|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1922 0 Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).
|
|
|
|
| |
REJÝMA ÎRANÊ XWE XWEDÝYÊ ATOMA NÛKLÛEERÊ ÎLAN KÝR Û MEYDANÊ JÝ AMERÎKA Û CÎHANÊ RE DÝXWAZE
(2633 gotin) (4307 car hat xwendin)
REJÝMA ÎRANÊ XWE XWEDÝYÊ ATOMA NÛKLÛEERÊ ÎLAN KÝR Û MEYDANÊ JÝ AMERÎKA Û CÎHANÊ RE DÝXWAZE Serokkomarê Îranê Ahmedînecad bi daxuyaniya xwe di 11.04.2006an de li bajarê Meþhedê bi awayekî fermî ragihand ku wan Ûranyûma zengînkirî bi dest xistine û Îran êdî xwediyê Atoma nûklûer û tevî 8 hêzên mezin yên cîhanê bû. Cîhan ji wê demê heta niha li ser babeta Atoma Îranê di þokê de ye, lê hên jî li hemberî Îranê bi yek dengî bê bersiv e. Di wan rojan de di qada navneteweyî de gengeþiyeke pir mezin li ser pirsgirêka Atoma Îranê hate despêkirin.
Wek tê zanîn ev pirsgirêk ne nû ye, dinya ji zû de dizane ku Îran lêdixebite bibe xwediyê Atoma nûklûer. Ji vir heta demek berê jî dan û standinên siyasî û dîplomasî di navbera Îranê, Almanya, Firansa û Îngilistanê de hebûn. Ev daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ( DYA ) bû, ku Ewropî bi Îranê re li ser pirsgirêka çareserkirina Atomê çareseriyeke aþitiyane bibînin.
Îranê berê bi van hersê welatên Ewropa re peymanek îmaza kiribû, ku Pirsgirêka Atomê bi pêwendiyên dîplomatîk çareser bibe. Lê ji ber ku Îran li peymana ku wan îmaza kiribûn xwedî der neket, loma wan hersê dewletên Ewropa ji vir demek berê biryara diyalogê bi Îranê re birîn. Paþê goya Ûris kete dewrê, ku Îranê qane bikin, ew ji Îranê re ûranyûm çêbikin û Îran jî ûranyûmê ji bo armancên sivîl bikar bîne. Di vê navberê de Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî li ser rapora Rêxistina Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li Vîyanayê ( IAEO ) heta dawiya meha 4an derfet da Îranê, ku ew dest ji çêkirina ûranyûm berdin. Li aliyê din baþ tê zanîn, yên bingeha santirala Atomê ji Îranê re amade kirin Ûris bixwe ne.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Navneteweyî El-Baradai jî, ev di meha çaran 2006an de li Îranê bû, ku ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibîne. Lê hewldanên El-Baradai jî encam nedan.
Sedema wê çi ye, çima Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ( DYA ) çavê xwe di destpêkê de ji vê bûyerê re li hemberî Ûrisan girtin, ku ew santirala Atomê ji Îranê re çêbikin hên ne diyar e. Lê di meha yekê 2006an de Kovar û rojnameyên Almanya yên wek ”Der Spiegel”, ”Die Welt” û hwd. li ser vê pirsgirêkê nivîsîbûn, ku DYA bi xwe bi dizî, bi awayekî fêlbazî, bi dek û dolaban xwestiye bi rêya CIA ji Ûrisan re gotine, bingeha derfetên santirala Atomê ji Îranê re çêbikin, lê hemû înformasyonên ku Îran paþê pêwîstî bîne û bixwe bikaribin Atomê çê bikin nedin wan û Amerîka jî ji vê derfetê îstîfade bike û pirsgirêka Atomê li dijî Îranê bi kar bîne ku rejîmê bike bin tawanbariyan û wek rejîma Sadam ji holê rabike. Çavkaniya weþanên almanî jî rojnameya amerîkî ”The New York Timse” bû. Li gor ragihandinên rojnameya amerîkî "Washington Post" desthilatiya George W. Bush ji zû de plana li dijî Îranê amade kiriye.
Jixwe helwesta Amerîka li ser daxuyaniya serokkomarê Îranê Ahmedinecad ku wan gavên dewlemendkirina ûranyûm avêtine pir hiþk bû. Berpirsiyarê Qesra Sipî got, ku rejîm bixwe xwe di cîhanê de îzole dike. Wekî din daxuyaniyên hemû dewletên Ewropa - Almanya û Firansa jî di nav de - kêm zêde wek daxuyaniya Qesra Sipî bûn.
Serokê DYA George W. Bush heta niha pir caran di mijara pirsgirêka Atoma Îranê de gotiye, ku deriyê wan ji lêdana þerê çekdarî re li dijî Îranê ne girtiye.
Her çiqas helwesta Çîn û Ûris heta niha li dijî þer bû û hên jî ne zelal e, lê ez bawer im dê helwesta wan di vê mijarê de bêye guhertin. Jixwe hêdî hêdî dengê qeliþî jî ji Çîn û Ûris dertê. Êdî çerxa þerê li dijî rejîma Îranê dest pê kiriye. Bê guman ji vê çerxê re demek pêwist e. Amerîka heta niha lê xebitî ku bi rêya dîplomasiyê endamên Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bide alî xwe, wan qane bike û bi alîkariya wan ”Resolution” yanê bi biryarên embargoyê rejîma Îranê bîne rê. Jixwe di meha 4an ya 2006an de nûnerê DYA John Bolton li UNO-Rêxistina Neteweyên Yekbûyî lê xebitî ku biryarekê li gorî beþa 7an ya Karta-UNO li dijî Îranê bikar bîne. Heger rejîma Îranê daxwazên Konseya Ewlekariyê bi cih neyîne û li dijî Îranê li gorî beþa 7an biryarek derkeve, ev tê wateya ku Amerîka dikare li gorî biryara navneteweyî li dijî Îranê þer îlan bike û dest bi bombebaranê bike.
Çavkanî rojnameya almanî "Frankfurter Allgemeine Zeitung". : http://www.faz.net/s/RubDDBDABB9457A437BAA85A49C26FB23A0/Doc~
E84FA53C084124C578BE1F8CF15A775F3~ATpl~Ecommon~Scontent.html
Amerîka bi hemû derfetên xwe yên dîplomatîk di pirsa Îranê de bi ser neket. Bê guman hukumeta Bush dixwaze - beriya ku dema wê temam bibe - rejîma Îranê ji holê rabike. Lê li aliyê din êdî piraniya nûnerên hukumeta Bush ne wek berê di Senatorê de û di Kongrê de cih digirin. Wisa tê xuyakirin ku Bush ji biryara ji holê rakirina rejimê re amade ye. Ger pêwîst be, dê bêyî biryara Kongresa Amerîka li Îranê bide.
Rewþ wisa tê xuyakirin, dê ne serokkomarê Îranê Ahmedînecad û ne jî civata wî ya bi desthilat li hemberî Amerîka çok bidin û ala teslimyetê ra bikin. Di dawiya dawîn de dê Amerîka piþtgiriyê ji pir dewletan bigire ( heger negire jî ) dê li rejîmê bide û rejimê ji hev bela bike. Bi awayek îronîk, bila helal be ji Ahmedînecad û mêraniya wî re. Emê niha mêrxasiya wî jî bibînin. Sadam jî ji dinyayê meydan dixwest. Di dawî de bi mêrxasiya xwe di qula miþkan de derket û bi biryara dadê li hewa libabû, hate dardakirin. Belkî Ahmedînecad qasî Sadam bi þans jî nebe û qula miþkan jî bi destê wî nekeve.
Serokkomarê Îranê Ahmedînecad bi agir dilîze. Jixwe Amerîka bi çar çavan li hêviya wê rojê bûn ku ji devê rejîmê tiþtekî wiha bibihîse. Hêjayî gotinê ye ku Richard Perle di 05.02.2006an de di televîzyona Alman ARD - bernama Sabine Christiansen de beþdar bû û li ser rejîma Îranê wiha got,
„Iran ist der größte Einzelsponsor von Terrorismus weltweit. Sie Verteilen überall ihr Geld um Terrororganisationen zu unterstützen. Sollen wir dagegen nichts haben ? Sollen wir nicht versuchen, das abzustellen ?“
( Îranê di cîhanê de sponzorê terorîzmê yê yekem û mezin e. Ew li her derê ji bo ku alîkariya rêxistinên terorîzmê bikin pera belav dikin. Gelo divêt em li dijî wê tiþtekî nekin ? Divêt em lê nexebitin vêya bitemirînin ? )
Çavkanî malpera Sabine Christiansen :
http://www.sabine-christiansen.de/archiv.jsp?datum=2006-02-05
Bi gotineke pêþiyan mirov di axaftina Richard Perle de jî dibîne, ku Amerîka li esmanan li hêviya daxuyaniyeke wiha bû, lê Xwedê li erdê da wan. Richard Perle bi koka xwe cihû ye. Ew mirovekî întelektûel e û di nava siyaseta Amerîka de pir bi hêz e. Ewî heta niha þêwirmendî ji serokê Amerîka û pir wezîran re bi taybetî jî wezareta parastinê re kiriye. Richard Perle niha serokê Enstîtûta ”American Enterprise Institute”e, ku wek fabriqa aqil têye hêsab kirin.
Rejîma Îranê ji du aliyan de alema xiristiyanan û ya cihûyan ji xwe re kire dijmin. Serokkomarê Îranê Ahmedînecad him raste rast dijminahiya cihûyan dike û dibêje, divêt dewleta Îsraîl ji ser nexþê bêye rakirin û him jî li aliyê din înkariya Holocaustê li dijî cihûyan dike. ( Bingeha gotina Holocaustê ji zimanê Yewnan têye û tê wateya, qurbanên ku bi tevayî bi agir hatine þewitandin ) Faþîzma Hitler di dema þerê cîhanê yê duyem de cihûyên li Almanya û cihûyên hemû deverên Ewropa li Almanya kom kirin, bi pilan û proje, bi gazê 6-7 mîlyon mirovên bê sûc û bê guneh di komkujiyê de derbas kir. Rejîma Îranê û serokkomarê wê Ahmedînecad înkariya komkujiya cihûyan dikin. Ev çi mantiqek îrasyonal e, ku serokkomar û dewleta wî înkariya komkujiya ku bi delîl, îspat û dokûmentan hatiye destnîþankirin bike. Yên komkujî li dijî mirovatiyê, li dijî cihûyan kirin Alman bûn. Ev 27 sale ku ez li Almanya me. Min heta niha li ser komkujiya cihûyan bi dehan pirtûkên Almanan xwendine û bi sedan jî bernameyên televîzyonê yên dokûmenter temaþe kirine. Ewên komkujiyan înkar bikin, ne dikarin bibin îslam û ne jî dikarin bibin mirov. Ahmedînecad dixwaze bi înkariya komkujiya li dijî cihûyan faþîstên Ewropa ji bo doza xwe ya ne mirovane qezenc bike. Lê ev hêvî û daxwazeke vala ye. Li aliyê din dewleta Almanya komkujiya Holocaustê pejirandiye. Almanya ji sala 1945an vir de her salê bi mîlyaran perên ziyanê ( tazmînatê ) komkujiyê dide dewleta Îsraîl. Dewleta Almanya lêborîn ji cihûyan xwestiye û hê jî dema behsa Holocaustê li dijî cihûyan li cem Almanan tê kirin, hustiyê wan li ber cihûyan xwar e. Rejîma Îranê û serokkomarê wê Ahmedînecad goya dixwezin bi înkariya Holocaustê alîkariya Filistîniyan bikin û heyfa Elo ji Welo derînin. Bi tehdîd û înkariyan ti tiþt çareser nabe. Rejîm Îranê tenê ji xwe re gorê dikole û hindik dem maye têkeve çopa cîhanê.
Rejîma Îranê ji þerê Iraqê jî dizane ku dê zû an jî dereng Amerîka li dijî wan þer destpê bike. Loma vê dema dawî di bernameyeke taybet de di televîzyona Almanya ZDFê de jî diyar bû, ku rejîma Îranê ji niha ve xwe ji bo þer Amade dike û di pirsa þer de hatiye kilîtkirin.
Siyaseta rejîma Îranê li ser baþûrê Kurdistanê jî wek ya Tirkiyê ye. Yanê heger hêza Îran û Tirkiyê têr bikira, dê di rojekê de Kurdistana azad daqurtandana. Serokê parlamena Îranê Gulamali Haddad Adil di 12. 04. 2006an de ji bo konferansa îslamê ya 4an hatibû Stenbolê. Di eynî rojê de rojnamegerê Tirk Mehmet Ali Biran ji bo nûçeyên êvarê televîzyona Kanal D ( çapemeniya medya Dogan ) bi wî re hevpeyvînek weþand. Serokê parlamena Îranê Gulamali Haddad Adil li ser pirsekê di dermafê baþûrê Kurdistanê de eynî wiha got ”Ramanê Tirkiyê di dermafê bakurê Iraqê de çi ye, yê me jî ew e”
Di cîhanê de êdî cin jî dizanin ku ramanê Tirkiyê li ser Kurdistana azad ji bilî dijminahiya wê tiþtek nîne. Ramana rejîma Îranê jî ew e. Herdu dewlet jî ji hev hez nakin, lê di pirsa Kurdan de bi hev re tevdigerin, ji destê wan were dê nehêlin Kurd di Rojhilata Navîn de rojekê jî bijîn. Heta niha bi sedan dan û standin û bi dehan peymanên di dizî li ser Kurdan hene û hên jî ev rewþ berdewam dike.
Êdî kî çi dibêje bila bibêje derfeta ku rejîma Îranê li ser piya bimîne nîne. Tenê jê re dem pêwist e. Rejîm di wê baweriyê de ye, ku dema Amerîka li dijî þer bike, ji alema Îslamê alîkarî bigire. Lê ez bawer dikim ev hêvî û daxwaza rejîmê jî hêviyeke vala ye. Nêrîna pir dewlet û kesan li ser rejîma Sadam jî wisa bû. Ger qiyasek di navbera mislimanan de bêye kirin, Îraq ji mislimanan û bi taybetî jî ji Ereban re ji Îranê, ji Eceman nêzîktir bû. Kê ji dewletên misliman, ji Ereban ji bo ku rejima Sadam neyê rûxandin çi kir ?
Niha dîsa pir dewlet û pisporên wan di der mafê Rojhilata Navîn de li eynî defê dixin, analîza çêdikin û dibêjin Îran ne Iraq e. Heger DAY li dijî Îranê þer bike dê bi ser nekeve. Ewên niha li ser Îranê van tiþtan dibêjin berê di dermafê Iraqê de jî eynî tiþt digotin. Baþ tê bîra min beriya wan rojên þerê li dijî rejima Sadam senaryoyên wisa ku bingeha wan valabûn dihatin digotin - aqilê mirovan disekinî. Niha pirs ev e, çima rejîma Îranê ne ya Iraqê ye? Wek tê zanîn rejîma Îran û ya Iraqê di navbera salên 80î û 90î de 10 salan li hemberî hev þer kirin. Madem ku herdu rejîm jî pir bi hêz û quwet bûn çima aliyekî di navbera deh salan de nikaribû 10 km li aliyê din pêþde here. Ji ber ku Kurd bê parêz bûn, quweta wan digihîþt Kurdan û Quweta herdu rejîman tenê gihîþt ku ji hevdu mîlyonek mirov bikujin. Lê herdu rejîm jî di warê leþkerî de ji bilî mîlyonek wendayiyên xwe gavek neavêtin. Ew rejîma Îranê ku nikaribû li dijî rejima Sadam bi ser bikeve, dê çawa li dijî dewleta sûper yanê li dijî Amerîka ser bikeve? Amerîka jixwe li herêmê ye, ne hewce ye ji nû ve hazirî ji bo þer çêbike. Ev ji bo Amerîka avantajek pir mezin e. Bi gotineke din dewleta ku di cîhanê de ewqas bi hêz be, jixwe ketiye nava avê, êdî çi li çokê, çi jî li navê, çi cidahî ji Amerîka re heye ? Bi gotineke rast Îran li ber gula topan e, êdî ti kes nikare xelas bike. Jixwe wa ye keþtiyên amerîka yên þer dîsa berên xwe dane Basrayê.
Gelê Kurd xerabiyên rejîma Îranê ji bîr nekirine. Gelê Kurd bi niyeta pir paqij bi deh salan e bi pêþengiya PDK-I lê dixebitî bi rejimê re bi awayekî aþitiyane pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê mixabin rejîma Îranê di her derfetê de bersiva niyeta gelê me ya bi niyeta durist, bi awayek hovane dayê. Rejîma Îranê di ser de jî serokên PDK-I Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr. Þerefkendî li dû hev bi keleþî û bêbextî li Vîyana û li Berlînê qetil kirin. Hukumeta Nemasa ji bo berjewendiyên xwe yên bi kirêt li ser qatîlên Dr. Abdurrahman Qasimlo tiþtek nekir. Lê qatîlên Dr. Þerefkendî li Berlînê hatin girtin û di salên 90î de dadegeha Almanya ya bilind li Berlînê him ceza da qatîlan û him jî rejîma Îranê wek rejîmeke terorîst bi nav kir. Ev gotinên ku rejîma Îranê rejîmek terorîst e di biryara dadegehê de derbas bû. Di destpêkê de li ser vê bûyerê di navbera Almanya û rejîma Îranê de pirsgirêk çêbûn, lê paþê herdû dewletan jî ji bo berjewendî û menfîatên xwe ev mijar tepis kirin. Wek tê zanî serokkomarê Îranê Ahmedînecad wek mîmarê terora li dijî lîderên Kurdan, þehîdên nemir wek Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr. Þerefkendî têye tawanbarkirin. Van rojana di çapemeniyê de hate ragihandin ku qatîlê Qasimlo li Hewlêrê hatiye girtin. ( Ezê têkiliyê Rejima Îranê û ya Kurdistana Azad di gotareke din de þîrove bikim )
Ne rejîma Îranê û ne jî ti kes nikare ji Kurdan gazinan bikin, Kurdan tawanbar bikin û ji wan daxwaziya alîkariya li dijî Amerîka bikin. Kurd mecbûr in mafê xwe, rûmeta xwe li dijî dijminan biparêzin û ji holê rakirina rejimê re alîkar bin. Alternatîva Kurdên Rojhilat tine. Ez bi kurahiya dilan di wê baweriyê de me ku gelê me dê derfeta ku têkeve destan li dijî rejimê wek Baþûrê welatê me baþ bikar bîne û bi lehengî li dijî rejimê þer bike û bi ser bikeve.
Ez dixwezim vê gotara xwe bi gotinên Xanima hêja Dr. Roya Tilûî bi dawî bînim:
Ez dê vegerime welat, lê tevî hemû Pêþmerge û þoreþvanên welatê xwe yê serfiraz, Rojhilata Kurdistanê. Ez bawer nakim di vê rewþê de, çi di warê navneteweyî û çi di warê hundirîn de ku bi ser Komara Îslamî ya Îranê de hatiye, ev vegeriyane heyemeke gelek dirêj bikiþîne. Ceribîna Talebanan li Efxanistanê û Sedam li Îraqê û pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin ji me re dibêje, ku guherîn dê pêk bihê. Her wekî hûn dizanin dosya Etomî ya Îranê ji aliyê Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî ji bo Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hate þandin û rengê vê hindê nade rojên ronahî û geþ di pêþerojê de li benda Komara Îslamî bin.
Çavkanî rojnama Agirî :
http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/siyasi/file/2.php
Almanya, 19. 01. 2007 -
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR ) fuadsipan@yahoo.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|