Dagirkerên Kurdistanê, Di Dîrokêda Çi Anî Serê Gelê Kurd û Şêx Ubeydûllahê Nehrî ?
(2255 gotin) (3905 car hat xwendin) 
Lawê Şêx Taha; Şêx Ubeydullahê Nehrî, bi armanca avakirina welatekî serbixwe xebat dimeşand. Bi vî armacê di sala 1880 de li Şemdînan serhildan çêbû, Şêx Ubeydullahê Nehrî serokê wê serhildanê bû. Şêx Ubeydullahê Nehrî, doza rojhilata welêt dikir. Bi vê armancê, gelek caran êrîşî Welata ( Dewleta ) Îranê kir û gelek caran jî bi ser ket. Paşiyê Welata ( Dewleta ) Osmanî jî, ji xurtbûna Şêx Ubeydullahê Nehrî tirsiya, eziz bu û bi Îranê re tifaq çêkir. Li hember êrîşên herdu Welatan ( Dewletan ) , Şêx Ubeydullahê Nehrî bi serneket. Welata ( Dewleta ) Osmanî bi alîkarîya Welatên ( Dewletên ) din Şêx Ubeydûllahê Nehrî, bi zorê ji Kurdistanê Te Dûrxistin.
Ango Şêx Ubeydûllahê Nehrî ji Kurdistanê tê Dûrxistin ( Dûrxistin, Katik, Pirdû, Pej, Rehakirin, Mişextkirin, Nef, Surgun ). Cotmeh 1882 da Şêx Ubeydûllahê Nehrî ji alîyê Osmaniyan nefyê Mekke yê bû. Şêx Ubeydullah Nehrî, li Dûrxistinê çû ser dilovaniya xwe.
Piştî şikestina rêxistin û serhildana Mîr Bedîrxan, bi demeke kurt di navbera Welata ( Dewleta ) Osmanî û Welata ( Dewleta ) Rûs de şer dest pêkir. Welata ( Dewleta ) Osmanî xwest bi navê Ola Îslam ê û bi karanîna şiklên, ku Musliman birayên hev in, careka din Kurdan di şerê Rûs de bi kar bîne û ji bona wî sedemî peywendî bi mala Bedirxan û hinek navdarên eşîrên Kurdan re çêdike. Bi wî awayî gelek leşker ju Kurdan komkir û şand şerê Rûs. Di şerê Rûs û Osmanî da sed hezar kurd hat kuştin. Em hêvîdarin êdê tu demê Kurd di ber gelekî dinda neyê kuştin.
Dema miletê Kurd ji bona serxwebûnê serî li dijî Osmanîyan hildida, di alîyê Osmanîyan da di hat gotin ku Kurd li dijî Ola Îslamî derketine. Vê demê bi navê Ola Îslamî Komkujîyên ( Tevkujînên ) nedîtî li dijî gelê Kurd bi kar danîn.
Di sala 1878 de, dawî li Şerê Osmanî û Rûs hat. Di herema Şemdînan de carekî din, dibin seroktîya Şêx Ubeydullahê Neherî de bi çirûskên agirê rizgarîyê bilind bû. Di sala 1880an de Şêx Ubeydûllahê Nehrî hemî amedekarîyê xwe çê kiribû û serî li dijî Osmanîyan rakir. Pîştê niqşkirina dûr û dirêj, Şêx Ubeydûllahê Nehrî xwest cara pêşî êrişê Welata ( Dewleta ) Îranê bike. Ji ber ku Welata ( Dewleta ) Îranê ji Welata ( Dewleta ) Osmanî bêhêwztir bû û bihêsanî Kurdistana Rojhilat dihat rizgarkirin.
Paşê jî wê bi hêzeka xwurtir û geş bi ser Osmanîyan de bigirtana, lê rewşa Welata ( Dewleta ) Osmanî gelek ji rewşa Îranê baştir nebû. Ji ber ku Welata ( Dewleta ) Înglîz, Rûs û hin Welatên ( Dewletên ) rojava ew bêhêz kiribûn. Ji alîyê din, navbera Welata ( Dewleta ) Osmanî û Îranê tenebû. Welata ( Dewleta ) Îngilîz bandorka mezin li Osmanîyan dikir û heta herwaha lê hatubû, ku gelek caran guherînên di nava Di Arteşa ango Hêzên Leşkerîya Osmanîyan bi daxwayên Îngîlîzan guhartin dihat kirin. Dema Şêx Ubeydûllahê Nehrî êrişê ser Îranê kir, Welata ( Dewleta ) Osmanî êrişa Şêx Ubeydûllahê Nehrî ji bona berjewendîyê xwe hesab dikir.
Şêx Ubeydûllahê Nehrî li herema xwe, bi yek Nîşanek ( Dirv - Dirûv - Îşaretek ) piçûk hemî daxwazên xwe bi cih danî. Dema Şêx Ubeydûllahê Nehrî ji bona êrişê bi rê ket, leşkerên ( Lehengên ) Kurd wekî birûsk êrişê ser Urmîyê kir, li wêderê ji herema Svûcbûlak ê derbas bû û herema Mukrîyan bi hêsanî rizgar kir. ji xwe rûniştevanên wê heremê Kurdin sunî bûn, zêde wxîn nehate rijandin. Lê rûniştevanên herema Mûraxan şîî bûn û bi sebebê dijminaya kevin ya li himberî sunîyan, li berwxedan û gelekî ji wan hate kuştin. Paşê leşkerên ( Lehengên ) Kurd berê xwe dan Text û payê Îranê û bajarê Tibrîzê û tehdît kirin. Îranê hemî hêza xwe kiribûn wê heremê û ji Welata ( Dewleta ) Rûsya yê alîkarî xwestbû û ji alîyê din jî ji Welata ( Dewleta ) Osmanî alikarî dixwest ku li ba Îranê cihê xwe bigire. Ji ber ku herekata Şêx Ubeydûllahê Nehrî ji bona herdû Welatan ( Dewletan ) dihat eynî menayê.
Wê demê dewleta Rûs ji Welata ( Dewleta ) Osmanî xwest, ku hêzeka leşkerî ango lehengî bişîne ser Şêx Ubeydûllahê Nehrî û nehêle li dijî Îranê şer bike. Wê çaxê Welata ( Dewleta ) Îngîlîz li dijî Îranê di xebitî, ji ber ku Îranê bi dijiminê Îngîlîz Rûsya yê re hevkarî dikir. Welata ( Dewleta ) Îranê ji Welata ( Dewleta ) Osmanî bêhêztir bû. Ji bona wê sedemî, Şêx Ubeydûllahê Nehrî xwest berê ji Îranê dest pê bike û bihêzêk xurtir bizivîre û êrişê Osmanîyan bike. Lê Welata ( Dewleta ) Osmanî wusa ne difikirî. Dema çirûskên rizgarîyê serkeftinin mezin di Îranê de bi dest xistin û berê xwe dan Roma reş, Welata ( Dewleta ) Osmanî, ji hêlek di bin zextên beyanîyan da mabû û ji hêlek din jî Osmanîyan bi xwe hasîyan ku wê hereketa Şêx Ubeydûllahê Nehrî zirarek mezin bi de wan.
Bi vî awayî Osmanîyan Arteşa ango Hêzên Leşkerîya Erziromê ajotin ser Şêx Ubeydûllahê Nehrî û sînorê du mintiqeyên Kurdistanê û sînorê Bakurê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistan ê girtin. Bi wî awayî Arteşa ango Hêzên Leşkerîya Şêx Ubeydûllahê Nehrî bû du perçe û êdî Şêx Ubeydûllahê Nehrî ne dikarîbû xwe bigihîne Arteşa ango Hêzên Leşkerîya xwe yên li Bakurê Kurdistanê mabûn. Bi vî sebebê Serhildana Şêx Ubeydûllahê Nehrî di navbera sê Welata ( Dewleta ) de hatîbû pêçan fatisandin. Bi hevkarîya Welatên ( Dewletên ) Osmanî, Rûs û Îranê, Osmanîyan Şêx Ubeydûllahê Nehrî dîl ( êsîr ) girtin û anîn Qonstantînopolêsê ( İstenbolê ).
Piştî demeke kurt Şêx Ubeydûllahê Nehrî bi dizî ji Qonstantînopolêsê ( İstenbolê ) revîya û hat Kurdistanê. Careka din ji bona serhildanê dest bi kar amadekirina rêxistiniya serhildanê kir. Lê dise ev xebat hat fetisandin û Welata ( Dewleta ) Osmanî bi alîkarîya Welatên ( Dewletên ) din Şêx Ubeydûllahê Nehrî, bi zorê ji Kurdistanê Te Dûrxistin. Ango Şêx Ubeydûllahê Nehrî Nef yê ( Dûrxistin- Katik - Pirdû - Pej Rehakirin - Mişextkirin - Nef - Surgunê ) Erebîya Siûdî dike û Şêx Ubeydûllahê Nehrî hetanî wefata xwa li bajarê Medînê dijî.
Gelê Kurd bi hezaran sal beriya Zayina Îsa ( Z. Î. ) li ser axa ku îro bi navê Kurdistan hatiye navandin, civatek bi ser û ber pêk anîye û bi xelqên din, ango bi yên cîran va hîmê Bajarvanîya ( Medeniyeta ) Mezopotamya yê danîye. Ev Bajarvanîya ku, alîkarîyên bê hempa li Bajarvanîya ( Medeniyeta ) cîhana meya îroyî kiriye.
Bapîrên Kurda ên wê demê, Kardoxan, Gutîyan, Ûrartûyan, Mîtanîyan û Medan, Loran, bi xelqên din ra têkilîyên ( pêywendiyên ) cûrbecur danîye. Ev gelên cîran carna êriş danîn ser Kurda û carna jî Kurdan êriş divirin ser wan. Di demên dîrokîyên dirêj da, li Kurdistana îro jî, xelqên Kurd bi der saya peywendîyên civakî û aborî dewlet û imparatorîyetên serbixwe damezrandine.
Berî Zayina Îsa ( B. Z. Î. ) di sala 612 da Împaratorê Kurd ê bi nav û deng KEYAQSAR Serbajarê Asurîya, NÎNOVA ya ku nêzî Musul'a îro ji vegirt. Ji wê rojê û heta îro, Kurda di nav bûyerên civakî û sîyasî û di pirsên rojhilata navîn da rolek giring leyîst. Nemaze ev rola giring di dema ku Ereban êriş dane ser rojhilatê ku nîşan da. Ji alîyê Erebanva xwestina vegirtina ( Leyandina - Vesendina - Dagîrkirina ) Kurdistanê, Pişti Zayina Îsa ( P. Z. Î. ) di 637 da destpêkir. Di vê tarixê da leşkerên Ereb êriş da ser Musul û dorhela wê. Ev êriş dayin bû sebebê ku Kurd û Ereb ji aliyên 1eşkeri, siyasi û çandi va hatin pêşberi hev. Leşkerên Ereb bi armanca vegirtina ( Leyandina - Vesendina - Dagîrkirina ) Kurdistanê, Iranê û Ezerbeycanê bêetlahi êriş kirin. Lê di van êrişê xwe da tim û tim li hember xwe Kurda diditin. Xelqê Kurd li hember van pêlên vegirtinê ( Leyandinê - Vesendinê - Dagîrkirinê ) bi mêrxasi şer kir.
Ev şerên han, bûn sebebê wêrankirina sazûmana aborî, siyasî û çandînî ya Kurd. Lewra leşkerên Ereb bi bendûbest ( dîsîplîn ) û çekên baştir hatibûn çekdarkirin û di derhaq şeran da hêçandin' yên ango Serpêhatîyên ( tecrubeyên ) wanên ê hêjmar hebûn. Ji ber vê yekê ji, leşkerên Erep perçeyek Kurdistanê, di sala 639 da kirin bin sîdarîya xwe. Lê xelqê me, ji zorkeri û dilitiyê ra serî dananî û car carna serxwerabûnên zexm û xurt pêkanîn. Lê pişt ra ev serxwerabûnên han, hêdî hêdî sist bûn û pîranîya xelqê, Îslamiyetê pejirand ( qebûl kir ). Ango Kurdan ji Îslametêra serî danîn û bi vî serî danînêra têk çun. Piştê pejirandina ( qebûl kirina ), Îslamiyetê ji Kurdan bi awayê Welatên ( Dewletên ) Mîrî ( Derebegî - feodal ) xwe honandine.
Kurda li çaxa navîn da wek cîranên xwe Welatên ( Dewletên ) Xanedanî damezrandine. Di navbera setsala 10 -11‘an li herêmên Kurdistanê Şedadîyan, Hesenwahîyan û Merwanîyan Welatên ( Dewletên ) serbixwe pêk anîne. Merwanîyan ji Diyarbekir bi heta çîyayên Zaxrosê li hemî nîvroyê Kurdistanê hikim kirine. Di çaxa navîn da, Derebegî yên feodalên Ewrûpi, ji bo berberîya navbera xwe û gundîyan kêm bikin û bala wan bikşînîn hin ciyên din û ji bo aborî û çandînîya xelqên rojhilata navîn talan û wêran bikin leşkerên xaçparêz pêkanîn. Li hember van leşkerên xaçparêz dewleta Eyyubiyên Kurd derkete qata dîrokê ( tarixê ). Ev dewlet cara pêşine ku têkoşînek hevkar ( Şirîg - Ortax ) di nav Kurd û Ereban da pêk anîye. Ji Mîrzayên Kurd Selahedûn ne bi tenê di nav Kurd û Ereban da li dij hemî cihanê da serleşkerek bê hempa tête naskirin.
Ji sedsala 13 da vir va leşkerên vegirtvan ( Dagîrker - Leyoke - îşxalci ) ên Mongola, Hindistanê, Îran û Kurdistanê xirab û wêran kirin. Afirandinên (eserler) giranbiha bajar û aboriya xelqê Kurd yê ku bi keda sedsala pêk hatibû di bin lingên leşkerên Mongolan da pelçiqî.
Vegirtin ( Leyandin - Vesendin - Dagîrkirin ) û sidariya Mongola, aborîya Kurdistanê hilweşand û hunermendiya mirov pûç kir. Ji ber vê yekê ji girêdana peywendîyê ciwakî ên pêş diketin qels û jar kir. Kurdistan ji alîyê Jeopolitik û dewlemendiya xwe da cîhek gelek giring e. Ji ber vê yekê ji berya Mongol û pişti wan daxwaza vegirtina ( Leyandina - Vesendina - Dagîrkirina ) Kurdistanê ji aliyê hêzên diz û talanker va dom kiriye.
Ez bêrîya welat dikîm.! Hey dizo, neft û zêr dayne.
Kurd jî, bi paytext û xane.
Bese Kurdistan dinale.
Ez bêrîya welat dikîm.
Karê fesad, tim tevdane.
Ma welatparêz nemane ..?
Welat li binê nigane.
Ez bêrîya welat dikîm.
Ez nizanim, ev çî deme.
Barê min kuwil û xeme.
Dur çum, xerib ketime.
Ez bêrîya welat dikîm.
Dengê Ewropay şirine.
Dayê rewşa min bibîne.
Barê giran pişta mine.
Ez bêrîya welat dikîm.
Çav hêsîr, bi dilopane.
Bahê tê, ji boy me şîne.
Darê me gul diweşîne.
Ez bêrîya welat dikîm.
Dilê min, her dişewite.
Tim xun ji ser dişemite.
Ka hêsîr ? çav dişewite.
Ez bêrîya welat dikîm.
Mirin, boy bêxîretane.
Heyfa, Rustem û Keyane.
Tim dijîn, Gula dilane.
Ez bêrîya welat dikîm.
Derd giranim, welat kanê. ?
Bi xwedê Day mamim tenê.
Kanê ? Walatparêz kanêêê ?
Ez bêrîya welat dikîm.
Dil şewat û dert giranim.
Birîn darim, kurrrr dinalim.
Ax, ax, ax heyfa Kurdistan.
Ez bêrîya welat dikîm.
Ewên bawerî wendake.
Wekê mîyan berx wendake.
Kî tilî di hingivdake.
Ez bêrîya welat dikîm.
20. 12. 2004
Ali Cahit KIRAÇ alicahitkirac@yahoo.de mirezdin@hotmail.com Ji alîkî da Mongola rêya xirabkirina aborî û civakîya Kurdistanê vekir, ji alîkî da ji pişti Mongola û Welata ( Dewleta ) Osmani li hember pêşketina xelqê Kurd bendekî xurt honand. Ji bilî viya jî li Îranê Safewîya Welatek ( Dewletek ) damezirand. Piştê damezrandinê wê Welatê ( Dewletê ) êriş da ser Kurdistanê û birek axa Kurdistane vegirt ( Leyand - Vesend - Dagîrkir ). Li ser vê yekê di navbera Safewî û Usmanîyan da ji bo vegirtina ( Leyandina - Vesendina - Dagîrkirina ) Kurdistanê têkoşînek dijwar destpêkir.
Ji ber vê sebebê ye ku Derebegên feodalên Kurd ji bo yekîtîyek navendî ( merkezi ) şertên Waqi' î ango Wênekêş ( Objektif ), abori û civaki bi dest nexistin û di nav xwe da ji dest bi şer û pevçûnan kirin. Ev berberiya nava Mîrên Kurda bû sebebê dubiriyê wan. Hîn jê xwe dan alî Safewîya, hîn jê ji xwe spartin Osmaniya. Te bi vî awayi ji, heta demê nêzik Mîrên Kurd xwediyên Keyatîyek ( Otonomî ) nav xwe bûn, ango xwedîyên sazûmanên sîyasî, civakî û çandi bûn û bi şiklê Derebegayîtî di nav Împaratorîyeta Osmanî û Welata ( Dewleta ) Safewîya da dijîyan.
17. 11. 2005
Cavkanîya vî nivîsê ji wikipedia.org ê û pirtuka M.E. Zekî Kurdistan Tarîhî hatiye girtin
Ali Cahit KIRAÇ alicahitkirac@yahoo.de mirezdin@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
|