Mele Xelîlê Miþextî – rewþenbîrê ko ji sed salî de li ser çanda kurdî pase
(1883 gotin) (3645 car hat xwendin)
Mele Xelîlê Miþextî – rewþenbîrê ko ji sed salî de li ser çanda kurdî pase
ELMANYA, 24 / 06 / 2005 — Mele Xelîlê Silêmên, ê navê wî bûye Mele Xelîlê Miþextî, kesekî zimanzan, dîrokzan, lêkolînêr, helbestvan û wergêr e. Di sala 1896an de, li devera Þêxanê li baþûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji destpêka zaroktiya xwe li xwendin û zanînê geriya ye. Loma wî herçar aliyên Kurdistanê xum kiriye. Bihtirî ji bîst salan, wî di hicirk û tekiyên Kurdistan de, ji Zaxoyê heya Barzan û herêma Soranê, li ser destên þêx û melayên kurd, hînî feqetî û zimanzaniyê bûye. Di salên xortaniya xwe de, pêrgî gelek zanyarên kurdan hatiye û gelek berhemên kurdên berî xwe xwendine.
Helbest û ziman û dîroka kurdan bi berfereyî xwendiye. Mele Xelîl bi Mele Mistefayê Berzanî re, di tekiya þêx Ehmedê Berzanî de, feqetî kiriye. Di wan salên destpêkê de, digehe asteka bilind di dîrokzaniyê û zimanzaniyê de.
( Wêne : Welîd Murad )
Vêce ji wir pê de, lêkolînên xwe di warê zimên de dike. Ew hinga giha ye çawayiya afirandina bêjeyan. Êdî hîmên guherîn û veguhestina peyvan ji zimanekî bo zimanê din nas kirine. Ew di rêya dema peyv tê de û herweha rengdêriya bicihbûna bêjeyê di komekê de, ka lêker e yan kirar e, gihaye koka wê. Ji ber ew gelekî zîrek û serdest bû di zimanên herêmê de wek erebî, farisî, tirkî, hewramî û avestayî û hemû zaravayên kurdî, wî karîbû di rêya rêzimanên wan de peyvên wan ji hevûdu veqetîne. Lê di vî warî de, wî giraniya xwe daniye ser zimanê kurdî û erebî. Ji hemû zaravayên zimanê kurdî, hejmareka mezin ji peyvan daye hev û di ferhengeka birêkûpêk de civandine. Wî navê ferhenga xwe kiriye » Merg û jîn «. Wî hejmareka berbiçav ji peyvên ko di koka xwe de avestayî, kurdî û farisî ne ji nav zimanê erebî derxistine û li gor pîvanên rêzimanî vegerandine ser koka wan. Gelek ji wan bêjeyan di Qurana pîroz de hatine. Li gor ko Mele dibêje, ereban gelekî ji formên wan ên resen guherîne û dûrî bingehên wan kirine daku rêzimana wan bi kêrî wan bêjeyan were.
Wek nimûne :
Peyva » sirat el-misteqîm «, ev hevoka ko dînê misilmanan li ser ava bûye û di Fatiheyê de dubare dibe, ya ko bêyî wê mirovê misilman namîne misilman û nimêja wî nayê pejirandin, ew ji zimanê avestayî ye.
Bêjeya » sirat «, ya ko ereban tîpa pêþî û ya dawî li gor zimanê xwe guherîne di koka xwe de avestayî ye û wateya wê » pir « anku » koprî « ye..
Bêjeya » serab « ji zimanê kurdî gihaye wan. Ew di kurdî de » serav « e.
Bêjeya » dîn « bêjeyeka avestayî ye û wateya olê dide û di kurdî de jî » dîn « bêjeyeka resen e.
Bêjeya » ebed « bêjeyeka farisî ye.
Herweha bi sedan peyv hene ko ketine di nav zimanê erebî de. Vêce em xudanê wan bêjeyan in lê em bi dudilî li wan temaþe dikin. Em matmayî ne ka ew peyvên resen in ji zimanê kurdî yan erebî ne. Em xwe ji wan biyanî dibînin û em hewil didin ko ji dêvla wan ve li hine din bigerin. Kurd xudanê sermiyan in lê biyanî hatin li ser rûniþtin; ax sed mixabin.
Bêguman lêkolînên ji vî þêweyî, mîna ên Mele Xelîlê Miþextî, hêzeka mezin dide zimanê kurdî. Ji aliyekî ve, dibe hîm û dê zimanê me li ser bi pêþ ve biçê. Ji aliyên din ve, dibe belgenameyeka dîrokî. Mîna çiraxekê ye, dikare çavê xêrnexwazan û dagîrkeran birijîne.
Mele Xelîl piþtî salên xwendina dûr û dirêj, bi serkeftineka bêhempa bawernameyên xwe qezenc dike. Êdî di pey re melatiyê li gundên baþûrê Kurdistanê dike. Di ber melatiyê re, lêkolîn û nivîsandinên xwe didomîne. Li gor ko ew dibêje, wî demekê dirêj, ne kêmtir ji sî salî, nivîsandin kiriye. Di nav wan salan de, wî 33 pirtûk afirandine, ji bilî destnivîsên ko winda bûne û ên rêjîma Îraqê destê xwe danî ser. Lê 33 hîn li cem wî dimînin. Di nav de ew xudanê 1200 helbestî ( Qesîde ) ye ko tev bi zimanê kurdî û tîpên erebî afirandine.
Bi giþtî, berhemên wî li ser mijarên curbicur in. Di nav wan de li ser dîroka kurd û Kurdistanê hene. Pirtûkek li ser ola êzidiyan e, ew mîna lêkolînekê ye ko girêdana êzidîtiyê bi ola kurdî ya herî kevn ve destnîþan dike. Ew þirove dike ko ji ber sedemên dîrokî û êriþên dagîrkeran gelek guhertin tê de çêbûne. Gelek tiþt ji ola file û misilmanan derbasî wê bûne. Lê ew piþtrast dike ko êzidîtî ola herî resen e ji gelê kurd re.
Ji ber ko temenê Meleyî bihtir e ji sed salî, gelek tiþt hene di dema wî de rûdane hîn têne bîra wî. Ew bûyerên dîrokî ne bi gelê kurd ve girêdayî ne, lê nehatine nivîsandin yan lêkolîn li ser nebûne. Mele dibêje dema þer di navbera osmaniyan û rûsan de li dar bû, gelek kurdên rojhilatê Kurdistanê koçberî baþûrê Kurdistanê bûn hem ji ber þer û hem ji ber zordarî û pilanên rûsan. Vêce ew kes bi deh hezaran bê cî û war dimînin. Ji ber ko osmaniyan ji sedî not genim, ceh, nîsk û ajel ( pez, dewar, hesp û hêþtir ) ji kurd û fileyên baþûrê Kurdistanê distandin, vêce miletên cî jî birçî diman. Bi hezaran mirov ji birçîbûnê mirin, nemaze kesê miþextî ko bihtirî wan ji xelayê û birçîbûnê qir dibûn.
Mele Xelîl dibêje :
Wî ew karîset bi çavê xwe dîtiye. Ew kurdên rojhilatê Kurdistanê ( Îranê ) di goristanekê de hatine veþartin navê wê goristana xerîboka ye.
Herweha, Mele li ser stemkariya osmaniyan li himberî gelê ermenî dibêje: Bê çawa mirov nêçîra çûkan dikin, leþkerên osmaniyan jî, wisa nêçîra kesên ermenî dikir. Mele gove ye ( þahid e ) li ser boblatên kurdên rojhilatê û ya gelên ermenî. Tirk di ber herduyan de berpirsyar in.
Di nêrîna Mele Xelîl de, kok û kaniya kurdan berî zayînê bi hezarên salan ji çiyayê Araratê derbûye. Di dema çerxên qeþayî de, ji wir ber bi jêr ve hatine. Lê ew mîna pêlan, nifþek li pey ê din hatiye. Heya qûnaxa Mad, gelek þer di nav wan û gelên din mîna asûriyan de çêbûne. Lê dawî ew bi ser dikevin, dewleta aþûriyan û babiliyan diþkînin û welatekî ji Araratê heya sinorê Afganistanê dadimezirînin.
Mijarek din jî bala Mele Xelîl kiþandiye, ew mitolociya gelê kurd e. Di dema êzidîtî, zerdeþtî û sasaniyê de, gelekan ji kurdan navên ajelan ( heywanan ) li zarokên xwe dikirin. Mebesta wan ko zarokên xwe ji bandora çavan biparêzin. Loma navê Zeredeþt jî li gor wî kelepûrî lê hati ye kirin. Wateya navê Zeredeþt di zimanê avestayî de » hêþtira zer « e.
Mele karê wergerandinê kiriye. Nimûneyên giranbuha û binirx li gor dema xwe pêþkêþî gelê kurd kirine :
1 ) Qurana pîroz bi kurmancî þirove kiriye.
2 ) Helbestên Baba Tahir ji hewramî wergerandine kurmancî.
3 ) Helbestên çaremînî ên Omer Xeyam wergerandine kurmancî û li ser Xeyam dibêje ew kurd e, lê wî bi zimanê biyanî nivîsandi ye.
Mele Xelîlê Miþextî, temenê wî di ser sed salî re ye. Lê hîna li ser hiþê xwe ye û di helwesteka mêrane de ye li himber dagîrkeran. Dibêje nijada ereb êriþî dîroka kurdî û dînê wan ê kevn dikin.
Ew bi navê misilmantiyê li ser me dibêjin :
Hûn sasaniyên agirperest in ( mecûs in ), hûn zeredeþtiyên rojperest in û êzidiyên iblîsperest in. Lê ereb û misilman bi vê helwestê gelekî þaþ in, ji ber agir, roj û melak tiþtin pîroz in di mitolociya gelek miletan de û gelê kurd yek ji wan e. Van tiþtan pîroz dikin û ji xwe re dikin » qible «, lê ne perestiyê ji wan re dikin. Li vir cihêwaziyek di nav bera perestinê û pîrozkirinê de heye. Mîna misilmanan ko kevirê reþ, Kabe, li Mekeyê pîroz dibînin û ji xwe re dikin qible. Vêce hemû misilman di hec û nimêjên xwe de berê xwe didin wî kevirê reþ. Ma kevirê reþ Xwedan e ?
Bê çawa Mele xebata rewþenbîrî kiriye, wisa jî pareyekê mezin ji temenê xwe ji þoriþgeriyê re jî terxan kiriye. Ji sala 1956an pê de, ew ji karê meletiyê qeraye û berê xwe daye tekoþîna neteweyî. Ew dikeve nav xebata Partiya Demoqrata Kurdistanê de û dibe endamekî çalak. Piþtî sala 1958an, dema general Ebdul-Kerîm Qasim destheladariya þahinþahî li Îraqê rûdixêne û komarê di þûnê de datîne, jixwe di wê salê de, nemir Mele Mistefayê Berzanî, tevî hevalên xwe ên þorþger, piþtî diwanzede salan ji koçberiyê vedigerin Kurdistanê. Ew ji sala 1947an ve, piþtî hilweþîna komara Kurdistana demoqrat li Mehabadê, bi 500 tekoþerî re, berê xwe dabû Yekîtiya Soviyêtistanê. Wan þer bi artêþa sê dewletên dijmin re kir û ji nû ve çemê Arasê birî û ketin sinorê dewleta komenist de.
Vêce vegera serokê nemir Mistefa Berzanî hêzeka mezintir dike de dilê Mele Xelîl de. Hinga ew bi hinek hevalên xwe re, þaxê Partiya Demoqrata Kurdistanê li devera Þêxanê dadimezirîn in û Mele berpirsiyariyê dike. Hinga pêwendiyên Mele bi mamostayê gewre nemir Ibrahîm Ehmed re çê dibin. Herweha mam Celalê Talabanî jî dinase, lê ew hîna þagirtê zankoyê bû û li Bexdayê xwendina xwe dikir.
Di dema desthelatiya serokê komara Îraqê Ebdul-Kerîm Qasim de, Mele sê caran tê binçav kirin. Wisa demên dirêj di zindanê de diborîne. Çaxê nemir Mistefa Berzanî agirê þoreþa êlûnê vêxist, Mele Xelîl dibe pêþmerge. Dema bi sedemê peymana Cezayirê di sala 1975an de þoreþ têk diçe û milet perîþan dibe, hinga Mele Xelîl bi pêþmergeyan re koçberî Îranê dibe. Lê piþtî temenê wî mezin dibe, dîse vedigere baþûrê Kurdistanê.
Ji wan berhemên Mele Xelîlê Miþextî, mixabin, tenê yek pirtûk bi þêweyê fermî li Îranê çap bûye. Ew jî wergera helbestên Xeyam e û tenê buhayê wê dora ( 120 ) dolaran gihayê. Heya niha kesî destê alîkariyê ji bo weþandina wan berhemên hêja jê re pêþkêþ nekiriye.
Vî mirovê bîrewer û hiþmend jiyana xwe tev di hejarî, xizanî û miþextiyê de derbas kiriye. Di wê radeyê de ye ko ji keda xwe ji bilî nanezikê tiþtekî dî ji gelê xwe û partiyên xwe wernegirtiye. Çapkirina berhemên wî bûye sosret û kul di ser dilê wî de. Heya jê hatiye û di mercên dijwar de û herweha li miþextiyê, wî hawil daye wî sermiyanî biparêze. Bêguman gelek destnivîsên wî bi destê rêjîma faþist winda bûne. Ev bû sed sal ko ew pasevanê çanda kurdî ye û hîna bêzar nebûye.
Lê ew xemgîn û bendewar e. Bi xemgînî jî dibêjê :
» Ez û pirtûkên xwe bûne ji Ehl El-Kehf, wisa þop ji ser me winda bûye û kesek li me napirse « .
33 destnivîsên ( pirtûkên ) Mele Xelîl bendewarên hezkiriyên çanda kurdî ne, da wan ji windabûnê rizgar bikin, da wan bigihînin destê xwênerê kurd û nifþê nû. Bêguman Mele kesekî naskirî ye û ê ko lê bipirse wê bi ser ve bibe. Ew Mele Xelîlê Miþextî ye.
* Jêder : Axaftina Mele Xelîl bi xwe li ser ekranê televizyona KURDsatê
Welîd Murad
Nivîskar: WELÎD MURAD
http://www.pdk-xoybun.com
|