Seyda te wekirye çav bi rojê. Pîroze gelik te sal û rojê.



Seyda te wekirye çav bi rojê. Pîroze gelik te sal û rojê.

Îro roja bilinde cihaniye rêz û hirmet girtin li mamostayê zehmetkêþ û xudan qedre ku jîna xwe kirne rêya rewþenbîriyê zarûkê alemê. Heger çi kes nikare qenciya rewþenbîriya mamosta li dinyaya tariye pir li dahbeyê bêriza de li ser xwe rake. Belê bîranîna vê roja rûnahî carke din xewê li çavê gel û milletan digre û rojê tîne bîra van, ku çavan sekiniye û tarîtiyê þermezar dike.

Roja rûnahî, gelên ku qedr û qîmeta te fem kirin û xwe li tarîtiya sîbera nehse þeva reþ rizgar kirin û guhê xwe dane avaya þirîn û bilinde te û ber berojkê te de xwe dane ber tavê, himbêz himbêz germî û rûnahiya te birne nav mala dilê xwe û bûne roj li rojhilat û rojavaya cihana me de bûne senbola nûr û meirifeta zanînê. Tilyê dinyayê li dev de mane li heyretê vê rojê de.

Rastî evan çikir ku îro bûne barana ilm û zanînê li vê cihanê de meger ev jî wekî hemi mirivê din li jin û mêrekê neçêbibûn? Meger hemi kurê Adem û Hevaya rehmetî nebûn ? Lê çima dinyaya me bû du piþkê kasib û devlemend û zana û nezan serbest û bindest ? Ev kendalê mezine cidayîyê bi destê kê hate kulan ? Çi bû sebeb ku li hinek cih li ber rûnahiya roja germe ilm û daniþê bimînin û hinek cihê din li ber tarîtiya þeva sar û tezî korefam bin û cahil û nezan bimînin.

Seyda diyare ev gelê ku li tere pênûsa zêr çêkirin û tacê þahîtiyê li te re layiq zanîn, tu ji xwe re kirne çiraya rêka jiyanê û çi deng li dengê te þirîntir û paqijtir nezanî, bi tirîbûnê nûrê dengê te ser alemê êxistin, evan heq hebû ku jiyanekî baþ hebin, çinko qedrê te ku qedrê zanistê bû zanîbûn û çira bidest diçone rêkê.

Ema gelê ku mamostayê van heva û hevesê nefsanî bûn, li çiraya eql dûr ketibûn li xeyrî xwe zêde keske din nedîtin. Ketne tarîtiyekê ku sîbera xwe dabû ser jiyana van, nehêlabû ku çavê van bikeve roja rûnahî û li ber tava rojê zêrê zer û nalê kera lev cudakin. Dema qirêja dinyayê bal van li nûra ilm û zanînê bi qedr û qîmettir bû. Tu li van re nehatî naskirin û bal van qedr û qîmetê te nehate girtin.

Zimanê te birîn û qelema te iþkandin û tu li zîndana hatî mêvan kirin. Tu bûyî pêkeniyê van, her vekî ku li hezretê Nûh Kenyan. Dûkela vê bêedebiyê çave van tarî kir û bi qernan li têknolojiya dinya yê re pare man û wehþîtî bû nisîbê van. Belê tu her roja bilinde nûr û germê yî li esmanê dinyaya beþer de her kesê ku pifke vê çiraya mezin ku bitemirîne dê ridîna vî bisoje. Her vekî hate sotin û bo gelê paþte mayî peþîmanî û rûreþî ma.

Rûnahiya te li esmanê dilê me geþ û geþtir be. Pîroz be cihê ku te pêyê xwe daniyê.

Senendec 06. 10. 2005
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=410