PEYAMA SERXWEBÛNÊ - PEYAMÎ SERBEXOYÎ -I-
PEYAMA SERXWEBÛNÊ - PEYAMÎ SERBEXOYÎ -I-
BAÞURÊ KURDISTAN - SILÊMANÎ, 02. 10. 2005 — Wek tê zanîn, festîvala rewþenbîran di bin çavdêriya parêzerê Duhokê birêz Temer Remezan Koçer de hatibû amade kirin. Yekîtiya Nivîskarên Duhokê jî bi alîkariya hemû endamên xwe yek bi yek derfet û quweta xwe dabû vê festîvalê. Hêjayî gotinê ye, ku serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê birêz Hasan Slêvanî ji bo amadekirina vê festîvalê roleke pir girîng dilîst. Bi bîr û raya min birêz Hasan Slêvanî rewþenbîrekî pir payebilind e, ku bi hemû derfetên xwe ji bo pêwendî di navbera Kurdan de li seranserê Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê xurt bibe û pêþde here xizmetên gellek bi qedir û qîmet dike. Bê guman wek hertiþtî di destpêkê de kêmasî jî çêdibin. Mirov di tiþtan de çiqas jî perfekt be, dîsa jî bê kêmasî nabin. Ji bo min - ez bawer im ji bo her kesî jî ya girîng serkeftina festivalê bû. Û bi baweriya min festîvala Duhokê mohra xwe li dîroka Kurdistanê xist.
Çapemeniya Kurdistana azad jî roleke pir mezin lîst û dengê festîvalê gihande bîr û raya Kurdistanî û raya giþtî. Bi taybetî jî radyoya dengê Kurdistan di bin rêveberiya birêz Kamiran Berwarî de heta roja dawiyê bernameyên zindî weþandin.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di roja 23.09.2005an de ji bo festivala rewþenbîran ya 1ê hate bajarê Duhokê. Jixwe hatina serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji bo festîvalê li Duhokê bi serê xwe bûyerek taybet bû. Eger em axaftina wî baþ analîze bikin, ew peyama ku serokê birêz li Duhokê da, peyama serxwebûna Kurdistanê ye. Ev gotina wî ku “*Xûþk û birayên berkeftî.... Ez nabêjin hewe mêhvanên berêz, çonkî hiwîn mêhvan nînin.. hiwîn yên li mala xo... hiwîn yên li welatê xo ne” ji bo min mana wê gellek mezin e. Ew gotina ku “hûn li mala xwe ne, loma ez ji we re nabêjim ku hûn mêvan in” ji bo me hemû Kurdan qîmeteke pir pîroz û payebilind e.
Min ev gotina serokê birêz wiha fêhm kir. Her Kurdekî û her Kurdeke çi rewþenbîr, çi Nivîskar, çi cotkar, çi karker, yanê bi kurtayî hemû welatperwer li Kurdistana Azad wek hev in, ti ferqiyek ji bo wan çi ji Baþûr, çi ji Bakur, çi ji Rojhilat, çi jî Rojava nîne. Ev peyam ji bo min tê wê wateyê ( maneyê ), ku gelê Kurd dê di demên pêþde di dîroka cîhanê de cihê xwe li mertebekî pir payebilind bigire. Jixwe di cîhanê de gel, millet û dewletên di siyasetê de rolên mezin dilîzin, ne ji ber pirbûna hêjmara wan dewletan e, ji ber ku ew dewletana berî her tiþtî qîmet dane hemwelatiyên xwe, loma mezin bûne û îro bêyî gotin û riza wan di dinyayê de ti tiþt nameþe. Û dewletên qîmet nedane hemwelatiyên xwe di cihên xwe de dizivirin, badanaþ dikin. Îro li Ewropa welat hene, ku hejmara wan ji 25 hezaran ( wek mînak Liechtenstein ) derbas nabe. Lê ji ber ku Ewrûpî qîmetên mezin didin hemwelatiyên xwe, loma wan cihê xwe yê rêzê di qada navneteweyî de girtine. Lê ger mirov ji Rojhilata Navîn mînkekê bide, wek Tirkiye, ev 80 sal e him hilweþandinên mezin li ser gelên xelkê û bi bîr û raya min hilweþandina herî mezin li ser gelên xwe kirine. Çimkî ev 80 sal e ji rengê sipî re dibêje reþ e. Dema dewletek 80 salan înkariya tiþtekî bikin û ji carekê ve bêje: Wele Heye !, hîngê hilweþandina herî mezin li ser gelê xwe dike. Çimkî niha gelê Tirk di kêþeya Kurd û Kurdistanê de di bin psîkolojiyeke pir xerab de maye. Rast e birov bêje Tirk niha traumayekê derbas dike. Tirk di dinyayê de êdî çi guhertinan jî bikin dê dawiya siyaseta wan ya pûç were. Tirk çiqas jî lêbixebitinm ku bibin Endamê Yekîtiya Ewropa dê nebin endam. Çimkî dîroka wan bi qirêj e, dê nikaribin xwe ji qirêjiya xwe xelas bikin. Çimkî wan ne qîmet dane hemwelatiyên xwe û ne jî qîmet dane gelên din. Loma ew çiqas jî xwe di neynika dêwan de jî bibînin, ew ne mezin in û nikarin bibin mezin.
Loma ez di dawiya vê gotarê de dikarim bêjim, divê peyama serokê birêz Mesûd Barzanî li bajarê Duhokê ji bo me hemû Kurdan bibe wek rehber.
Ezê di gotarên din de xalên peyama serokê birêz yek bi kek þîrove bikim.
*Ev orjînaliya axaftina serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ye. Destên wan saxbe Yekîtiya Nivîskarên Duhokê rojnameyek bi navê “PEYVA FESTIVALÊ” sê rojan li ser hev derxist û nêrînên beþdarvanan bi herdû zaravan û herdû tîpan, latînî û erebî gihand xwendevanan.
BAÞURÊ KURDISTAN - SILÊMANÎ, 02. 10. 2005
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=409
|