| | |  
 Ji bo Kurdistan were XOYBUN Ê
 
 
  Yarê bixun e sitranê dîlanê. Dilê min birîn e lê dilovanê.
 Min dil da te bejn zirava halanê.
 Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
 
 Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê.
 Boy te dilê min jan da birîndarê.
 Li warê me derman gulê baharê.
 Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
 
 Mezra botan warê mîr û mîrekê.
 Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
 Tarîya zîndan ronîk e  jîrekê.
 Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
 
 
  Kanê mezra botan xwazil bi berê. Mem çubu warê Zîna evîndarê.
 Fesadê wan bu sebebê kederê.
 Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
 
 Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
 Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
 Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
 Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
 
 Zarok roda çu ji ber þîpa avê.
 Hilanîy e dengê þîna dêw bavê.
 Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê.
 Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
 
 Neyar hat boy qirkirina Dêrsimê.
 Hovîtî kirin li Muþ û Amedê.
 Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
 Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
 
 Boy Kurdistan li ber gule baranê .
 Hunandîy e vejînî û xoybunê.
 Boy Partî Demokrat´a Kurdistanê.
 Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
 
 25. 11. 2002
 
 
 
  Ali Cahit Kiraç  alicahitkirac@yahoo.de  mirezdin@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
 http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_02.jpg
 
 
 
 | 
 | 
 
 Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
 http://www.pdk-xoybun.com  -  www.xoybun.com
 
 Bo vê nûçeyê navnîþan:
 http://www.pdk-xoybun.com  -  www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=397
 |