PEYMANA LOZAN QATÝLE, QETKÝRÝNA KURD Û KURDÝSTAN E ..!
(1062 gotin) (4381 car hat xwendin)
PEYMANA LOZAN QATÝLE, QETKÝRÝNA KURD Û KURDÝSTAN E ..! Kurd serborînên xwe yê xirab-baþ, di hema rojê de an piþtî wextê bi bîrtînin. Ev kêmasîyek Kurdewar û Kurdistan`î ye. Tofanên weke roja 24.07.1923 ko „Peymana Lozan „ hate imze kirin „Peymana Sewr“ê ji halê da rakirin, pêwiste ko gelê Kurd ti caran di dîrokê de û di 365-6 rojên salê de ji bîr nekê. Em bikin mamik, çîrok, serborîn, mejî hiþyar kirina zarokên xwe, zerer-zîyanên neteweyî bi vê peymanê çi çêbûn bidin zanîn, ji bo zarokên me jî di herikandina dîrokê de newin xapandin, ji bo careke dî ti tofanên weke „Peymana Lozan“ bi serê gelê Kurd newin.
Bi vê mebestê pêwiste ko Kurd miha Hezîran û tîrmihê bi giranî ji bo nerazî bûna „Peymana Lozan“ bi kar bînin, dîplomasîya xwe di ewrupa de xwirtir bikin, gelê Kurd û cîhanê bi TV, radyo, rojname, ........, konferans þîyartir bikin.
„Peymana Lozan û Sewr“ ê derxin rojev ê de Kurd karibin di dîplomasîya Ewrupa de dîsa bibin nîqaþ.
::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::
Ko Kurdekê xwenas „Lozan“ li bîra wî tê pêta agir bi dil û mejîyê wî di kevê, dinya wî a xweþ diçê, ji xweþîyên xwe dûr di kevê bi xwîyalan di kevê pey rêça tolhildan a xwûna bav û kalên xwe. Ji ber ko di zanê welat, milk, ziman, çande, kultûr, heyîna xwe bi „Peymana Lozan“ê windakirin e û bêyî îrada merivan reaqsîyon çêdibê.
Agirê ko kete mala gelê Kurd :
1 - Sala 1514 ko Padîþahê Osmanli Yavuz Siltan Selîm bi 40000 leþkerên xwe ve di ser þetê Maweraû Nehir(Kizil Irmak) re derbasî Kurdistanê bû, çobû ser Kiralê Persê þah Ismaîl. Ko Piþtî 125 sala bi levhatina „Qesra-þirîn“ di sala 1639 de cara yekemîn Kurdistan di nav Dewleta Pers û Dewleta Osmanlîyan de bi bû 2 perçe.
2 - Sala 1515 Yavuz Siltan selîm di ser heleb û Cizîra Bota re kete nav axa Ereb. Di salekê de ji bilî rojhilatê Kurdistan, Kurdistan bi tevayî kete bin kontrola Osmanli de.
3 - Di sed sala 19 de kalikê mi Mîr Bedir-xan xaka Kurdistan bêhtirîn girtibû bin kontrola xwe. Sekehê pera, artêþ...... û weqfên arîkarîyê çêkirin, govenda serxwebûn û azadîyê li dar xistibû. Lê di sala 1851 de hatîbû hilweþandin û tesîr hêjî di domê
4 - Piþtî peymana „Qesra þêrîn“ 284 sala roja 24. 07. 1923 kû Peymana Lozan`ê dibin çavdêrîya NY de, di gazîno a Lonbeno li Zanîngeha Lozan / swîstre hatî imzekirin e.
5 - Di sala 1926 de Dewleta Iraq û di sala 1948 de dewleta Surî ko di bin çavdêrîya NY de bi fermî hatîn naskirin û Kurdistan bûwî çar perçe ye
................................................................ ?
Peymana Lozan bi serokatîya Los Kursson, dibin çavdêrîya NY de bi xîyaneta Ismet Inönü û heyeta bi wî re bi gelek fen û fîtan berya 83 sala hatîye imzekirin. Ji kelha zilmê re bi fermî bûwe bingeh û rê li xirakirina gelê Kurd û Kurdistan vekir ye.
Zerer Zîyanên Peymana Lozan :
Peymana Lozan pejirandina fermana gelê Kurd e, bûwe roja reþ girêdanê, qatile, qatilê gelê Kurdistan`e, roja qîr û hawara Kurd e. Ji di perçebûna Kurdistan rê li çar perçebûn a Kurdistan vekirîye. Ji bo dewleta Tirk bûwe belgeke navneteweyî, komara Tirk di pejirênê, sînorên mîssaqê millî nas dikê, Kurdistanê û gelê Kurdistan ji hev qet dikê, gelê Kurd û Kurdistan`ê nasnakê. Bi vê peymanê netewa Tirk û kêm neteweyên kû ne misilman tên pejirandin. Bi navê dewlet xwe parastinê, rê li kûþtina Kurd`a hatîye vekirin. Kurd kirine „þakî, çete, asî...„ Bi kûrtî inkara Kurd û Kurdistane.
Lê gelê Kurd bi hemû zehmetîyan jî ev peyman ticara ne pejirandîye û li dij sekinî ye. Ji roja peyman hatî pejirandin, heya niha gelê Kurd di nav xebatêde ye, ji bo vala derxistina peymanê bi deh hezaran þehîd dane, heroj nerazîbûn dijwartir dibê. Hingî diçê pirsgirêka peymana Lozan û Sevr`ê di nav gelê Kurd û Komara Tirk de geþtir dibê.Tilîyên pênûsgirên dagirkeran di recifin, lingên wan erdê nagirin. Cîhan li sîyasetmedarên Kemalîst teng bûwe. Artêþ kîye sîyasetmedar kîne li nav hev ketîye, weke ketibin êþa harîyê di zûrin û heroj xwe tavêjin saqa ligên kûrê Kurda.
Sala borî yekemîncar bû Komara Tirk ji bo peymana Lozan ji dest neçê, li Lozanê xwe pêþandan çêkirin, gelê Tirk û dîplomasîya xwe þîyar kirin, lew lewa devê Rauf Dengtaþ û Doðu Perinçek bû, ne di fikirîn ko tiþtên ji bo 1500 Tirkên Qibrisê di xwazin, çima 30 milyon Kurd li Bakûrê Kurdistan, li ser xaka Kurdistan ji bo xwe ne xwazê ? Mejî hiþkên ko derf ji bin zikên wan filitîn, di hêvîyên xwe de þikestîn êdî „ne digihin dêrê û ne digihin mizgeft“ê hemû li kolanên Lozanê di qêrîyan, tipikên tifa devên wa li dîwaran diket, kaxezên ko pozên xwe pê paqij dikirin tavêtin kolanan Lozan lewitandibûn, di xwestin ko DEY jî bibê þirîkê Peymana Lozan a qatil.
Ko îsal jî berpirsîyarîya Artêþa Tirk Hilmi Özkök, serokê CHP Deniz Baykal, serokê MHP Devlet Bahçeli û serok wezîr Recep Tayib Erdogan jî werin Lozan xwe pêþandana çêkin wê ne gelek ecêb bê.
Lê ko Ata´pût, Ismetê Ker ji qebrê û Bulent Ecevit jî ji ber sêkeratê rakin werin Lozan, êdî nikarin xwe gûherandina dîrokê û wextê cîhan têde bi gûherin, pêþîyê li gelê Kurd bigrin. Êdî ji bo dagirkeran mêhtin û xwarina Kurd - Kurdistan ne hêsanî ye
Baþûrê Kurdistan ji bo tevayê Kurdistan bû mînak, ala serxwebûn ê. Dagirkerên Tirk, Faris û Ereb di tirsin, weke çûka ser hejik di hejin ko qet di bin,
Serokê PKK Abdullah Öcalan dibê jê „Peymana Lozan`ê çiqas a Tirkan bê hewqas a gelê Kurde jî“ Ev Gotin ne rast`e. Peymana Lozan qetkirina Kurdistan û ji halê rakirina gelê Kurd e.
Pêvajoya „Cumhurrîyeta Demoqratîk“ pejirandina dagirkerî, xwe hînkirin, inkarina gelê Kurd û entegrekirina dewleta Tirk e.
Gelê Kurd tiþtekê zêde na xwazê. Tirk xwedîyê çi mafîne, Kurd jî wê di xwazin.
Almanya : Bajarê Biremen, 30. 06. 2006
M. Þerîf Mûþtak Serif.muestak@gmx.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|