ÎNKARKIRIN Û BÊRÊZGIRTINA LI HEMBER ZIMANÊ KURDÎ
(1420 gotin) (4379 car hat xwendin)
Fuat Akpinar
Malxirabino! ma we ew çend wext nîne, hon ko ji bo hînbûna zmanê biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin «fînfoneke» derewin bi lêv bikin.
Kuro eyb e, þerm e, fehit e. An hini zmanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê zman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreþîke girane.
Pesn û þabaþ û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivisandina zmanê xwe bûne û bi vî awayî mitta xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine.
Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zmanên din dizanin bixwînin, binivîsînin û elfabiya zmanê xwe hêj nas nakin.
Mîr Celadet Bedir-Xan
HAWAR Kovara Kurdî Hejmar 27, 15. Nîsan 1941 Þam
Ez Bedrettin Dalan nas nakim û nizanim ji kûderê ye, lawê kê ye û ev eleqederî min jî nake. Ew di salên 1980’î de di saya Turgut Özal de navdar bû, di wan salan de hilbijartina þaredariya Stenbolê qezenç kir. Ew çend salan bû þaredar û tê gotin, ku gelek xizmetên baþ jî ji Stenbolê re kirin, lê li hêla din gelek talankarî jî kir. Demekê Tirkan jê re digotin “Dalan eþittir talan” (Dalan wek talanê ye).
Xanima Nuriye Akman, rojnamegera Tirkan, di roja 18.05.2003an de di rojnameya Zaman de heypevînek bi Bedrettin Dalan re çêkiriye.
Nizanim Bedrettin Dalan bi çi aqilî kar dike, gava di vê heypeyvînê de qala zimanê Kurdî dike? Ew zimanê kurdî biçûk dixe, înkar dike û dibêje:
Zimanê Kurdî ji 600 gotinan derbas nabe û kesên ku çewtiya vî tiþtî angaþt dikin jî (yek ji wan kesan Yaþar Kemal e) heke tiþtekî din îdîa bikin, ji wan re hodrî meydan! Eger ew bikaribin bi 30 hezar gotin romaneke bi Kurdî binivîsînin, mesref û weþandina romanê ayidî min e.
Bedrettin Dalan dibêje, diya min û bavê min Kurd in, ew gava ji min hêrs dibûn û dê li min bixistana, di nava gotinên xwe de bi zimanê tirkî dipeyivîn; û wisa angaþ dike, ku zimanê kurdî tune ye, ew zimanê jêre “zimanê kurdî” dibêjin, zimanê Farisî ye.
Bedrettin Dalan dibêje, kesên kurdîtiyê dikin (yanê ji bo netewa Kurd kar û xebatê dikin), ez wan wek birayên xwe xebûl nakim. Ew van gotinan ji bo Kendal Nezan dibêje, ji ber ku Kendal Nezan Ferhenga xwe panzdeh sal berê diyarî wî kiriye û di nivîsa xwe de jêre gotiye: “Sevgili Kürt kardeþim” (birayê min ê Kurd yê delal.)
Ka bila ehmeqên wek Bedrettin Dalan ji Kurdan bipirsin, ku ew jî ji hêla xwe ve, wî wek birayê xwe xebûl dikin yan na?
Ez bawer dikim, Kurdek welatparêz di vê cîhanê de nîne, ku mirovên noker yên wek Bedrettin Dalan ji xwe re wek bira xebûl bike. Bila ew jî vî tiþtî baþ bizanibe.
Gelo cahîl û ehmeqên wek Bedrettin Dalan di jîyana xwe de navê Ahmedê Xanî, Melayê Cezirî, Cigerxwîn, Qanatê Kurdo, Malbata Bedirxan û hwd. bihîstine û kerem kirine, ku pirtûkên wan bixwînin.
Ez bawer dikim Bedrettin Dalan, ne dîroka bav û kalên xwe û ne jî dîroka Tirkan dizane. Tenê ew devê xwe vala nahêle û xwe tiþtek hêsab dike.
Gelo cahîl û belengazên wek Bedrettin Dalan derheqê Îranê û zimanê Farisî çiqas fêhm dikin?. Gelo ew dizane li Îranê radiyo û Televîzyonên bi kurdî hene yan na?.
Heke cidahiya Zimanê Kurdî ji Zimanê Farisî tune ba, çima dê li Îranê ji bo Kurdan radyo û Televîziyon hebûna?.
Eger Bedrettin Dalan di pirsa Zimanê Kurdî de wisa jîr û jêhatî ye û xwe baqil dihesibîne, bila bersiva van pirsan bide.
Tirk gava bi navê ilmê li ser zimanê kurdî lêkolînan çêdikin, diherin bi Kurdên Mereþ an jî bi Kurdên Meletiyê re û yan jî bi rûniþtivanên bajarên kurdan yên nêzîkî sînorên tirkan re diaxivin. Ji ber ku ew kurdên nêzîkî sînorên Tirkiyê ne, wan ji polîtîkaya asîmîlasiyona Tirkan zêdetir nesîbên xwe girtine û ne sûcê wan e, ku ew baþ nizanin bi kurdî biaxibin û dema dipeyivin gelek gotinên tirkî dikin nava zimanê kurdî.
Armanca dewleta Tirk ji destpêka hebûna Komara xwe heta niha eþere ye, ku ew naxwazin, Zimanê Kurdî qebûl bikin, ew hergav bi tiþtên biçûk înkariya zimanê Kurdî dikin.
Dema mirov li dîrokê dinêre, têde wê rastiyê dibîne, ku dewleta Tirk li dijî Zimanê Kurdî siyaseteke dijwar û bê perwa ajotiye; û asîmîlasyoneke nijanperest pêk aniye.
Bi rastî ez pir bi þanazî (îftîxar) dibêjim, ku tevî wan êriþ û dijwariyan jî dîsa gelê Kurd zimanê me yê þêrîn û delal di binê ewqas zor û pestanê de li ser pêyan hîþtiye û heya vê rojê aniye.
Ez nizanim, Tirk û nokerên wan yên wek Bedrettin Dalan ji kûderê wî mafî û wê cesaretê di xwe de dibînin, ku êriþî zimanê kurdî û înkariya zimanê kurdî bikin. Ew bi vê yekê dijminahî, dijîtî, bêrêzgirtinî, bêedebî, bêehlaqî û înkariya gelê Kurd û Zimanê kurdî dikin, lê li aliyê din, bi van kiryaran ji bilî nefreta gelê Kurd tu tiþtekî qezenç nakin.
Mirovekî ku dêya wî û bavê wî Kurd be, an jî ji kîjan miletî dibe bila bibe, gel an jî kesên xwe û zimanê xwe înkar bikin û biçûk bixin, ew ancax dikarin wek nokeran ji xelkê re, ji biyaniyan re koletiyê bikin. Mirovekî wek Bedrettin Dalan bê rûmet û bê asil be, bi mîlyonan jî hebin, di cîhanê de bi kêra tu tiþtekî nayên.
Eger Tirk angaþt dikin, ku zimanê kurdî tune ye, çima ji sibê hetanî êvarê pêda ketine, dijminahiya zimanê kurdî dikin û dibêjin zimanê kurdî tune ye. Tiþtek tune be, ji xwe ne hewce ye ku mirov qala wî bike û jê bitirse.
Ez bawer nakim, di cîhanê de mînak din hebe, ku kesên wek Bedrettin Dalan, Kamran Înan û yên din, netewa xwe û hebûna xwe înkar bikin û bibin nokerên xelkê.
Kemalîzmê kesên mîna Bedrettin Dalan û Kamran Înan kirine rewþeke wisa, ku ew êdî nikarin jê derên.
Dewleta Tirk û Kalê wan, di pê qirkirina Dersimê re, vegeriyan dora Kurdên ji Seyîd Riza re îxanetî kiribûn. Van îxanetçiyan ji Kalê Tirkan tika kir, ku bila ew neyên kuþtin. Kalê Tirkan ji wan re dibêje:
Kesên bi miletê xwe û netewa xwe îxanetiyên bikin, ew bi kêrî me nayên û em bi wan bawer nakin; ewê rojekê bi me re jî îxanetiyê bikin, loma wan kesên ku bi Seyîd Rizayê nemir re îxanetî kiribûn, hemûyan dide ber guleyan û dikuje.
Ji ber ku Tirkan zilm û zordaryên wisan mezin li me Kurdan kirine û her dem bi çavê nebaþiyê li Kurdan dinêrin, êdî ava me û wan di cohekî de naçe.
Kurd ji Tirkan re çiqas jî kar bikin û ji wan re nokeriyê bikin, dê rojekê aqîbeta ku hate serê wan îxanetçiyên Kurd yên bi Þêx Seîd û Seyîd Riza re îxanetî kirin, were serê wan jî.
Kurd xwe ji Tirkan re bikin pire jî, bi kêrî wan nayên; ew li ber çavê wan ne baþ in û cudaker in (bölücü).
Bingeha zimanê Tirkan tune ye û wan ji zimanên beyaniyan ji xwe re zimanek çêkirin û niha jî zimanê me înkar dikin.
Ez di dawiya sala 2001ê de bi komeke Alman re çûme Urdinê. Rehberê me Ereb bû û wî li ser dîroka Osmaniyan ji me re qala barbarî û talaniya Tirkan dikir û di dawiyê de wiha got:
Tirkan li ser me 600 salî zilm û zordarî kir û gava ji welatên me cehnimîn çûn, 20 hezar gotinên me jî ji me dizîn û bi xwe re birin.
Birêz Yaþar Kemal nivîskarekî navdar û bi rûmet e. Hurmeta min jêre bê sînor e. Lê pir mixabin ewî wek nivîskarekî navdar di nava Tirkiyê de û di qada navnetewî de di pirsa Kurd û Kurdistanê de rola xwe baþ nelîstiye.
Ez baþ dizanim, ku ew Kurdî dizane û eger, wî bixwesta heta niha dikaribû Kurdiya xwe pêþde bibe û bi zimanê Kurdî jî pirtûkan binivîsîne. Wê çaxê zimanê ehmeq û nokerên wek Bedrettin Dalan li ser wî û li ser me dirêj nedibû.
Eger berêz Yaþar Kemal bi bîr û bawer û bi cesaret pirsa Kurd û Kurdistanê biparêza, wî dikaribû di cîhanê de jî pir kes di pirsa Kurdan de îqna bikira û di mijara çareserkirinê de roleke mezin bilîsta. Ew hên li jiyanê ye û xwedê temenekî pir dirêj bidiyê.
Tika min girîn ji wî ew e, ku jêre ne hêsan be jî bila bi zimanê Kurdî pirtûkekê binivîsîne û di pirsa Kurd û Kurdistanê de bi cesaret be, giranahî û mezinahiya xwe rayê me xortên Kurdan jî bide.
|