Gelek kole bi kuþtina kurda bilind bûne
(819 gotin) (4593 car hat xwendin)
Gelek kole bi kuþtina kurda bilind bûne
Bremen - Almanya, 16. 07. 2005 — Ti cidabûn di nav bera qatilên Hikmet Fîdan, Dr. Abdul Rahman Ghassemlou, Dr. Þeref kendî…û hemû þehîdên þoreþê de nîn. Ko armanc çibê bila bê, kesên gûla berdin þoreþger û welatparêzên Kurd, wan ji nav tevgera Kurdistanî, Kurdewar û demoqrat bi gûla ji halê radikin, bêhna xwûnê bêxin nav tevgera Kurd, ew di xizmeta dijmin dene. Mafê kesî nîn tevgera Kurdistanî, Kurdewar û demoqrat birîndar bikê. Welatparêzên tên kûþtin bi tevayî hemû zerer zîyana tevgera gelê Kurd û Kurdistan e. Ti mihane nîn
Hikmet Fîdan = Dr. Abdul Rahman Ghassemlou = Þêx Seîd =…= Kurên Kurd û Kurdistan`in. Gelê Kurd xwe baþ naskirîye, bila êdî ti kes bi kurdkûjîyê çavên xwe nedê terfîbûna bilind. Li hev gewilandin baþ hatîye fêhmkirin, bi gewilandinê kes nikarê êdî Kurda li xwe bi pêçê. Bi ax danserê pijaqên rojê nayên fetisandin. Pijaqên rojê ketine di nîvê çavê gelê Kurd û Kurdistan de. Gel di nîqaþê deye, heroj rehnîtir dibê, tikes nikarê rêya serxwebûn û azadîyê li gelê Kurd û Kurdistanê bigrê.
Di rêberî, di bin rêberîya dewletên dagirker de, kesên di nav karên dewletê de bilind bûwîn, bêhtirên wan zerer zîyan dane kurda, di karên xweyên qirêj de terfî bûne û hatine bilindkirin. Bilind kirina wan kesa ji alîyê sîstema nîjadperest, dagirker ve weke serketinekê hatîye naskirin. Ji bo ti hêzen sîyasî êdî Kurd kûjî di Kurdistanê de na bê perçek ji planên kar û xebatê.Xebata bi vî þêweyî xebata dagirkera ye. Ez hêvîdarim ko þaþî çiçê bibin jî, dîsa li xwe vegerandin çêbê û kes nebê qopya kar barên dagirkeran.
Li kurdistanê kî bibê Walî, Qeymeqam,.. û leþkerî kar kiribê, di tevgera dewletê de ew bêhtir bi ihtibar û berketîyê dewletê tên naskirin. Nasnameya karên wayên qirêj, ji bo terfî bûnê radeya bê nîqaþ e.
Di pratîka dewletên dagirkerên Kurdistanê Surî, Îran, iraq û Tirkîye de evbûyer eþkere û elanî ye. Kî li Kurdistanê di berpirsîyarîya xweya karê dewletê de, gelektir zilm, zor, qetil kiribin, Kurd êþandibin, bi asîmîlasyonê fermana gelê Kurd rakiribê, pêþveçûna sîyasî, kultûrî, civakî û aborî, li paþ xistibê, ew di berpirsîyarîya karê xweyê dewletê de serketîye. Nasnameya karên wa þehnazîye û sadiqê dewletê ye.
Nirixandina bûyerê dirêj e, lê bi kûrtayî li herçar perçên Kurdistanê êrîþên dagirkeran di þibihin hev. Erîþên bi dizî û elanî di þibin qopya hev bin. Di wexta ko Sedam ê dîktator li ser hikim û piþtî wî jî, êrîþên ji alîyên dagirkeran ve li dij Kurda tên bi kar anîn, gûherandin têde nîn.
Çendî îro li baþûrê Kurdistanê, Kurd di herêma xwe de bi serketîne jî, lê ez dîsa Kurdistana Iraq bi rewþa niha rizgar nabînim. Gava bi rêya fermî astengî xilasbûn û pêde miho di karê bi bêjê baþûr ji dagirkerîyê xilas bûwe. Li Iraq insanên Kurd di hatin revandin, eþkere qetil dikirin, gûnd di þewitandin, sîyasîyên penabir dihatin þopandin û qetilkirin. Herkes ji bo sîstema dîktator dihat kolekirin. Bi yek devî „Zêre zêre, Sedam zêre“ dihat gotin û Sedamê dîktator di hat meþrûkirin. Meþrûkirina Sedam divîya ji alîyê herkesîve mueyen ba.
Dewleta Roma reþ JÎ bi dîrokên salaye li dijî gelê Kurd ti qanûnên xwe û ê navneteweyî nasnakê. Ji bo pêþîya tevger û pêþveçûna gelê Kurd qût bikê, çi pêwist e dikê. Dewlet bûwe mafya, qontra, talanker û mûxlacî. Bi hezaran Kûrê Kurda revandine û qetilkirine. Divê meþrukirina rejimê û Atatürk jî mûeyen bê.
Ji bo karên hovane, karibin bikin û bi karbînin, Tansu Çîler Mehmet Agar ji fermandarîya Polêsan kire wezîrê edaleta Roma Reþ. Bi hezaran welatparêz, þoreþger, sîyasî û bazirganên Kurd revandin qetilkirin. Mehmet Agar îro serokê DYP ye. Dewlet û çapemenîya dewletê di xwazê wî bikê serokwezîr. Generalên 12 ê îlonê hêjî ne derketine pêþ dadgehan.
Dûhî bû dewleta Surîye Þêx Mihemed Me`þûq Xeznewî revand û qetil kir, di xwe pêþedana Qamîþlokê de gelek Kurd kûþtin. Serok wezîrê Lubnan ê kevin û serokê partîya qomonîst bi karê terorîstî qetil kir.
Dewleta Îran bi navê misilmanetîyê fetwa û tebîran li ser Kurda digrê û wan qetil dikê. Kûþtina Dr Abdorahman Qasemlo, Dr. Þeref kendî û hevalên wa, ji gelek bûyeran mînake ke. Weke bûyerên Tirkîye, kî bêhtir Kurd kûj bê, di dewletê de ew ji bo bilindkirinê tê nasandin û dest nîþankirin.
Mehmud Ehmedinecad bi biryara dewleta islamî bû þopandinkarê berpirsîyarên Kurda û berpirsîyarên Kurda dane kûþtin. Îro jî bi destegirtina dewleta islamî Mehmûd Ehmedînecad bû Serok Komarê dewleta Islamî a Îranê. Gelê Îranê ji îro û pêde gav bi gav ber bi þûnde û ber bi tarîyê ve berê wî hat gûherandin.
Gelek kesên ko kole ne, destên wan ketîn nav xwûna kûrên Kurda de hatine nasandin û bilindkirin. Kesên ko ji rejîma bi bixar re, karên bi, bixar bikin, ew sadiqê dewletê, tên nasandin û bin nîrkirin.
Biremen Almanya , 16. 07. 2005
M. Þerîf MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|