BARÊ RASTÎYÊ GÝRANE, HÝLGÝR KÎNE ?
(701 gotin) (4131 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
BARÊ RASTÎYÊ GÝRANE, HÝLGÝR KÎNE ?
Serok Meshud Barzanî ji bo hin hevdîtinên fermî li Bexda bû. Li ser rejim û rewþa îdare a Iraq ko ji nûve bê rêçandin re, daxwîyanîk giring da çapemenîyê. xwest navê Komara Iraq „Komara Federal a Iraq bê, herkes karibê dewleta xwe damezrênê, navê komarê bi destûra bingehî bê xerentî kirin.Tecrubên li herêma Kurdistan derketîn halê ko Federalizm nabê egera qetkirinê. Kî bi xwazê bila karibê dewleta xwe damezrênê, kî bi xwazê bila bi Federalîyê re bi mînê û em dikarin bi serborîyên xwe arîkar bin“ axift
Bi kurtayî serok Meshûd Barzanî rêya rastî û cesaret nîþanî gelên Iraq kir. Li gel vê bi nêrîna mi ev ji bo Îran, Tirkîye û Surîye jî di karê bi bê modeleke baþ. Dewletên herêmê çiqas ji rastîya bazdin, pirsgirêk hewqasî tevlîhev dibê, zortir dibê û paþ xistin di karê gelê Kurd bi Kurdistana Iraq re bikê yek. Dagirkeran her wextî çareseri a pirsgirêka Kurd redkirine. Pêwistîyeke pir giring pêheye ko tevgerên Kurdewar û Kurdistanî, têkevin bizaveke nû. Bi nêrîna mi ev bi di perspektîfan tê bi karanîn û her perspektîfek li gora xwe tê berferehkirin.
1-Di wextê kin de Kurdên her perçên Kurdistan li ser coxrafya Kurd, ji bo federasyonê bi xebitin.
2-Ko paþ xistina pirs girêkê berdewambê, bila pêvajo bi Kurdistana Iraq re dest pêbikê.
Dest pêkirina pêvajoyeka halo dikarê destên dagirkeran ji bo çareserîya Kurd bi lez û beztir bikê
Lê barê rastîyê girane, divê hilgir hebin, ko hilgir nebin kes ne mecbûre li benda bar ne hilgiran bê. Birêz Meshud Barzanî ewil hestê gel datînê ber çav, gotina xwe di teqilênê nûka taxifê. Piþtre gotina wî jêre nabê zehmetî. Perspektîfên wî Kurdistanîne. Bi xwe û gelê xwe bawere ko di karê, barê rastîyê hilgirê.
Mejîyê sîyasî ko Kurdewarî û Kurdistanî bê, dikarê bibê dengê gel, lê ne xwe îrada gel tê perçiqandin. Kurd bi serhatî û serborîyên xwe bi lez û bez li xwe þîyar dibin. Birêz Meshud Barzanî vê baþ di zanê. Bi partîya xwe ve, ji bo xwe gûherandina gel re, rêz girtin li ser xwe qebul kirîye. Ez bawerim gelê Kurd jî Meshud Barzanî baþ naskirîye. Di her çar perçên Kurdistan de gelê Kurd rûmeta hestê wî yê Kurdewar û Kurdistanî li ser xwe qebul dikê, bi serokatîya wî ya her çar perçên Kurd û Kurdistan bawerin.
Rojname a Özgür Polîtîka di rûpeleka xwe de cih daye hevpeyvînekê bi serokê qomîta karger a Kongra Gel Murat Karayilan re. Piþtî ko gelek tiþtên bê biha di bêjê jî, lê dîsa tiþtek balkêþ têxê rojevê. Karayilan dibêjê „Li baþûrê Kurdistan damezrandina Federasyona Kurdistanê pêvajoyeke giringe, di karê bi bê nimuneyek giring ji bo rojhilata navîn.“ vêca barê rastîyê girane, lê dîsa ez di xwazim hin pirs ji Karayilan bikim.
Belê Karayilan ma berî di miha serokê te ne gotibû baþûrê Kurdistan „Dibê Israîl a didowa“ û dîsa gotibû „ Federasyona Kurdistan ji bo Tirkiye xetere, Emerîqan piþtgirî dikê û di xwazê li Tirkîye jî bi destê nîjadperestên hovane federasyonê ava bikê. Ji bo pêþî bê girtin, ma ne gotibû „ pêwistî bi Atatirkê didowa heye?“
Gelo Murat Karayilan rast dibêjî an Imralî, gotina kî partîya wan û hevalbendên wan girêdidê?
Ez bawerim barê rastîyê giran hatîye, xûlxûlandin ji vê tê. Hûn di karin derkevin pêþya gel rastîya xwe û nerastîyên xwe bi cesaret vekin û gel rehnî bikin. Weke Bûkalemûn axa hûn herin ser bes bikevin wî rengî. Xebata ji bo serxwebûn û azadî, ji jêr ber bi jôr diçê, ne ji jor ber bi jêr e. Ma çima xûlxûlandin?
Ka dewleta ji herçar perçên Kurdistan yekbûwî, serbixwe û azad?
Tifaqên ko hewe bi partîyên sîstemê û çepên Tirk re kirin, gelo çi rê li doza Kurd û Kurdistan vekir?
Ji ber ez rastîyê di bêjim hevalên te me tehdît dikin. Hewe gelê Kurd ji jor, ber bi jêr anî. Heta kengî xûlxûlandin?
Hûn bi çi çavî di nêrin gelê Kurd û hûn ji nûve bi rêya partîyên legal di xwazin Kurda bi Tirkîtîve girêdin ?
Pêncþem 27. 06. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|