 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Rojên herî germ (Eyamî Buxur ) ( 31 Tîrmeh - 7 Tebax ) . 1983 Îro enfalkirina 8 hezar Barzanîyan, cînosayda (Jenosîda) Barzanîya ye. em vî hovîtî ya Beesîyan, þermezar dikin û 8 hezar Barzanîyan bibîr tînin...
31/07/1983 de, li dijî xelkê bêtawanê Barzan li komelgehên Behrike û Qoþtepe û Herîr bi enfalkirin û kuþtina 8000 nûlaw, law û zilam û pîrên Barzanî encam de û ew berev bîyabanên baþûrê Iraqê birin û bi zîndî çalkirin.
|
|
|
 |
| |
Mehabadê
(169 gotin) (5216 car hat xwendin) 
Mehabadê
Mehabadê tu mezlûma dilê tarîxa kurdayî
Li ber bahoz û sermayê þirîn mayî necevyayî
Kîjan roje ku xwîn çavê kejale te nebarîbe
Heger çi xwîn ji dil cokin vilahî ser bilin mayî
Bûye rizqê te xwîna gel lit e nakin derîx ev gel
Hemêþe gel tede maye ku tu bibye kela þayî
Bixo xwînê ku sorava te çave dijmina reþ ket
Tu surma çave kurdayî,tu bejnek berz û balayî
Çi Qazî be çi Qadir be dibe bibne fidayê te
Þivan û þeh nigehbanin ku tu bibye bilindayî
Çirayê çar çiraya me li devra te monewer bit
Tu bibye bîka bajaran li bejnê ali medyayî
Hemi tazî û þînê me bi þînek taze weghazî
Li ser nû de bibe qazî,qezayê dûr ke avayî
Tu þehrek xoþ û avayî tu Qernate û Bexdayî
Seyid Sablaxe,Sablaxe,ne wek van çol û sehrayî
Senendec 21. 07. 2005
Helbest : Xezel
Vezn : Mefaîlon Mefaîlon Mefaîlon Mefaîlon
Behr : Hezecê Mosemenê Salim
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
|
[ Vegere: Seyid Feysel Mojtevî | Indeksa Beþan ] |
|
|