PEYMANA LOZANÊ, QATÝLÊ GELÊ KURD E



PEYMANA LOZANÊ, QATÝLÊ GELÊ KURD E

Biremen Almanya , 26. 07. 2005 — Ko Kurdekê xwe nas, navê Lozanê di bihîzê di hilceniqê, pêta agir bi mejîyê wî di kevê, çi xweþîyên wî hebin ji bîr dikê, dinya wî a xweþ diçê, ji xweþîyên xwe dûr di kevê, bi xweyalên xwe di kevê pey rêça xwûn-tolhildan a bav û kalên xwe. Ji ber welatê xwe, milk, emlak malbat û heyîna xwe windakirin e. Kurd hingî bê gûnehin kûl û derdên dilên wan kûr û dûrin ji derveyî xwestina wan bi heq-huquq ev reaqsîyon bi wan re çêdibê.

Roja 24.07.1923 kû Peymana Lozan`ê dibin çav dêrîya NY di gazîno a Lonbeno li Zanîngeha Lozan hatî imzekirin, bi fermî ferman a gelê Kurd e. Ji bo gelê Kurd bûwe roja reþgirêdanê, li ber çavên gelê Kurd xwîyakirî ye kû zarokên Kurd piþtî dîrokên sala bêne jîyanê, dewleta Tirk karibê bi navê xwe paristinê bi rêya yasayên navneteweyî kurda bi kûjê û xwûnê birjînê. Peyman li Lozan-Swistre heyeteka Tirk di bin serokatîya Ismet Inönü (Ismetê Ker) de bi gelek fen û fîtan, dibin çavdêrîya NY de ko Los kursson berpirsîyar, 82 sal berê hatîye imzekirin

Peymana Lozan`ê qatile, qatilê gelê Kurdistan`ê ye. Ji bo dewleta Tirk bûwe belgeke navneteweyî. Binegiha Komara Cumhurrîyet a Tirk di pejirînê. Bêhtirên sînorên mîssaqê millî xet dikê, gelê Kurd û Kurdistan`ê nasnakê.

Kurdistanê û gelê Kurdistan ji hev qet dikê. Bi vê peymanê ji bilî netewa Tirk û kêm neteweyên kû ne misilmanin, ti netewe an kêm neteweyên dî di nav komara Tirk de nayên pejirandin. Bi navê xwe parastina mafê dewletî rê li kûþtina Kurda hatîye vekirin. Lê gelê Kurd bi hemû zorî zehmetîyan jî ev peyman ticara ne pejirand û li dij sekinîye. Gelê Kurd ji roja ev peyman hatî imzekirin, heya niha di bizaveke hûr, kûr û dirêj de di bizivê. Kurd ji bo vê peymanê vale derxin bi deh hezara þehîd dane û þehîd ketine. Di vê pêvajoyê de hingî roj diçin ne razîbûna gelê kurd dijwartir dibê û dewleta Tirk jî vê pêvajoyê di þopînê, di zanê tevgera gelê Kurd ne weke heyamê berê hêsanîye

Hingî diçê pirsgirêka peymana Lozan`ê û Sevr`ê gûr dibê, dest û tilyên xwedîyê komar a Tirk di recifin, êdî lingên wan erdê nagirin. Cara yekemînê ko dewleta tirk ji bo peymana Lozanê xwe pêþandana çêdikê û di xwazin giringîya peymana Lozanê bi gelê Tirk jî bidin zanîn.

Destpêk û gûherandin a li baþûrê Kurdistan, ji bo her çar parçên Kurdistan rêbazeke bi dîrokî derxist halê. Dagirker kirne nav tirsê, Tirkîye weke çûka ser hejik di hejê û di tirsê kû qet bibê. Îro serleþkerê Efsera yekê Hurþît Tolon Paþa ji acizîya ko dewlet li hember pêþve çûna tevgera Kurd ketîyê bi zimanekê vekirî dijmintîya EY dikir û sînor di nav axiftinên wîde ne di xwîyan.

Mejî hiþkên ko derf ji bin zikên wan filitîn, di hêvîyê xwe de þikestîn ko êdî „Ne digihin dêrê û ne digihin mizgeftê“ hemû li kolanên Enqere, Lozanê di qîrîyan, tipikên tifa devên wa li dîwaran diket, kaxezên ko pê pozên xwe paqij dikirin tavêtin kolanan û Lozan helikandin. Di xwestin ko EY jî bê Peymana Lozanê imze bikê, bibê þirîkê qetilkirin û fermana gelê Kurd. Lê êdî ev xeyal, xeyaleke heyhate û tacara nabê.

Li Lozan´ê lew lewa devê Rauf Dengtaþ û Doðu Perinçek bû, ne di fikirîn ko tiþtên ji bo 1500 Tirkên Qibrisê di xwazin, çima 25-30 milyon gelê Kurd li B. Kurdistan ji bo xwe ne xwazê?

Serokê PKK Abdullah Öcalan dibêjê „Peymana Lozan`ê çiqas a Tirkan bê hewqas a gelê Kurd e jî“ ev ne raste. Lozan peymana ji halê rakirina gelê Kurd û Kurdistan e. Pêvajoya Cumhurrîyeta Demoqratîk xwe hînkirina inkar a gelê Kurd û entegrekirina dewleta Tirk e. Gelê Kurd tiþtekê zêde na xwazê. Di xwazê ewjî biqasî gelê Tirk xwedîyê mafê xweyê demiqratîk, insanî û sîyasî bê. Gelê Tirk xwedîyê çibê, gelê Kurd jî xwedîyê wê bê.

Biremen Almanya , 26. 07. 2005


M. Þerîf MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=393