûr ji apo xwest da em derbas bin bal wî; bi dîtina me gelek dilê wî þad bû, û bihna wî pir fireh bû, dixwest ko herdem kurdan li mala xwe bibîne, em jî ji xelkên Cezîrê bûn.

Apo weke bavekî li nifþê nû bi xwedî derdiket, wek min li destpêkê jî got ko em çûbûn ewî binasin û heger derfetê bide me em dê hevpeyivînekê li gel wî bikin, pêþî ne bi dilê wî bû, lê me rewþ ji wî re got ko ne wek hevpeyivînê biderivîne; tenê em ji hezkirina wî dixwazin li gel hev bi axifin, lew ew dilxweþ bû û destûr da me ko em tomara xwe bikar bînin….

Li Þamê mala Apo Osman bûbû navendeke çandeyî bi dehan mêr û jin xort û keçên kurdan li Apo vedihewiyan da ko ewan fêrî zimanê kurdî bike, li gel wilo jî her kesên ko ew didîtin herdem pirs li ser jiyan, têkoþîn û xebata wî dikirin.. Osman Sebrî di ewê kalbûna xwe, di dawiya temen de jî bi kir û karên xwe dijmin ditirsand, çimkî berî ewê hevdîtina me li gel wî bi çend salan; rêjîmê nasname ji wî kiþandibûn, ew bê nasnama hiþtin, heçê Apo di ewê demê de bidîta wê gelek li ber biketa ji ber pirî dema xwe li ser nivînê dibuhirand, bê alîkarî nedikarî derkeve derveyî malê, bi ser ewê rewþê de jî Hêzên Ewlekariyê { parastin } dev ji wî bernedidan..!!

Apo Osman Sebrî û Ezîz Xemcivîn sala1988an :



Apo Osman ji tu kesî þerm, tirs û veþartina rastiyê ne dikir, heger serê wî jî tê de biçiwa wê rast bipeyiviya.. û ev ji wî re bûbû sedema gelek astengiyan, lê bi Apo kêr nedikirin!!

Me gelek pirs nivîsî bûn, û me ew pir westand, lê ciwanmêr pirsên me bi tevayî bersiv dan, lê dibe ko hinek xwendevan bipirsin çima ew hevpeyivîn bi derng ket, ez dikarim bibêjim ko hemû hevpeyivînên Apo Osman Sebrî zengînin, lê pir dubare di pirs û bersivan de heye, derfet jî wek evê dema han bi min re tunebû, li gel hin sedemên din jî hebûn ko min ew hevpeyivîn belav nekir, ji ber em tev de zanin pêvajoka Apo jiyana wî, jiyana konevanî, toreyî û civakî lewra niha di evê pertûkê jî bêhtir bi firehî peyiviye..

Li dûv ewê serdanê jî em gelek carên din diçûn þevbuhêrka Apo, piþtî demekê Apo nexweþ ket, dostê min xoþnav li gel wî çû bal dektor Apo gelek gazin ji piþta xwe dikirin. Dektor piþtî lê nerî û li rewþa wî a tendirustî baþ mijûl bû, ji Apo re got: apo dewsa lêdaneke kevin di piþta te de heye û temenê wê jî ne kêm î bîst salan e…

Apo got : Ez gelekî ramiyam, hat bîra min sala 1968an di zindanê de ez ketim ber eskenceyeke giran de, hîngê ewan tawankaran ji her alî de li min didan gelek pehîn li min ketin û lêdaneke zor ez ji hiþ xistim…!!

Berdewam dike û dibêje : Piþtî çend rojan ez birim {îfadê} ango bersivdanê da ez li xwe û kirên xwe mikur bêm… Li dûv pirsên normal, Efser ji min pirsî: çi nerîna te di partiya desthilatdar de ye:

Apo got min bê tirs jê re got : “zift” ango qîr e.. Efser dar lê hildide da ko li Apo bide.. yê ber destê wî ewî dirawestîne û jê re dibêje heyran ev bû çend roj em lê didin ev nerîna wî ye; hema lê nede..

Ê Efser ji Apo re vegerand û got : Hûn kurd þofînî ne.. bersiva Apo ji wî re ev bû; berevajî tu dipeyivî ên desthilatdar ew þofînî ne, ne kesên weke me bindest..!!

Pertûka, Bîranînên Osman Sebrî

Pertûka Bîranînên Osman Sebrî, ji weþanên weþanxaneya Aram e, li Stanbolê hatiye çapkirin. Li gor naveroka pertûkê ev navûnîþanên wê ne:

- Bûyîna min,
- Têkoþer û xemxurekî ziman û gelê Kurd,
- Osman Sebrî


Bîranên Apê Osman Sebrî ;
Þûreþ, Eþîr, Malbat, Bûn û biçûkiya min, Berve xortaniyê, Feliþîna þûreþê, Dûmahîka þûreþê, Heft rojan polîs li ser þopa min, Ramana bê havil, Reva bê armanc, Mehkema istiqlalê û xiniziya Bedirê Paþê, Mehekê li zindana Diyarbekirê, Mehkema Cemîlê Çeto, Mehkema me,Wesiyet, Li rêya sirgûnê, Heftê û sê rojan li zindana Edenê, Sê mehan li zindana Qoniyê, Sal û nîvekê li zindana Denizliyê, Du bendî, Bêbextî, Vegera welêt, Rewþa malbatê û êrdimê, Xinizî, Berve xebata welêt, Kuþtina Bedirê Paþê û çûna Sûriyê, Berve rastîne tal, Silo Begê kî ye ?, Çûna Reqayê û tevgera 1930, Ilyas Dêrikî kî ye…

Ez navêm derbasî naveroka pertûkê bibim; lê divê li ser çend xalên giring birawestim : Pertûka { Bîranînên Osman Sebrî } ji aliyê weþanxana Aram de hatiye çapkirin, li rûpela 7an nivîsek hatiye nivîsîn li bin navûnîþanê { têbîniyên weþanxanê } li dawiya wan kurte têbîniyan yên ko min tu têbînî di wan de nedîtin tenê gotine" Osman Sebrî di sala 05.01.1905an de li navçeya Narinceyê hate dinê.!

Ev hevok bi tevahî ne wek ko Osman Sebrî di rûpela 9an de li ser xwe nivîsiye..

Apo dibêje :" di roja 07.01.1905an da li gundê Narincê hatime dinê…!!??

Li çend pelên pêþî kurtejiyana xwe berçav dike, di piçûkaniya xwe da barê mal û eþîra xwe hilgirtiye, dema bavê wî çûbû ser dilovaniyê temenê Apo 16 sal bû, li gel apê xwe Þukrî ma; bi kar û barên eþîrê radibûn.. Li dûv têkçûna þoreþa Þêx Seîdê Pîran malbata Apo dijî hikûmeta Tirk þer kiriye, di encam de du apên wî bi dar ve bûne, û ew jî du sal kêm mehekê tê zindan kirin..

Cara diwem heft mehan dikeve zindanê, di 24.12.1929an ji ser xetê diçe bin xetê ango tê perçê Kurdistana piçûk.. Li wir jî li gel partiya Xoybûnê du salan xebatê dike…

Li ser girtina xwe dibêje ko li navbera salên 1926an ta sala 1972an 18 caran ketiye zindanê û sê carî sirgûn bûye..

Di derbarî çîrok û helbestnivîsînê de wisan nivîsandiye : “ di piçûkaniya xwe da min ji çîrokan hez dikir, çîrokbêjek li ku hebûya min di þande dûv wî, an ez diçûm da li çîrokên wî guhdarî bikim. Heçî çîroka kurt hinekî bi min re derdikeve, lê a dirêj ez peyayê wê me…”,

“Piþtî hindek mezin bûm mêldariya helbestê li bal min çêbû, lê mixabin ji dîwana Melayê Cezîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî pêve helbestên kurdî li nik me tunebûn. Lê min helbestên turkî pir xwendine …”

Têbînî :

Di dema min li ser evê pertûkê dinivîsand hevalekî ez li ser xalekê giring hay kirim; Ew yek jî ko ev pertûk li sûriya xwendiye û nivîskar Dilawerê Zengî pêþkêþ kiriye; li gel ko ewî gazin kirine an ji weþanxaneya Aram dilsar maye.. Çimkî li gor gotiona Dilawer ko ev karê giranbuha ji danheva wî ye, û weþanxanê ev xal ne aniye ziman…

Derbarê evê mijarê min emailek ji birêz Dilawer re þand da em nerîna wî jî bistînin, lê mixabin nizanim ne emaila min negihayê; an jî gihayê û di ser guhê xwe re avêt, dîsan bang ji bo wî heye armanca min ji evê yekê jî da ko mafê kesekî winda nebe, û xwendevan jî rastiya evê mijarê binasin; tev ko Dilawer bi evê ramanê ji bilî xwe re baweriyê pê nake, lê divê rastî jî bête xuyakirin..

Ji ber ko li pêþiya pertûkê weke bi dizî navê { Hoþeng Sebrî } hatibe nivîsîn ne bi nivîseke beloq û eþkere ye…

Tiþtê din jî ko li evê pertûkê balkêþ e rûpelê dawî gihaye 170 û ev xêza dawî ye : Xalis mirovekî xweþpeyv bû û dostanî zûka di nava me de çêbû…. R170

Li dûv evê xêzê tiþtekî din nehatiye nivîsandin, bê ko bê nîþan kirin jî pertûk kuta bû an na, an beþekî din heye û an paþgotinek hebe dawiya evan bîranînan pêk diyar bibe..!!



Rojavayê Kurdistan, 28. 09. 2005
Ezîz Xemcivîn

Dema weþana nivîsê, 08. 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=378