BEROÞ ! TU JÝ MÝN RE DÝBÊJÎ : BÝNÊ TE REÞ E, LÊ YÊ TE JÝ YÊ MÝN REÞTÝR E


BEROÞ ! TU JÝ MÝN RE DÝBÊJÎ : BÝNÊ TE REÞ E, LÊ YÊ TE JÝ YÊ MÝN REÞTÝR E.

Kurdistaniyên hêja !

Nivîskarê Tirkan Yaþar Kemal ku bi eslê xwe Kurd e ji birayê xwe, nivîskarê Alman Günter Grass re nameyek þandiye û di nameya xwe de wiha dibêje : Ev zarokê 17 salî êdî ne 17 salî ye, di dilê wî de êþ, hez, dostanî û dilovanî bi pêþ ketiye, bi ser xirabiyê de meþiyaye, bûye wijdanê gelan. Û ev wijdan 65 sal e dom dike. Hemû wijdan bi wî re ne.

Ç a v k a n î, m a l p e r a N e t K u r d :
http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=3235

Divêt berî her tiþtî bibêjim, ku ji nameya Yaþar Kemal ya ku ji Günter Grass re birê kiriye bîhna oportonîzmê, bîhna durûtiyê tê.

Hêjayî gotinê ye ku dîsa dubare li ser 61 sal bi zanetî, bi dizî hîþtina endametiya Günter Grass ji Naziyên Adolf Hîtler yên bi taybet bisekinim. Günter Grass di 17 saliya xwe de di 10.11.1944'an de bi daxwaza dilê xwe dibe endamê refên Hîtler yên bi taybet ku jê re Waffen SS dibêjin. Ew bixwe tevayî þer jî dibe û di 20. 04. 1945'an de birîndar dibe. Günter Grass di roja 08. 05. 1945'an de, yanê ew roja ku Almanya bê þert û bê qeyd kapîtûlasyona xwe îlan dike li bajarê Marienbad ku niha di nava tixûbê Komara Çek de ye dîl, êsîr dikeve destê leþkerên Amerîka. Di pê dîlketina Grass de leþkerên Amerîka wî dibin Bakurê Almanya li firokxana bajarê Bad Aibling dikin zîndana leþkerên Alman yên ku di þer de dîl hatine girtin. Günter Grass heta 24. 04. 1946'an di wê zîndanê de dimîne.

Çavkanî, malpera Wîkîpedîa û çapemeni ya Almanya :
http://de.wikipedia.org/wiki/G%C3%BCnter_Grass

1. tagesspiegel online : [ 1 ] Wer ist Günter Grass?], 13. August 2006

2. a b c d e f Stern, Nr.34: Der Fall Günter Grass, 17. August 2006

3. Spiegel Online : Grass räumte als Kriegsgefangener Waffen-SS-Mitgliedschaft ein , 15. August 2006

4. ↑ Die Welt: Geständnis : Günter Grass war Mitglied der Waffen-SS , 11. August 2006

5. ↑ Handelsblatt: Diskussion wird sachlicher : Der Fall Grass und seine Vorläufer , 16. August 2006

6. ↑ Hamburger Abendblatt: Bitburg 1985: Wie Günter Grass es sah , 16. August 2006

7. Hamburger Abendblatt : Bitburg 1985 : Wie Helmut Kohl es sah , 16. August 2006

8. ↑ FAZ . net : Grass kritisiert Karikaturen als gezielte Provokation , 9. Februar 2006

9. ↑ Zeit online : Grass-Bekenntnis : "Ein bisschen spät" , 12. August 2006 ( gesammelte Reaktionen auf SS-Bekenntnis )

10. Welt am Sonntag : Ansichten eines Moralisten ( 5 ) , 20. August 2006

11. ↑ Der Spiegel : Interview mit Rober Schindel/"Es ist ein Armutszeugnis, wie Grass behandelt wird" , 15. August 2006

12. netzeitung.de : Zentralrat der Juden wirft Grass PR-Aktion vor , 15. August 2006

13. ↑ Berliner Zeitung : Die Selbstdemontage der SPD , 9. Oktober 1999

14. Spiegel : Günter Grass : "Militärschläge sind nie zivil" , 10. Oktober 2001

15. ↑ Die Welt : "Kein Kampf der Kulturen, sondern zweier Un-Kulturen" , 10. Februar 2006

16. Internationaler PEN-Kongress 2006 : Schreiben in friedloser Welt ( pdf )

17. FAZ : Günter Grass im Interview : „Warum ich nach sechzig Jahren mein Schweigen breche“ , Nr. 186, S. 33, 12. August 2006

18. taz vom 16.08.06 S. 15, 224 Z. Online Version : Claus Leggewie im Interview über Günter Grass : "Kommunikatives Beschweigen" , 16. August 2006

Min cara berê li ser Günter Grass gotibû, “Bê guman mirov nikare sûc û gunehê Naziyan biavêje hustiyê Xortekî 17 salî wek Grass tenê, çimkî civata Almanan wê hîngê ji sedî 99 hemû jî dabûn pê dûvikê serokên xwe Hîtler. Xortekî 17 salî dikare di wan salan de pir þaþiyan jî bike. Ev jî suriþtiye û mirov dikare fêhm bike. Lê tiþta paradoks ew e ku Grass ewqas sal û zeman yanê 61 salan ev bûyera bi dizî hîþt. Ev bûyera ne bûyereke wisa bû ku mirovekî wek Grass biavêje piþt guhê xwe û dema ku bihîst dê rûreþiya wî di sala 2007an de derê meydanê xwe mecbûr dît ku ji carekî ve qebûl bike ku ew bûye endamê Naziyan. Grass dikarîbû li ser vê bûyerê bi dehan pirtûkan binivîsîne û hin tiþtên tarî yên rejima Hîtler ya faþîst belkû hê jî nehatiye zanîn eþkere û zelal bike. Wek li jorê jî hat gotin, niha ji ber ku dê di sala 2007an de arþîvên STASI vebibin, loma Grass xwe mecbûr dît ku vê bûyerê eþkere bike.

Du tiþtên girîng û balkêþ jî hene ku hêjayî gotinê ye li ser Günter Grass û endametiya wî ji bo Naziyan bibêjim. Wek têzanîn Adolf Hîtler di sala 1933an de hate ser text û propogandeke pê perwa li dijî Cihûyan li dar xist. Hîtler di sala 1939an de bi êriþa Polonya dest bi þerê cîhanê yê duwemîn kir. Hetanî sala 1944an bi deh mîlyonan mirovên bê sûc û guneh di komkujiya Hîtler de derbas bûn. Wê hingê him li Ewropa û him jî li derê din di cîhanê de kevir li ser kevir nema bû. Jixwe Almanya jî êdî li ber hilweþandinê, belavbûnê bû. Saleke an jî çend meh/heyv maye ku þerê cîhanê bi dawî bibe. Günter Grass jî di demeke wiha de dibe endamê Naziyan. Di demeke wiha de heger hîsên nijadperestî xurt nebe mirov nikare di pê ewqas hilweþandinan de bi daxwaza dilê xwe here bibe endamê Rêxistina Hîtler ya bi taybet. Ya din jî bi raya min Grass pir qurnas e. Wî zû de ev bûyera ku dê endametiya wî ji bo Naziyan di sala pêþ me de bi eþkerekirina arþîvên STASI ji hevalên xwe, ji sosyaldemokiratên Almanya bîhistiye, lê jixwe re li firsenda demê geriyaye. Ew civata Almanan baþ nas dike û dizane ku di pê lîstika Kûpayê de xwîna piraniya Almanan li ser nijadpersetiya wan hevraz diçe. Loma dem jimartina daxuyaniya Grass di rojnama “FAZ” de û eþkerekirina pirtûka Grass ya ku ew vê rûreþiya xwe qebûl dike jî pir balkêþ e.”

Niha pirsa ku ez dixwezim li vir ji Yaþar Kemal bikim ew e ku çawa ew çavê xwe ji vê rastiyê re digire û di ser de jî dibe parêzerê Günter Grass. Ti kes li ser 17 saliya endametiya Grass ji bo Naziyan nasekine. Bi raya min 17 saliya wî jî girîng e. Çimkî ew beþdarî þer bûye û kî dizane ku ewî çend kes kuþtine?, qetil kirine?. Pirsgirêka girîng ew e ku ewî 61 salan ev bûyer bi dizî hîþt û veþart.

Îcar ez dixwazim ji Yaþar Kemal pirseke din jî bikim, gelo ferqa wî û Günter Grass çi ye? Bi raya min ferqek heye! Ew jî ew e ku Yaþar Kemal bi eslê xwe Kurd e, lê ji zimanê Tirkan re xizmetê dike. Yaþar Kemal ne tenê ji zimanê Tirkî re xizmetê dike, ew herwiha dizê motîvên kurdî ye jî. Çimkî ew bi motîvên kurdî bûye nivîskarekî baþ û navdar ji bo Tirkan. Ez baþ dizanim ku ew zimanê Kurdî dizane û Kurdî zimanê wî yê dayîkê ye. Lê ew mirovekî tirsonek û newêrek e ku newêre bi zimanê diya xwe bixwîne û binivîsîne. Ew jî wek Günter Grass ji xwe re li firsenda demê digere ku ji Tirkên dîrok bi kirêt re bibe xwediyê Xelata Nobelê ya rûmetê. Bi raya min heger Yaþar Kemal dixwaze di cîhanê de bibe mirovekî bi rûmet, divêt daxuyanî bide ku ew ne bi zimanê Tirkî, lê belê heta ku pirsgirêka Kurdan li Bakurê Kurdistanê çareser nebe, divêt bibêje, ku ewê êdî bi zimanê Kurdî binivîsîne. Wê hingê belkî ew Xelata Nobelê jî bistîne. Lê mixabin ku ew cesaret û ew cewher di Yaþar Kemal de tine ye ku derkeve meydanê, bi mêranî û mêrxasî li zimanê Kurdî xwedî derkeve. Gotineke Tirkan heye ku dibêjin, “Tostlar alýþveriþte görsün“ ( Bila dost di dan û standinê de bibînin ) Belê tiþtên ku heta niha Yaþar Kemal li ser Kurdan gotine yan jî nivîsandine eynî ew e ku bila dost di dan û standinê de bibînin. Ne kêm û ne jî zêde. Bila qet ti kes bi Yaþar Kemal nefire ku ew bi eslê xwe Kurd e. Çimkî ewî heta roja îro li ser lehengekî Kurd nenivîsiye û naxweze navbera xwe û dewleta Faþîst xerab bike. Yaþar Kemal nikaribû bibe qasî Orhan Pamuk jî. Heger Yaþar Kemal ji dil de bixwesta dê bikarîba dewleta Tirk tenê di pirsa zimanê Kurdî de bihejanda. An jî dê Yaþar Kemal ji Tirkan re pal û pistî nekira, dê biçûya Kurdistana azad û li heyiyên Kurdan xwedî derketa. Loma sernivîsa vê gotarê, gotina Tirkan layîqî wî tê. “Beroþ! Tu ji min re dibêjî: Binê Te reþ e, lê yê Te ji yê min reþtir e” Bila mirovên wek Yaþar Kemal û Günter Grass dest ji moralîstiyê berdin û berî her tiþtî moralê bidin xwe û xwe ji veþartinê azad bikin.

Almanya, 06. 09. 2006


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=479