 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
Mirîþk an welat .... ?
(602 gotin) (3990 car hat xwendin) 
a - Mîr, Çerçî û Xudîyê Dikana ... !
Berê wextan li Kurdistanê çerçî hebun û li bajêrên Kurdistanê jî xudan dikan hebun. Eslên hinek xudîyê dikana zarokên devþîrmeyê Tirka bu.
Li Kurdistanê di nav bajêran da Osmanlî wek dagirger bi cîh bivun. Lê ku Kurd li bajêran ji ber xiþma Osmanlî ditirsîyan û bi angorê daxwazên wan tevdigerîyan. An jî hinek Kurd ji dil xwa firotibun Osmanlîya. Wan xwa firoþa, digotin em jî, ji wenin.
Hinek Kurdên qehreman jî, ji dagirkerîya Osmanlîyan razî nebun, li hember wan þerê azadîyê bi qehremanî dimeþandin. Lê ku li gundan Kurd zêdetir Kurd bun û gava li wan zor bahata, xwa li çîyayên Kurdistanê diparastin.
Hinek Kurd jî digotin bira mîrîþka min û dîka min nemire, berx û pezên min wenda nebe, û xolika xanîyên min xirab nebe, kîjan Kurd tê kuþtin, bira were kuþtin.
Hinek çerçîyên eslên xwa Kurd bu jî lêku paleyê xudan dikana bu. Pirrê wan çerçîyana kesên zanayîbun. Çerçî diçun gunda piþtê tehsîldaran wan Kurdan bi firotana tiþtên xudîyê dikana dixapandin. Malik bi her awayî bi Kurdan diþewitî. Ango Çerçî û xudîyên Dikana þîrîgê hev bun.
Îro jî, çerçîyên berjewendîyê îdeolojîya dagirgerên Kurdistanê, di nav meda digerin. Disajî malik bi her awayî, bi Kurdan diþewite. Dibe em peþî li van çerçîyana bigirin.
Di her demên dîrokêda Osmanlîyê qirêj fermana kuþtina Mîran, berpisyarên eþîran, berpisyarên rêxistin û civatên Kurdan bi tevkujîna Kurdan bi cîh anîbun. Osmanlî hinek Mîran, berpisyarên eþîran, berpisyarên rêxistin û civatên Kurdan ên nekuþtibun jî, wan ji Kurdistanê derxistibun, ên mabun jî, ji tirsa dengê xwa dernedixistin.
. . .
b - Sazî û Dezgehên Osmanlî
Wek tê zanîn Devleta Osmanlî li Kurdistanê seran ser li navan bajêran merovên xwa bi cîh kiribun. Eslên wan kesan, devþîrmeyê Tirkan bun. An jî ji wan hinek Tirk bun. Devleta Osmanlîyan karên curbe cur dabu wan kesana. Ji wan kesan hinek li karên asayîþê mize dikirin. Hinek li karên huquqê mize dikirin. Hinek endamên sîxurîyê ( muxabarat, Mît ) bun. Hinek berpisyarê nehîyabun û van kesana mesulên leþkeranjî bun. Hinek berpisyarê bajêran ( Valî ) bun. Hinek tehsîldar bun. Tehsîldar li ser bêdêrên, li gom û tewlan digerîran hebuna kî heba ji wan ji sedîra çend ( % ) distandin û didan Omanlîyan. Ji wan kesan hinek li bajêran Muxtar bun. Hinek Parêzger ( Avukat , Dava Vekîlî ) bun. Hebuna Kurdistanê a ser erd û a bin erd dixwarin.
Hina jî ji tê dîtin palêyên Osmanlîya wek qimik - qimil bi navê Turkmena li baþurê Kurdistanê eriþên qirêj dibin ser rêxistinê Kurdan. Turkmen dixwazin hubuna Kurdistanê bi alîkarîya Tirkên îro bipelixînin û nefta ( Benzîna ) Kurdistanê a li Kerkûkê bixin destê Tirkan. Çend, sed salên din jî Tirk bikaribin hebuna Kurdistanê bixwin. Turkmenen li Kerkukê macirin ...., ji boy Kekûk werê parêzandin hewceye Turkmen ji Kekûkê were derxistin. Bi vî rewþa hanê Tirk bi alîkarîya Turkmena ewê bikaribin, xewa xwaya Pan - Turkîzmê bi cîh bînin ...!
. . .
Osmanlî ji bonaku Kurd rojek nevin xudîyê axa xwa, bi nav wan diketin û bi tevkujîna Kurdan, kesên kêr hatî bi hovîtî dikuþtin. Û digotin bi vî kirina me, ''wana wextekî dur û dirêj nikarin bivin devlet''.
Ji bona rastîyên van sedemana, hewceye dawî li dagirgerîya dagirgerê Kurdistanê were. Bawerim hewceye em kurd ji bona vî daxwazê ji dil dilxwazbin.
Bi daxwaza Kurdistanek serbixwa yekgirtî û azad silavên biratîya Kurdewarî ji boy we diþînim.
. . .
03. 01. 2005
Ali Cahit Kýraç
alicahitkirac@yahoo.de
alicahitkirac@hotmail.com
|
[ Vegere: Ali Cahit Kýraç | Indeksa Beþan ] |
|
|