DEWLETA TIRK, ÇAPEMENIYA WAN Û QUNCIKNIVÎSÊN WAN DEST JI ZIRE ZIRÊ BERNADIN
FUAT AKPINAR
Email: akpinar@t-online.de
ALMANYA 01.05.2003
Dewleta Tirk, çapemeniya wan û qunciknivîsên wan dest ji kîn û çêran û dest ji zire zirê dijî kurdan ber nade.
Hürriyet di hêjmara roja 19.04.2003 da bi manþet di rûpela yek da wiha dinivîse: ”Kurdan talan kir, herikîna petrolê sekinî (Kürtler yaðmaladý petrol akýþý durdu)” û wiha dinivîse, dibêje me ev çavkanî ji Rojnama Amerîka Washînghton Post girtiye.
Dewleta Tirk çapemeniya wan, Serleþkeriya wan û qaþo nivîskar û rewþenbîrên Tirkan di pirsa baþûrê Kurdistanê da û bi taybetî di pirsa gelê kurd da dîn û har bûne û bi goþtê canê xwe ketine, nizanin çi bikin. Dema li cem wan qala kurd û Kurdîstanê tê kirin, ji niþkave di veciniqin û dikevin þokê, çavê wan beloq dibe û serê wan gêj dibe. Tu divê qey Kurdistan malê bavê wane û ew jî di xweda heq dibînin ku welatê me înkar û îhlaq bikin û wek malê xwe bihesibînin.
Tirka bi fen û fûta welatê me bakurê Kurdistan kiriye bin destê xwe û ev têra wan nake dixwazin bi destê zorê perçên din jî têkin bin bandora xwe. Ji ber ku êdî nikarin eþkere êriþ bibin ser baþûrê Kurdistanê, îcar bi dizî sûbayên xwe bi kar tînin û bi navê arîkariya Tirkmena ji wan ra çek û sîlahan diþînin û provakasyonan çêdikin.
Ev heþtê sale Tirk li Tirkmenan xwedî derneketiye û Tirkmen di dema Sadam da li wan jî xerabî çê dibûn, rojeke dengên xwe nekirin, çima dê kurd hêdî hêdî li Baþûr bibin xwedî sîstemek fermî, loma dewleta tirk vê carê karta Tirkmena dixweze bi kar bîne.
Welatê me ji aliyê dewleta Tirk him hatiye dijwarkirin (îþqal) kirin (Occupation) û him jî hatiye dolgirtin (îlhaq) kirin (Annexation). Yanê mesele ne tenê îþqal kirine. Tirk Kurdistanê wek malê xwe dibîne û wisa jî di hasibîne. Ji ber ku Kurdistan di navnetewîde nehatiye naskirin, loma tu kes ji wan ra dabêje, ew îþqalcî û îhlaqçîne. Dema di 1991’î de Sadam Kuwêt îþqal û îhlaq kir dinya ji bona Kuwêtê rabû ser piyan û UNO bi lez û bez biryar li ser biryaran girt û di dawiya dawînda Sedam bi zorê ji Kuwêtê hate derxistin.
Fatih Altayli qunciknivîsê Hürriyetê di 22.04.2003 dinivîsîne û wiha dibêje:
Rêveberiya Amerîka ‘tiþtê ku ji tirkan hêvî dikir bi dest nexist’ û li hemberî wê ‘tiþtên ku ji kurdan hêvî dikir zêdetir bi dest xist’ û ev yek bi dengê bilind li Washingtonê tê gotin. (Amerikan yönetimi Türklerden ‘‘umduðunu bulamadýðýný’’, buna mukabil Kürtlerde ‘‘umduðundan fazlasýný bulduðunu’’ Washington'da yüksek sesle söylüyor. )
Heta roja ku tezkere ji aliyê Parlementoyê ve hate red kirin jî, armanca rêveberiya Amerîka ew bû ku di îþqal kirina Iraqê da Tirkiyê wek alîgir û piþtgîr bi kar bîne û dixwest derfetên xwe bi kar bîne da ku dema pêwîst be bi hev re tevbigerin. Di planên Amerîka da di pêþeroja Iraqê de dihate dîtin ku rola sê welatan heye û sê welat xwedî mafê axaftinê ne. Du ji van Îngîltere û Amerîka bûn û ya din jî îhtîmalen dê Tirkiye ba. Redbûna tezkerê ew plan xiste avê. Piþtî wê kurdên bakurê Iraqê þansek bi dest xistin ku ne bi xwe hêvî dikirin û ne jî Amerîka plan kiribû.
Kurdan ew þans baþ bi kar anîn. Bi Amerîka ra ketin nava hevkariyake wisa ku tu kes nikare wisa bike. Heke bo hem nijadên xwe nebe ji çek kiþandin hem welatiyên xwe. Niha em hîn dibin ku Washington gelek ji serwîsa ku komên kurd ên girdêdayî Barzanî û Talabanî dane wan, razîne. Ew komên ku heta duh jî ji hêla Amerîka re wekî ‘bê bawer û bêserî ‘dihatin dîtin, piþtî ku di îþqala Kerkûk û Mûsilê da ji gotina Amerîka derneketin, li ba Amerîka qedrê wan zêde bû. Amerîka jî ji ber peyda kirina þirîk û hevkarekî (partner) nû û bi bawer li herêmê kêfê dike.
Rêveberiya Amerîka niha li formulekê digere ku kurdan ‘xelat’ bike. Her kes jî dizane ku ew formul li xweþa Tirkiyê naçin. (Tezkerenin Meclis'te reddedildiði güne kadar Amerikan yönetiminin niyeti Irak'ýn iþgalinde Türkiye'yi destek noktasý olarak kullanmak ve gerektiði yerlerde ortak harekát imkánlarýný zorlamaktý. Amerikan planýnda Irak'ýn geleceðinde 3 ülkenin söz sahibi olmasý öngörülüyordu. Bunlardan ikisi Ýngiltere ve ABD idi. Diðeri ise muhtemelen Türkiye olacaktý. Tezkerenin reddi bu planý suya düþürdü. Ve birdenbire Kuzey Irak'taki Kürtler ne kendilerinin beklediði, ne de Amerika'nýn planladýðý bir þans yakaladýlar. Kürtler bu þansý iyi kullandýlar. ABD ile hiç kimsenin yapmayacaðý oranda bir iþbirliði içine girdiler.
Irkdaþlarýna deðilse de, yurttaþlarýna silah doðrulttular. Þimdi öðreniyoruz ki, Washington Barzani ve Talabani'ye baðlý Kürt gruplarýn kendilerine verdiði servisten son derece memnun.
Hele hele iþgal ettikleri Kerkük ve Musul'da da ABD'nin arzularýna dýþýna çýkmamalarý, düne kadar ABD tarafýndan ‘‘güvenilmez ve baþýbozuk’’ bulunan bu gruplarýn deðerini arttýrdý. ABD bölgede güvenilir yeni bir ‘‘partner’’ bulmanýn sevinci içinde. Amerikan yönetimi þimdi Kürtleri ‘‘mükafatlandýrmak’’ için formüller arýyor. Bu formüllerin Türkiye'nin pek hoþuna gitmeyeceðini ise herkes biliyor.)
Fatih Altayli dîsa bi van gotinên jorê wek (Bi Amerîka ra ketin nava hevkariyake wisa ku tu kes nikare wisa bike.) û (Ew komên ku heta duh jî ji hêla Amerîka re wekî ‘bê bawer û bêserî ‘dihatin dîtin, piþtî ku di îþqala Kerkûk û Mûsilê da ji gotina Amerîka derneketin, li ba Amerîka qedrê wan zêde bû.) ji kurda ra çêr û heqareta dike û gelê me biçûk dixe û bi taybetî ji birêz Mesût Barzanû û birêz Celal Talabanî ra dibêje kesên ‘bê bawer û bêserî ‘.
Lê belê Hurriyet û Fatih Altayli nizanin ew ber çavê gelê kurd zûda bûne pênc quriþ û qîmeta wan li cem kurdan nemaye û ew bixwe li cem kurdan wek ‘bê bawer û bêserî ‘ têne naskirin û tenê bi derew, dek û dolaban roj bi roj amrên xwe dirêj dikin. Derewî barbarî û talanî karê dewleta tirk û çapemeniya wane. Cê derew lêye tu car rastiyê nizanin û nasnakin. Derew ji xwere kirine pîþe (meslek).
Dewleta Tirka, çapemeniya Tirk, Serleþkeriya Tirkan, nivîskar û qaþo rewþenbîrên wan jî wek derewînê cotkarê çivanok ku navê wî Alî Abîd Mînkaþ e, di dema þerda li Iraqê balafireke Amerîka ketibû û wî digot min bi tifinga xwe ew balafiroka bi navê Apache (apaçî) xist û niha jî înkar dike û dibêje ev derewe, min nexist. Rojek wê mutlaq bê ku Dewleta Tirka, çapemeniya Tirka, Serleþkeriya Tirkan, nivîskar û qaþo rewþenbîrên wan jî dê wek Alî Abîd Mînkaþ bêjin me heta niha derew kir.
Ji ber ku cotkar Alî Abîd Mînkaþ, derewek wisa mezin kiribû, rojnamên Amerîka di rojnamanda henek û laqirdiyên xwe bi wî dikirin û wiha digotin:
DYA dema ku bihîst Alî Abîd Mînkaþ here masîyan bigre, fîloya xwe ji kendavê (Körfez) kiþand.
Helîkopterên þer ên bi navê Apache yên herî nû û moderin. DYA van balaforokên þer nafiroþe kesî.
Apache gotineke Îndûyane û navê qebîleke Îndûyane, li Amerîka pir navdarin ji ber ku ew pir þervanên mezinin û navê wan jî Apache ye.
Eger rojek dewleta tirka wek Sedam Huseyîn têk here, çapemeniya wan û qunciknivîsên wan jî dê pêra têk herin, ji ber ku di avakirina Tirkiyê de ku her tiþt ji nûve ava bibe êdî hewceyî derewçîna namîne û ewê jî wek Wezîrê seyar Sehaf bê kar bimînin.
Evan gotinana ne xewn û ne jî xeyalin. Kê bawer dikir ku Sedam Huseyînê tol têk here.
Bila Hürriyet êdî tiþtekî tu car ji bîr neke. Dem êdî ne wek berêye ku Hürriyet kînga dilê wî bixweze ji kurdan ra çêran bike û gelê me biçûk bixîne. Emê dinyayê di serê Hürriyeta hilweþînin. Em jî êdî qasî wan qanûn û nîzamên cîhanê dizanin û dizanin jî çi bikin.
Oktay Ekþî ser qunciknivîsê Hürriyetê jî di her derfetêde êriþ dike gelê kurd û kurdan biçûk dixe û êriþ dike kesên ku Tiriyê rexne bikin. Cidahiya (ferqa) qunciknivîsên Tirkan Oktay Ekþi û yên din eve:
Ji ber ku Oktay Ekþi di raya giþtîda bi taybetî di nav çapemeniya cîhanê de baþ tê nas kirin, loma ew di nivîs û gotarên xwe de pir bi baldarî (diqet) tev digere û bi awayek dîplomatîk bersiva tiþtan dide.
Lê belê þovenîzim û nijanperestiya wan ew kirine pir rewþek xerab, loma çiqas jî bi diqet bin, nikarin xwe ji gotinê tehdît, þantaj û çêran xelas bikin.
Oktay Eþi di nivîsa xwe da 18.04.2002 wiha dibêje:
Tu tirkî yan biyanîyî? (Türk müsün, yabancý mýsýn?)
Êdî em dixwazin ew kesên ku li ser vê axê dijin yan ‘nasnama tirk wek a serdest (bilind) û yekem qebûl bikin û wek kesên ku ji mafên hevpar ên vî welatî sûdê bigirin û bijîn, yan jî dê statûya biyaniyan qebûl bikin. Mafê hilbijartinê yê wane... (Bu topraklarda ya ‘‘Türk’’ üst kimliðini içlerine sindiren ve bu ülkenin eþit haklardan yararlanan bireyleri olarak yaþayacaklarýný, yahut da yabancý statüsüne razý olacaklarýný artýk görmelerini istiyoruz. Seçme hakký onlarýn...)
Oktay Eþi di nivîsa xwe da 30.04.2003 vê carê jî wiha dibêje:
Dewleta Bêteþe (Kaba devlet...)
Ya çarem...’Ma bi salan hûn nebûn ku we ewka xwe nediçirand û nedigot? “Bila tirkên li vir bibin hemwelatiyên Almanya û ligel me entegre bibin” (Dördüncüsü... ‘‘Buradaki Türkler Alman vatandaþlýðýna geçsin de bize entegre olsun’’ diye yýllardýr bilmem nerenizi siz yýrtmýyor muydunuz?)
Her wek ku hûn dibînin Tiriye bi heqaretek pir mezin re rû bi rû ye. Her tirkekî ku bi qasî zerekê þerf û rûmeta wî hebe, wezîfa wane ku vê yekê ji kesên heqaretê dikin ra nehêlin.(Gördüðünüz gibi Türkiye çok aðýr bir hakarete maruzdur. Bunun, hakaret edenin yanýna býrakýlmamasý, zerre kadar onuru olan her Türk'ün görevidir.)
Niha Oktay Ekþi di vî nivîsa xwe da dewleta Almanya bi taybetî eyaleta Saksonya Jêrîn (NS) rexne dike û dibêje, çima ew ji me ra dibêjin ‘Dewleta Cinawira’. Ji ber ku Almanya dewleta Tirk jî kiriye nav lîsteya 24 dewletên ku ew dibêjin dewletên Cinawir (Schurkenstaaten). Ji ber ku kesên ji wan welatana werin Almanya, bona girtina vîzê dê li gel wan muamilyek taybetî bê kirin. Dewleta tirk, çapemeniya wan û nivîskarên wan dema rexne li wan bêne kirin, ew jî bi rexnên maqûl bersiv nadin, eger ji destê wan were, ewê wek kalikên xwe Osmaniyên barbar wê þûrê xwe bigirin û herin serê xelkê je bikin, welatê wan talan bikin û tar û mar bikin.
Ez dixwazim li vir ji Oktay Ekþi çend pirsan bikim.
Ew dewleta hûn diparêzin, heta niha ji bilî xerabiyê çi daye gelê xwe?
Ew rojnameya hûn tê da ser qunciknivîsin, ji bilî kîn û nefretê li dijî gelan çi dizane bike?
Ew rojnama hûn tê da dinivîsînin ji bilî berevajîkirina (çarpitma) dîrokê wek din çi dizane bike? Hûn pir caran di nivîsên xwe da qala nasnama jêrîn (alt kimlik) û nasnama jorîn (üst kimlik) dikin, hûn ji van gotinana çi fam dikin?
Hê li Tirkiyê dema kurdekî derê pêþiya dadgehê û ew kes kurdî biaxive, dadgerên (hakim) we jê ra dibêjin ‘tu bi zimanekî ku nayê fam kirin diaxivî’.
Hê li Tirkiyê ne di zangona bingehî û ne jî di tu biryarek tirkan da yek gotinek kurdî tê da derbas nabe û hê bi awayek fermî kurd tên înkar kirin, hûn ji di her firsatê da qala nasnama jêr û jor dikin, hûn çi ji van gotinana fam dikin?
Eger hûn qaþo rewþenbîrên tirkan û dewleta we bi vî aqilî tev bigerin û rastiyê nas nekin, heroj bi gotinên xerab êriþi gelê kurd û kesên Tirkiyê rexne bikin, bikin, hûn tu car ser nakevin, hûnê têk herin.
Dewleta we van rojana heroj notan li ser nota dide dewleta Amerîka, wey li Kerkûkê wiha, wey li Mûsilê awha çû. Hûnê bi vî aqilî hê pir notan bidin. Hetanî ku têk herin. Lê ez bawerim hûn bixwazin an jî nexwazin, hûnê rojekî mecbûr bin rastiyê qebûl bikin lê ez hêvîdarim wê aqibeta ku hate serê Sedam Huseyîn ji bo we jî ne dereng be.
Ji ber ku van rojana pirsa komkujiya ermeniya li Firansayê gelek tê minaqeþe kirin ji bona ku ji bo bîr anîna (monument) komkujiya li Parîsê heykelê muzîkvanê ermeniya yê navdar Komîtas hate danîn, Özdemir Ýnce di nivîsa xwe ya 22.04.2003 da dibêje, “Derewa herî alçax a dîrokêye”(Tarihin en alçak yalanýdýr) û dîsa Hürriyet dinivîsîne, dibêje dewlet wê arþîvên osmaniya vebike bila derewê derewçiya derê meydanê ku komkujiya ermeniya çê nebûye.
Êdî tirk arþîvê xwe jî vebikin, kêra tu tiþtekî nayê. Tu kes êdî bawer nake ku ew arþîv, arþîvên rast be û mirov bikare wek çavkanî bi kar bîne. Madem ku rast û durustin ev heþtê salin çima ew arþîv nehatine vekirinê?
Dewleta tirk pirsa kurd û Kurdistanê, qir kirina kurdan û komkujiya ermeniyan ji xwera kiriye fobî (saw).
Ez dewleta Almanya ne diparêzim û ne jî avukatê wanim lê tiþtên Oktay Ekþî li jorê dibêje ku Almana heta niha ewka xwe diqelaþtin û digotin bila tirk bibin hem welatiyê Almanya û bi vî awayî entegre bibin, van gotinên Oktay Ekþî pir derewên bêteþe (kaba) ne. Ji ber ku Almanya tu car nexwestiye ku bila ne kurd, ne tirk û ne jî biyaniyên din bibin hem welatiyên wan, eger ji destê Almana were wê di rojekê de me hemiyan bikin der. Gelo bê fam û derewçînên wek Oktay Ekþi dizanin mirov çawa li Almanay dibe hem welatiyê Almanya?
Bila kerema xwe zehmet bixwe, dema ku hat Almanya vî pirsê ji tirkan pirske û ez dizanim dê bersivek çawa bigire.
Rojnameya Hurriyetê ji destpêka hebûna xwe heta îro di her derfetekê (firset) de çêr û heqaretan li gelê me dike.
Wekî tê zanîn rojnameya Hurriyetê di rûpela yekem de di logoya rojnamê de ala Tirkiyeyê heye, di bin alê de kalê wan e (Mitoyê Beton) û li jêr kalê xwe jî dinivîsin: “(Türkiye Türklerindir) Tirkiye welatê tirkan e”. Ev gotin tenê bi serê xwe gotineke þowenîstî ye û bi vê gotinê gelê kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê înkar dikin. Ev gotin tenê rûreþiya wan nîþanî cîhanê dide.
Ez dixwazim bang li gelê xwe bikim û ji wan re bibêjim her çiqas karê me zor e jî divê em di hinek mijaran de bi reaksiyonên xwe bi awayekî bi sebir û bi siyaseteke biaqilî tevbigerin û derfetê nedin wan talankeran ku li hemberî me zimandirêjiyê bikin.
Ez bang li hemû kesan dikim li dijî vê helwesta Hurriyetê ya reþkirina neteweya me derkevin, bêdeng nemînin û giliyê Hürriyetê li Konseya Almanya Federal li Bonê bikin û li Dadgeha Almanya dozê li Hurriyetê vekin. Gotinên wiha ”Kurd talankerin” û ‘bê bawer û bêserî ji bo hemû gelê kurd heqaret e. Divê em vî tiþtî tucar xebûl nekin û dengê xwe dijî Hürriyetê bilin bikin.
Hürriyet li Ewropa li gorî biryara Çapemeniya Almanya derdikeve. Her kes û her kurdekî li ku derê dijî ferq nake dikare giliyê Hurriyetê bike. Wekî ku min li jorê jî diyar kir. Ez li jêrê navnîþanên her du destgehan jî didim.
Ev navnîþan, telefon û faksa Konseya Çapemeniyê ya Almanya ye.
Deutscher Presserat
Gerhard-von-Are-Str. 8
53111 Bonn
Tel: (0049) 228 - 985 72 - 0
Fax: (0049) 228 - 985 72 – 99
Ev jî navnîþan, telefan û faksa Dadgehê ye ku rojnameya Hurriyetê jî girêdayî wê ye.
Amtsgericht Offenbach
Kaiserstraße 16
63065 Offenbach am Main
(0049) 69 - 8057 0
(0049) 69 - 8057 435
Niþe: Min di vî nivîsa xwe de, nivîsa xwe ya 04.03.2003 ku min weþandibû jî wek
çavkanî pêk anî.
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=46
|