EV XEZEB YA KAR NENASÎN Û KAR NEZANÎNÊ YE
(1017 gotin) (4793 car hat xwendin) 
EV XEZEB YA KAR NENASÎN Û KAR NEZANÎNÊ YE
Biremen Almanya , 15. 07. 2005 — Ev xeletîyên ku berdewam dibin xezeb e. Ne xezeba xwidaye û ne ya gelê Kurd e. Xezeba parsû sitûrî, li xwe negirtin, baxîtî, çavsorî, nezanîn, karnenasîn û karnezanînê ye. Ko kî bêjê „Ez ne xezeboyîme, ne baxim, ne parsû sitûrim, ne nezanim, ne çavsorim, kêmasîyên mi hebin ezê rast bikim, karnasim, karzanim û Kurdistanî me“ ne xwe bila, herkes ji xwe dest pêbikê û li xwe vegerin. Nîqaşeke bi mejîyê kurdistanî, Kurdewar di nav gelde bidin destpêkirin. De gelê Kurd moral bistînê pêşengîya Kurdistanî û Kurdewarî bê serastkirin.
Vêce xeletî a herî mezin ewe ku rastî û şaşîyên heta niha hatinekirin, ji gelê Kurd û Kurdistan hatîne veşartin. gelê Kurdistan li gorî berjewendîyên partîyên sîyasî hatîye agahdarkirin.
Ma ku mebest serketina gelê Kurdistan û rizgarkirina Kurdistan bê, xetên li jor rêzbûwîn, ne rastin? Ma hûn ji bo kurda li hember hev bi kar bînin, dibin rêxistin an ji bo rizgarkirina gelê Kurd û Kurdistan? Bila Kurdên bakur gûhdarî çi bikin, kîjan rêxistinên bakurê Kurdistan kar û xebatê rast bi kartînin? Tevgerên Kurd çima dibin sersebeb ji bo kûştina şoreşger û welatparêzên Kurên gelê Kurd û Kurdista? ……..?
Hûn di xwazin ez û hûn bi qewlê xwida, an bi qewlê gelan, an bi hêvî û li bendê mayîna gelê Kurd ko ji tevgerên sîyasî çi di xwazê, bi hevre bi kevin nav nîqaşê. Ko ez wergerê gelê Kurd bim, tevgerên sîyasîyên Kurd, li bakurê Kurdistan, li hember mi nikarin xwe bê gûneh derxin. Bila vê gotina mi kesek ji bo ling qerastina berjewendîyên xweyê sîyasî sitûr û qelew nebînê. Ti kes weke miho rastî û şaşîyên xwe nizanê. Ti rêxistinên Kurd, Kurdistanî…nîn ku li gorî xwe kêmasî nebin. Bi taybet KG-PKK ne tevgereke piçûke, gelek radîqale, di xeta Kurdistanî de lewaze û bê taqet e. Bê dîyalogî dibê sersedema ku mejîyê Kurdistanî di vê hereketa mezin de lewaztir bibê. Bila kes ji vê nivîsa mi ecêmayî nemînê, wext hesase û dîyalog dereng ket
Wexta ku miho li bakurê Kurdistan li rewşa tevgera sîyasî dinêrê, dilê miho di eçiqê, di gemirê, di xelê û li hev didê. Jana birînê tavêjê nava kezebê. Ti dibêjî qey rêxistinên Kurda li bakurê Kurdistanê Kurd dagirkirin e. Dîrokên salaye bi devikî û carna bi çalekîyên nizim li hember hev şer dikin. Ko heya niha şerên mezin bi çekan ne derketibin jî, ez bawerim ji ber qeweta berbiçav di alî nîn.
Dîrokên sala ye di Kurdistana bakur de bi navê gelê Kurdistan rêxistin tên damezrandin, heroj ji hev qetdibin û piçûktir dibin. Li cem partîyên sîyasî rûmeta gelê Kurd, Kurdistan û Kurdistanîbûnê baş nîn. Menfîetên şexsî an partîzanî li pêştirin. Tirko ji vê baş feyde dikê, Kemalîzm xwûrt dibê, rejîm a bi bixar jîya wê dirêjtir dibê û mejîyê Kurdistanî lewaztir dibê.
Tevgerên ji derveyî KG-PKK hemû bi hevre di bêjin „KG-PKK dijminatîya tevgerên Kurd dikê, di xwazê hemû sîyasetên Kurd ji halê rabin, nêzîkî xeta Kurdistanî nabê, rêça Kemalîzmê daye ber xwe û ketîye himbêza dijmin“. Mi bi xwe jî gelek caran rexnên herî giran kirin e. Heya rastî cih bigrê jî ezê rexnên xwe berdewam bikim. Mejîyê Kurdistanî dîvê ala Kurd bê. Destên ji tarîyê tên di kevin nav gelê Kurd de divê bên şikandin û bêne naskirin.
Îro li Kurdistanê tevlî hevî weke kûrha kilsê û tenûrên Bota disincirê, dagirker agir tevdidin, û Kurd di nirijin hev. Tirko weke „rûvîyê penîr revên“ binbinkî di xebitê. Di xwazê hin mafên insanî (ne sîyasî) bidê Kurda, bi kevê nav YE de. Bi xapandin, bi destên Ewrupîyan û bi sîyaseta ko di nav Kurda de şaş tê kirin, esfeltê bikişînê ser doza gelê Kurd û Kurdistan.
Tirko hove, mejî tarî ye û dîroka wa bi hovîtî baş tê naskirin. Bi rêberîya Kemal bi taybet ji bo gelê Kurdistan, dewlet bi hovîtî hatîye rêçandin.
Divê tevgera Kurdistanî-sîyasî hişyartirbê, destpêkirina dîyalogan bi KG-PKK re dikarê bibê rehnî, rê li şaşîyan teng bikê, destên ji tarîyê derdikevin bişkînê, pêşîya mejîyê Kurdistanî vekê, xwirt bikê û bi karibê mejîyê Kurdistanî di nav KG-PKK de jî derxê pêş. Lê nexwe tevgera Kurd li bakurê Kurdistan bi vê rewşa niha heroj derbên mezintir di xwê.
KG-PKK çiqas bêjê „Me hevalê xwe ne kûştin e, me Kurd ne kûştin e û me dijmin qelew nekirî ye“ jî lê dîsa Kurdistan û cihan vê baş di zanê. Îro pêwiste ko eger çibin jî, dîyalog bê dest pêkirin.Ti kesî nekarîye „Bi kûlma herê dirêşikê“ û pirsgirêkan safîkê. Gelek tiştên giring şaş û rast hene. Dîyalog çênebin ev ji hev nayên girtin. Lê ku miho bivê û nevê weke rewşa başûrê Kurdistan hin tişt wê bi mînin ji dîrokê re. Başûr neynika sîyasî a gelê Kurdistan e.
Bûyerên li başûrê Kurdistan zehmetir bûn. Li bakur biqasî li başûr Kurda hev ne kûştîye. Li başûrê Kurdistan hêjî alîyekê Kurda ala sadam li ser çengê masê datînê. Lê di dîrokê de cara yekemîn Kurdên başûrê Kurdistan dijminên xwe ji bo berjewendîyên gelê Kurd bi kar anîn. Destpêkirina dîyalogan barê zehmetîyan siviktir kir. Dîyalog çiqas dereng destpêbikin xeter, şaşî xûrtir dibin û rêya dijmin ferehtir dibê
Gelek zehmete, şaşî pir çêbûne, şaşî pirin, zerer zîyan gelekin û dilê gelê Kurd gelek êşaye. Dest pêka dîyalogan wê rê li şoreşê ferehtir bikê, wê ava di golan de genî mayî bêhtir bê zelalkirin. Dîyalog destpêkirin zererê nadê. Tirko lê di gerê bira kûjîyê germtir bikê, di nav Kurda de mejîyê Kurdistanî Kurdewar lewaztir bikê û şer berferehtir bikê. Li alîyekê bi destê cerdevanan, li alîyê din jî şer bêxê di nav tevgerên Kurd, Kurdistanî û Kurdewarî de.
wexta vê dest pêkir rayê boxazê tê qûtkirin. Bila dor negihê vê mal xirabûnê. Çi dîyalog çêbibin û çêbin bila di pişt perdan de nemînin veşartî. Bila nîqaş ji rûpelên internet û rojnama derkevê ekranên televîzyonan. Ne bi çavên neyaretî, bi çavên kêmasî bêne serastkirin nîqaş bêne dest pêkirin. Divê xeta Kurdistanî û Kurdewarî bê xwirtkirin.
Biremen Almanya , 15. 07. 2005
M. Şerîf MÜŞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|