|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1922 0 Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).
|
|
|
|
| |
ROJA DAYÝKAN
(879 gotin) (4097 car hat xwendin)
ROJA DAYÝKAN Çîrokên Rojdîtî - 3 - Ez jî wek herkesî xwedî dê û bavekî me. Mixabin min ji bavê xwe pîyarî ‘þefkat’ kirin nedît ! Ez piçûk bûm wî ji vê dinyayê koç kir. Li ber destê dêya xwe mezin bûm. Bi salan nefiyê welatên biyan bûm. Dil bi keser û bi hesret. Hesreta dê û welat dilê min kizirand û agir pêxist..
Piþti deh salan min li xerîbiyê bar kir þûnve vegeriyam welêt. Qederê salekê li gel dêya xwe mam û nemam.Romiyan ez girtim, dîl û bende kirim. Panzdeh roj û þev êþkence li min kirin.
Wextê ku ez hatim girtin gelek peyagirên taxî ( mehele ) dicivin û tên qereqolê. Ev þexsiyet mîna qirixên Amedê li bajarê Edenê dijîn. Tev Kurd in.Min bandorek ramanî ya netewî xistibû serê wan.
Mafya Selahattîn dibe berdevkê wan û ji dergevanê qereqolê ( adana siyasi þübe ) dipirsi. :
- Îro sibê me sah kir ku we þeva buhurî avêtiye ser mala Mamosteyê me û ew girtiye. Em hevalên wî ne, naxwazin pirsgirêk çêbe, divê hûn wî teslîmî me bikin. Heya ku hûn wî nedin me em ji vir naçin.
- ( Polîs bi bêtêlê diaxivi) ewên ku em li asîmanan lê digeriyan tev hatine ber deriyê me, wan çi bikim ?
Polîs di cîh de li wan kom dibin û digirin. Þevekê çavên min girtî bû û polîs ez û ew yek bi yek anîn ruyê hevûdu.
Bi xîrêt bûn lê min nedixwest ew têkilî doza siyasî bin û bên hetikandin.
Dema ku em dihatin ruyê hevûdu min digot :
- Ev beradayîyek e, tu têkiliya min pê nîn e
Wan digot :
- Ne þerme mamoste ! Em ji bo piþtgiriya te hatine vir tu ji mere dibê beredayî..
Min bi qêrin bersivand :
- Ji vir bicehnimin herin.. Ez we nasnakim.
Dîsa wan bi dilekî xemgîn digot :
- Mamoste. Tu dilê me diþikîni.. Ez bi namûs sond dixwim dev ji xumarê berdim.
Piþtre ewê din digot :
- Ji niha pê de rêbirî tune..
-S ond dixwim ji niha pê de eraq venaxwim.
- Ezê dev ji peyagiriyê berdim.. û hwd..
Piþtre polîsekî ji hevalên xwe re got :
- Binêrin li ber çavên me taxî xistiye destê xwe û xebata rêxistinî gelek pêþve biriye, va çalakî wek serhildane..
Min got wan :
- Dev ji va gotinên han berdin.Ma kîjan rêxistin bi mirovên rêbir, beredayî û dizan ava bûye ? Dema ku ez hatim taxê min ew naskirin..dûre min dît dûriþmên wan ne baþe û min têkilî bi wan re çêkir û ew xistin rêyekê rast.. Têkiliyên me têkiliyên mirovî ne. Ew bi devê xwe wan gotinan tînin zimên..
Piþti wê gotinê ew azad bûn û li wê derê panzdeh rojên min derbaz bû. Di wê rojê de dêya min li wir bû û me hevûdu dît. Cil û corên min bi xwîn bûn.Xistin torbekî dan dêya min û em birin dadgehê..
Piþtre dadgehê biryar sitand û ez wek girtiyekî rêkirim Malatyayê. Dêya min her mehê du caran dihat serdana min. Rojekê em li girtîgehê ketibûn greva birçîbûnê..
Esker û gardiyan destûr nedidan serdaniyên me û nedixwestin ku em hevûdu bibînin.
Dêya min ji serokleþker dipirsi :
- Lawê min.Ez kurê xwe baþ nasdikim. Ew karên kirêt nake.. Destûr bide ez kurê xwe bibînim Ez ji Edenê hatime..
- Kurên we þîrheram û xirabin.Tev Filehin..( Ermeni )
Dêya min gelek aciz dibe û dibersivîni :
- Tu qurbana wan Filehan bî..û qurbana min û kurê min bî ku tu ne mirovî..
Dibê û destê hin dayikên din digiri û li çepera leþkeran diqelibi û tê rêza gardiyanan. Bi yek devî dibêjin :
- Em heya ku zarokên xwe nebînin ji vir naçin.
Serok gardiyan hat gel me û bi taybetî jî got min :
- Hûn li vir wek melek in..serdanên we wek terorîstin.. Dêya te gelek tadeyî li me kir û leþkeran, gardiyanan çawa kir pêsîra xwe ji destên wê xilas nekir.. Li gel min were bi wan re deng bike bila nebin bela serê me..
Wê rojê çûm, carekê din me hevûdu dît û diya min gote min :
- Kurê min hûn rastin. Va segên han xwîna me bixwin têr nabin. Ji niha pêde ez jî li gel we.. Xwezî bila min jî bavên heps û zîndanan. Ez ji wan Moxolên çav bi xwîn natirsim..
Heya ku ez di hepsê de bûm dêya min û gelek dayikên din wek milîtan û bi xîret li min xwedî derketin. Ez bi hesret û bi can û dil destên wan radimîsim.
Çend caran dêya min hate girtin. Ji Edenê koçkir çû Mersinê.. Hoviyan xêr nedan.Çû Istenbolê. Dîsa xêr nedan.. Par çû heqiya xwe..
Ýsal dîsa roja dayikan e.. Û min ji bo dayikan gul çinîn..
Ezê van gulan jî di dewsa dêya xwe de bidim Bahar Soysalê..
Bahar dayikek xwedanê çar zarokane û hewcedarê arîkariyê ye..
Adil Duran http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Adil Duran | Indeksa Beþan ] |
|
|