|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1922 0 Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).
|
|
|
|
| |
Reþnivîsa Iraqê kurd hem li xudê kirin hem li xurmê
(1238 gotin) (5244 car hat xwendin)
Reþnivîsa Iraqê kurd hem li xudê kirin hem li xurmê
Li 153ê xalê destûra Îraqa dimokratîke ithadî de çi xalek nehatiye kivþ kirin ku mafê kurda bi fermî bide nîþan dan û kurd negiheþtine çi armancê xwe. Ya gotinê ye ku kurda dixast sê meselê mezin wek Fidralîsm, Kerkûk, Pêþmerga li kumara Îraqê de bi þêweyekî fermî hel û fesl kin û li ser van sê mesela kurt neyên. Þanda kurd bi serkatiya Mesûd Barzanî dema ku diço bo Bexdayê got ez vê carê nayême lêbandin. Ema sed moxabin çi dest xwe we neanîn û reþnivîsa Îraqê evê ji mere kivþ dike.
Ya yêkê : Xala 2 yê de dibêje islam serçaveya destûra Îraqêye û nabe çi xal li vê destûrê de bêne danîn ku di gel yasaya islamê moxayir bin û li bara destûra parêzgehê hikûmeta fidiral de jî dibêje çi kes nikare qanûnkê dane ku li gel qanûna merkezîye fidiral moxayir be. Ev mesele dêbibe bais ku parêzgarê ku ermenî û asorî û êzidî têdene bikevne nerihetiyê. Çonku yasaya hikûmeta fidiral seranserê Îraqê digre ber xwe. Destê herîmê nemerkezî li nivîsîna yasayekî mihelî de girê dide.
Ya dûyê : Ev destûra nabêje ku hikûmeta Îraqê li du miletê ereb û kurd pêk tê û du mezhebê mezine sonî û þîe têdene û gelik milet û olên din têde dijîn. Belke li xala 3ê de dibêje : Îraq welatekî çend netevî û ayîn û mezhebe û qismeteke li dinyaya islam û ereb. Lêreda diyar dike ku emelen li destûrê de kurd hatine bîra xwe birin û navê van li Îraqa fidiral de nehatiye kivþ kirin.
Ya sêyê : Hikûmeta fidiral nehatiye nasandin ku li çi milet û ola pêk têt belku li xala 63ê de dibêje parlimanekî yasa danandinê heye, ku qanûna fidiral dinivîsîne û endamê vê li nonerê parêzgê Îraqêne. Xala 63ê dibêje : Serok komar û hêyeta wezîra hikûmeta fidiralî bi rêve diben. Eve nîþan didet ku hikûmeta Îraqê fidiraliya netevî nine çonku çinava li nonerê kurd, ereb, þîe, asor, keldan, tirkmen, êzidî, … nabet û feqet dêje nonerê parêzgeha dê li parlimana fidiralî de dê lev xir bin. Bes Îraq fidiral nine belku bi þêweyekî istanî ku istan yan parêzgeha qudretekî nemerkezî hebin dê bê idare kirin.meseleyek din ku nîþan dide ku fidralîsmê Îraqê de erziþekî hiqûqî çinine sûnda serok komar, serokê wezîra û nonerê parlimanêye ku li xala 49ê de vihe hatiye nivîsîn:
( ez sûnd dixom bi xudêyê mezin ku þol û berpirsiyariya xwe bînme cî bi dilsojî û xemxarî û parastina Îraqa serbixo û berjewendiya gelê xwe ber çav bigrim û xewê li xwe bihermînim li ser silametiya erd û esman û av û saman û sîstima dimokratîke itihadî û hevlê bidim li ser azadiya giþtî û serbixo bûna qezawetê û ez paybendim bi cîbicî kirina yasa û qanûnê bi emanet. Xudê þahide li ser eva ku ez dêjim.) her wekî tê dîtin çi bendê wê sûndnamê mafê fidiraliyê naparêzin.
Ya sisêya : Mesela artêþ û emnîyeta Îraqê ye ku li xala 9ê 1- E : dibêje artêþ û dezgahê emne Îraqê li îraqiya pêk tê. Li heman xalê li piþka B : de dibêje hêzê çekdar li derweyî çarçêva Îraqê qedexene.
1 - Lêreda çi iþare bi pêþmerga nehatiye kirin ku dêbibne cozek li artêþa Îraqê yan ne ?
2 - Bi rewþenî li piþka B yê de dibêje hêzê çekdar li derveyî artêþa Îraqê qedexene.eva nîþan dide ku hêzê pêþmerge dibe li dahata Îraqê de bêne xeli silah kirin bêy hindê ku heqkê li van re li nav ertêþa Îraqê de bibînin.
3 - Xala 9ê ku li nav fidralîsmê de nehatiye diyar kirin. Nîþan dide ku hikûmeta fidiral kû li xala 63ê re despê dibe çi dixalet li artêþê de çinine.
Ya çarê : Mesela Kerkûkê û mada 58, destûra Îraqê li du xalê dijî hev de berê xwe dide vê meselê 1- li xala 114ê piþka 1 : Dibêjît herîm li parêzgehek yan zêdetir pêktêt. Du herîm yan zêdetir heq hene bibne herîmek. 2 - li hemen xalê dibêje : Parêzgehek yan zêdetir heqê vê hindê hene ku bibne herîmek bi wesîla rifrandomê bi yêk li van du rêka : E. bi daxaza 3 - Yêk li endamê parlimana parêzgehê. B. bi daxaza %10 li dengderê parêzgehê. Bes dibe tibqî vê xalê ketina Kerkûkê bo ser herîma Kurdistanê çi gîr û girift çinebin. Ema destûra Îraqê li xala 149ê de dibêje : Rifrandoma Kerkûkê dibe bikeve 31. 12. 2007 yanî du sal u nîvê din ku devleta Îraqê desthelatê peyda ket û çi cara Kerkûk nekewe ser herîma kurda.
Ya pêncê : Basa qanûn û yasayê herîma kurda ya sala 1992 yê ya 13 sala pêþ niha de diket û xala 150e yê dibêje kar û bar û yasayê herîma kurda heger beramberî yasaya Îraqê de neraweste dikare berdevam be. Elbete ku nikare wekî qanûna islamiye Îraqê be bes ev jî dibe destê van derkeve û hikûmeta herîma Kurdistanê heta fidiraliya xwe ya salê pêþîn jî dibe li dest bide û bimîne ser tendûra sar. Em dikarin bi temaþe kirina destûra 153 xaliye Îraqê bizanin ku kurda çi mafê fidiraliye netevî zêdetir li devrana Qasim, Arif, Sedam dest van neketiye. Çonku Sedam jî nemerkezî dabû kurda û çend wezîrê kurd ku hinek li van nihajî li parliman û kabîna serok wezîr dene. Û zimanê kurdî ku xala 4 ê tev zimanê erebî kirye fermî li devranê pêþîn de jî her fermî bûn û li zankoya Bexdayê fakilta ziman û edebiyata kurdî hebû. Bes hizar rehmet bi Qasim, Arif , Sedam.niha ku kurda nekariye nizamekî fidiral li ser gelê kurd hakim kin li nav hikûmeta ithahî de çi dest xwe we anîne ?
Yasaya miweqete Îraqê de desthelata kurda zêdetir bû û kurd li qanûna esasî de li mafê vêtoyê berxordar bûn. Li destûra teze de kurda çi desthelatek li hikûmeta merkezî de heye ? serok komarin, serok wezîrin, serokê parlimanê ne ? qanûna esasiye Îraqê vê barê de navê çi miliyet û ola nabet û piraniya korsîyê parlimanê bo bijartina van dike mîzan û terazû û çonku nonerê þîa li parlimanê de li sonî û kurda zêdetirin ev dê bikarin birihetî hemû postê kilîdî ye welatê Îraqê bigrine destê xwe.
Destûr li xala 66ê de dibêje : Kandîdayê serok komariyê dibe ev mercane hebin : 1- Li dayk û babekî îraqî hatibîte dinyayê 2 - 40 salê teva omrê vî bin. 3 - Akadomiya bilind dest xwe we anîbe. 4 - Li aliyê þerefê de nehatibîte tavanbar kirin. Êdî çi mercê din çininin û li aliyê parlimanê re tê bijartin. Xala 68ê dibêje : Serok komar kesekê dike serok wezîr ku 2 li 3ê ya piþtgiriya nonerê parlimanê hebe. Serokê parlimanê jî her nonerê parlimanê li nav xwe de dibjêrin. Bes eger xaricî li îraqê dixalet nekin her sê postê serekî dê bikevne destê þîa û kurda li hikûmeta merkezî de jî çi dest xwe we neynaye.bes hem li xudê man hem li xormê.
Sine 2005. 09. 06
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
|
[ Vegere: Seyid Feysel Mojtevî | Indeksa Beþan ] |
|
|