BAY BAY GERHAD SCHRÖDER!!!


BAY BAY GERHAD SCHRÖDER !!!

Almanya, 06. 07. 2005 — Beriya ku ez li ser mijara siyaseta Almanya ya bawerî negirtina serokwezîrê Almanya Gerhard Schröder bisekinim, dixwezim bînim bîra we xwendevanan, ku min di hevpevînek di gel Radiyoya Tehranê de li ser hukumeta Almanya wiha gotibû:

jixwe aniha li Almanya kirîza aboriyê pir mezin bûye û mumkin e hikûmeta Gerhard Schröder di demeke pir kurt de bi hilbijartineke nû ji hikûmetê bikeve.

Min ev hevpeyvîn wek nivîskî jî di 22.04.2003an de belav kir û ev di gellek malperên Kurd de hatiye weþandin.Çavkanî, malpera Mehname.
http://www.geocities.com/mehname40/40/nuce1.html

Kêm zêde du sal di pê van gotinên min re derbas bûn, ku hukumeta Almanya di bin serokwezîrtiya Gerhard Schröder de ji ber gellek sedeman mecbûr ma, ku salekê beriya hilbijartinên suriþtî pirsa bawerîgirtinê di 01.07.2005an de anî rojeva parlamena Almanya, ku mepûsên Almanya dengên xwe nedin wî û ji nû ve hilbijartin li Almanya çêbibin. Di dawî de bi daxwaza Schröder bû, parlamenteran baweriya xwe nedanê û rê ji hilbijartinê re vebû. Lê Gerhad Schröder dikaribî bi tewreke diha bi hêsanî jî, bi îstîfakirinê xwe ji hukumetê vekiþîne û rê li hilbijarinên nû re vebike. Ji ber ku jiyana wî hemû bi çivanokî derbas bûye, loma wî li ser ku hilbijartinên nû li Almanya çêbibin îstifa nekir, bi qeyda ku di parlamenê de mebûs baweriya xwe ji hukumeta wî bikiþînin, ji wî re dîsa derfet hebe û ew jî ji serokwezîrtiyê re bibe namzet. Gerhard Schröder loma wisa kir, ger ew careke din neyê hilbijartin, bikaribe bibêje, ew lê xebitî dîsa bibe serokwezîr, ku pilan û projên xwe bi kar bîne, lê gel dengên xwe nedanê û ew jî ne berpirsiyarê xerabbûna siyaseta Almanya ya aborî ye.

Beriya ku mirov li ser van babetên dawîn bisekine, hêjayî gotinê ye, ku hinek li ser kesayetiya Gerhard Schröder bisekine. Bavê Gerhard Schröder Fritz Schröder karkerê Kîrmesê bûye, 5 zarokên wî hebûne. Ew bixwe di 32 saliya xwe de bûye leþkerê Hîtler, yên nazî û di þerê cîhanê yê duwemîn de di despêka havîna sala 1944an de li Romanyayê jiyana xwe ji dest dide. Gerhard Schröder bavê xwe nas nekiriye, wê dema ku bavê wî dihere þer, ew çend rojî bûye. Bavê wî nîv salê din di þer de tê kuþtin. Heta ji vir demek berê jî kesî nizanibû, ku gora bavê wî li kû derê ye. Kêm zêde ji vir sê-çar sal berê Gerhard Schröder pê hesiya, ku gora bavê wî li Romanyayê ye. Ewî bixwe di hevpyvîneke di gel Televîzyona Almanya ARD di bernama “Beckmann” de di 22.11.2004an de got, ku dema ew bû serok wezîr, wî bi saya lêkolîna bi rêya leþkeriyê derxist meydanê, ku gora bavê wî li Romanyayê ye. Gerhard Schröder di serdana xwe ya li Romanyayê di 12.08.2004an de li gundê Ceanu Mare çû ser gora bavê xwe. Goristana ku bavê Gerhard Schröder lê hatiye binaxkirin ya leþkeran e.

Lê her çiqas Gerhard Schröder bê bav jî mezin bû, bextê wî baþ þixulî, ku bi saya derfetên Almanya yên aborî û sosyal xwend, li bajarê Göttingen bû hiqûqnas-parêzer û paþê li bajarê Hannover him parêzerî kir û him jî di Partiya Sosyal Demokrat (SPD) de aktîv kar kir. Beriya ku Gerhard Schröder bibe serokwezîrê Almanya, wî 8 salan li herêma Saksoniya Jêrîn (Niedersachsen) ku paytextê wê Hannover e, serokwezîrtî kir.

Mirovekî wek Gerhard Schröder ti demê ne mîsyon, ne vîzyon û ne jî îdealên wî hebûne, tenê ji bo berjewendî û menfeatên xwe yên þexsî xebitiye. Jixwe di bîografiya wî de jî tê kifþkirin, ku ew mirovekî pir bi azmend e, ku tenê ji þexsê xwe re kar bike û berjor here. Loma wî bi siyaseta xwe ya bê serî û bê bawer ne tenê mala piraniya Almanan xerab kir, herweha siyaseta Sosyal Demokratên Alman SPD, ku 140 sal kevneþopiya wê heye, xerab kir, ew jî bê îdeal û vîzyon hîþt û berê wan da ber bayê sayî.

Gerhard Schröder bi siyaseta xwe ya ku jê re dibêjin “Agenda 2010” mala gelê Alman yên hal û rewþa wan ya aborî jî kêm zêde baþ bû xerab kir. Bernama “Agenda 2010” her demê daxwaza sermiyandarên Almanya yên kapîtalîst bû. Ev ji destpêkê de wisa bû. Heta niha ti hukumetên Almanya yên din cesaret nekirin, ku vê projeyê pêk bînin. Lê ji ber ku tiþtê mirovekî wek Gerhard Schröder bixwe wenda bike nîne, loma ewî xwe avête hemêza sermiyandarên Almanya û gelê Alman kire nava feqîrî û belengaziyê. Ji ber sedemên vê siyaseta þaþ, loma hingiya partiya SPD û partiya Keskan li îxtîdarê ne, partiya SPD li 11 herêmê Almanya di hilbijartinên herêman de ji ser text ket û ev 11 herêm ketin destê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan CDU û ya lîberalan FDP. Ji ber ku Almanya welatekî federal e, loma du parlamen hene. Parlamena yek ya hukumetê ye û ya duduyan jî herêmên Almanya yên federal temsîl dike. Dema birayerk di parlamena Almanya federal de derbas dibe, divêt parlamena ku herêman temsîl dike bipejirîne. Ger nepejirîne ew birayar nabe qanûn.

Hêjayî gotinê ye, ku programa “Agenda 2010”an li Almanya programa birçîbûnê ye. Wek min li jorê jî got, sermiyandarên Almanya jî jixwe ev tiþt dixwestin. Gerhard Schröder ji bo sermiyandarên Almanan kesek e, ku mirov li ezmanan lê bigere, lê Xwedê jî ew li erdê da Kapîtalîstên Almanya. Bernama “Agenda 2010”an sîstema Almanya ya sosyal ji kokê ve xerab kir. Niha li Almanya mirovên ku bê îþ in, bi 1 EURO kî didin xebitandin.

Ev bîst û heft sal e, ku ez li Almanya dijîm. Li Almanya her demê mirovên feqîr jî hebûn. Lê em dest ji feqîrtiyê berdin, ev du-sê sal e, ku li Almanya birçîtiyê dest pê kiriye. Ev salên dawîn, ez li her bajar û li her derê dibînim, ku Alman di çopan de li tiþtan digerin ku pê îdara xwe bikin. Berê tiþtekî wiha li Almanya tinebû. Almanya ne tenê li Ewropa herweha di cîhanê de dewleta herî dewlemend e. Tiþtên weha ji bo Almanya rûreþiya herî mezin e. Loma hêvîdar im, ku gelê Almanya di hilbijartinan de sîleke wisa bide Gerhard Schröder û partiya wî SPD, ku ew careke din jî piþta xwe rast nekin.

Ji ber ku rewþa Partiya Sosyal Demokratan SPD ji ber sedemên li jo pir xerab bûye, niha di anketan de di navbera 25-30 % dengdan tê û dihere. Ev ji bo partiya ku mohra xwe li dîroka Almanya ya 140 salî xistiye tofaneke mezin e. Loma SPD van rojana bi lez û bez Manîfestoyek derxist, ku ger ew di hilbijartina di 18.09.2005an de ser bikevin û hukumetê çê bikin, dê li Almanya gellek tiþtên baþ ji bo kesên destteng bikin û dê ji dewlemendan jî zêde bacê bistînin. Lê ji ber ku Partiya SPD baweriya xwe di nav gel de winda kiriye, loma van guhertinên ku niha goya çê kirine kenê guran bi wan tîne.

Ger serokkomarê Almanya Horst Köhler biryara parlamena Almanya ya ku di 01.07.2005an de hatiye stendin heta 21.07.2005an bipejirîne, ku bila hilbijartin çê bibe û ger astengiyên zagona bingehîn dernekevin dê di 18.09.2005an hilbijartin pêk bên.

Gerhard Schröder demekê xwe hinekî nêzîkî Kurdan kir û daxwazên Kurdan bi lêv kirin. Di bin sîwana serokwezaretiay wî li Saksonya Jêrîn di sala 1991an de li Bonnê di avahiya berpirsiyarê herêma Saksonya Jêrîn de konferansek ji bo çareseriya pirsa Kurdî pêk hat. Lê dema ew bû serokwezîrê Almanya Federal wî helwesta xwe di pirsa Kurd û Kurdistanê de sed û heyþtê derece guherand û bû dostê dewleta Tirk. Yên alîkarî dan dewleta Tirk, ku demê ji bo mizakerê bistîne, bi taybetî jî Almanya, hukumeta Schröder bû. Pir îdîayên xurt têne kirin ku Gerhard Schröder bi mîlyonan bertîl-riþwet ji Tirkan stendiye. Ez þaþ namînim, ku ev îdîa rast bin. Çimkî mirovekî wek Gerhadr Schröder dikare ji bo peran her tiþtî bike. Jixwe dema ku Amerîka li dijî Sadam þer kir, yên ku bi awayekî dijwar dijî þer deretin hukumeta Schröder bû. Paþê rojnameyên Îngilîzan gellek tiþt nivîsîn, ku Sadam soz dabû Almanya, Firansa û Uris-Rûsya, ger ew li dijî þer derên û Amerîka di þer de ser nekeve, dê ji Sadam îhalan bigirin.

Schröder niha ji bo serokwezaretiyê dîsa bûye namzet, lê ew êdî ji bo serokwezîrtiyê bibe namzet, ne be namzet, dê serokwezîrtî ji wî re wek xeyalek bimîne.

Jixwe Kovara Focus ya hefteyî jî di hêjmara xwe ya di 04.07.2005an, di rûpela yekê de li ser Gerhard Schröder wiha dinivîsîne, “Tschüss Herr Schröder!” (Oxir be birêz Schröder!) Û weha berdewam dike, “Einen neuen Job für ihn gibt es schon” (Karekî nû jî ji bo wî heye).

Belê çima kar ji bo Schröder tine bin, bila canê dîktatorên Uris ( Pûtîn ), Qiralên Ereban yên kevneperest û paþverû û bila canê dewleta Tirk a faþîst sax be. Wê jêre karekî baþ bibînin. Êdî dema Schröder gellek e, bila here Tirkiyê li ba dostên xwe zêde zêde bê pere tatîlê, havîngehê-seyranê bike.

Almanya, 06. 07. 2005


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=385