 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1950 Şerê Qorê dest pê kir
|
|
|
 |
| |
Cejna Jinê -1 - û Cejna Jinê - 2 -
(541 gotin) (4860 car hat xwendin) 
Cejna Jinê - 1 Pîroz bahiyek ji dil
Dişînim tev gurzek gul
Silavan du par dikim
Bo jinê, yadî bo gel
Jin nîvê mine bêpar
Nîvê cîhane ew yar
Cejna wê pîroz dikim
Xwe pêre dikim dîgar
Destê min bi destê wê
Tev hêvî yê hestê wê
Piştgêrim bo maf û zar
Ku nemîne kole ristê wê
Bêje arê .. bêje na
Hilbijartin tev wana
Dê û xweh û yar û jin
Rêzgar dikin rewana
Her emê bêjin ji dil
Hêvî dikin jînek hil
Azad û serbest bijîn
Bi mere her mil bi mil
Her berxwedan xebate
Bo maf wekhev û pate
Nêrîna berê da bişkê
Ku jin bijî ser kefte
Rast jin berê azad bû
Nav gelê xwe lewendbû
Di xebata mal û civat
Xwe neda paş bilind bû
Wek mêr doza welat kir
Me jî wê xweş serbest kir
Xweş silav û pîrozî
Nû dikim jêre rest kir ..
* * * * * * * * * *
Cejna Jinê - 2 Gelî heval û xuşka sed silav
Bo cejna jinê demsalî hergav
Em mûm û çirê, vêxin Adarê
Yek jê pîrozî yadî deyn û maf
Ev cejn mehdere dijî stema bav
Serketina duh xebata berçav
Çendî zor û zar, xwarin bê jimar
Bo mirovantî ked nare ber-av
Azad û serbest têkeve welat
Wekhevî hebe pêş dere xebat
Kesîti ya da, rengê xwe veda
Serbilind be ey giyana civat
Hizrê paşvero ew e'rf û a'det
Têkiliyên ol jibîr neke qet
Bi nîrê ole.. me xwe kir kole
Kêm hiş û eqil dunya diyanet
Du behr bi yekî navbera bira
Qe ne dêye ew xuh û keç birra
Ew jin hevpare, him alîkare
Nîvê mine jin, here kû dira ?
Perwerda mezin li mal û civat
Çi zar û nevî, çi kar û xebat
Mil bi mil dike, gilyê xwe nake
Ger mêr kaniye jin gola bin lat
Hindekin ev xêz bo rîzgar be jin
Silav dîgarin bo pîroz be cejn
Dê û xuh û keç, diyarin sed maç
Sal bi sal newroz, pîrozî bêjin
Da doza jinê nû bikin hercar
Çiko rola pak çi li mal û şar
Milê rast piye, ça reş û spiye..?
Resn reh û xwîn li hev nekin bar
Silav dîgarin bo yara dilêr
Silav du parin sed gul û şilêr...
09. 03. 2006
* Ciwanê ABDAL * Ciw@nê ABDAL http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Ciwanê ABDAL | Indeksa Beşan ] |
|
|