BÝRÎNA HELEBÇE
BÝRÎNA HELEBÇE Almanya, 20 .03. 2006 — Ciwanên Kurd di 18emîn salvegera nîþana bibîranîna komkujiya Helebçê de di 16.03.2006an de bi destê xwe yadîgariya xwe þewitandin. Di çapemeniyê de hate ragihandin ku destê partiya bizavê Îslamî di vê bûyera îrasyonal de heye. Destê kê têde dibe bila bibe, ewên pêþengî ji vê bûyera bi kirêt re kirine û ciwanên Kurd fît kirine xêrnexwazên Kurdistanê ne. Ne maf û ne jî hedê ti kesî ye, ku vê monûmenta ji bo komkujiya Helebçe di cîhanê de ewqas nav û deng girtibû biþewitîne. Divêt hukumeta Kurdistanê bi lez û bez bi hemû derfetan gunehkaran tespît bike û derîne pêþiya dadigehê û cezayên wan heq kiriye bide wan.
Bê guman mafê xelkê Kurdistanê ye, ku nerazîbûna xwe her dem li ser tiþtên ku ew pê nerazîne bînin ziman, mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û çalakiyan bikin, ku dengê xwe bigihînin siyasetmedaran, lê çalakiyên ne bi vi rengî. Çalakiyên wiha ti kes napejirîne û ji çareserkirina pirsgirêkan re jî xizmetê nake. Ev bûyera ji bo hêzên ewlekariyê jî bû ezmûn û ew vê carê li Helebçê di sinifê de man.
Dema min di heman rojê de di çapemeniya Kurd de dît, ku yadîgariya-monûmenta Helebçe ji aliyên çalakvanên Kurd de hatiye þewitandin, wek elbek ava sar di ser serê min de hatibe rijandin, hestiyê min lerizî û ez li ser Kompûterê ecêbmayî mam. Ecêbmayîn û tirajediya herî mezin jî ew e, ku Kurd bi destê xwe mala xwe, belge û dokûmentên xwe yên dîrokî li Helebçê diþewitînin. Ez sala par di despêka meha dehan de çûme Helebçê û min ev yadîgariya ku niha hatiye þewitandin bi çavê xwe dît. Ezê li jêrê behsa çûyîna xwe li Helebçe bikim.
Mixabin partiyên Kurdan bi taybetî partiyên sereke PDK û YNK bi salan e di çaresernekirina pirsgirêkên di nabera xwe de pir dereng man û guhên xwe zêde nedan pirsgirêkên xelkê Kurdistanê. Loma gel bi gazin û lome ye û roj bi roj ji siyaseta wan sar dibe. Ev bûyera li Helebçê tirajediya navxweyî ye. Ev bûyer encama siyaseta bi cidî negirtina pirskirêkên xelkê Kurdistanê ye.
PDK û YNK niha li Kurdistanê ji her demê pirtir bi hêz û quwet in, êdî derfetên madî jî di destên wan de pir in. Lê pirbûna dolaran tenê pirsgirêkan çareser nake. Ji bo avakirina Kurdistanê bi mîlyon û mîlyar dolaran proje têne avêtin. Bê guman ji bo pêþdaçûyîna Kurdistanê ev kar û xebat hemû baþ û pêwist in jî. Belê rast e ku li Kurdistanê birçîtî jî tine ye û rewþa gel roj bi roj jî baþ diçe, lê divêt em qebûl bikin ku her tiþt ji bo xelkê Kurdistanê ne gul û gulîstan e jî. Li aliyên din roj bi roj kesên xwedî bi mîlyar jî ji Kurdistanê dertên. Ev çawa dibe?, ku eger ew ne bi riþwetan û ne bi awayek korûpt û dizî be.
Belê ev tirajediya Helebçe encama siyaseta bi cidî negirtina problemên xelkê Kurdistanê ye, ku monûmenta xwe bi destên xwe þewitandin. Û kî çi dizane, ku sibê li kûderê Kurdistanê çi tirajediyek din bibe? Eger hukumeta Kurdistanê û hemû partiyên siyasî ji niha ve haziriyan ji bo çareserkirina pirskirêkên xelkê nekin.
Divêt humuketa Kurdistanê bingeha projên ji gel re bimîne biavêje. Ji ciwanan re perspektîvan dayne û sozên ku heta niha ji bo Helebçeyiyan hatine dayîn bêne bi cîh anîn.
Divêt hukumeta Kurdistanê ji bo demên pêþ haziriyên baþ ji bo gel amade bike, bi gotinan xelkê nexapîne, çimkî gelê Kurd hê jî li ser þehîdên xwe birîndar e û nabe ku hukumet bi lez tenê ji bo bajarên Kurdistanê wek bajarên cîhanê yên wek Hong Kong, New York û hwd. bi avahiyên bilind û xweþik bike mirês. Tiþtên wiha tenê zikê gel Kurd têr nake.
Divêt hukumeta Kurdistanê bi derfet û îmkanên aborî, madî hinekî be jî birînên gel sar bike. Nabe ku ji alîkî ve hin kes di nava dolaran de sobaniyê bikin û xelkê Kurdistanê yên feqîr û belengaz jî li wan temaþe bike. Dawiya parvekirina bêedelatiya malê xelkê Kurdistanê pirsgirêk û serêþiyên mezin bixwe re tîne, wek bûyera li bajarê Helebçe dertîne meydanê.
Divêt hukumeta Kurdistanê perên petrolê bi awayek edalet ji gelê Kurd re parve bike û ji niha de pêþî lêbigre û nehêle ku li Kurdistana Azad dubendiya civakî, feqîr û dewlemend derê meydanê. Ma Kurd mecbûr in wek xelkê bikin? Eger ev daxwaz ji aliyê siyasetmedaran de hebe, dê bikaribin li pêþiya dubendî û çewtiya civatê bisekinin.
Bila her kes baþ bizanibe ku xêrnexwaz û dijminên Kurdan bi çar çavan li hêviya dubendû û nîfaqa Kurdan e, ku bi siyaseta xwe ya gemar Kurdan ji bo daxwazên xwe yên bi kirêt bi kar bînin. Divêt hukumeta Kurdistanê ji niha ve bi xizmetê xwe ve ji bo gel rê li ber xêrnexwaza bigire û nehêle ku ew nêzîkî civata Kurd bibin.
Bê guman wek Ho Chi Min jî dibêje “JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETIR TIÞTEK NÎN E” Lê divêt em ji bîr nekin kamranî-refahî ji bo gel qet nebe, qasî serxwebûn û azadiyê bi rûmetir e. Dema bêedaletiya kamranî di welatekî de derkeve meydanê, ew welata ti carî nikare pêþ de here. Gotineke Tirkan heye û dibêjin “Karným nerede doyarsa vataným odur.” ( Zikê min li kuderê têr bibe wê derê welatê min e ) Lê her tiþt li ser axa mirovan xweþ e. Êdî derfetên aborî jî hene, eger parvekirin bi edalet be. Wê hingê dê ti kes jî neyê wê ramanê û nebêje “zikê min li kuderê têr bibe wê derê welatê min e”. Bila mirov birçî be, lê li ser axa xwe be. Lê cihê ku derfet û îmkanê aborî hebin, çima mirovên me di tengasiyan de bimînin? Divêt hukumeta Kurdistanê di pirsgirêka parvekirina heyiyên Kurdistanê, petrol û hwd. de jî wisa bi edalet be, ku em jî bi serbilindî Kurdistanê di qada navneteweyî bi tiliyan nîþan bidin. Nabe ku li alîkî hin kes ji derfetên partiyan, xism û eqrebayên xwe îstîfade bikin, projên mezin bigrin û di nava çend mehan û salan de bibin xwedî mîlyon û mîlyar dolaran û li aliyên din jî qurbanên Kurdistanê xelkê feqîr jî li wan binêre.
Ez sala par di 2ê meha 10an de ji Silêmaniyê bi nivîskarên kurd birêz Îbrahîm Yusuf, Siyamend Ibrahîm û çend hevalên din ku navên wan nayê bîra min ji Kurdistana Sûriyê çûme bajarê Helebçe. Hêjayî pesnê ye, ku em hemû mêvanê wezîrê rewþenbîrî li Silêmaniyê birêz Fetah Zaxoyî bûn û camêr bi ereba-seyara wezaretê alîkariya me kir û em þandin bajarê Helebçe.
Navbera Silêmaniyê û Helebçe 83 km ye û Helebçe 20 km nêzîkî sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye. Mîmarê vê yadîgariya Helebçe, ku niha hate þewitandin muhendiz Cemal Bekir Qesab e. Ew bixwe xelkê Silêmaniyê ye. Di destpêka ketina monûmentê de wênê Helebçê yên kevn di salên 50 û 60î de hatine kiþandin hebûn. Di wan wênan de tê xuyakirin, ku bajarê Helebçe bajarek gelek modern û pêþdaçûyîye. Çimkî mirov di wênan de dibîne ku jinên Helebçe hemû jî bê laçik in û kincên moderin yên xweþik li xwe kirine. Lê mirov dema bajarê Helebçe niha dibîne, jinek bê laçik nabîne. Dijminên Kurdan Farisên kevneperst û Erebên paþverû jehriya siyaset û kevneþopiya xwe ya bi gemar bi navê ola îslamê di bajarê Helebçe dane.
Goristanên þehîdên Helebçe di nava bajêr de ne, lê monûment li derveyî bajêr e. Yanê mirov dema ji Silêmaniyê dihere bajarê Helebçe, monûment di despêka ketina bajar de li ser milê rastê dimîne.
Hêjayî gotinêye ku þaîrê navdar Þêrko Bêkes jî ji bajarê Helebçe ye û ewî li ser komkujîya Helebçe helbestek nivîsiye û helbesta wî di monîmentê de hebû.
Xanima Kîþwar Mewlûd ji me re li ser dîrok û komkujiya Helebçe gellek agahdariyên balkêþ da.
Ev resma-wêneya li jor ku bavek zaroka wî di hemêz de ye tê dîtin di nav wêneyên þehîdên Helebçe de wêneya herî zêde navdar e û dema behsa komkujiya Helebçe dibe, ev wêne di çapemeniya cîhanê de dertê pêþ. Lê ez bawer im pir hindik kes dîroka vî þehîdê Helebçe dizane. Min ji xanima Kîþwar Mewlûd pirsî û wê jî bersiva min da. Navê þehîdê Helebçe Umer e. Ew bixwe karkerê nanewa-firinê bûye. Du zarokên wî yên duwane-cêwî hebûne. Navê wan Mihemed û Ehmed e. Dema komkujî dest pê dike Umer herdu zarokên xwe yên cêwî dide hemêza xwe û banz dide ku canê xwe û yê zarokên xelas bike. Lê mixabin felek xayîn e ew û zarokên xwe li ber derî þehîd dikevin. Herdu zarokên wî jî di hemêza wî de bûne, lê di wêne de tenê zarokek tê dîtin. Dema mirov baþ li wêneyek binêre zaroka din jî di hemêza þehîd Umer de dibîne.
Van herdu wêneyên li jor yek in. Ji ber ku bikaribim dîroka wan baþ bînim ziman loma min herdu wêne jî girtin vê rûpelê, çimkî di wênekî de ev kalê ku serê xwe berjêr kiriye û ji zarokan re tiþtan dibêje tine.
Ew mirovê ku li erdê dirêj bûye ji ber komkujiyê þehîd ketiye. Ew herdu zarokên wî yên lawîn bavê xwe hemêz kirine, wî ber nadin. Kalikê wan, bavê þehîd ji tornên xwe re dibêje haydê em herin malê, lê zarokan bavê xwe hemêz kirine û wî ber nadin û ji kalikê xwe re dibêjin na, em bavê xwe ti carî bernadin û bi te re nayên, çimkî tu ji me re nabî bav. Ew keçika li piya jî xwîþka þehîd e, meta zarokan e. Mixabin ji ber komkujiya Helebçe ev keçika xweþik û þêrîn aqilê xwe zayî kiriye û hê jî li bajarê Helebçe dijî. Ew herdu zarokên þehîd jî niha mezin bûne û xwendina xwe ya olî li bajarê Helebçe qedandine û li wê derê dijîn.
Almanya, 20. 03. 2006
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR ) fuadsipan@yahoo.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=452
|