| |
Rastîya li ser rewşa bakurê Kurdistan ê ... !
(572 gotin) (3578 car hat xwendin) 
Koledarê Kurdistan' ê, ê dîrokî li bakurê Kurdistan ê engirîye û dilê wan tuneye zu û zu ji Kurdistan ê derkevin. Wan aqubeta diqtatorê rojhilata navîn Saddamê Beesîyan dîtin û ditirsin... Dizaninku edî nikarin wekên kalên xway Vampîr xunmijî bikin. Û di dêla xunmijîya xwada Qomiserên xwa kirinin nav rêxistinê Kurdên bakurê Kurdistan ê... Ew qomiseran jî wek kurmê darênin. Û van kurmên darê nahêlin rêxistinên Kurdistanê wek sazîyên netewî pêştakevin. Hertimî astengîyan ji rêxistinânra derdixînin ...
Bi rastî meru gava li rewşa bakurên Kurdisdistanê mize dikin, dilê meran dişewite. Ji berku sazîyên sîyasî wek partî ne amadenin. Dujmin hetanê naha xwastiye Kurdan bi angorê daxwazên berjewendîyên xwa perwerde bike. Em dixwazin pêşî li wî daxwaza dujmin bigirin. Bi rastî hewreye em li ser rewş partîyên bakurê Kurdistanê biponicin... Gelo çima sazîyên sîyasî li bakurê Kurdistan ê wek partî amade ninin ? ...
Gavaku meru li sazîyên sîyasî ango li partîyan mize dikin, meru dîvînin ku daxwazek wan a avakirina devleta Kurdistan tuneye. Ango tu sazî û hêz naxwazin devletek Kurdan were damezirandin. Ma Kurd hetanê kengê palebin. Ax ax xun ji dilê min diçe...
Ez dixwazim helbestek xwa li jêr biveşînim. Min ev helbesta xwa berîya rewşa başurê Kurdistanê nivisandîye. Min di demê dawîyêda helbesta xwa hinek guhurand. Bi fikir û raman jî her dem wek endamê PDK ê ji bona pêşketina doza kurd amadebume. Û bawerîya min jî heyeku partîkî bi navê PDK ê bi partîyên kurdanra pirsa kurd çareser bike. Helbet ew partî jî PDK ya başurê Kurdistanê ye.
Mixabin di diroka kurdan da hinek kes, wek endam xebatkarên Beesîyan bu. Gava van kesana ji şaşîyên xway sîyasî poşman bun xwastin bizivirin cem biray xway tekoşîngerê kurd. Partîyên başurê Kurdistanê ji wanra hemêza xwaya biratî vekirin. Bawerim kurdên bakurê Kurdistanê ên bunin xebatkarên demokratîk cumhurîyetê jî bizivirin cen birayên xwayê Kurd ...
PALE
Weş wek pehlîwana pale.
Qîz zewadî anî pale.
Ne tenê li mêrgê pale.
Çi kir xwalî serê xwa kir.
Li Enqerêw Şamê pale.
Bexdatêw, Tahranê pale.
Azerbeycan û der pale.
Çi kir xwalî serê xwa kir.
Du mejuyê neyar pale.
Hey pale hey jîrek pale.
Weşê te ne xwaş e pale.
Çi kir xwalî serê xwa kir.
Karê cehşîtî kir pale.
Boy aşitî xwa kir pale.
Run kata neyar xist pale.
Çi kir xwalî serê xwa kir.
17. 11. 1990
Ali Cahit Kıraç
Ez gelek bextîyarim hêzên başurê Kurdistanê îro wekê bingehê xway devletê heye û hukumetên ava kirine, ev avabun, rumeta me Kurdaye. Hewceye em Kurdên Kurdistanê û ên dervayê Kurdistanê giştik bi hevra wekê Pêşmerge başurê Kurdistan ê biparêzin.
Rastiya Kurdistan eveku Kurd ji boy şoreşa Kurdistan sazîyên hunerî, çandî û sîyasî darxînin anjî sazîyên henin wan amade bikin. Wekê partîyên henin bê quwet û teqatin, hewceye ev patîyana li gor şertên îro bi yekîtîya Kurdewarî bêt amadekirin. Sazîyên hunerî û çandîjî bi kesên rewşembîr, ronekbîr û aqademîsyanan werin avakirin kû ji bona Kurdên li ruyê dunê bela buye neynên asîmîlekirin.
Ez wek endamê PDK - XOYBUN' ê dixwazim bi kesên welatparêz û dilovanra di xizmeta Kurd û Kurdistan ê da bim.
Silav û rêz ji boy Kurd û rêxistinên Kurdistanê.
30. 05. 2004
Ali Cahit Kıraç
alicahitkirac@yahoo.de
alicahitkirac@hotmail.com
http://www.pdk-xoybun.com
http://www.xoybun.com
|
[ Vegere: Ali Cahit Kıraç | Indeksa Beşan ] |
|
|